Serokê rûhanî yê alema katolîk û Serokê Sererd û Binerd ê Dewleta Vatîkanê Papa Francîs, di 88 salîya xwe de wefat kir û xatir ji vê dinyaya gewrik xwest.
Li ser bextê fitne û fesadên Vatîkanê be, hinek dibêjin dilê wî sekinî ne, hinek dibêjin felc derbas kiribû ketibû komayê, hinek jî dibêjin na wele şeytanqûnî bûbû û ji ber wê miriye. Lê çi dibe bela bibe, koça Papa Francîs alema Katolîk xist nav kul û mitalan û ew zikêşî kirin.
Werhasil, niha alema Katolîk û Dewleta Vatîkanê maye bê serok û ji bo dîtina Serokekî Sererd û Binerd ketine nav lêgerînek sererd û binerd. Di nav me Kurdan de Serokên Sererd û Binerd pir in, em dikarin serokekî qerase ji Vatîkanê re bişînin. Lê ji ber divê serokê nû Ewrûpî û wek serokên me ne serokên tirsonek û teslîmkar bin, rêvebirên Dewleta Vatîkanê qîma xwe bi serokên me naynin û dibêjin na.
Axir, ji bo Serokatîya Dewleta Vatîkanê û alema Katolîk, wek Sofî Xelef min namzetîya xwe pêşkêşî Dewleta Vatîkanê kiriye. Îcar serokatîya min qebûl bikin yan nekin ji vî ve û hûn sax…
Hemi NANÊ SÊLÊ ne, kes nabe NANÊ TENÛRÊ
MIJAR: HEVKARÎ, TIFAQ Û YEKITÎ (2)
Ken ji dilê geş tê, baran ji ewrê reş tê