Li nezîk bajarê Hekerya, di gelîyê Tîyarê de gundek bi navê Dizê heye û gundek gelek bi xêr û bêr e. Di wî gundî de rezvanî, werzvanî /fêqîvanî û parêzvanî /zerzewatvanî gelek pê?ketî ye. Xelkê gund zêde jîr û zîrek in. Li gor gotinan, demên berê ?eraba ji bo Îranê bahra pêtir ( pirranî ) li wî gundî dihat çêkirin.
Gund bixwe di gelî de ye (kûrahiya çîya). Ciyekî gelek germ e, zerzewat û fêkîyên bajarê Culemêrgê hemi ji wî gundî tên. 35 sal berî nuha min bixwe bi çavên xwe dîtîye ku bacansorek (firengî-?amik-tomat ) 1400 gr kê?îya ye, (weziya ye ).
Ji alîyê ba?ûrê rojhilatê gundê bi navê ?ine, çiyayek gelek bilind heye. Dema mirov ji dûr ve li vî çiyayî dinere, mirov dibê qey apartimanek 100 tebeqe ye. Li gor gotinan, salekê di destpêka zivistanê de mirovek Soran û jîrek li vî gundî dibe mêvan. Xelkê gund li mala mazûvanê wî mevanî li hev dicivin û ?evbêrka xwe derbaz dikin.
Di navberê de hinek meraq dikin û ji mêvan dipirsin ka mêvanê wan çi kes e, ji kîve tê, wê biçe kuderê?!
Mêvan jî dibê: Ez Sêhrker im û çîyan bi rêve dibim (dime?înim ), lê Sêhra min zivistanan heta biharê berf dihele, betal’e.
Gundî jê re dibên: Ba? e heyran, ev çîyayê hanê dibe sedemê ku tav/roj direng li gundê me bide / li gundê me xe . Tuyê bi?êy/ bikarî/ dewlet serê xwe wî hinekî bidey rexekî/bidî alîyekî ?
Yê mêvan dibê: Ser seran û ser çavan , ji wê sanahîtir/hêsantir/ ti?tek nîne. Lê divêt hûn min heta biharê berf ji erdê rabe bi xwarinên xwe? xudan bikin. An na wê sêhra min pûç /betal bit.
Gundîyên belingaz vî mêvanî heta erd re? dibe xwedî dikin. Ku erd re? bû, mêvan gundîyan dide dûv/pêy xwe û diçin binê çîyê.
Mêvan ji gûndîyan re dibê: Hûn lêre /li vir/ rawestin ezê biçim nîvê çîyê û bidim alî. Lê li xwe ?iyar bin, wextê ez çîya didim rexekî, dibe kevir-mevirên liqîyayî/hejîyayî gêr bibin û li we bikevîn.
Mêvan diçe nîvê çîyê, bi dengek bilind bi ser çiyê de diqîre û dibê: De birroo/ here!
Çîya ji çiyê xwe nalepite. Cara duduwan dike qêrîn dibê: De birroo!
Çîya hîç nabizive. Cara siseyan dîsa dike qêrîn û dibê: Ê de birroo!
Çîya ji cîyê xwe nalive. Mêvan vêcar dibê: Tu ne birroo min birroo / tu naçî ez diçim û ji wir direve û diçe her diçe…
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!