Pîrkemal
Kemalîzm neyarê riknê miletê Kurd e. Kemalîstên ku di rojên teng de bi çîrokên bratîyê xwe nêzîkî Kurdan dikin û lingên wan dişemitînin, gava piştgirîyê ji Kurdan nebînin û zor li qûna wan bê, rûdanka bratîyê ji ser çavên xwe davêjin û neyartîya xwe eşkere dikin.
Piştî ku Serokê Sererd û Binerd ê Tirkîyê sayin Erdogan lotikek qerase li Şaredarê Stenbolê Kurê Mele xist û tir jê berda, CHPî rabûn ser tapanan û daketin kolanan. CHPî û Kemalîstên ku dengê xwe ji girtina Selahattîn Demîrtaş û wekîlên Kurd re nekirin û ji bo wan daneketin kolanan, dixwestin û hêvî dikirin ku Kurd ji bo wan dakevin kolanan, ji bo wan bên girtin û ji bo wan bimirin. Lê piştî dîtin ku Kurd ne ehmeqên berê ne (îstîsna ne tê de) û di şerê navbera neyarên xwe de nabin teref, dest bi neyartîya berê kirin û xwe eşkere kirin.
Newroza îsal bû Newroza Netewperwerî û Netewperestîya Kurdî. Li seranserê Alayên Kurdistanê bû sembola xurtbûn û geşbûna hest û hişmendîya Kurdan, bû sembola tifaq û yekîtîya wan û evê yekê Kemalîst û cewrikên Kemalîzmê dîn û har kir. Bi neyartîya Alaya Kurdistanê Kemalîst û hemû cewrikên Kemalîzmê dest bi neyartîya Kurdan kirin û çîrokên bratîyê bûn çîrokên xapandin û neyartîyê. CHPî yên ku qaşo li dijî Erdogan daketibûn kolanan, Erdogan ji bîr kirin û bi pankart û dûrişmeyan êrîşî Kurd û nirxên Kurdistanê kirin. Ji Şaredarê Enqerê Mansûr Yavaş bigirin heta bi bêjer û nivîskarên wan yên wek Merdan Yanardag rûdankê (maskeyên) xwe ji ber rûyên xwe dan alî û faşîstîya xwe raxistin ber çav.
Merdan Yanardag (ku berê gerînendeyekî rojnameyek PKK bû), li ser televizyona Halk TV wek ku rêvebir û serokekî Kurdan be ji rêvebirên Partîya DEM ên Ewrûpayê xwest ku “kesên Alayên Kurdistanê hildigirin bibînin û wan ceza bikin”. Û mixabin piştî fermana vî dolheramê Kemalîst, li hinek bajarên Almanyayê alîgirên DEM û PKKê êrîş birin ser hinek Kurdên ku Alaya Rengîn bilind kiribûn û li wan dan. Yanardagê ku yek ji rêheval û destebrakê dolheramên wek Yalçik Kûçik û Dogû Perînçek e, fermanê dide hinek Kurdan ku li Kurdên netewparêz bidin. Ev jî dide xuyakirin ku Kemalîstên Tirk û Kemalîstên Kurd ji heman kanîyê avê vedixwin û ji bo heman armancê dixebitin.
Di Newroza îsal de, bi bilindkirina bi hezaran Alayên Kurdî, Kemalîstên Kurd jî di nav de, rûdanka gelek alîyan ji ser çavên wan ket erdê û qûna reş û spî derket hole. Newroza îsal rû û durûtîya Kemalîstên Tirk û Kurd raxist ber çavan û bi vê yekê re ji bo xwenasîna Kurdan jî bûn wesîle. Ev jî beşê wê yê erênî ye. Piştî neyartîya li dijî Ala Rengîn, gelek Kurdên welatperwer yên di nava Partîya DEMê de jî li Ala Rengîn xwedî derketin û tif rûyê Kemalîst û faşîstên wek Yavaş û Yanardag kirin.
Newroza îsal şoreşek bi xwe re çêkir. Şoreşa Ala Rengîn.
Hêvîdarim hemû Newrozên me mîna Newroza 2025an bin û bi pêldana Ala Rengîn neyar biteqin û dost şa bibin.
Ji bratîya çeqel û keftaran re mirin!
Ji bratîya Kurdan re şabaş!
Mêrdîn
Kurdistan, al û rastîya me
Agir bi mala me ketiye, em agirê mala xelkê vedimrînin
Kûçik goştê kûçik naxwe