EM KETINE DESTÊ NEÇÊYA !

Kurdên me yên Sêwasî bi piranî karê xalîçe û cacima dikin. Îcar fîrma (karciv) wek xelatê wan dibe geştê. Fîrmayê ew biribûn Rûsyayê.

Yek ji wan jî Hiseyîn bû. Wexta çavê Hiseyîn bi rindik û xweşikên Rûsî ket, hişê wî ji serê wî çû. Dev vekirî li wan mêze dikir û kûr kûr diponijî.

kendini-yirtmak

Êvarê hatin otêlê, hevalê wî got “ Hisko çima tu zaxeyî ? Çi bû , tu çima bêkêfî ?

Hiseyîn  got “ Keko ez çawa bêkêf nebim ! Bavê min çû reşik û pîsika dotmama min ji min re xwest, wey min di hestîyê bavê xwe nîhayo. Çima ji min re jineke wek vana neanî ?

Hevalê wî bi vê gotinê gelek kenî  û got “ Kuro law ê ka destê xwe bide ser wijdana xwe, ka li welatê me jina me kîjanî bi dilê me ye ?Ka em çi bikin ! “ werhasil…

Pêvajoya ku Recebo û Evdo îro bi zora daran diajon jî ne bi dilê me ye, ê ka em çi bikin !

Xwedê Kurdistanê biparêze û em nekevin destê neçêya…

About The Author