Heger ne fen e, ev çi dar û ben e cîgerim

Ehmed Beyan

Piştî ku Serokê Tirkîyê Erdogan lihevhatina Mazlûm Kobanî û Colanî ibin DAÎŞ erênî nirxand û piştgirî dayê, bi lez û bez heyetek şans Şamê. Heyeta ku bi serokatîya Wezîrê derve Hakan Fîdan, Wezîrê Paraztinê Yaşar Guler û Serokê Îstîxbaratê Îbrahîm Kalin serdana Colanî kir, di serê gelekan de şik û pirs çêkirin. Xuyaye her sê qeraseyên wezîr û serokan belasebeb neçûne Şamê û bi Colanî re hev nedîtine. Yan peymana navbera Colanî û Kurdan li hesabê wan nehatiye, yan jî li dijî Kurdan plan û projeyên veşartî genî hatine amade kirin.

Di makzagona demkî a ku hatiye amadekirin de mafê Kurdan nayên dîtin. Sûrîye dîsa Sûrîyeya Erebî ye û wer dixuye wê tu ferqa Colanîyê ÎŞÎDê û Beşar Esed ji hev tunebe. Li gor zagona ku Colanî îmza kiriye, qûnreşên Ereb ji bo pêkanîna armancên xwe 5 sal dane ber xwe. Û di nava van 5 salan de wê çi plan û projeyên kirêt ji bo kujtina Kurdan amade bikin, wê wek Elewîyan çi tofanê bînin serê Kurdan kes nizane. Û ji xwe heger Amerîka leşkirên xwe ji Sûrîyê bikşîne (ku gotinek wilo tê gotin) û Kurd bi tena serê xwe bimînin, wê çi pelûl bi serê wan de birije kes nizane. Ji ber vê, serdana her sê girgirekên Tirkîyê ne belasebeb e. Ji bo amadekarîya dek û dolabên Osmanî ne, yan ji bo çareserîya pirsgirêkan e helbet wê di pêş de zelal bibe.

Axir, Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan, ji çapemenîyê re lotikek ecêb avêt û got: “ Bi allahwekîl, bi 8 telaqên jinberdanê, em ji bo şîretan çûna Şamê. Em ji Hikûmeta Colanî dixwazin ku mafên Kurdên Sûrîyê bide wan. Ev mijar hem ji bo Serokkomar Erdogan û hem jî ji bo Tirkîyê pir girîng e ” û da lotikan.

Ecêb e…

Erdogan û Fîdan ê ku mafên 30-40 milyon Kurdên Bakur nade wan, ji Colanî beg dixwaze ku mafên Kurdan bide wan.

Erê lo..

Wek dibêjin, heke ne fen e, ev çi dar û ben e cîgerim!

De ka berê hûn mafên Kurdên Bakur bidin wan ku xelk jî li we binerin û mafên Kurdan bidin wan yabû qurban. Ma mero bêrîka xwe bigire û bixwaze xelk bêrîka xwe veke dibe, na. Hûn hava pêşîn bavêjin ji bo yên din jî bidin dû we wî.

Axir, Fîdan belkî ji bo sergirtin û veşartina armancên xwe yên asasî behsa mafên Kurdan kiribe, em nizanin. Lê dibêjin gîha di bin keviran de namîne. Helbet wê rojekê bêhna vê hevdîtinê bifûre. Îcar wê bêhna gul û nêrgizan jê bê, yan wê bêhna rêxa çêlekan jê bê, ez nizanim.

Enqere

About The Author