Piştî ku serokê HAK-PAR ê kekê me Bayram Bozyel biryar da ku xwe ji hilbijartinan vekişînin û piştgirîyê bidin namzetên Kurd ên serbixwe, qiyamet rabû û ji her alî ve êrîş çû ser HAK-PAR û generalên wê. Xalê me Kemal Bûrkay ji karwanê êrîşê kêm mabû, wa wî jî lotikek bêîman li HAK-PAR ê xist û ew da ber şeq û pekan.
Çima ku HAK-PAR ê xwe ji hilbijartinê vekişandiye û biryar daye ku piştgirîyê bide namzetên Kurd ên serbixwe (yên ku BDP destnîşan kiriye), xalê me Bûrkay rabûye ser tapanan, xwe aciz kiriye, xeyalşikestî bûye û lotika HAK-PAR ê wek xeletî û şaşitîyek mezin bi nav kiriye. Bi ser ku xalê me Bûrkay jî wek îmana xwe zane ku wê HAK-PAR nikaribe bendava ji %10 derbas bike (BDP bi wê qerasebûna xwe nikare derbas bike), dîsa jî xwestiye ku HAK-PAR beşdarî hilbijartinê bibe û lotikek zêdeyî bejna xwe bavêje.
Helbet beşdarbûna HAK-PAR a hilbijartinê wê ji bo HAK-PAR û PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan) propagandayek mezin bûya. Ji sedî milyon belkî nikarîba namzetek jî derxista, lê wê têra xwe propaganda HAK-PAR û ji wê zêdetir propaganda PSK û xalê me Bûrkay bihata kirin, ji ber xalê me Bûrkay amadekarîya vegera Tirkiyê dikir û belkî di pêşerojê de wek serokê HAK-PAR ê jî bihata hilbjartin û daketa qada siyasetê.
Gelo xewn û xeyalên xalê me Bûrkay têk çûn? Em vê nizanin. Lê li gora min, berjewendîyên gelê Kurd, tifaq û nêzîkbûna partî û rêxistinên Kurd ji berjewendîyên HAK-PAR û BDP, ji berjewendîyên PSK û PKK wêdetir, çêtir û giranbuhatir in. HAK-PAR ê di vir de lotikek pîroz avêtiye û ez bawerim wê Kurd vê lotika HAK-PAR ê bilnd binirxînin, wê şeref û payebilindîyek mezin bidin helwesta Bayram Bozyel û HAK-PAR ê.
Ez serê we neêşînim, xalê me Bûrkay di nivîsa xwe ya vê dawîyê de tîne wê manedarîyê ku HAK-PAR hatiye lîztika BDP û hinek alîyên din, BDP ji Îmralîyê fermanan distîne û ji xwe pêve tehamilî kesekî din nakin. Helbet rastîyek di vê de heye. Lê gelo helwesta xalê me Bûrkay jî nayê heman mane û wateyê? Çima cenabê te ji tifaqa HAK-PAR û BDP ditirse? Madem hûn bi xwe û bi siyaseta xwe bawer in, madem hûn ji xwe ne piştkul in, ev tirs ji bo çiye?
Werhasilî kelam, çi BDP dibe, çi HAK-PAR dibe, çi KADEP û rêxistinên din dibin, siyaseta „ez û ez“ tu faydeyê nade Kurdan. Ha BDP fermanan ji îmralîyê û Ocalan digre û ha HAK-PAR fermanan ji PSK û Bûrkay digre qet ferq têde tuneye. Nêzîkbûna partîyên Kurd wê moralek mezin bide Kurdan û tekoşîna gelê Kurd gavek din bi pêşde bibe, dijminatîyê kêmtir bike û di pêşerojê de bibe sedemê bawerî û pêkhatina enîyek netewî.
Ez bi xwe lotika Bayram Bozyel û HAK-PAR ê carek din pîroz dikim û hêvîdarim wê Kurd di hilbijartinê de bigihên meqseda xwe.
