Omer Muxtarek ji nav me derneket

 

Nûrî Çelîk

Dibêjin mêr dimire nav dimîne, ga dimire çerm dimîne. Hinek insan bi navê xwe (ji ber kiryarên xwe yên qenc), hinek bi xiyaneta xwe (ji ber kiryarên xwe yên xirab), hinek bi mêranîya xwe, hinek bi bextê xwe û hinek jî bi bêbextîya xwe cîhê xwe di dîrokê de distînin.

Di dîroka Kurdistanê û dîroka berxwedana miletên din de lehengên ku li ber  dara sêpîyê bi serbilindî şerît xistine stuyê xwe û bi mêranî cangorî bûne pir in. Di nav Kurdan de Qadî Mihemed, Şêx Saîd, Şêx Evdilselam, Xalid Begê Cibrî, Dr. Fûad Beg çendek ji wan in. Ev her sê lehengên Kurd li ber şeniqandinê jî radestî dijminê xwe nebûne û serî li ber wan netewandine.

Qadî Mihemed, berî şeniqandina xwe gotiye: Ez saetên dawî yên jiyana xwe dijîm. Ji bo hezkirina xwedê dijminatîya hev nekin, piştgirîya hev bikin û li hember dijmin û zaliman bisekinin! Xwe erzan nefiroşin dijmin! „.

Şêx Saîd li ber sêdarê gotiye: „Dawîya jiyana min a dinyayê hatiye. Ez ne poşman im ku xwe ji bo miletê xwe feda dikim. Ji bo ku di pêşerojê de nevîyên me li hember dijminan ji me şerm nekin, ev besî me ye“. 

Yek ji wan leheng û berxwedarê ku radestî dijminê xwe nebûye û bi serbilindî berê xwe daye mirinê, Omer Muxtar ê Lîbyayî ye. Omer Muxtar sembol û nîşana berxwedana gelê Libyayê ye, wek Qadî Mihemed, Şêx Saîd û Xalidê Cibrî, Fûad Beg, Şêx Evdilselam û gelek lehengên din. Omer Muxtar bi feraseta xwe, bi mêranî û helwesta xwe, û ji wan jî zêdetir bi xwenasîn û netewparêzîya xwe, hem ji alî dostên xwe û hem jî ji alî dijminên xwe ve jî bûye kesekî rêzdar û payebilind.  Omer Muxtar  bûye sembola tekoşîna azadî û serxwebûna gelê Libyayê û ji miletê xwe re bûye mînak, mînaka berxwedan û serbilindîyê.

Omer Muxtar, berî şenidanxina xwe di dadgehê de ji Dadgerê Îtalî re dibêje:

„Em nikarin teslîm bibin.
Yan emê serfiraz bibin, yan jî emê bimirin.
Em bimirin jî em bi ser dikevin û hûn jî winda dikin“.

Heger em bala xwe bidinê, li Kurdistanê û li gelek welatên din, kesên serhildêr û berxwedar bi piranî kesên bahwermend û oldar in. Oldarên resen, bahwermendên ku heq û hiqûqê miletê xwe di zagon û ayetên xweda de dibînin, bahwermendên ku hem erkên xwe yên mirovî û hem jî erkên xwe yên netewî pêk tînin.

Piştî têkçûna serhildana Dersimê û şeniqandina bahwermend û Kurdperwerên Kurd, rêberên ku karibin serê xwe bidin ber şerîta sêdarê derneketin. Yên derketin jî yan hatin girtin, yan hatin kujtin, yan jî revîyan û derbeder bûn. Her çiqasî piştî kujtina rêberên wek Faîq Bûcak, Saîd Elçî û Saîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan) tradîsyona rêbertî û serokatîya Kurd û Kurdistanî çend salan dom kir jî,  xala ku îro em hatinê, di serî de PKK û hinek partîyên din, êdî doza Kurd û Kurdistanê bi ayetên ummeta siyasî û îdeolojîyên cuda ji bratîya gelên cîhanê re pêşkêş dikin. Ewên ku doh bi navê çepîtî û sosyalîzmê doza Kurdistanek serbixwe dikirin, îro li ser navê çepîtî û bratîya gelan hevjîyana bi dagîrkerên xwe re li Kurdan ferz dikin. Bi vî haweyî Kurd ji hest û hişmendîya netewî, ji daxwazên netew-dewletbûnê tên dûrxistin û îro jî bi vê çîrokê Kurd kole û bindest tên hiştin.

Werhasilî kelam, ji salên 1938an û bi vir ve, Omer Muxtarek ji nav me Kurdên Bakur derneket. Ewên ku derketin yan xwestin derkevin jî, bi îdeolojî û daxwazên dûrî nirxên civaka Kurd doza Kurd û Kurdistanê beravêtî kirin û hîna jî dikin. Piştî vê saetê, piştî ewqas bedelên mezin û malwêranîya îro wê Omer Muxtarên me derkevin yan dernekevin nizanim. Lê xuyaye emê bi vê rewşê, bi vê rêbertî û serokatîya newêrek û teslîmkar nikaribin du keviran deynin ser hev.

Bi vê minasebetê, di salvegera wefata Omer Muxtar de ez hemû leheng û berxwedarên miletê Kurd û miletên din bi rêzdarî bi bîr tînim.

 

 

 

About The Author