Bengîn elegez
Gelo mêr jinên çawa diecibînin? Xeyala jinên çawa dikin?
Malpera jinan a Ûkrayna „Îvona“ wêneyê jinên bê qisûr kişand. Li gora lêpirsînekê, mêr herî zêde jinên bi vî awayî diecibînin û van jinan tînin ber çavên xwe.
- Jinên lêvqalind: Jinên ku lêvên wan qalind in, ramûsanên wan jî germ û nerm in, her ramûsanek wan berberî 10 ramûsanên jinên lêvtenik in. Yanî, ramûsanên wan wek rivîna agirê tenûrê ye.
- Jinên masîyane: Jinên ku laşê wan wek goştê masîyan ne jar û ne jî zêde qelew in. Erê dagrtî ne, lê ne qelewîyek zêde ku zilam di bin giranîya wan de biperçiqin û tirr ji wan bê berdan. Yanî, meriv ji jinên masîyane têr nabe ha, bixweeeee û ha bixwe.
- Jinên porvekirî: Jinên ku porê wan hinekî vekirî û gewr in, bala zilaman zêdetir dikşînin ser xwe û girêza devê wan zêdetir diherikînin. Porek ne reş û ne qehweyî. Lê porekî zêrîn û biriqandî. Yanî, jinên ku porê wan rengê vekirî ye „kizînîyê“ ji dilê zilaman tînin.
- Jinên pakij û lihevhatî: Jinên pakij û lihevhatî wek miqnatîzê zilaman ber bi xwe ve dikşînin, wan bi xwe ve dizeliqînin. Lê jinên ku ne pakij bin û bêhna xwêdan yan tirr û fissan ji wan tên, zilaman bê eraq serxweş dikin û wan ji mêranî dixin, desthilanîn ji wan çênabe. Yanî, jinên pakij û parfûmkirî wek mirîşka gêj tînin serê zilaman û doxînê li wan sist dikin.
- Jinên newqzirav, memik mezin û kelef mezin: Jinên ku newqa wan zirav, memik û kelefên wan mezin bin, ji şewba berazan xerabtir tînin serê zilaman û bêhnê li wan diçikînin. Yanî, jinên newqzirav, memik û melef mezin zilaman bê eraq serxweş dikin û wan dikin wek hespên nav garanê.
- Jinên rû girover: Jinên ku rûyê wan girover û lihevhatî ne, zilaman matmayî dihêlin û wan bi dû xwe de dibin û tînin. Rûyê girover û lihevhatî wek mastê qalibgirtî ye, meriv ne dixwaze bişkîne û ne dixwaze toz lê deyne. Hema meriv dixwaze têra xwe lê binere. Yanî, jinên rû girover û lihevhatî meriv sewsî dike û dike wek mirîşka gêj.
Aha zilamên Ûkraynî ji jinên wilo hez dikin gelî xwendevanan.
Gelo Kurd ji jinên çawa hez dikin ka hûn nabêjin?
Moskova
Pêşmerge jî wek Bahçelî nikare Kurdan biparêze. Hey yawrûm hey!
Mêzêna me xirek bûye
Hey min di şaşika te kiro