Xwezî Burkay bi qasî rexnekirina kurdan, akp yê jî ango kerdoganê rexne bikira .. me niha jê re jî serok digotan.!!
ev nêzikê 15-20 sale vê lîstîkê didomîne..
qa?o dibê apoyîyan ango bdp yîyan dijmanê netewçêbûnê ne.. bi wî awayê rexne yên qirej û gemar li ser me dime?îne..
wele ên xwedî aqil û hi? in , ji wan re ne hewceye ku wî meselokê qisebikin .jixwe ên xwedî aqil her ti?tê welatê xwe ba? dizanin.
ev pêvajo çawa hat wî astê bilind..di wî rê da xelk xwe çawa pê?veda.. bi serokatî ya kî de xelk gihi? hebûn û netewzanî ya xwe..
ev bes e.. êdî ciwanen kurd dê her tim li hemberî birakuji derbikevee. em ji xewê rabûn..
bila kesî (ev kes kî bijî dixwazî be kurd ango xiristîyan) lîstîkên dewleta dagirkerean neyne serê me..ji ber ku dê em ev lîstîkên wan li serê wan bixin.. û wan ji hol û welat paqij bikin.. ez bi xwe li wir ve jî sond dixwum..
êdî bila herkes li hember ên xwedî ramanên ji hev qetîna yekitîya netewî ,, derbikevin
ji ber ku pê? me da dem nema.
an hebin an go ji hole rabin.. pê?aroj paq xuya dike.pi?trê ?ore?ê herkes hesabên çalakîyên xwe dê bidin!!
an azadî an azadî
Xale me,geh bi baè bakuri,geh bi baè bahsuri.helo yabo helo.oy balende,balende.
keke cemil ji xwe teji mijar bas vekiriye.tistek mirov bije eve kemal burkay kudka xwe ya vala buye kesek edi guh le nake her care díve tisteki biji u xwe bide axaftin. yan ji weki keca pire here di sere kaniya gund da biri ji bo gundi behsa wi bikin.ez dibejim ji bo ser rumeta xwe bimine edi xwe be deng bike bastire ji ber her di axive xwe di lewitine, edi dikare erisi yekitiya kurdan ji bike. ew nikare weki apoyiyan kar bike insana li cem xwe kom bike veca li xwesiya wi naye. yadin ji dibe gu hinek hesaban wi bi besir atalay re hebun. ve itifaqe ewe xerakiribin,ew ji mafe xwe di pareze. keke cemil ma cima tu HAK-PAR:KADEP; piroz diki ma BDP e ji eysika erebe. mane ew ji di itifaqe de hene. ez hemuyan piroz dikim biji yekitiya kurdan.
Dest xwesi li te dikim,Keke Cemil Cewher,ez ezi mala Gele Kurd xerakiriye,
ma win nabinin be dijmine me cawa di meseleye xweyi netewide cawa hevdu digirin.
Gur,delegur, ker,kucike wa hamu tene ba hev u fermana me didin u hata bi hastiye me dixun.Geli Parti,Rexistin,Komela,ronekbir ,rewsenbir u seroke kurda ma nebese??????????.Em di tarixa nezik de bune sahide di buyere giring.
1.Yekitiya PDK u YNK li basure Welate me Ala Kurdistan da peldan.
2. Li bakure welateme YSk tirka biryarek di hake namzete serbixe en kurda de
biryarek be hikuki dan, ji xwe biryare tirk di hakeme de tim be hikukine, le wecare li ber cave herkesi bi hijkereyi ev be hukuki kirin.Yek dengiya Gele Kurd kir go YSK tirka tiva xwe bialise, bele ev yek hijkereye bi hazara biryare be hikuki girtine u hic pewesti neditine go biryare xwe bi pasda bikisinin. ez direj nekim,cikas dijmine me xwurtbe bila be gava tifaka me habe becburin guh bidine daxwaze me.
Biji yekitaya Gele kurd,herkes li gori kuweta xwe di hamu kar u kiryare xweda berpirse….
yabo ed? bese xale burkay,bawerke tu j? s?yasete fem nake,here p?s?ke xwe re ?çiiire b?n?vs?neeeeeeeeee.
berî ku ez behsa wî rovî yî bikim dixwazim bînim bîra we ka jina wî jî li pey wî diçe ma ew nine ku qa?o bi siya setê di çêre wek gayê cot kî nîr têxe stuyê wî ewê cotê wî bike qarda?im (?am dûre mi?ar ne dûre) were yek çalakîyek bi qasî bdp ê jî bike em te deynin pê? na wele ez neyim girtin neheqî li bejnamin û malbatamin neyê bira bixwe azadî were tew (pîrê nemire bihar ha) em li hêviya te man me pû? kuta law (soz ne hore hore soz qe? û dore) berxêmin