Ev serê mehekê ye ku, di duduliyê de me. Ez binivîsim an nenivîsim. Bi zorê xwe digrim. Bi zorê min xwe digirt. Lê edî bes e û heger nenivîsim, ezê bê pelç û biteqim. Ji dêvla biteqim, xwe bi yekî de biteqînim çêtir û ba?tir e.
Carna divê mirov kela xwe birijîne, yan na ew kel, wê di hundirê mirov de bikele, bisincire û bi mirov de biteqe, ew teqîn wê mirov biperçivîne, ji hev de bixe, bikuje…
Divê carna mirov bêhna xwe fireh bike.
Divê carna mirov bi bêhnfirehî tevbigere.
Yek, dudu, sisê… te lê nêrî ku serastkirin, fahmkirin, têgihî?tin, xwe guhertin, xwe nuhkirin tune, tê tiliyên xwe li herdu çavan bixî û hi?ê wî/wê bînî serê wî/wê.
Î?ev min biryar da ku binivîsim.
Lê çi binivîsim?
Ji bo çi binivîsim?
Û li ser çi binivîsim?
Mijar pir in û her wiha karim ji kefa destê xwe, ji bêhnkirina tiliya xwe mijarê derxim û binivîsim. Lê î?ev min dev ji kefa destê xwe, tiliya xwe berda, hewceyî kefa destê min û tiliya min nebû. Ji hefteyan vê heftê min xwest li bernameya “Strana Xwe Bêje” binêrim, tema?e bikim, guhdarî bikim. Lê xwezî televizyon xera bûba û min nenêrîba, tema?e û guhdarî nekiriba.
Pê?bazên ku be?darî pê?baziyê bûne, bi kurdî nizanin. Ji ber ku bi salan zimanê me qedexe bû, wek cinê ji hesin bitirsin, em ji zimanê xwe ditirsiyan û jê direviyan. Ev jî bû sedema jibîrkirina zimên û ziman têk çû. Ev rastiyek e. Xwezî ne wisa bûya, lê mixabin em nikarin ji vê rastiyê birevin. Politikaya asimlasiyonê bi ser ket. Lê li aliyekî din jî, kesên sînga xwe ji asimlasyonê re kirin polad û nehi?tin asîmilasyon pi?ta wan deyne erdê jî hene û hejmara wan jî ne hindik e. Lê hezar mixabin, kesên sînga xwe ji asîmilasyonê re kirin polad îroj ne xuya ne û qedr û qîmetê wan tune. Ev jî rastiya pergalê ye.
Mijara me berî ku belawela bibe, em dîsa lêvegerin. Wek min got, ez ziman?ikestîbûna pê?bazan normal dibînim û dinirxînim. Ji ber ku gelek ji wan di jiyana xwe ya rojane de, nîv saetê bi kurdî napeyivin. Li mal bi tirkî, li sikak û kolanan bi tirkî, li nav dost û hevalên xwe bi tirkî, li ser kar û barên xwe bi tirkî dipeyivin.
Bi tirkî dil digrin û bi tirkî evîndar dibin. Lewma jî hezkirin, xewn û xeyalên wan jî dibe tirkî… Îroj jî ev canik û camêr be?darî pê?baziyeke bi zimanekî jibîrkirî bûne. Dilê min bi wan di?ewite, dilê wan bi wan di?ewite, dilê kesên ku, li wan tema?e û guhdarî dikin bi wan di?ewite. Bi zorê li ser lingên xwe diedilin, dibêjin ya rebbî, bi tenê me bi wê kurdiya xwe ya ?ikestî strana xwe bigota û kesî tu pirs ji me nekira û em vegeriyana “Oda Xwe ya Heyecanê-Ne Kelecanê”.
Sê kesên jûriyê hene; Kadîr îpek, Seîd Yûsif û Yekbûn û her hefte jî hunermendek tirk jî wek mêvan di nav koma jûriyê de cihê xwe digire.
