Zave ji wan bûk ji wan, pîpîk û tûtûk ji wan

 

Pîrkemal

Go hefsarê mirov di destê xelkê de be zehmet e. Mirina bi saxî ew e ku mirov bi kesayetîya xwe, ji feraseta xwe, ji hest û hişmendîya xwe û ji nirxên xwe dûr bikeve, jê re bibe biyanî, hefsarê xwe têxe destên xelkê û evîndarê celadê xwe bibe. Zir qeraseyekî wek miletê Kurd (ne milet e) heger nikaribe çend serok û rêberên Kurd ji nav xwe derxe û qedera xwe têste Tirk û Erebên wek S. S. Onder û Perwîn Bûldan, xwe bi saxî bişeniqîne jê re çêtir û bi xîrettir e.

Ji ber ku Kurd û nûner û berdevkên wan di meydanê de tunene, dewleta Romê hespê xwe li gor xwe, bi siwarên xwe û li gor berjewendîyên xwe dibezîne. Qeyûmên ku bi dehê salan e hefsarê Kurdan xistine destên xwe, qeyûmên ku bi nav û îdeolojîya çepîtî û Kemalîzmê bratîya Romî û Kurdan li ser me ferz dikin, bûne wek toqa naletê û ketine stuyê me. Ewên ku ji doza serxwebûnê daketine xişxişê, ewên ku hemû nirxên miletê Kurd qurbanî siyaseta dagîrkeran dikin, ewên ku bi navê Kurd û Kurdistanîbûnê îro bûne potînalêsên dewleta Romê,  ewên ku heta bi xwestina mafên ziman û çendî jî wek daxwazên netewperestî û heram dibînin, êdî ne veşartî, lê bi eşkereyî rûyê xwe yê reş eşkere dikin. Eşkere dikin çimkî Kurd li holê nehiştin û tu berber û alternatîfekê jî li hevberî xwe nabînin.  Meydanek vala ye, meydan ji Kurdan xir û xalî bûye, û ew jî li gor dilê xwe, li gor qîm û riza xwe, bi zilam û qeyûmên xwe Kurdên mayî bi rêve dibin.

Heyeta ku qaşo li ser navê Kurdan û ji bo qaşo aştî û çareserîyê çûn ber lingên Erdogan (ewên ku heta doh gotinên nemayî jê re digotin) yek Tirk e, yek jî Ereb e. Û ya balkêş, di hevdîtinê de Serokê MÎTê Îbrahîn Kalin jî beşdar bû ( halbûkî pêwistî pê nedikir, ji ber S.S.Onder û Perwînka me ji xwe xizmetkarên wa ne). Bi amadebûna Îbrahîn Kalin xizmetkarîya Onder û Pervîn xanim carek din pesend bû. Hevdîtin û qaşo mizakere li ser navê Kurdan û ji bo çareserîyê tên kirin, lê xwelîserekî Kurd di nav mizakereyê de tuneye. Yanî, zave ji wan e, bûk ji wan e, pîpîk û tûtûk ji wan e. Li gor xwe li tûtûkê dixin û li gor xwe govendê li ber digirin.

Ez serê xwe û we neêşînim gurçikno, pez Kurd in, şivan jî biyanî ne. Û ew şivanên biyanî jî hem bi gur re dikujin û hem jî bi pez (Kurdan) re şînê digirin. Û em pez û kerîyê mîhan jî di newal û zinaran werdibin û roj bi roj kêmtir dibin.

Xwedê hiş û aqil bide me Kurdan û hew…

Mêrdîn

About The Author