Belê, me legengekî xwe yê hêja wenda kir. Mêrê bi sed mêrî, gunikreşê bêhempa, lotikvanê mezin û kilê çavê azadîxwazên cîhanê Nelson Mandela, di 95 salîya xwe de ji vê cîhana gewrik koç kir û berê xwe da axreta wêran.
Wek hemû milletan, milletê Kurd jî dostekî xwe, piştgirekî xwe wenda kir. Mandela, tenê ne nimûneya li dij nîjadperestîyê bû. Ew sembola azadî û berxwedanê bû jî. Wî beşek dirêj ji jîyana xwe di zindanê de derbas kir. Lê tu carî serê xwe netewand û wek hinek serok û rêveberên me, teslîm nebû.
Xalê me Mandela, xelata dewleta virqo a bi navê „Xelata Aştî ya Ataturk“ red kir û ew xelat paşûpê li Anitqabîrê vegerand. Piştgirîya xwe nîşanî milletê Kurd kir û got, „Ez xelata wî kesê ku destê xwe xistiye xwîna Kurdan qebûl nakim“.
Û xalê me Mandela carekê jî gotibû, „Heke ez li Tirkîyê bijîyama, ezê bibûma Kurd“.
Aha serok û gunikreş gerek wek xalê me Nelson Mandela bin.
Rehma xwedê li te be xalê Mandela..
Em bawerin tuyê li axretê jî xwedî li doza Kurdan derkevî…
Afrîka
MIJAR: HEVKARÎ, TİFAQ Û YEKÎTÎ (1)
Li ser xêrê be. Bafilê me piştî 8 salan xiyanet qebûl kir
Dinya ji Papa re jî nema