Xalê me Mêhdî jî pê girt

Diyar Baban

Meleyê Şîa Mustafa Riza, da zanîn ku dema Îmam Mêhdî çûye serdana Nasrûllah û pê re hevdîtin kiriye, dibe ku di êrîşa Îsraîlê de hatibe kujtin û şehîd ketibe.
Belê, heger gotina Mele Mustafa Rizaî rast be, keran nîha dêya bi milyonan şîa û sunîyên ku li benda hatina Îmam Mêhdî bûn û xeyalên wan beravêtî bûn. 1400 sal in xelkê berê xwe dabû asîmanan û li benda daketina Îmam Mêhdî bûn da ku bê û dinyayê bike bihuşta gewrik. Lê xuyaye xalê me Netanyahû bi hatina wî û hevdîtina bi Nasrûllah re hisiyaye, û ji bo carek din venegere, bi bombeyek qerase ew dîsa vegerandiye cîhê ku jê hatiye.

Wey weleeeeeddd, wey weled!

Ax xalê Netanyahû ax!

Lo te çi kir te çi kir
Te xwelî li serê me kir
Xeyalên 1400 salî
Te bi bombeyekê tune kir…

Ez serê we neêşînim gurçikno, heger gotina Mele Nustafa Rizaî rast be, Îmam Mêhdî şehîd ketiye û niha li ser Pira Seratê di dorê de ye. Carek din vedigere yan venagere nizanim, lê ku vegere jî divê bi sofîk û melayên Îranê û Hizbûllahê re hevdîtinan neke. Çimkî haya Îsraîlê ji sererd û binerd çêdibe û heger vê carê bi hatina wî bihisin wê wî di goncalên Xezeyê de veşêrin allahwekîl.

Ê de bela serê şîa û sunîyan sax be, rehma xwedê li xalê me Îmam Mêhdî be.

Mahabad

About The Author