Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin

Nûrî Çelîk

Li Tirkîyê, Kurdistan û bi giştî li Rojhilata Navîn guhertinên mezin dibin. Guhertinên ku bi Buhara Erebî dest pê kir û bi şerê Îsraîl û Hamasê gîha îro, berdewam e. Rûxandina rejîma Baas a malbata Esed, desthilatdarîya nû ya Colanîyê DAÎŞî, fersenda ku ketiye destê Kurdên Rojava, tevlihevî û şerê ji bo desthilatdarîya AKP û CHP, beriberi û şerê ji bo serokkomarîya Tirkîyê, banga Devlet Bahçelî û Ocalan, û gelek bûyerên din hinek rê û derfet dane Kurdan ku Kurd bi aqlêselîm li hev rûnên û kumê xwe deynin ber xwe.

Li Rojava derfetek çêbûye ku hemû alîyên Kurd (ENKS û PYD) nakokîyên xwe deynin alîyekî, berjewendîyên xwe yên partîtîyê deynin alîyekî, li ser xalên sereke li hev bikin û wek şandeyek yekgirtî bi Hikûmeta Şamê re li hev bikin û daxwazên xwe di zagon û makzagonên Sûrîyê de bidin qebûlkirin. Kurd îro li Sûrîyê hem bi aborîya xwe, hem bi artêşa xwe û hem jî bi derfetên xwe hêza herî xurt in. Bi vê hêza xwe heger hemû alîyên Kurd li ser berjewendîyên miletê Kurd li hev bikin, wê karibin zixtê li Hikûmeta Şamê û herweha li Hêzên Hevpeyman bikin ku heq û hiqûq, maf û azadîyên miletê Kurd bên pejirandin û Kurd hem li herêma xwe û hem li seranserê Sûrîyê bibin şirîkê desthilatdarî û rêveberîya Sûrîyê. Lihevrûniştin û hevdîtina ENKS û PYD a vê talîyê (li gor daxuyanîyên Mazlûm Ebdî û çapemenîya Kurd) her çiqasî hinek nakokî û berjewendîyên navxweyî ji holê ranebin jî, di mijara şandeyek hevbeş û yekgirtî de mizgînîya xêrê dide me. Serketin bi tifaqê çêdibe û û maf jî bi tifaqê tên bidestxistin.

Li Tirkîyê piştî bang û hewlên Devlet Bahçelî û Ocalan, piştî daxuyanî û piştgirîya Erdogan, rojeva Tirkîyê jî ser û binê hev bûye. Her çiqasî Ocalan bi bang û paradîgmayên xwe xewn û xeyalên miletê Kurd vemirand û ew bêhêvî kirin jî, nakokîyên navxweyî yên desthilatdarî û mixalefeta Tirkîyê wê rê û derfetên nû ji Kurdan re derxe holê. Heger Kurd û partîyên Kurdî bi aqlêselîm karibin li hev bicivin, vê pêvajoya zîz baş binirxînin û li bêjingê bixin, berjewendîyên partîtîyê nedin pêş, li ser çend xalên sereke û netewî li hev bikin û karibin wek ENKS enîyek niştimanî saz bikin, belkî giranîyek wan çêbibe û di encama bûyerên pêşerojê de karibin wek mixatab bên girtin. Yan na, bi vî halê xwe, partîyên ku îro bi nav hene lê bi xwe tunene, wê nikaribin hêvîyekê bidin Kurdên Bakur û çawa ku li Rojava bû, wê li Bakur jî di nav diranên çerxa partîyên dewletê de bên çûtin.

Girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dide xuyakirin ku di nava dewletê de şerekî xurt di navbera Kemalîstan û antîKemalîstan de heye. Cardin dide xuyakirin ku erka Serokkomar Erdogan xelas nebûye û plan û projeyên ku danîne ber wî, wê wek serokkomar bi hilbijartinek din jî bidomin. Ev jî bi projeyên Rojhilata Navîn û guhertinên wê ve girêdayî ye.

Li vir mesela melayê gund û pevçûna du jinan hat bîra min.

Du pîrek li nava gund pev diçinin û dikevin ser dilê hev. Melayê gund di wir re derbas dibe. Gava dibîne ku her du pîrek pev diçinin û ketine ser dilê hev, hema mela doxîna xwe sist dike û şerwalê xwe dadixe. Pîrekek jê re dibê: „Mela mela, hê kesî zora kesî nebiriye, hema te şerwalê xwe daxist, te xêr e?“.

Mela li jinikê vedigerîne: „Kî ji we zora kê bibe ji min re ferq nake, her wê yek ji we bibe qismetê min„.

Îcar heger em Kurd biaqil bin û piçekî ji siyaseta neyarê xwe fêhm bikin, divê em jî wek mela doxîna xwe sist bikin û piştgirîya kesî nekin, di şerê navxweyî yê neyarên xwe de nebin teref û alîgir û li berjewendîyên xwe bigerin. Li her çar beşên Kurdistanê divê em berjewendîyên xwe bidin pêş, nebin darikên ber diranên xelkê û wan li ser pişta xwe nekin mîr û wezîr.

Bi çûna rejîma Esed fersendek mezin ketiye destê Kurdan. Bi nakokîyên navbera AKP (Erdogan) û CHP (Îmamoglu) dîsa fersendek mezin dikeve destê Kurdan. Her du alî jî hesabê xwe li ser Kurdan dikin. Dizanin ku bêyî ray û dengê Kurdan wê nikaribin bi ser bikevin. Kî di ser de bimîne, kî di bin de bimîne divê ji me re ferq neke û ji bo berjewendîyên me divê doxîna me tim sist û vekirî be.

Bi kurt û Kurmancî; divê em xwe li ber barana kesî şil nekin. Bi taybet li ber barana neyarên xwe qet şil nekin. Divê sîwanek netewî-Kurdistanî di destê me de hebe ku em karibin wek mertalekî xwe pê biparêzin.

Ew mertal jî tifaqa me ye..

About The Author