Erê PKK vîrûs e, lê kîjan vîrûs cîgerim?

Zinar Qelemşûr

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê sayin Hakan Fîdan, ji TRT World re axivî û di derbarê gelek mijaran de çend lotik avêtin. Fîdan di derbarê PKK de got: “Hem ji bo berjewendîyên Sûrîyê û Tirkîyê û hem jî ji bo berjewendîyên Iraq û Kurdan divê em ji PKKê rizgar bibin” û pê de dû.

Fîdanê ku hinek dibêjin “Kurd e“, hinek dibêjin “na wele nîvKurd e“ û hinek jî dibêjin “fîftîfîftî“ ye, anî zimên ku yek ji erka wan a sereke li Rojava rawestandina YPG ye, ku ji xwe Devlet Bahçelî jî ji ber vê yekê Ocalan da pêş û ew xist rojevê. Yanî, evqas qarewar û bangên Bahçelî hemû ji bo lawazkirin û teslîmgirtina PYG û Rojava bû. Ji bo parçenebûna Sûrîyê û necudabûna Kurdan bû.

Axir, wezîrê me di axavtina xwe PKK wek “vîrûs“ bi nav kir û got: „PKK ne tenê Tirkîyê dike armanc. Îranê dike armanc, Iraqê dike armanc, Sûrîyê dike armanc. Ji ber vê, ez bahwer dikim wext hatiye ku em hemû bi hev re ji vê vîrûsê rizgar bibin“.

Temam yabo qurban, em jî dizanin ku PKK vîrûs e. Lê kîjan vîrûs?

Vîrûsa Corona ye, Vîrûsa Êşa Mirîşka ye, Vîrûsa Ciwangeyên Har e, yan Vîrûsa Enqer, Tehran, Bexda û Şamê ye? Ma vîrûsa bênav çêdibe ezbenî, helbet divê navek li vê vîrûsê bê kirin wî.

Ez dibêjim Vîrûsa Êşa Mirîşkan minasibtir û maqûltir e we go çi!

Yan na, wê çima û ji bo çi bi milyonan Kurd wek mirîşkan gêjomêjo bibin û bi nexweşîya bratîya xelkleran bikevin, ne wilo…

Stenbol

About The Author