Doh çi bûn îro jî ew in

Av.Ezîz dîlan

Serokê ku li şûna A. Ocalan tê amadekirin (Ocalan di hevdîtinên xwe yên Îmralîyê de ji Selahattîn Demîrtaş re gotibû “te li şûna min amade dikin, lê min tedbîra xwe stendiye“ û kesê ku karibe şûna Ocalan dagire, Seloyê me Demîrtaş e. Belkî hûn dizanin, girtin û hepiskirin beşek ji siyaseta perwerdeya dewleta Tirk e. Dewleta Tirk (gelek dewletên din jî vê yekê dikin) kesên ku ji wan re lazim in, kesên ku pêbahwer in û di pêşerojê de wê xizmetên mezin ji wan re bikin, hem li derve û hem li hindur (di hepsê de jî), perwerde dike. Piştî ku tam perwerde bû û bû pispor, êdî wateya girtinê ji wan re namîne û hêdî hêdî şert û şirûtan ji bo azadîya wî yan wan amade dike. Heman tişt bi brayê wî Nûrettîn Demîrtaş jî kirin. Bi Sabrî Ok jî kirin. Pêşî ew girtin, li hindur siyasîyen çend salan dan razandin û perwerde kirin, piştre ew şandin leşkirîya artêşa Tirk û piştî leşkirîyê jî yekser ew şandin Qendîlê û kirin berpirsiyar. Ocalan di axavtin û vîdeoyek xwe de ji dewletê re dibêje (bi rêya Hasan Atîlla Ugur zilamê Perînçek), “yên li Qendîlê têra xwe ne şareza ne, divê em 50 sûbayên ciwan û têgihiştî bişînin Qendîlê”. Xuyaye mesela ku Selahattîn Demîrtaş digot “ di zaroktîyê de xeyala min a mezin ew bû ku ez bibim sûbay“, ne belasebeb e.

Axir, em nedin dû tiştên çûyî. Lê rastîyek heye ku aqilmendên dewleta Tirk dûr û kûr difikirin, hesabê 10 û 50 salên pêş dikin. Wek serok û siyasetmedarên me siyaseta rojane nakin, siyasetek hûr û kûr û stratejîk dikin. Ne tenê di nav PKK û DEMê de, di nav piranîya rêxistin û partîyên Kurd û çepên Tirk de zilamên xwe bi cîh dikin û bi stratejîya “parçe bike û bi rêve bibe“ Kurdan ji hev tar û mar dikin. Parçebûn û bêtifaqîya partîyên Kurd, ezezî û partîperestîya kadroyên rêvebir ên partîyên Kurd, nimûneya herî piçûk a vê plan û projeyê ye. Û îhtîmalek pir mezin Selahattîn Demîrtaş (Nanê Sêlê) jî yek ji vê projeyê ye. Demîrtaşê ku ji Erdogan re digot wek Nanê Sêlê ye – yanî du rû ye, îro ketiye şûna Erdogan, temenekî dirêj ji wî û Bahçelî re dixwaze û wek piranîya Kurdan bûye aşiq û evîndarê celadê xwe.

Gerçî Demîrtaş ji roja roj de ev e, wek Ocalan û temamê Kemalîstên Kurd û Tirk, ji roja roj de hewl daye ku Kurdan bi dewleta Tirk ve bizeliqîne û Tirkîye wek dewleta Kurdan pênase kiriye. Ji bo Kurd doza Kurdistanek serbixwe nekin û ji hasten netewperwerîya Kurd dûr bikevin, çi ji destê wî hatiye kiriye. Yekrêzîya Tirkîye û sînorên wê paraztiye, Tirkî, Tirkayetî û Tirkîyeyîbûn bi Kurdan şîrîn kiriye, hest û hişmendîya netewî ji bedena Kurdan dûr xistiye û wek AKP, MHP, CHP û temamê partîyên sîstema dewleta Tirk dûrişma yek al, yek welat û yek dewlet paraztiye. Xwestiye bi kirasê maf û azadîyên şexsî û xweîfadekirina azad doza Kurd û Kurdistanê bi navê entegrasyonê di nav civaka Tirkîyê de bimihîne, bihilîne winda bike. Bi gotina “Emê te nekin serok“ û bi hamîyeta şerê xendekan bi qasî 45 salên Ocalan zirar daye Kurdan. Fersenda koalîsyon û şirîkatîya ku Erdogan anîbû ber lingên Kurdan bi saya serê Demîrtaş û aqilmendên wî hat têkbirin û li şûna Kurdan MHP û Bahçelî bûn xwedîyê dewletê. ( Wer xuyaye bi vê îdeolojî û paradîgmayên Ocalan wê heman tişt bê serê Rojava û ewê jî fersenda federasonê ji destê xwe birevînin).

Axir, yanî Seloyê me, nanê sêla me, wek Ocalan, doh çi bû îro jî ew e. Îro jî dibêje Komara Tirkîyê dewleta Kurdan e.

Yanî, divê em ecêbmayî û matmamî nemînin. Dewleta Tirk xwedîyê aqilekî kûr e, dizane çi dike û wê çi bike. Ocalan belasebeb jê re negotibû “te li şûna min amade dikin“. Ocalan kal bûye û berî mirinekê xizmeta xwe ya dawî û herî pîroz ji dewleta Tirk re kir. Di banga xwe de “serxwebûn, federasyon, xweserîyên herêmî û mafên çandî û kulturî “ (doza zimanê Kurd û wekî din) li Kurdan heram kir. Îcar dora kê ye? Helbet dora Selahattîn Demîrtaş e. Ê ku piştî Ocalan karibe hefsarê Kurdan têxe destê xwe kî ye? Helbet Demîrtaş e. Û ê ku dîsa herî zêde karibe xizmetê ji berjewendîyên dewleta Tirk re bike kî ye? Dîsa Demîrtaş e.

Naxwe ma çi?

Ma ku Erdogan û Bahçelî di demek nêzîk de wî azad bikin û bi Serokatîya Partîya DEMê wî tacedar bikin. Û ji bo çi? Helbet ji bo xizmeta berjewendî û çarenûsa Tirkîyê.

Ê de a bi xêr..

Em Kurd layiqî çi bin wê ew bê serê me û xelas.

Enqere

About The Author