Ev lêlê ye, hê lolo maye xalê Babekir

Mimemed Soran

Ji roja roj de em dibêjin, lê ji ber ku rîha me ne dirêj û şaşika me tuneye, kes ji me bahwer nake. Dagîrker tucarî nebûne û nabin dostê Kurdan û xêra wan naxwazin. Heger destkeftinek di destên Kurdan de hebin jî, wê hewl bidin ku bi dek û dolaban, bi dostanî û bratîya xapînok wan destkeftîyan ji destên wan derêxin û di dawîyê de jî destê xwe têxin qirika wan û wan bixeniqînin.

Îro rewşa Başûr û Kurdekan ev e. Partî û rayedarên ku ji rewşa xwe razî ne û partîtî li pêşîya berjewendîyên netewî kirine asteng, ne di ferqa xeterîya pêşerojê ne. Yan fi ferxîya wan xeterîyan de bin jî, belkî li hesabê wan û partîya wan tê, nizanim. Lê tiştekî rast û berbiçav heye ku Hikûmeta Bexdayê bi aqilmendî û plan û projeyên Tehranê roj bi roj cîh û çembera li dora Hikûmeta Başûr û Kurdan tengtir dike. Ev yek ji gotinên xalê me Babekir Zebarî jî eşkere dibe.

Şêwirmendê Leşkerî yê Serokatîya Herêma Kurdistanê Babekir Zebarî, ji Rûdawê re gelek tiştên balkêş anîn zimên.

Wek mînak dibêje:

– “Îraqê nehişt Koalîsyon dronan bide Hêzên Pêşmerge. Lê di destê grubên tundrew de tron hene“.
– Berê rêjeya Kurdan a di nav artêşa Îraqê de ji sedî 20 bû, ev rêje niha nagihê ji sedî 2 yan”.
– “Niha li artêş, îstixbarat û Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê postên Kurdan ji wan distînin”.
– Berê postên Kurdan ên wek Serokerkanê Artêşa Îraqê, Emîndarê Ewlehîya Giştî, Wekîlê Îsxitbaratê û Wekîlê Wezîrê Karên Navxwe hebûn, lê niha yek ji wan nemaye”.
– Tiştê ecêb jî ev e ku rayedarên Kurd bi dû wan postan nakevin û dîsa postên xwe naxwazin”.
– Piştgirîya ku Koalîsyon dide pêşmergeyan kêm e û hinek caran Îraq bixwe li ber piştgiriyê dibe asteng”.

Û hinek tiştên din..

Ê başe ez xulam, maden hûn van tiştan dizanin û dibînin, çima hûn serê xwe li ber Erebên qûnreş ditewînin û her tiştê ku dibêjin û dixwazin dipejirînin? Yan hinekan ji we re nivişt û devgirêdan çêkiriye? Yan piştî tekoşîn û pêşmergeyatîya ewqas sal we neyarê xwe nas nekiriye? Yan ji we weye ku bi avahîyên bilind û nûjen Kurdistan rizgar û serbixwe bûye? Li hember dek û dolab û xefikên Bexda û Tehranê çi plan û projeyên we hene? Madem Bexda artêşa xwe ji Kurdan pakij dike, çima hûn Kurdistanê ji Ereban pakij nakin û bajarekî wek Duhokê Erebîze dikin? We Kerkûk ji Dilê Kurdistanê derxist û ew kir Dilê Iraqê, qey hûn nabînin ku sibe dusibe wê Hewlêr û bajarên din jî biçin?

Û bi sedan pirsên din…

Ez serê we neêşînim, Hikûmeta Başûr, partîyên Başûr, malbat û eşîrên Başûr hîna jî di xewn û xeyala bratîya Kurd û Ereban de ne û serê govendê dikşînin. Lê nizanin ku çêlîkên maran bê jahr nabin û rojek ji rojan wê bi wan vedin.

Îcar ezbenî, ev lêlê ye, hîna lolo maye. Îcar wê loloya Ereboşkan çi bîne serê we xwedê zane…

Hewlêr

About The Author