Bavê Cengo
Partîyên Kurdên Rojava doh ragihandin ku ew gihiştine rêkeftinek dîrokî û mizgînîyek xêrê dan me.
Li gor fitne û fesadên bajarê Qamişlo dibêjin, peymana ku her du alîyan qîma xwe pê anîye , di bin çavdêrî û sîwana Mesûd Barzanî, Mazlûm Abdî, Amerîka û Fransayê de hatiye îmzakirin.
Dîsa li gor fitne û fesadên kolanên Hesekê dibêjin, dibêjin wê her du-sê alî bi şandeyek hevbeş li Şamê nûnertîya Kurdan bikin, wê di makzagonê de doza misogerkirina ziman û nasnameya Kurdî bikin û herweha wê doza federasyonê jî li qûnreşên Şamê bikin.
Partîyên ku ji PYD, PYNK, ENKS û PDPKS pêk tên, bi zor û heft bela, bi zixt û navtêdana Amerîka û Fransayê û piştî pênc salan li hev kirin û lotikek pîroz îmza kirin. Helbet heke fitne û fesad bihêlin û ev peyman biçe serî.
Dewleta Virqo bi rêya Ocalan banga çekberdan û teslîmîyetê li Kurdan kir û xwestin ku Kurd tiştekî nexwazin û bê qeyd û şert tev li Hikûmeta DAÎŞ a Şamê bibin. Lê xuyaye lihevkirin û tifaqa partîyên Kurdên Rojava bi xeyala Romîyan de mîzt û xew li wan herimand. Kurd êdî bi heyetek hevbeş û bi qeyd û şert diçin Şamê. Yanî bi tûrikê vala naçin û wê doza mafên xwe bikin.
Heger ev tifaq neyê têkbirin (bi taybet bi daxwaza dewleta Romê û bi zixtên PKK), dibe ku Pêşmergeyên Roj jî di pêşerojê de vegerin Rojava û wek beşek ji HSD Rojava biparêzin. Heger ev bû ji xwe wê pişta Kurdan neyê erdê û wê ker bikute dêya dagîrkeran.
Ê de ya bi xêr..
Xwedê tifaqa Kurdên Rojava xirab neke û destê Sofî Xelef li pişta wan be.
Qamişlo
Newrozê qûna reş û spî derxist holê
Agir bi mala me ketiye, em agirê mala xelkê vedimrînin
Kûçik goştê kûçik naxwe