Ji hersê jûriyan herî xwe? Yekbûn dipeyive, dîtin, nêrîn û fikrên xwe tîne ziman. Her çiqas di destpêka vekirina TRT6 ê de, dûr sekinî û wechê xwe ji TRT6ê re tir?otahlî kir jî, nahlet li pera bê, pera ew tir?iya wechê wê bi ?îr û ?ekir ?u?t û niha kêf, ken, ?ahî û bextewarî ji wechê wê difûre. (TRT6 qenala xwefiro?, xayîn û cah?an bû, lê niha ji nîv?ore?geran tu nikarî gav bavêjî. Ax pere axxx!)
Kurdiya Sêîd Yûsif jî ne hewceyî gotinê ye ba? e, lê ti?tekî ji xwe fêm nake. Bi tenê dipeyive û dike qireqîr. Ji bo çi li wir rûni?tiye, hîn jî min fêm nekiriye.
Kadîr Îpek car caran wek hunerzanekî tevdigere û dixwaze ti?tina bîne ziman, lê ji ber zimanê wî peyvan di qirika wî de emirqutî dike û difetisîne, wek pezê gur têkeve nav, fikrên wî ji hev belawela dibin. Heta wan peyvên ji hev belawela bûne, li hev dicivîne, Hasil dihere di Mûsilê re derdikeve. Jixwe ew jî xwe ji bîr dike û bi tenê destê xwe bilind dike û dibêje, “8-9-10”
Pê?kê?vana dil, mejî û kesayet tirk Ozlemê, îmana zimanê kurmancî çikandiye. Di he?tê salî de, pergalê kêm zêde bandor li zimanê kurdî-kurmancî kir. Li hin herêman bi ser ket, li hin herêman jî negihan armanca xwe. Lê ez bawer im ti?tê ku di het?ê salî de pergalê pêk neanî, bi xêra Ozlem, Berfîn û wî yê porxi?xi?k wê pêk were. (Bibore navê wî nehat bîra min û bi xwe re jî nabînim li googlê binêrim. Bawer nakim di googlê de jî hebe; google wê çi bike ji wî û navê wî!?)
Hersê pê?kê?vanên “Strana Xwe Bêje” ziman qetil dikin û em jî ji xwe re li qetilkirina vî zimanî dinêrin. Berê komkujî diqewimî û me tenê guhdarî û tema?e dikir, niha jî roj bi roj destên xwe li zimanê me digerînin û zimanê bi hildiqitînin, dîsa em guhdarî û tema?e dikin.
Di ewqas sal de tu guherîn çênebûye. Em çiqas rehet û hêsan stûyê xwe dirêjî ber kêrê dikin îlahî…
Ozlem û Berfînê, tenê bi zimanê xwe kurdî dilewitînin, lê wî yê porxi?xi?k, tê sond bixwî ku, du gurzên bexdûnis bi serê xwe ve zeliqandiye, çavên wî wek du xaran bi zorê di nav wî bexdûnisî de xuya dike. Him bi zimanê xwe û him jî bi dilqê xwe yê genî, kurdî-kurmancî û kurdayetiyê têk dibe. Dema kamera ji nêzîk ve wî rê dide, tê sond bixwî ku ?eytan pê keniyaye.
Nizanim gelo rêvebirên TRT6ê pir li wî camêrî geriyan e?
Gidî va nivîs qediya, nahlet li çavê ?eytên be, vaaa navê wî hat bîra min Acar bû ha!…
Bi xêra dê û bavê xwe, pi?tî we xwend, nav bi zorê hat bîra min, qet nebe hûn jî pa?navê wî binivîsin…
Mêrdîn
pasnawe quno naye biramin ji ez beni….
🙂 Ax lotikxane ax çi gavê dê nivîskarên te giraniya xwe zêdetir bidin ser wicdanê….
