Kûçik goştê kûçik naxwe

Cemîl Cewher

Newroza îsal û pêldana alayên Kurdistanê qûn li Romîyan qetand û ew rakirin ser tapana. Bi saya serê Erdogan, Bahçelî û banga Ocalan, hikûmetê ji Kurdan re serê hefsêr piçekî sist kir û Kurdan jî ev fersend bi kar anî û Newroza xwe bi serbilindî pîroz kirin. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê  Ala Rengîn di gelek Newrozan de ber bi asîmanan pêl da, hest û hişmendîya netewî di hiş û bedena Kurdan de zînde kir.

Bilindkirina bi sedan Alayên Kurdistanê,  hişt ku Kemalîstên dolheram û bêbext bi xwe de bimîzin û rûyê xwe yên rasteqîn eşkere bikin. CHPî yên ku rûdank û kirasê qaşo demokratbûn û demokrasîyê li xwe kirine,  bi bilindkirina Alayên Rengîn rûdank û kirasê sosyaldemokrasîyê ji xwe kirin û kirasê xwe yê berê, kirasê „Sosyal Faşîst“ li xwe kirin.  Bi vê yekê carek din eşekre kirin ki kûçik goştê kûçik naxwe, sosyaldemokratî û çepîtîya wan, misilmantî û çîrokên bratîya wan, tev derew û dek û dolab in, xefik û dehfik in.

Pêşî Şaredarê Enqerê, ewê ku bi dengê Kurdan bû şaredar, yanî dehşikê MHP û kerê CHP Mansûr Yavaş zimandirêlî li Ala Rengîn kir û Kurd bera ser jina xwe dan. Piştre Serokê IYI Partîyê Kurê Dêlê êrîşî Ala Rengîn kir. Piştre çend hunermendên bîjî dan dû wan. Û herî dawî jî di meş û protestoyên CHP de şerît xistin stuyê Şêx Saîd û bi navê Kemalîzmê êrîşî Kurdan kirin.

Di asasê xwe de, ev kiryar û serpêhatîyên baş in. Heger piçek mejî di serê Kurdan de hebe, heger piçek xîret û namûs di pozê wan de hebe, heger piçek şerm û fedî bi wan re hebe, divê ji van dolheramên Kemalîst dersê wergirin, wan baş nas bikin, û di sikrata mirinê de jî gulpek av nedin wan. CHP a ku zêdeyî sed salî ye qesas û kujerê serê Kurdan e, gerek êdî rayekê bi tenê jî ji Kurdan nestîne.

Lê ez ne bahwer im.

Bi milyonan Kurdên ku wek pezê mêşinî dane dû partîyên qaşo Kurd, ewên ku qeyûmên dewleta Tirk ji xwe re kirine serok û rêber, ewên ku tu berê wan bidî ku wê herin wir, ewên ku newêrin, nikarin yan bikarin jî ji bo berjewendîyên xwe nakin, dîsa wê bi navê demokrasî û bratîya Kurd û Tirkan xwelîya heft gundan li serê xwe û li serê Kurdan bikin.  Qeyûmên dewletê yên wek Bakirhan û Hatîmogullari ya Ereb, bêyî ku li selameta vê pêvajoyê û li berjewendîyên Kurdan bifikirin, yekser piştgirî dan CHP a Kemalîst û dîsa dixwazin (wek ku Selahattîn Demîrtaş kir) Erdogan li Kurdan bînin xezebê.

Axir, heger lêkolîn û rapirsînek li seranserê dinyayê bê çêkirin û pirsa „Herî zêde kî evîndarê celadê xwe ye“ bê pirsîn, ez bahwer im wê Kurd di rêza yekem de cîh bistînin.

Heger piştî vê kêlîyê jî em xwe û neyarên xwe nas nekin û qûna celadên xwe balêsin, di devê me de birîn jî em misteheq in û hûn sax..

 

Hewlêr

 

 

About The Author