Kevîn Kurdson
Li ser bextê fitne û fesadên Waşîngtonê be, li gor sîxur û ajanên Lotikxanê ragihandine, dibêjin Serokê Dinya û Axretê Donald Trump (Dîko) nameyek qerase ( ku giranîya wê zêdeyî bermîlek petrol e) ji Serokê Herêma Kurdistanê kak Nêçîrvan Barzanî re şandiye. Di daxuyanîya Serokatîya Herêma Kurdistanê de hat gotin ku name wek bersiva nameya ku berî niha Nêçîrvan Barzanî ji dîko re şandibû hatiye şandin.
Axir, li gor sîxur û ajanên Lotikxanê yên li Hewlêrê dibêjin, Dîkil Axa di nameya xwe de saxî û selametî ji Nêçîrê me re xwestiye, çavên wî ramûsa ye û ji bo hevkarîya Amerîka û Herêma Kurdistanê spasîyên xwe, ne bi dilekî lê bi heft dilan, pêşkêş kiriye.
Dibêjin kêfa Nêçîrê me pir hatiye, destên xwe bi hev firkandiye, bersiva Dîko daye û gotiye: „Em hevkarîya xwe ya bihêz li gel Amerîka wek nirxekî bilind dibînin û li bendê ne ku ji nêzîk ve ji bo aştî, aramî û nirxên hevbeş bi hev re kar bikin“ filan û bêvan.
Serokê Başûrê Kurdistanê kak Nêçîr herweha li ser navê Herêma Kurdistana Iraqê hilbijartin û serokatîya Dîko pîroz kiriye û jê re temenekî dirêj û lotikên xurt xwestiye.
Ez serê we neêşînim, hêvîdarim Dîko tenê bi şandina nameyan Kurdan bi bîr neyne, têkilî û piştgirîya xwe ya bi Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê re xurttir bike.
Waşîngton
NEWROZA 2025 AN, BERBANGA HİŞMENDÎYA NETEWÎ YE
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin