ÎHSAN NÛRÎ PAŞA (1893-1976)

 

Dîroka millet Kurd dîrokek kevnar e; her rûpelek bi êş û trajedîyên giran hatiye xemilandin. Bi taybetî ev dused sal zêdetir e baca azadî û serxwebûna xwe bi kuştin, komkujî û jenosaydan dide. Di heman deman de serhildan, berxwedan, raperîn an jî têkçûn û jenosayd li ser vê ernîgarîyê kêm nebûye. Ev siyaset û hewldan îro jî didome. Milletê Kurd paşeroja xwe bi bedelên giran, bi têkoşînek dijwar û qurbanîyên mezin tayin dike.

Di dîroka Kurdistanê de roj tuneye ku bûyerek neqewimî be, serhildanek çênebûbe û pakrewanekî têkoşer an serokek Kurd bi deste dijmin nehatibe kuştin?

Îhsan Nûrî Paşa yek ji wan pakrewanên doza netewî ye. Yek ji wan qehramên û kesayetê ku di derbarê wî de lêkolîn nehatiye kirin ew bixwe ye. Îhsan Nurî Bazê Çîyayê Agirî ye. Gava behsa mijara serhildana Agirî dibe Îhsan Nûrî paşa û hevalên wî tê bîra mirov. ÎhsanNûrî wek rêber û serlêşkerê serhildana Çiyayê Agirî ji alîyê navenda Rêxistina Xoybûnê ve tê wezîfedar kirin. Îhsan Nûrî, yek jiwan endam û damezrînerên Rêxistina Xoybûnê bû.

Di pêvajoya serhildanê de Îhsan Nûrî Paşa bi şêweyekî serkeftî reorganîzasyona şoreşê dike, hêzên ku beşdarî serhildanê dibin organize dike û bingeha artêşa Kurdî serast dike. Di nav şer de bingeha Komara Kurdî û îdareya aborîya şer serast dike. Li hember dijmînê xwe di qada şer de serfermandarek pêşketî ye. Lê şert û mercên wê deme, pêwendîyên dewleta Tirk ya bi Yekîtîya Sovyet û komara îran re, rê li ber şikeştinek mezin vedike. Bi taybet di wê şikestinê de rola dewleta Îranê û Yekîtîya Sovyetê zêdetir giran e. Dewleta Tirk, ji bo bi ser bikeve, gelek tawîzên mezin dide herdû dewletan. Bi piştgirî û dorpeçkirina wan dewletan tevgera Agirî bi şikeştinek dijwar re rû bi rû dibe.

Serhildana Agirî ya yekem di sala 1926‚an, di 16’ê Gulanê de, bi beşdarbûna eşîrên SoxanlîCelalî, Heyderî KizilbaşoxlîSorîCîlkanlîBîlhanlîCinganlî û hwd bi pêşengîya Îbrahîmê Bro û hevalên wî dest pê dike. Ji Rojhilatê Kurdistanê jî hêzek siwarî beşdarî raperînê dibin. Hêzên dewleta Tirk dikevin tengasîyê û ji Îranê daxwaza kontrolkirina sînor û alîkarîya ewlekarîyê dikin.

Bi biryara Rêxistina Xoybûnê Îhsan Nûrî Paşa wek fermandarê serhildanê tê erkdar kirin û bi hevalên xwe re derbasî herêma Agirî dibe. Îhsan Nûrî Paşa û Zîlan Beg, bi serokê eşîra Hesikê Îbrahîm Axa re derbasî qada serhiladanê dibin û ji nû ve hêzên xwe reorganîze dikin. Li herêmê bi piştevanîya Rêxistina Xoybûnê Komara Agirîyê tê damezirandin. Serokê Komara Agirî Wezîr Biroyê Heskî tê nîşan kirin. General Îhsan Nûrî Paşa di pêvajoya serhildanê de him erkê leşkeri him jî erke îdarekirina rêvebirîya civatê bi rê ve dibe. Serhildana Agirî 1926-1931 di dîroka millete Kurd de cîhekî girîng digire.

Îhsan Nûrî Paşa ne tenê di serhildana Agirî de cîh digire, wek tê zanîn di nav hewldanên Serhildana Elkê (Serhildana Beytûlşebabê) de jî cîh digire. Ev hewldan berîya serhildana 1925 an, di 3ê Îlona sala 1924‚an de dest pê dike. Serhildan, di pêşengiya ÎhsanNûrî û hinek serbazên din de dest pê dike. Îhsan Nûrî Paşa û hevalên xwe endamên Rêxistina Azadî ne. Ji ber pêwendî û têkilîyên teknîkî ev serhildan bi şêweyekî bêwext dest pê dike. Bandorek neyînî li ser kar û xebatên Rêxistina Azadî dike.

Îhsan Nûrî Paşa di sala 1892 an 1893 de li Bedlîsê ji dayik bûye. Malbata wî di nav eşîra Celalî de  xwedî cîhekî berbiçav e. Di nav artêşa Osmanî de jî Îhsan Nûrî serbazek serkeftî ye. Di destpêka 1900 an de di nav arteşê de cîh digire.

Îhsan Nûrî Paşa piştî Peymana Cezayîrê, di 18ê Adarê, 1976 an de, li bajarê Tehranê di bûyerek trafîka ku bi guman e rû bi rû dibe. Giran birîndar dibe, wî radikin nexweşxanê lê mixabin di 25ê Adara 1976 an de wefat dike.

Rihê wî şad mekanê wî bihûşt be.

Xeyf û mixabina herî mezin ew e ku di wê demsala bihêzbûna rêxistin û partîyên Kurdî de, tu hêzê, tu kesî bi Îhsan Nûrî re pêwendî dananî û di derbarê jîyan û serpêhatîyên wî de xebat û arşîvek tomar nekir. Ev jî cîhê xemgînî û şermê ye. Lewra hêjayî û nîrxên me wexta saxin em cîh û qîymeta wan nizanin, lê piştî em wunda dikin em dest bi ax û fîgan, bi hawar û qêrînan dikin. Ev jî nexweşîyek me ya gelerî ye.

Ez cardin di şexsê Îhsan Nûrî Paşa de hemû hêjayî û pakrewanên Kurdîstanê bi rêzdarî bi bîr tînim…

 

About The Author