Em bûne wek parsekên kuçe û kolanan, me destê xwe li ber qûnreşên Bexdayê vekiriye û li bendê ne ku her meh bêserêşandin mûçeyên me bişîne. Mehek tê yek nayê, bi zikek têr û yek birçî, çavê me li serê mehê û şandina mûçeyan e. Lê dolheramên Bexdayê jî em baş nas kirine, bi qûna me dizanin, dizanin bê em çi xwelîser û çi mirovhezên in, çi demokrat û demokratîk in. Ji bo navbera Hewlêr û Bexdayê, navbera Kurdekan û Ereboşkan xirab nebe, em petrola xwe jî didin wan û zikê wan têr dikin. Lê yê parsek û birçî em in.
Axir, em Kurd bi bî mejîyê xwe yê mirovperwer misteheqê her tiştî ne. Bela xelk têr be, em birçî û parsek bin jî ne pirsgirêk e. Çawa be Kurd û Ereb bra ne û Ereb brayên mezin û gewre ne.
Werhasil, mijara me li ser mûçe bû.
Berî çend rojan Alîkarê Serokê Hikûmeta Kurdistanê yê karûbarên darayî birêz Rêbaz Hemlan, ji K24ê re ragihand ku Hikûmeta Bexdayê di sala 2024an de tenê mûçeyê 10 mehan şandiye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî mûçeyê mehekê ji kîsî xwe daye. Yanî bû 11 meh. Û meha din? Xuyaye meha din jî xelkê li zikê xwe bi axê têr kiriye. Yanî, dibêje ku Bexda deyndarê wan û mûçeyê du mehan e. Li şûna 12 trîlyon dinar 10 trîlyon ji wan re şandiye.
Ê baş e, ezbenî, wa Ereboşkên Bexdayê dîsa ciwamêrî kirine û 10 trîlyon ji we re şandine, ma hîna hûn çi dixwazin. Ma hûn dizê xwedê ne! Ku neşandana weyê çi bikira? Yan weyê serî Hilda û şerê wan bikira? Na wele.
Timaya zêde jî ne baş e canekem, malê zêde heram e. Ji xwe em Kurd himal û barkêşên brayên xwe yên ummetê ne, em têr yan birçî bin ne xem e. Bes bela brayên me têr bin zêdeyî serê me ye wesselam..
Vê heyamê xezîna Lotikxanê jî vala ye, yan na bi allahwekîl meyê mûçeyê mehejê ji we re bişanda. Xwedê nehêle ma em çi bêjin.
Duhok
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin
Leyloka me jî ket nav karwanê aştîxwazan