Nûrî Çelîk

40 sal in em bi PKK û reklama PKK daketine. PKK li gor misyona ku hilgirtiye kar û xizmeta xwe dike, bi plan û proje xwe li her çar parçeyên Kurdistanê hûnaye, xwe bi rêxistin kiriye û li pêşîya damezirandina Kurdistanek serbixwe bûye û dibe kelem. PKK di bin sîwan û dûrişma bratîya xelkên dinyayê û partîyên îslamî jî di bin perdeya bratîya ummetê de xizmetê ji dagîrkirina Kurdistanê re dikin.  Şam dûr e lê mişar ne dûr e, pirêze li ber çav e û gotin û xwestekên wan jî vê yekê disepîne.

Li vir tu gotinek me ji PKK re tuneye. Tuneye ji ber ew kar û xizmeta xwe dike, hesabê tu kesî bi tiştekî nake û li gor plan û projeyên xwe dixebite.  Aferîn jê re! Xizmeta doza Kurdan jî bike, xizmeta neyarên Kurdan jî bike, dike û dide kirin. Wek dibêjin, heçê nebêje û bike mêr e, heçê bêje û bike şêr e, heçê bêje û neke kerê bê xêr e. Yanî, em ji gotinên girover û qelew, ji çîrokên axirzemana têr û aciz bûne. Bi neyartîya PKK ne em bi ser ketine û ne jî PKK piçûk bûye. Reklama baş an xerab tuneye, kes, partî û dezgehên ku 40 sal in antîpropaganda PKK kirine û dikin, ji propaganda PKK pê ve tiştek nekirine, rûn li ser nanê PKK kirine, tu alternatîfek çênekirine û tu rê nedane pêşîya Kurdan. Wek dibêjin, emrê leglegê çû bi leqleqê. Me tenê leqleq kiriye û hîna jî dikin. Xezîne û sermaya xwe tenê antîpropaganda û dijminatîya PKK ye. Ji ber ku em dixwazin xeletîyên xwe, sûc û gunehên xwe veşêrin, bi antîpropaganda PKK em dixwazin qaşo xwe rûspî bikin û xwe ji bin bêr derxin. Divê em ji bîr nekin ku bi qasî PKK û hetta ji PKK zêdetir jî em gunehkar û sûcdar in. Me meydan ji PKK re hişt, me Kurd di nav lepên PKK de hiştin, me destê xwe nexist bin kevir û em ji meydanê revîyan. Yên ku bi vê helwesta xwe PKK xurt kirin em bûn, partîyên me bûn, siyaseta me bû. Ji ber vê, tu gazind ji PKK nabe. Divê gazinda herî mezin em ji xwe û partîyên derveyî PKK bikin. Em û partîyên derveyî PKK bûne şirîkê sûc û gunehên PKK û bi vê re jî em jî bi qasî PKK xizmetê ji siyaseta dagîrkerên xwe re dikin. 