Bi rastî ez pê?î di derbarê TRT ?e?ê de rexneyên tûj xelet dibînim. Laazim e ku em xwe ev qas tûj nekin di vê qanalê de ji bo kurdî xebat û ked hene eger ku ev ked serkeftî nebe jî berpirsyar li gor fikrê ?êx Mûsa dewlet û xebatkarên TRT ?e?ê nîne. Berpirs ev hevalên ku serî lî dîjî TRT ?e?ê rakirine û bi tu awayî tu faydeyek wê qebûl nakin in.
Ev kekê ku nuvîsê nivîsandiye ji Mêrdîn e xwezî hinek behsa devoka mêrdîn bikira û bigota ku çawa dîksîyona xirab ya mêrdîniyan li TRT 6’ê bûye desthilatdar û çava TRT ?e? di vê mijarê de xeletî dike û çawa jî ev xeletî û desthilatdariya xelet ya mêrdîniyan di hemû qanalên Kurdî de hene. Divê ku zimanzanên li ser telefuza kurdî disekinin bi awayekî ciddî li ser vê meseleyê jî rawestin. Niha rast e bi rastî jî dema ku em Strana xwe bêje tema?e dikin min û xanima min me navê pê?kê?vanan wiha daniye ozlem He?kê ew acar jî Mi?ko… Mixabin ziman qetil nakin lewra ziman ji xwe li ber mirinê ye û ew ne dikarin erênî ne jî dikarin neyînî bandor biidin. Lê ew bi tenê xwe qetl dikin xwe dikujin. Ji ber ku pratîk nain têra xwe naxebitin. Lê liu gor min berpirsên ‚esil hûn in. Kekên hêja eger ku we negota waaaaa dewlett em xapandinnnn Em naçinn nabin weh??? û ceh???? îro dê du sê kesên ba?tir li wê derêbûna û li gor berjewendiyên kurdan dê li wê derê tevger bikirina. Bila pereyê xwe jî qazanç bikina ma bila çi bikin ji bo xatirê çavê we ji birçiyan bimirin. Divê ku hevalên hêja li dijî saziyên kurdî (Eger di destê dewletê de be jî) xwedî derkevin. Eger ku TRT 6 serkeftî nebe tu faydeyek dê negihîje me lê dema ku serkeftî bibe dê xelqê me jê faydeyê wergire. Îro hûn bixwazin jî nexwazin jî TRT 6 tê tema?e kirin. Heta bereday bereday em ji vê realîteyê re çavên xwe digirin em vê saziyê ji bo sererastxebata vê saziyê hewl bidin dê ji bo gelê me çêtir bibe.
slav û rêz…
Weyle ku hûn bi qurbana Mêrdîn, Mêrdîniyan û zimanê Mêrdîn bin. Weyle ku hûn bi qurbana devoka Mêrdîn bin. Dîsa yên herî pirr sînga xwe ji asîmilasyonê re kirine talde-stare-sîper Mêrdînî ne hey xwelîliser. Lê çi bikim, ez jî we dispêrim yezdên…
Heta hûn ji Mêrdîn û Mêrdîniyan bibehecin, bihesûdin hûn nagihêjin tu deran. Ji dêleva hûn dev davêjin ziman, ?êwaz û devoka Mêrdîniyan, xwe ji wan çêtir, jêhatîtir bikin. Hûn qebûl bikin nekin, Mêrdînî serkeftî ne…
Roja ku tu di xewna xwe de Mêrdîniyan bibînî, wê rojê te ji ziman hez bikî û tê pê? bikevî…
Naxwazim têkevim nîqa?ên wiha, lê hûn rehet nasekinin, çi bikim!…
Berî her ti?tî silav û rêz ?êx Jehro;
