Cemîl Cewher
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar, gelek caran qirika xwe ji bo Kurd û mafê Kurdan diçirîne û dibêje gerek Sûrîye ji federasyonan pêk bê. Yanî dixwaze ku Kurd qûna Ereboşkan nalêsin û wek federasyon bibin herêmek serbixwe. Lê wezîrê min û we belasebeb qirika xwe diçirîne û dike qarewar.
Wezîrê Karûbarên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar, li Brukselê dîsa derket ser dikê û got ku divê “Sûrîye wek federasyon bê dabeşkirin. Got ku hikûmeta niha terorîst e zilmê li Kurd û Alewîyan dike“ filan û bêvan.
Kuro xwedêhişto!
Ma ku Kurd hebûna, hewceyî bi gotinên te dima? Na.
Kurd tunene bavê mino, ne li Sûrîyê hene, ne li Tirkîyê hene, ne li Başûr û Rojhilat hene. Kurdên Sûrîyê navê Rojavayê Kurdistanê kirine Rojhilat û Quzê Sûrîyê (ji bo Sûrîye parçe nebe û Kurdistana Rojava serbixwe nebe), Kurdên Bakur bi navê bratîya xelk û ummetê qûna Romîyan dalêsin, ji demokrasîyê pê ve tu gûyekî din naxwazin. Kurdên Başûrekan ji Iraqek xurt û bratîya Kurd û Ereboşkan pê te yu gûyekî din naxwazin. Tew bi petrola xwe Ereboşkan têr dikin. Hinek partîyên Kurd ên Rojhilat jî wek beşên din bratîya Kurd û Parsekan dixwazin û ji bo vê pêşmergeyên xwe didin kujtin.
Îcar kanî Kurd birêz Gîdeon?
Tu federasyonê ji bo kîjan Kurdê xwelîser dixwazî ezbenî?
Ma ku Kurdên Kurd hebûna, pêwistî bi bang û qarewara te dikir kezebo. Na wele nedikir. Kurd hebûna ji xwe ji federasyonê û jêrtir nedixwestin yabo qurban. Kurdên ku federasyonê dixwazin jî yan mirîdên Xelo û Celo ne, yan jî li paytextên dagîrkerên Kurdistanê parsekîya siyasî dikin.
Ez serê te neêşînim birêz Gîdeon, belasebeb serê xwe bi Kurdan re neêşîne û qirika xwe ji bo wan neçirîne. Heta Kurde v xwelîser bin, heta ev parsek û evîndarên celadên xwe bin, ne bangên te wan biaqil dike, ne jî yên birêz Netanyahû û tu sax..
Hewlêr
Heger ne fen e, ev çi dar û ben e cîgerim
Doh çi bûn îro jî ew in
Horîyên Amerîkî li pişta Mazlûmê me ne