Ozal tir ji Romîyan berda 

Ehmed Beyan

Kevneserokkomarê Tirkîyê Turgut Ozal (ku bi xwe Kurdê Meletîyê ye), berî mirina xwe hewl da kuxêrekê bi Kurdan re bike û mafekî bide wan. Pêşî bi rêya Celal Talabanî pêşniyazek kir ku Kurdên Başûr wek federasyon tev li Tirkîyê bibin. Talabanî ev pêşniyaz ji Mesûd Barzanî re bir. Piştî bi Amerîkayê hat şêwirîn, Amerîkayê got „hê zû ye“ û daxwaza Ozal di qirika wî de asê ma. Piştre dîsa bi qasidîya Celal Talabanî pêşniyazek ji Ocalan re bir, doza agirbesê û dana mafên Kurdan kir. Lê berî bigihê miradê xwe, dolheramên Romê ew bi jehrê kujtin û Kurdên me dîsa pê girt.

Turgut Ozal berî mirina xwe di armancên xwe de bi ser neket. Lê piştî mirina xwe lotikek li Tirkan xist û heyfa xwe ji wan hilanî. Ozal berî mirina xwe birtûkek bi navê „La Turquie en Europe“ (Tirkiye li Ewropayê)  nivîsandibû ûev pirtûk veşartî hatibû hiştin. Piştî mirina wî pirtûka wî bi zimanê Fransî hat weşandin. Lê pirtûke wernegerandin zimanê Tirkî, çimkî di pirtûkê de vir û derewên Tirkan dihat eşkerekirin. Pirtûk di 1991ê de li Îngilîztanê bi zimanê Ingilîzî hat weşandin.

Ozal di beşê 7 emîn a pirtûka xwe de dibêje ku nifûsa Tirkan li Anadolûyê (Tirkîyê û Bakurê Kurdistanêtenê) tenê ji %10 e.  Yanî, Tirkên ku li ser nifûs û dîroka Kurdan rûniştine û heta bi Mogolistanê jî dikin nifûsa Tirkan, tenê ji sedî 10 in.

Ozal, dibêje ku Şaristaniyên Anatolyayê berî zayînê bi 3000 ( 3 hezar) sal dest pê dike û behsa abavpîrên Kurdan yên wek Xaltî, Hûrî, Hîtît, Ûrartû û gelekên din dike. Ozalê min û we, herweha dibêje:  „Şaşitîya mayînde ya li hember Anadolûyê ew e ku mirov Anadoluyê ni etnîsîteyê binirxîne. Wisa tê nirxandin ku Anadolû welatê Tirkan û Osmaniyan e. Li Anadolûyê heta îro 70 zimanên zikmakî dijîn. Hem Împaratorîya Romaya Rojhilat û hem jî Împaratorîya Osmanî wek dewletên gerdûnî li ser çandên heyî hatine avakirin“.

Ez serê we neêşînim gurçikno, dolheramên ku bezê binguhê bavê wan ne kifş e, ewên ku ji wir û ji vir peydah bûne û herkesî dikin Tirk, di bin gûyê Turgut Ozal de fetisîn û ji alî serokkomarê Tirkîyê ve lotikek bêîman xwarin wesselam.

Ê de rehma yezdan li Turgut Ozal be û xwedê 125 horîyan bike nesîbê wî rebbî…

Enqere

 

About The Author