Xalê Hiseyîn ji Elbîstanê hate Enqerê, wê li wir bi otobusek din biçûya bajarê Bûrsayê.
Otobus amade bû, hemû çûn siwar bûn. Xalê Hiseyîn ji sîmsar pirsî: “ Bihayê bilêtê çiqase ? “ Sîmsar got “ Bursa bîst lîre ye.” Xalê Hiseyîn bîst lîre da û çû li paldanka pêşîyê rûnişt.
Paşê yekî wek erfît qelew hat, bi sîmsar re bazar kir û ewî panzdeh lîre da sîmsar. Xalê Hiseyîn gelek aciz bû, çû bi pêsîra sîmsar girt û got “ Oxlim, ew du qatê min e, te ji min bîst lîre sitend. Te ji wî çima panzdeh lîre sitend ? “ Sîmsar çarneçar pênc lîre li xalê Hiseyîn vegerand.
Xalê Hiseyîn wexta zivirî otobusê çi bibîne ! Bala xwe dayê waye ew mirovê wek zîbelah li paldanka kêleka wî siwar bûye. Mêrik wisa qelewbû herdu paldank vegirtibûn. Xalê Hiseyîn xwe li nîvê paldankê bi cîh kir û rûnişt. Otobus bi rê ket, mêrik hêdî hêdî li herdu paldankan belav bû; cîh li xalê Hiseyîn yekcar teng kir.
Xalê Hiseyîn kulma xwe şidand û bi hêrs got “ Hirço, ma te panzdeh lîre daye min jî, çi heqê te heye tu him li paldankê him jî li min siwar dibî? Yan panzdeh lîreyê min bide ez herim, yan jî ha ji te re panzdeh lîre bicehime here lo. “ Ajovanê otobusê gazî alîkarîyê kir, mêrikê qelew ji wir rakirin birin werhasil.
Me jî kulmên xwe şidandine û em dibêjin: “ Kurdistan ya me ye,yên dibên me Kurdistan avêtîye ser sergo/zaboq bila bicehimin herin.”
Ma qey em jî wek we bê xîret û bê rûmet in !…
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda