Nûrî Çelîk
Dema ez dibêjim rewşenbîr; “kesê muxalif, kesê bê teref û rastgo, kesê xwedî exlaq û wîjdan, kesê ku rê û rêbaz, çare û çareserîyan rast pêşkêş dike, kesê rexnegir û parêzerê heq û hiqûqê civakê, ne kesê terefgir yan mirîd, kesê xwedîyê hest û hişmendîyek azad lê netewî” tê bîra min. Bi gotinek kurt; “kesê ku bi zanyarî, bi pisporî, bi aqilmendî û hişmendîya xwe ya têr û tije gel hişyar dike, rê dide ber gel û wî ji nakokî, alozî, ji rê û rêbazên şaş rizgar dike, rewşa millet, welat û dinyayê dide ber hev û bi nirxandin û hişmendîyek zelal xizmetê ji berjewendîyên millet û welatê xwe re dike” tê bîra min.
Gramskî di derbarê rewşenbîr û rewşenbîrîyê de dibêje: “Hemû mirov rewşenbîr in, lê hemû nikarin di civakê de rewşenbîrîyê bikin. Her çîn yan jî kom ji bo pozîsyona xwe tekûz û hegemonya xwe ya civakî xurt bike, pêdivîyê bi rewşenbîran dibîne. Ji ber vê yekê, her çînek yan komek mirovan wek rewşenbîr ji hawizê civakê berhev dike û wan dixe bin xizmeta xwe. Ji vê gavê û pê ve, erka wan nivîskar yan rewşenbîran ew e ku berjewendîyên çîn yan kom û dezgehên ku jê re xizmetê dikin biparêzin, îdeolojî û sedemên ku helwestên wan xurttir bikin, bi civakê bidin qebûlkirin. Rewşenbîr ne di demek kurt de, lê di pêvajoya demek dûr û dirêj de dibin xwedî cewher”.
Yanî, heta kesek bi pêvajoyek dûr û dirêj nebe xwedî cewher û bi nirxên civak û dîroka xwe nekemile, nikare barê rewşenbîrîyê hilgire.
Mijara min li ser rewşenbîrî û rewşenbîrîya me Kurdên Bakur e.
Wek hûn zanin, banga Serokê Nîjadperestên Tirkîyê Devlet Bahçelî, bang û paradîgmayên A. Ocalan, di rojeva Kurd û Tirkan de pir hat nîqaşkirin, û hîn jî tê nîqaşkirin. Ocalan di bang û paradîgmaya xwe de her tişt li Kurdan heram kir. Heta bi xwestina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî jî wek daxwazek netewperestî pênase kir û bê qeyd û şert binê hemû daxwazên dewleta Tirk îmze kir. Netew-dewlet, federasyon, otonomîya herêmî û mafên çandî (kulturalîst) wek daxwazên netewperestî û li dijî mirovatîyê pêşkêş kir. Helbet ji roja roj de Ocalan ji bo vê projeyê derketiye holê. Ev armanc û paradîgmayên wî ne, gotinek me jê re tuneye. Lê gava Ocalan û dewleta Tirk vê neyartîyê li hember xewn û xeyal, hêvî û armanc, ked û xwîn, pêşeroj û çarenûsa Kurdan dikin, ne bi tenê ne. Ewên ku piştgirîya paradîgmayên dewleta Tirk û Ocalan dikin û bi çarenûsa Kurdan dilîzin jî bi qasî dewleta Tirk û Ocalan sûcdar û gunehkar in. Ewên ku piştgirîya banga Ocalan dikin, ne tenê piştgirîya çekberdana PKK dikin, herweha piştgirîya paradîgmaya antî netew-dewlet, federasyon, otonomîya herêmî û mafên çandî jî dikin. Bela kes xwe virde wêde nebe û piştgirîya xwe tenê ji bo çekberdana PKK neke mahne. Piştgirî piştgirîyek giştî ye û heger sûc û guneh, yan teslîmîyet û xiyanetek hebe, hemû sûcdar in PDK û Barzanî jî sûcdar in, YNK û Talabanî jî.
Îcar meraqa min ev e:
Ewên ku ji sibê heta êvarî bi navê nivîskarî, siyasetmedarî, rewşenbîrî û zanyarî neyartîya bang û paradîgmaya Ocalan dikin, ewên ku banga Ocalan wek teslîmîyet û xiyanet bi nav dikin, şirîkatîya PDK û Barzanîyan çawa dinirxînin û çima dengê xwe jê re nakin? Çima durûtîyê dikin? Çima wek NANÊ SÊLÊ ne? Heger navê banga Ocalan teslîmîyet û xiyanet be, navê piştgirîya PDK û Barzanîyan çi ye? Yan ji bo Barzanîyan taktîk û siyaset (dîplomasî) ye lê ji bo Ocalan ne taktîk û siyaset e? Çima yek dibe xayîn lê yê din welatparêz dimîne? Çima paradîgmaya Ocalan dibe xiyanet, lê paradîgmaya Barzanîyan (Başûrîyan) bê bersiv dimîne? Û bi dehan pirsên din…
Dilxwazî tiştek e, nêzîkayî tiştek e. Rewşenbîr dikare dilxwazê partîyekê be. Lê nikare ji heq û hiqûq û ji rastîyê dûr be. Ji bo ku ji PKK hez nake nikare çavên xwe ji xeletîyên PDK re bigire. Rewşenbîr wek mîzînê ye, divê darê heqîyê di dest de be. Li rastîyan xwedî derkeve, lê li dijî xeletîyan jî raweste.
Werhasil, dibêjin civak serokên li gor xwe derdixe. Xuyaye ev j bo rewşenbîran jî wilo ye.
A baş ez gotina dawî ji zanyarê Îranî Alî Şerîatî re bihêlim û hûn sax.
“Rewşenbîr ew kes e ku li ser fikir û ramanan dixebite. Rewşenbîr ew kes e ku di warê rewşenbîrî, zanistî, hunerî, olî û edebî de çalak e, di van waran de xwedîyê zanyarîyên girîng e û rexnegirîyê di nîqaşên qada giştî de dike. Dema ev yek tê kirin, ne hewceye ku rewşenbîr dilsozîya xwe bi partîyekê, yan bi îdeolojî û nirxên exlaqî re nîşan bide”.
Golik, Jîyan, Azadî!
Kurdistan 4 parçe ye, nabe 1
Kurdistan, al û rastîya me