Bilbilê Ruhayê û ?ahê îsotan cîgerim Îbrahîm Tatlises, ji komayê derket, got „selamunaleykum“ û silavek germ û nerm da hezkirîyên xwe.
Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin xwedêgiravî Îboyê me ji Demokratîk Lotikxane Partîsî xeyidî ye û dilê xwe girtiye.
Çima?
Çima ku Lotikxane zêde zimandirêjîya îsotên Ruhayê dike û bi namûsa îsotan dilîze.
Li gora sîxurên me dibêjin, dibêjin Îbo bi kujtina xwe razî ye lê bi zimandirêjî û piçûkkirina îsotan ne razî ye. Tew ji xwe ew qet û qet li ser îsotên Ruhayê qebûl nake û xwe li ser wan dide kujtin jî.
Li ser vê agahîyê, me wek Komîta Navendî ya Demokratîk Lotikxane Partîsî, pênc kîlo îsotên Ruhayê ji ewên sor û wek êgir, ji Îboyê xwe re ?andin û em li ber dilê wî geriyan da ku ji me nexeyide û di nexwe?xanê de sekta dil derbas neke.
Ez serê we neê?înim; niha em û Îbokê xwe li hev hatine û me soz daye hev ku pi?tî ew ji nexwe?xanê derkeve, emê herdu partî (Demokratîk Îsot Partîsî û Demokratîk Lotikxane Partîsî) hevkarî û enîyek netewî li dar xin û wê hevkarîya xwe bi „Festîvala Xwarina Îsotan“ pîroz bikin.
De li ser xêrê be rebbî…
Stenbol
ev namüsiz bi heft riha ye
na loooo ka le bi nere wellah ü billah tirr tede nemaye feqire xwede. Hama Pozeki mezin ü xwhar li ser maye ü hew…
ew tibil bishkêt ya bu Îboy hatiye kêshan.