Cemîl Cewher
Helbet dilê me dêşe, wîjdanê me dijene û qebûl nake, lê mirov nikare ji rastîyê bireve û mixabin rastî jî pir tehl û jandar e. Kurdistana ku di dilê Qadî Mihemed û milyonan Kurdên wek wî de wek 1 parçe dihat dîtin, îro bi destê Kurdan, bi alîkarî û hevkarîya Kurdan, 4 parçeyîya wê tê misogerkirin. Berjewendîyên siyasî û partîtîyê, berjewendîyên siyaseta herêmtîyê, berjewendîyên bazirganî û hevkarîyên bi dewletên dagîrker re, xizmetê ji 4 parçeyî û parçekirina Kurdistanê re dikin. Hevkarîyên ku di bin navê taktîk û dîplomasîyê de tên kirin, sînorên dagîrkerên Kurdistanê tekûztir dikin û dagîrker jî bi vê yekê sînorên ku di navbera Kurdan de hatine xêzkirin, kûrtir dikin.
Be bi salan PKK rexne kir û got: „Ew dergevanîya sînorên dagîrkeran dikin û nahêlin Kurd û Kurdistan bibin yek“. Me bi salan got ku PKK li dijî Kurdistanek serbixwe û yekgirtî ye. Me bi salan got PKK bi dûrişma bratîya xelkan dixwaze Kurdan bi dewletên dagîrker ve bizeliqîna û wan di nava civaka wan de bihelîne. Rast yan şaş, erê yan na, îro em dibînin ku ne tenê PKK, PDK û YNK jî, kom û partîyên bi wan ve girêdayî jî, bi siyaset û kiryarên xwe, bi gotin û emelê xwe, bi hest û hişmendîya xwe, xizmeta heman siyaset û stratejîya dewletên dagîrker dikin, parçeyî û parçekirina Kurdistanê wek armancek sereke ji xwe re hildibijêrin. Ez bêjim nakokîyên navxweyî, hûn bêjin şert û şirûtên herêmî û navdewletî, çi dibe bela bibe, siyaseta ku Kurdistanê di nav 4 sînorên dagîrkeran de hêsîr bihêle, xizmetê ji Kurd û doza Kurdistanê re nake, rûn li ser nanê dijmin dike û dibe şirîkê parçekirin û parçehiştina Kurdistanê.
Belkî mirov armanc, hest û hişmendî û paradîgmayên Ocalan, PKK û YNK fêhm bike. Lê tiştê ez fêhm nakim hest û helwesta PDK û Barzanîyan e. Xuyaye ji bo destkeftîyên xwe biparêzin ew jî çavên xwe ji her tiştî re digirin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê eşkere kir ku wê baregehên nû li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ava bikin. Berdevkê Fermandarîya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan, ragihand ku ji bo zêdekirina ewlehîya li ser sînorê Tirkîyê û Îraqê ewê baregehên nû yên sînorî ava bikin.
Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku di vê çarçoveyê de hevkarîyek nêzîk bi Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê re tê meşandin. Yanî, sînorê ku bi 384 kîlometroyî Bakur û Başûrê Kurdistanê digihîne hev, wê bi çek û teknolojîyek nûjen bê paraztin (parçekirin).
Ev yek tenê jî dide xuyakirin ku parçebûna Kurdistanê li hesabê herkesî tê û pêşmergeyên Başûr jî dikin şirîkê vê yekê. Her çiqasî di siyaset û paraztina derve de Herêm Kurdistana Başûr girêdayî biryarên Bexdayê be jî, bi riza yan bê riza xwe, dibin şirîkê kiryarên Îraqê û xizmetê ji sînorên dagîrker re dikin.
Helbet paraztin û xwedîlêderketina destkeftîyên Kurdistana Başûr erka her Kurdî ye, bi destkeftîyên wan dilê her Kurdî xweş e, dive xweş be. Lê mijara Kurdistanek yekgirtî û serbixwe êdî ji rastîyê dûr ketiye, dûr dikeve û ev yek jî giyanê Qadî Mihemed û bi hezaran şehîdên wek wî dêşîne. Îraqek demokratîk û yekgirtî, Tirkîyeyek yekgirtî û demokratîk, Sûrîyeyek yekgirtî û demokratîk, Îranek demokratîk û yekgirtî îro bûye dûrişma piranîya partî û hêzên sereke (PAK serxwebûnê, PDKÎ jî Îranek demokratîk û yekgirtî dixwaze). Ev jî rasterast nîşana vê ye ku Kurdistan ne 1 e lê 4 in. Her çiqasî di dilê me de 1 be jî, bi siyaseta xwe, bi kiryarên xwe, û ji bo berjewendîyên xwe û neyarên xwe, partîyên me kirine û dikin 4.
Werhasilî kelam, emê bibînin yan nebînin nizanim. Lê xuyaye wê gelek Kurd wek Qadî Mihemed bi hisret û xewna „Kurdistan 1 parçe ye nabe çar“ ji vê dinyayê koç bikin wesselam…
Hewlêr
Golik, Jîyan, Azadî!
Dergevanên Bakurî û bêdengîya li hember paradîgmaya Başûrîyan
Kurdistan, al û rastîya me