Nûrî Çelîk

Kes, dezgeh, partî, artêş û bi giştî milletê ku bê hesab û kîtap be, ango bê plan û projeyên pêşerojê be, bi silavekê dikarin têk herin û nirx û destketinên xwe winda bikin.Têkçûn bi silavek xapînok dest pê dike, dibe dostanîya xav û bi canê mirov ve dizeliqe. Heke meriv saf û dilpak be û herkesî wek xwe mirovperwer û dadwer bibîne, aha malxerabîya mezin wî çaxî dest pê dike. Heger te destê xwe dayê mil û pî jî diçin û tu nikarî xwe jê xelas bikî. Tu bi dest û pêyan dikevî nav teqanê û heta tu xwe ji wê teqanê xelas bikî ne temen dimîne, ne jî taqat û hêvî.
Em Kurd dilkeçik in, dilpak û dilnazik in. Herkesî wek xwe saf û pak dibînin. Herkesî wek xwe mirovhez û dadwer dibînin. Lê di encamê de yên ku winda dikin û têk diçin em in. Heta em xwe nas dikin em temen derbas dikin, por spî dikin. Piştî hişê me tê serê me êdî hasil digihê Mûsilê û tu xêr û fêde ji ax û wax re namîne. Yanî silav dibe kulavê şivên û meriv di bin de diperçiqe, hew dikare ji bin rabe.

Ji bêtaqatîyê ye, ji bêbahwerîyê ye, ji bêhêvîtî û piştnerastiyê ye nizanim, lê li her çar beşên Kurdistanê Kurd di heman rewşê de ne, bi heman safîtî û dilpakîyê destê xwe dirêjî neyarên xwe dikin û hêvîyê jê dikin. Neyarên ku Kurd wek millet baş nirxandine û hesasîyetên wî yên dilpakî, safîtî, mirovî û mirovperwerîyê baş hîn bûne, Kurd ji Kurdan baştir naskirine. Dizanin ku bi silavekê û bi çend gotinên şahîk û girover dikarin bandorê li vî milletê saf û xwelîser bikin û bi dek û dolabên dostanî û bratîyê çembera li dora wî tengtir bikin.
Bi gotinek kurt û girover; Kurd wek mîha mêşinî ne, zû bi post û çîrokên gur tên xapandin, zû jê re dibin nêçîr û şîv û firavîn.

Di rûxandina Saddam Hisên de fersendek mezin ket destê Kurdan, fersenda cudabûna ji Iraqê û serxwebûnê. Fersend revandin. Di wê demê de ne hikûmeta Bexdayê mabû, ne Saddam û ne jî dewlet. Herêm serûbino bûbû û Kurdan dikarîbû bi hêsanî ji Iraqê cuda bibin û dewletek serbixwe damezirînin. Amerîka ji xwe bi herêmê û rûxandina Saddam daketibû û meydan ji Kurdan re vala bûbû. Lê nekirin. Piştî bi salan rayedarekî partîyekê (mixabin navê wî nayê bîra min) ev xeletî qebûl kir û got me ew fersend ji dest revand. Lê tiştê çû nedin dû. Berî firotina Kerkûkê dîsa fersendek mezin ketibû destê Kurdan. Lê nekirin an nehiştin. Kurd bi nakokîyên navxweyî daketin û dîsa xwelî li serê me û xwe kirin. Bi gotinek din, Kurdan ji Kurdistanê zêdetir girîngî dan yekparetîya xaka Iraqê, dan Iraqîbûnê. Ji bratîya Kurdan zêdetir girîngî dan bratîya Ereban.

Piştre pêvajoya seferên Bexdayê dest pê kir û ev sîh sal in seferên Hewlêr û Bexdayê bê rawestandin didomin. Bêyî ku çareserîyek mayînde bi dest bixin, bêyî ku madeya 140 û gelek pirsgirêkên din çareser bikin, diçin û tên. Bi qurban û heyran, heta ku mûçeyên karmendên xwe ji Bexdayê distînin deh carî xwêhdan didin.

Lê Bexda Kurd baş nas kirine, Tehran, Şam û Enqere ji Kurdan çêtir Kurd naskirine. Bi silavekê kulav li wan kirine û di bin wî kulavê giran de roj bi roj, meh bi meh, sal bi sal hestîyekî ji bedena Kurdan dişkînin.
Piştî astengkirina firotina petrola Kurdistanê, Bexda bi kêmkirin û neşandina mûçeyan carek din çember li Kurdan teng kir. Bexdayê bi nedan an kêmdana mûçeyan partî û rayedarên Hikûmeta Herêmê di çavên Kurdan de kêm kir, piçûk xist û hîna jî dike. Yanî Kurdan li Kurdan dike neyar.

Niha jî doza erk û nasnameya hemû endamên artêş û ewlekarîyê ji Hikûmeta Herêmê kiriye. Û heyf û mixabin Hikûmeta Heremê jî ev daxwaz qebûl kiriye.
Yanî, nav û erka hemû endamên pêşmergeyan, yên ewlekarîyê (îstîxbaratê û yên din) wê radestî Bexdayê bikin û wê Bexda zanibe kî çi ye, erka wî çiye, çi dike û çi nake û wekî din.
Bi qebûlkirina vê yekê Hikûmeta Herêmê bivir li lingê xwe û lingê Kurdan dixe. Wê hemû agahdarî û zanyarîyên di derbarê endamên hêzên eşkere û veşartî têkevin destê Bexdayê. Û tenê Bexda ba dîsa xêra xwedê bû, wê têkevin destê Tehran, Enqere û Şamê jî.

Li tu welatekî nehatiye dîtin ku Hikûmeta Herêmek Federal yan serbixwe nav û erka hemû endamên artêş û ewlekarîya herêma xwe bide hikûmetek din. Ev hikûmet hikûmeta navendî be jî. Tiştên tên dan hene û tiştên netêndan hene. Ev mirin e, xwekujtin e. Ev ji têkbirin û lawazkirina destketinên Başûrê Kurdistanê û xurtkirina destê Hikûmeta Baxdayê pê ve ne tu tişt e. Ji bo mûçeyekî radestkirina nav û erka hemû endamên hêzên xwe tê çi wateyê, hûn bifikirin.
Hewlêr razî ye ku zanyarîyên hêzên ewlehîyê bişîne Bexdayê

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî berî çend rojan diyar kir ku bi Hikûmeta Federal a Iraqê re lihevkirinek çêbûye û wê lîsteyên navên hemû hêzên pêşmerge û hêzên ewlehîyê bişînin Bexdayê.

Her çiqasî Hikûmeta Bexdayê vê lîsteyê ji bo şandina mûçeyan xwestibe jî ( li gor min ev kamûflaj û lîztika bin perdê ye), dan û eşkerekirina navên endamên hêzên ewlekarîyê tê wateya hejandina stûn û asasê (bingeha) ewlekarîya Herêma Kurdistanê .

Werhasilî kelam, gotin gotinê tîne û nivîs dîsa dirêj bû; dizanim!

Lê gotina dawî ev e: Em Kurd bi vê qûşê nagihên Mûşê û hûn sax…

Rojevakurd

About The Author