Zimar Qelemşûr
Dibêjin nanê Tirkan li ser kaba wan e. Yanî bext bi wan re tuneye û bêbext in. Yanî wek nanê sêlê ne, rojekê reş in, roja din spî ne. Rojekê dost in, roja din neyar. Çend libên wek Îsmaîl Beşîkçî ji nav derxin, ewên din tev xerabe û kurmî ne. Bi taybet di mesela Kurd û Kurdistanê de ne xwedê nas dikin, ne jî Îsa, Mûsa û Mihemed. Ji çep û kominîstên wan bigirin heta bi demokrat û qaşo mirovperwerên wan, ji rastên wan bigirin heta bi dîndar û oldarên wan, ji qûnek û qûndeyên wan bigirin heta bi onbaşî û çawîşên wan, yanî ji serî bigirin heta bi binê wan, tev neyarên Kurdan e û xêra Kurdan naxwazin. Her çiqasî di rojên teng de Kurd bên bîra wan û bi çend gotinên şahîk û girover Kurdan ji rê bibin jî, di rojên firehîyê de pêl serê Kurdan dikin û dîsa ji paş de xincerê li wan dixin.
Belê, dirêjo bi rêya şirîkê xwe bêdûndekî Bahçelî Ocalan kişand kêleka xwe û pişta xwe qewîn kir. Mixalifê herî Mezin CHP û Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû mabû. Bi mahneya tunebûn yan sextebûna diploma wî lotikek li wî jî xistin û tir jê berdan. Helbet wê wî negirin û nexin hepsê, wê wî di çavê xelkê de piçûk û bêrûmet bikin û wî berdin. Heger Kurd bûya ji xwe wê ji zû de ew bigirtana.
Axir, reîsê me dest pê kiriye û daye bin dûvê Kemalîstan û Kemalîzmê. Ji alîyekî xwe nêzîkî Kurdan dike, ji alîyekî qûnê li Kemalîstan diqetîne û ji alîyê din jî aborîya Tirkîyê têk dibe, dolar û euro difire. Ev ji bo me Kurdan nîşanên xêrê ne, nîşanên serûbinbûna dewleta Tirk e. Helbet heger Kurd bi hest û hişmendîyek netewî bi rêxistin û yekpare bin, wê karibin fêdeyek mezin ji vê rewşê bi dest bixin. Lê mixabin ne wilo ye. Kurdên bi rêxistin bi PKK û DEMê re ne, ew jî bi çîrokên bratîya Tirk û Kurdan di xew re dirin. Wekî din alternatîfek din tuneye. Piştî lotik û paradîgmayên Ocalan gelo wê alternatîfek Kurdistanî ji nava PKK û DEMê derkeve, nizanim. Lê heger rewş ev rewş e, wê Kurd bi vê qûşê negihên Mûşê.
Ez serê we neêşînim, di şerê navbera Tirkan bi xwe de divê Kurd nebin teref, divê alîyekî nekin dost û alîyê din nekin dijmin. Berjewendîyên me yên netewî li ku bin, divê Kurd li wir bin. Bi allahwekîl, Kurdên ku di şerê neyarê xwe de bibe teref yan şeytanqûnî ye, yan jî mejîyê keran xwariye.
Wey weleeed, wey weled!
Rebenê Îmamoglû (kurê melê) kirin Papazoglû (kurê keşê) û ew jî şeytanqûnî kirin.
Ê de aqûbet li serê hemû Tirk û Kurdên Kemalîst be rebbî..
Stenbol
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin
Leyloka me jî ket nav karwanê aştîxwazan
ZOZAN xanim li me pîroz be!