Metirsîya mezin teror e yan hûn bi xwe ne kaka

Mihemed Soran

Cîhgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û kabirayê me kak Qubad Talabanî di derbarê metirsîya terorê de axivî û lotikek avêt.

Qubad Talebanî, ji çapemenîyê re anî zimên ku teror xelas nebûye û li ser Kurdistan û Iraqê metirsîyek mezin e.

Kubad Talebanî got: “Ez bi tirba (gora) Mam Celal bikim, asayîş û aramîya Kurdistanê hatiye dabînkirin, lê li ser Kurdistan û Iraqê hîn jî teror metirsîyek mezin e“ filan û bêvan.

Ez bi xwe serê min ji Iraqê naêşe, xwedê bikim teror û terorîst kevirekî Iraqê li ser hev nehêlin. Lê terora li Kurdistanê helbet wek her Kurdekî min jî dêşîne û divê nemîne. Lê terora herî mezin ne terorîst yan jî qûnreşên DAÎŞÊ û filankes in. Ez dibêjim hûn bi xwe ne kaka.

Heger we, yanî Talabanî û Barzanîyan, ango PDK û YNK, nakokî û pirsgirêkên xwe yên malbatî û partîtîyê ji holê rakiribûna, wek yekrêzî û yekîtîya xwe ya netewî ava bikira, we pêşmergeyên xwe kiribûna pêşmergeyên Kurdistanê, we ew di bin sîwana yek artêşê de bikirina yek hêz, ma terorîst dikarîbûn nêzîkî we û Kurdistanê bibin, na welle. Heger hûn yek bûna, ma Kerkûk ji dest diçû, na welle. Heger hûn yek bûna, ma ma Kurdistanek serbixwe saz nedibû, belê welle.

Îcar kî terorîst e qurban!

Kî terorîstê millet û welatê xwe ye?

Ez bi gora Mam Celal û M. M. Barzanî bikim, heta hûn ev xerabe bin, heta hûn bêjin ez û ez, teror jî û terorist jî ji serê we û me kêm nabin û hûn sax…

Silêmanî

About The Author