Li ser xêrê be. Bafilê me piştî 8 salan xiyanet qebûl kir

 

Xiyaneta 16ê Cotmeha 2017, bû sedemê ku ji sedî 51ê Herêma Kurdistanê radestî Heşdî Şeîbî bibe û di pêvajoya Referandûna Serxwebûnê de rê li serxwebûna Başûrê Kurdistanê hat girtin. Xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an û firotina Kerkûkê wek xiyanetek herî rûreş û mezin ket nav rûpelên dîroka Kurdistanê.

Axir..

Di vê xiyanetê de hinekan (bi taybet Apocî û Talabnîyan) PDK û Barzanî wek sersebeb nîşan dan û xiyaneta YNK red kirin. Lê heta bi dîk û mirîşkên Kerkûkê jî dizanîbûn bê kê xiyanet kiriye. Piştî xiyanetê û rexneyên tûj, Serokê sererd û Binerd ê YNK kak Bafil Talabanî derket televizyonan û bi beldeya di destê xwe de aşkira kir ku di firotina Kerkûkê de YNK, PKK û Goran jî şirîk in û îmzayên wan jî aşkira kir. Lê dîsa jî xiyanet qebûl nekir û xwest xwe ji xiyanetê pak û rewan bike.

Piştî 8 salan, Bafilê  min û we vê carê li ber awira gelemperî û bi aşkirayî xiyanet û firotina Kerkûkê qebûl kir lê dîsa xwest xwe jê pak û rewan bike û xiyanetê têxe stuyê Lahor Cengî û hevalên wî.

Bafilê me li Silêmanîya Kurdistana Soranistanê, di duyemîn Forûma YNK de axivî û da lotik û zîtirkan.  Serokê mezin û gewre kak Bafil, di axavtina xwe de mikur hat ku hinek hevalên wan yên di nava YNK de Kerkûk firotine û xiyanet li gelê Kerkûkê kirine.

Belê canekem, dibêjin qewlê xwedê sisê (3) ne. Bafilê me du caran xiyanet û firotina Kerkûkê qebûl kir. Heger cara sêyem jî mikur bê û xiyanetê qebûl bike, êdî bi heft (7) qalib sabûna Helebê jî nikare xwe pak û rewan bike allahwekîl.

 

Kerkûk

About The Author