Belê, xanima germik û nermik, bedewa devmezin û diranferşikî Jessîca Bîel, silavek ji xwendevanên Lotikxanê re şand û tepa xwe li nav serê wan xist.
Jessîca Bîel yek ji jinên herî seksî û agirpêketî yên Hollywoodê tê naskirin. Me şeg şû pekên lotikên wê nedîtine û ramûsanên wê jî ne ceribandine. Lê yên ku lêvên wê mijtibin û para xwe ji lotikên wê wergirtibin, dibêjin xwedêgiravî xanimek ne xerab e û di nav livînan de wek moz û mozqirkê ye (mozên sor, mozqirk- mozên zer in).
Axir, me xwe bi rêya emaîlê gîhand xanim Jessîca Bîel û silavên doxînsistên Lotikxanê jê re şandin.
Jessîca xanim bi silavên doxînsistên me pir û pir kêfxweş bû û yekser maçek ji dev û lêvên şekirî ji me re şand. Tew ne tenê maçek germ û nerm, herweha çend wêneyên xwe jî şandin.
Jessîca xanim di emaîla xwe de silavên germik û nermik ji we re dişîne û dibêje:
„Ez van wêneyên xwe ji xwendevanên Lotikxanê re dişînim. Hêvîdarim wê wêneyên min bi kêrî xiyarên xwendevanan bên û wê karibin li ber wêneyên min bi xwe xweş bînin“ û filan û fîstan.
Axir, em jî erka xwe tînin cîh û wêneyên Jessîca Bîel ji bo xatirê we diweşînin.
Îcar wêneyên wê li we radike yan ranake, doxîna we sist dike yan nake, ez wê nizanim…
Las Vegas
MIJAR: HEVKARÎ, TİFAQ Û YEKÎTÎ (1)
Li ser xêrê be. Bafilê me piştî 8 salan xiyanet qebûl kir
Dinya ji Papa re jî nema