Rexneyên te li ser ser û çavan, lê ez fêhm nakim tu û yên wek te li dijî Mêrdîn, Mêrdîniyan derdikevin. Min te û yên wek te kirine qurbana xwe û nivîsareke wiha nivîsiye. Ba? an xerab, divê tu li ser vê nivîsarê gilî, gazin û rexneyên xwe bikî. Tu çima dev davêje devok, ?êwaz û zimanê Mêrdîniyan. Hey tu bi qurbana Mêrdîniyan bûyo, Jiber ku Mêrdînî vî zimanî diparêzin, dixemilînin û dinexi?înin, divê kêfa te û yên wek te bê. Ev hesûdiya te ya li dijî Mêrd3iniyan ji ku tê û ji bo çi tê, ez nizanim, lê gotineke pê?iyan heye, divê, „Ez bi heyrana wî serî ku sed serî jê bibehece, biheside. Îcar camêr, ji dêleva hûnê dev bavêjin Mêrdîniyan û devoka Mêrdiniyan, xwe bi qurbana wan kin û hûn jî qasî wan ji bo çand, wêje, ziman û hunera Kurdî bixebitin. Dema tu bala xwe dide wêje û berhemên kurdî, kêmanî ji sê kesan yek Mêrdînî ye. Ne ji Mêrdîniyan bûya niha hûn hemû asimle bûbana hey lawê yadê. Te di ?îroveya xwe de gazin kiriye, nizanim devoka Mêrdiniyan desthilatdar e û nizanim çi, oxlim ji qewla yên wek te, hûn jî xwe jîr, zirek û zana bikin, bila devoka we jî bibe desthilatdar, belkî wê çaxê barê me jî hinekî sivik bibe. Na, ji qûna we nayê, dengê xwe nekin û rûnê li ser teriya xwe-dêla xwe. Bi devok û ?êwaza Mêrdîniyan min bersîva te da. Biaqil bin û dev navêje kesên ji xwe jêhatîtir, zîrektir, zanatir û nizanim çitir… Ez nabêjim têm herdu gepên te, jiber ku yên wek te, bi tenê mirov pa? stûyê wan maç dike. Lê pa? stûyê te jî maçî nakim, ku zimanê te evqassî bi qirêj be, hew Xwedê zane bê niha pa? stûyê te çawa ye…
Têbinî:
Bigere, di hemû dezge, sazî, rêxistin û partiyan de yên dixebitin û herî çalak Mêrdînî ne…
Ya din jî ji bo min devokên hemû bajar û deverên Kurdistanê pîroz in…
Ez ti?tekî meraq dikim ji kerema xwe pê?î bersiva min bidin ku pa?ê ez ji we re di derbarê devoka mêrdîn de çend ti?tan bi zimanekî însanî binivîsim.
GELO ÇIMA AXAFTINÊN WE Û ?ÎROVEYÊN WE JI GUYÊ PÎSTIR E.
Hûn bersiva vê ku bikarin bidin ezê jî ji we re çend ti?tan bêjim.
SERFIRAZ birûsk wiha dibêje “ hûn jî xwe jîr, zirek û zana bikin, bila devoka we jî bibe desthilatdar,“ û çend heqaretên din jî dike. Rast e em nikarin vê înkar bikin ev realîteya me kurdan e em bêhnteng in. Tehemula me tune em xwe wek Xwedê dibînin û naxwazin tu kes rexneyên xwe li me bike. Em ji aliyek ve dibêjin biratî ji aliyê din ve kî ji devê xwe kelîmeyek bifilitîne dema ku ew kelîme xwe?ê me neçe em di ?erefa biratîyê jî datînin. Kekê min min fikrên xwe li vir nivîsandiye ez ji Bedlîsê me û li ser ziman jî dixebitim. Di armanca min de tunekirina tu devokê tune lê ez bi awayek zana jî naxwazim tu devok bibe desthilatdar. Niha ev kekên ku li vir li min heqaretê dikin ez ji van 2 ti?t fem dikim. Yek cehalet. Ev kekên min cahil in teqez cahil in lewra dema ku li ser devokan vekolînek wek misqalê bikin dê min gelek ba? fem bikin. Îro kêmasiya hemû devokan heye. Ez li vir nabêjim devoka Bedlîsê ya herî ba? e tengasiyên di devoka