Cejna Newrozê li we hemiyan pîroz be:
Li sêwî û belegazên Kurd pîroz be.
Li qels û jarên Kurd pîroz be.
Li oldar û maldarên Kurd pîroz be.
Li şehîd û xaziyên Kurd pîroz be.
Li xebatkar û tiralên Kurd pîroz be.
Li zarûk û ciwanên Kurd pîroz be.
Li kal û pîrên Kurd pîroz be.
Li jin û mêrên Kurd pîroz be.
Li zindî û miriyên Kurd pîroz be.
Li nezan û zanayên Kurd pîroz be.
Newroz li vîna 21ê Adarê jî pîroz be.
Bi hêvî me ji Yezdanê dilovan
Piştî vê Newroja Duhezarûsêzdan
Êdî kes nebîne kuştin û gulebaran
Nebîne jehra kîmya û sêpiyan
Nebîne girtîgeh û zîndanan
Xasma jî ew îşkenceyên li viyê han
Dubare nebin li çu hemwelatiyan
Ey Xwedanê mezin ê can
Bi qedrê hêstirên sêwiyan
Bi lorîna dayikên kezebjan
Bi mirûzê jar û bindestan
Bi hewara sofiyên xwezan
Êdî dubare nebin ew êş û jan
Aramî bê welatê min Kurdistan
Da kes û karên me karibin
Xwenas û xwedênas bibin
Ji hemû siqûmatan paristî bin
Û li jiyanê berdewam û şadan bibin…
Bi xwedê te gelek bas kiryi hetani behsa xaziyên Kurdistanê ji kiriye demeki hinekan hin xazi ji bir nekirine.