Mesela me li ser PKK û Başûrê Kurdistanê û li ser artêş û baregehên artêşa Tirk bû. Li gor tê gotin îro li Başûrê Kurdistanê (Herêma PDK) 63 baregehên artêşa Tirk hene û ev baregeh roj bi roj zêdetir dibin. Ji alîyekî PKK 600-700 gundên derûdora Duhokê û deverên din xistiye bin kontrola xwe, ji alîyê din de jî artêşa Tirk baregehên xwe li deverê zêdetir dike û çembera li dora Hikûmeta Herêma Kurdistanê tengtir dike. Şer û siyasetek bi şêwir û mişêwir e. PKK meqerên xwe terk dike û artêşa Tirk di şûna wan de bi cîh dibe.  Artêşa Tirk bi mahneya “teror û terorîstên PKK” hem li başûr û hem jî li rojava baregehên xwe xurttir dike û gav bi gav bi navê “korîdorên asayîyê“ beşên din ên Kurdistanê dagîr dike. Heta vir me fêhm kir, em şer û siyaseta bi şêwir û mişêwir jî fêhm dikin. Baş e, gelo başûrî, bi taybet PDK û PDKî vê yekê nabînin? Ji me çêtir dibînin û dizanin bê mesele çi ye. Lê çima hûn dest û lingên xwe girê didin û bêdeng in? Çima hêvîyê ji Bexdayê dikin ku li dijî artêşa Tirk û baregehên wê derkeve? Bexdaya ku yek ji dagîrkerên Kurdistanê ye û dixwaze hemû destkeftîyên Başûrê Kurdistanê têk herin, çima wê dengê xwe bike û li dij artêşa Tirk derkeve? Ma başûr herêm û xaka we ye yan a Iraqê û Bexdayê ye? Yan hûn başûr ne beşekî Kurdistanê lê beşekî ji Iraqê dibînin? Ev hemi pirs in. PKK dest danî ser 600-700 gundên we we dengê xwe nekir, dest danî ser Şingalê we dengê xwe nekir, heta bi Silêmanîyê xwe hûna we dengê xwe nekir, Rojava kir bin desthilatdarîya xwe we dengê xwe nekir, bakurê Kurdistanê talan û wêran kir we rojekê dengê xwe nekir. Ji bo çi? Gelo hesabê we tenê li ser sê bajaran e, ji bo Duhok (ku dora wê di destê PKK de ye), Zaxo û Hewlêr ji destê we dernekeve hûn bêdeng û xemsar in, yan hûn jî şer û siyasetek bi şêwir û mişêwir dimeşînin?  Ev hemû pirs û şik û guman in, di serê her Kurdî de ev pirs û guman hene. Çima? 30 sal in temenê we bi çûn û hatina Bexdayê re derbas bû. Bexdaya ku hîna mûçeyên we nîvco nîvco dide we, Bexdaya ku madeya 140 bincil dike, roj bi roj demografîya Başûrê Kurdistanê diguherîne û dike Ereb, Bexdaya ku ji vê helwest û siyaseta we ya rojane û bê wate wêrekî û cesaretê distîne û hûn muhtacî xwe kirine, çima wê li dijî dagîrkirina başûr derkeve û ji artêşa Tirkîyê re bêje kiş. Heger hûn başûr beşek ji Kurdistanê dibînin û dixwazin destkeftîyên xwe biparêzin, divê hûn bêdeng nemînin, ne Bexda û Ereb. Na heger hûn xwe Iraqî û beşek ji Iraqê dibînin, tu lava û gazindan ji Bexdayê, ji Tirkîyê û ji PKK  nekin. 

Balkêş e, sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge Cabbar Yawer  di vê derbarê de ji çapemenîyê re got: “Heger Tirkiyê berê bi rêya asmanî alîkariya lojîstîk ji leşkerên xwe yên li Herêma Kurdistanê re dişand, niha wê bi rêya bejayî vê alîkariyê bike û heta niha tu daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê nekiriye. Herêma Kurdistanê ne xwediyê şiyana yasayî, leşkerî û navdewletî ye ku rê li ber hêzên Tirkiyê bigire. Divê Iraq li ser vê mijarê xwedî helwest be, lê wisa xuya dike ku bi hebûna hêzên Tirkiyê kêfxweş e, ji ber wê jî bêdeng dimîne, ji ber ku ne di warê yasayî, ne leşkerî û ne jî di warê navdewletî de nikare pêşiya hêzên Tirkiyê bigire”.

Nikare pêşîya hêzên Tirkîyê bigire yan naxwaze bigire? 

Pirsa asasî ev e: Çima wê Bexda pêşîya hêzên Tirkîyê bigire birêz Cabbar? 

Gava xwedîyên wê xakê bêdeng bin, bê helwest bin, xemsar bin, Bexda çima wê serê xwe bêşîne ez fêhm nakim. 

Axir, em Kurd milletekî ecêb in, milletekî sosret û kesanedî ne. Ji binê me heta bi serê me kurmî ye. Sermaya me çîrokên axirzemana ye, siyaseta me rojane û bê armanc e, canê me ji erdê re, mejî, hestî û bedena me ji xelkê re ye. Em ne bi kêrî defê tên, ne bi kêrî zirnê. Dengê defa me ji dûr ve xweş tê, lê zirna me qêrîn û hawara me radixe ber çav. 

Duhok, Zaxo û Hewlêr di destê PDK de mane. Heger bi vî mejî, bi vê hest û hişmendîyê siyaset bê kirin, bi xêr û selamet wê ew jî têkevin destê Tirkiyê, Bexda û PKK. 

Heke xak çû, çember tengtir bû û deskeftîyên heyî têk çûn, êdî tu fêdeya lêkirina avahîyên biling û raxistina xalîçeyên sor namîne wesselam….

About The Author