Bedlîsê de hene li tu derê tune. Lê ev rastîyek e ku Kurdên serhedê di warê telafuzkirina kelîmeyên Kurdî de gelek ba? in. Ez serkeftina mêrdîniyan înkar nakim canê min bi qurbana her perçeyek Kurdistan be lê ez kêmasiyek dibînim û rojek zûtir we agahdar dikim. Pi?tî ku aqademiyek hat damezirandin û her kes bi awayekî çalak li ser zimanê xwe xebitî dê ev ti?tên ku ez dibêjim bên zanîn. LAw çi ye ez dipê?iya çend salan de vê xeberê didim ez bûm ?ûcdar. yek mînakek didim ji bo ku hûn ciddîyeta min fem bikin û dibe hûn dev ji bêedebiyê berdin hûrmetê li hemberê birayê xwe yê Bedlîsî bikin. Dema ku hûn bala xwe didin axaftinên mêrdîniyan (bi gi?tî wiha ne) û çend cihên nêzîkê mêrdîn yanê ji serhedê ber bi Iraq û Sûriyê ve wiha diaxivin. Mesela ji yagmur re dibêjin „Beren“ yanê A ya ‚erebî tê gotin qurbana we ev qiyamet nîne lê belê li gor rûhê Kurdî jî nîne. Rastiya vê BARAN e wek vê gelek kelîme li serhedê bi taybetî ji aliyê koçerên serhedê ve rast tên bikaranîn. Yanê ez nabêjim mêrdînî û kurdên ku wiha telefuz dikin cahil in pîs in xirab in lê ez dibêjim ku perwerdehî di dîksîyona kurdî de dest pê bikin û kesên ku derdikevin hemberê qamerayê bi dîksîyona mêrdînkî ne bi dîksîyona kurdî biaxivin. Ez hêvî dikim ku kekên ?îrove nivîsandine û dilê min ??ikandine lêborînê bixwazin lewra çawa ku kek dibêje hûn jî devoka xwe bikin desthilatdar ez xwedî nîyetek wiha nînim ma em dagirker in em terorîst in em e?qiya ne kî kire kî bila ew rabe ser ti?tekî wiha tune ev rûmeta me û rûmeta zimanê me di?kîne. Wek hemû zimanan zimanê me jî xwedî telafuzek e. Û ev telafuz li nêzî tirkan di bandora tirkî de lî nêzî ‚Ereban di bandora ‚erebî de li nêzî farisan jî di bandora farisî de maye mesela:
“ kelîmeya AV li cihê nêzîkê tirkan cudatî zêde dernakeve pê? me lê belê li nêzî farisan li gundên Wanê dibêjin OW yanê AV ê wek farisan heta ji farisan gilovetir dikin û dibêjin OW li nêzîkê ‚ereban a ya kurdî dikin wek a ya erebî a ya erebî jî nêzîkê E yê ye. yanê dibêjin EV dengê A nêzîkê E yê dikin tam nabe :E lê gelek nêzîk dibe kekê min li serhedê û li gelek cihên Kurdistan rastcwendina vê Av e wek Av jî tê nivîsandin. Dema ku em vê rastiyê qebûl bikin devoka me tune nabe lê zimanê me û yekîtiya me xurt dibe.
mesela duyemîn ya ku bala min ki?and birastî gelek meseleyek muhîm e. Em kurd çima tehemulê hev nakin. Em çima hindikek wek bira li hev nanêrin kîjan malxirab me ev qas kiriye neytarê hev. Niha ka ji nivîsa min nî?anê min bidin ku min çi heqaretê li we kiriye û min çi neheqiyê kiriye ku we ev qas dilê min û hêvîyên min ?ikand. Kerem kin ez bersiva we meraq dikim?
Derweke din, Mêrdînî ji „ya?muré re nabêj?n „Beren“, em dibêjin „Baran“ Berde bin te erde, berdeeeeeeeeeeeeeeee