Mele Cemîlê Mûşî
Piştî komxebata ku HUDA-PARê li Amedê li dar xist û daxuyanîya encama komxebatê hat weşandin, agir ket qûna Romîyan û dest bi zirînê kirin. Ji çep û komunîstên wan, ji demokrat û sosyaldemokratên wan, ji qûnek û qûndeyên wan, ji rast û faşîstên wan bigirin heta bi olperestên wan verşîyan û di kesayetîya HUDA-PARê de dest bi neyartîya Kurdan kirin. Yek ji wan çeqilmastan jî Şêwirmendê Erdogan û komunîstê Kemalîst Mehmet Uçum bû. Uçum ê ku ji şêwirmendîya serokkomar pê ve tu erk û qudreta wî tuneye, wek ku xwedayê dewletê be dijayetîya Kurdan dike. Oxlim ê ku ji bajarê Qersê ye û bi îhtîmalek mezin Kurd e, êrîşî komxebata HUDA-PARê kir û ew wek lotikek xayintîyê bi nav kir. Ji xwe ev dolheramên ku bi piranî dijminatîya Kurdan dikin ne Tirk in. Yan Kurdên çeqilmast in, yan jî dewşîrme û parsekên xelkên din in.
Ez serê we neêşînim gelî sofî û melayên eşîreta Lotikxanê, di vê derbarê de qeraseyê zilaman û Alîkarê Serokê Giştî yê HÜDAPARê Serkan Ramanli, bersiva Uçum da û serê wî paşûpêş xist qûna bavê wî.
Serkan Ramanli di bernameyek televizyonê de got: “Oxlim gotiye bêşeref, bêşerm, cudaxwaz, mêtinger, xayîn; Ez van hemûyan li wî vedigerînim. Ew ji bo kê û li ser navê kê dipeyive nizanim. Ew tenê şêwirmendekî qûnbigû ye, ne berdevkê hikûmetê ye, ne jî berdevkê AKP ye“ û pê de çû.
Belê, mêranî û cesaret şertek ji şertên serketinê ye. Kesên ku di qada şer û pevçûnan de, di qada legal û siyasetê de ne mêr û wêrek be, ne xwedîyê hest û helwestek zelal û mêrane be, bi ser nakeve. Yanî, bi tir û fisan tenûr germ nabe. Dîtin û îdeolojîyên wan çi dibin bela bibin, divê berî her tiştî siyasetmedarên me bibin Kurd bi mêranî siyasetê bikin. Ji ber vê yekê, di nav kîjan partîyê de bin bela bibin, hebûna kesên mîna Serkan Ramanli ji bo Kurdan girîng û pêwîst in.
Mûş
NEWROZA 2025 AN, BERBANGA HİŞMENDÎYA NETEWÎ YE
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin