Bikaranîna navê „KURDISTAN“ê erka ser milê her Kurdê welatperwer e. Kurd, Kurdî û Kurdistan. Ev her sê gotin pîroz û fîraz (miqeddes) in. Divê em Kurd di her rabûn û rûni?tina xwe de van her sê gotinan wek ayetên Tewrat, Incîl û Quranê ramîsin û deynin ser serê xwe.
Kongreya Civaka Demokratîk, li bajarê Wan ê pankarta „Bijî Kurdistana xweser û Tirkiyeya Demokratîk“ vekir û lotikek pîroz avêt. Çima pîroz e? Ji ber ku navê Kurdistanê anîye zimên û daye bin dûvê Tirk û dewleta Tirko.
Helbet serê me bi „Tirkiyeya Demokratîk“ naê?e. Tirk û Tirkiye dibin „demokrat û demokratîk“ yan nabin ji vî ve, lê divê Kurdistana xweser xewn û xeyala her Kurdî be û her Kurd Kurdistana xweser ji xwe re bike armanc.
Axir, ez jî dibêjim „Bijî Kurdistana Xweser“ kaka. Bela „Tirkiyeya Demokratîk“ ji Tirkan re be û bela Kurdistana me jî ji me Kurdan re be û hûn sax..
Herkes li ser miriyê xwe digirî gelî xwendevanan.
Wan
Ez hêvî dikim ji bo Kurdistan xweser kar bikin,na jibo demoqrate tirko.
Edî rêxistinên ergenekon dixazin bi peyvên „Kurdistanek xweser“ jî mijîyê gelê Kurd tevlihev bikin.! Ew helwestên wusa di pê$erojê da zidetir bên rojevê. Lê, divê gelê Kurd hî$yar bibe ku, tev peyvên xa$ik/xwe$ik, peyvên dagirkeran jî neyên bîra kirin.
Weki; „tirkîyaya demokratîk“, an jî weki; „Mistefa Kemal jî dixast pirsgirêka Kurd çareser bike“, an jî weki; „ew serhiladana $êx Saîd, serhildana Dêrsimê..hwd hemî pa$verû bûn û hemî jî bi pi$tgirîya dewletan hati bûn, amade kirin. Di eslê xa da, ew serhildan hemî jî dijî gelê Kurd û dijî M. Kemal bûn.. Ji berku dewletan nedixastin M. Kemal pirsgirêka Kurd çareser bike..hwd“
Carik din ez bibêjim, em bîra nekin.! Bi kurtî; demjmêrek xirabe jî 24 demjmêran da demê du(2) caran rast nî$an dide, lê ew demjmêr dîsa jî xirabe ye.. Pîvana Kurdewarîyê bila neyê bîra kirin.!