Di vê kelegerma havînê de, qey şeytan tiliya xweya qilîncekî şil kiriye û xistiye kuna min de, min dest bi nivîsandinê kiriye… Nizanim, dibe ku Xwedê jî bi min lîztibe.
Bi Kurdîhezî û welatparêzî, bi xweşî û coşî; emê ji bo ken û lotikan, li ser mijarên Kurdistanî û cîhanî binivîsin. Tenê nivîs? Na. Di ber de, bi wêneyan û karîkaturan jî emê nivîsên xwe biweşênin ber we.
Hindikî rêzanî, hindikî çandî û têra xwe bi henekan emê bixemilênin.
Em silavên xwe li her hestiyên li ser û bin axa Kurdistanê,
û li hejîrên bi dara di baxçê Amê min Hacî de,
li Şahbanûya Brîtanyaya Nehîte, Elîzabeth,
li pîxwas û esrarkêşê me, Bob Marley,
û li pîrekên devê tenûran,
li kevirê Hacê û agirê Zerdeştiyan,
û filan û fîstan dikin…
Hêvî dikin ku Kurdistan, wek Barbados û Haîtî azad bibe.
Niha bimînin di xêr û xweşiyê de…
Heta carek din Xwedê kerîm û rehîm e..
Birayê delal, diyar e ku tûrikê te tijî ye û cenabê te dê tiştên xweş bo me binivîsîtin. Li ser xêrê bît. Eve tiştekî baş e û cihê şanazî û bexteweriya me xwendevanan e. Lê ji vê kurte nivîsa te de min dît ku, dê Kurdî nivîsîna te xweştir bibe. Tu dê roj bo rojê pêşve biçî…
Serkevtin…
pîrozbahiya tevliya ciwanê me. ser xêrê bê gele lotikxanê. Dê emê şîrovên ciwanî xweynin di rupelê de. Li bendî nivîsan.