Aha îcar Cewlikîyan kêf kir

Xanima devxwar û bedew, Şahciwana Tirkîyê Dr. Îdîl Bîlgen a 24 salî ji bo navçeya Yayladere ya Cewlikê (Bîngolê) hat tayînkirin û êdî wê bi destên xwe yên germik û nermik Bîngolîyan saxtî û derman bike.

Îdîl Bîlgen a ku ji ber nexweşikbûna xwe di medya civakî de têra xwe raserî bertekan hat û hat gotin ku ji bo xatirê bavê xwe û malbata xwe wek Şahciwana Tirkîyê hatiye hilbijartin, di Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Koçê de xwendiye û textor e. Belkî rebenê zêde ne xweşik û bedew be, belkî devê wê xwaromaro û diranên wê wek ferşikên epraxan be, lê xanimê textor e û wê bi wan destên xwe yên wek pembo gelek mirovan tedawî û derman bike.

Axir, dibêjin piştî ku tayîna wê li navçeyek Bîngolê derketiye, kêfa Bîngolîyan gelek hatiye û ji niha de ketine dora tenure. Xanimê hem Şahciwana Tirkîyê ye, hem 24 salî û wek berxikekê ye û hem jî nermik û germik e.

Ê de çavê Bîngolîyan ronî be. Bi allahwekîl xwedê bi elba mezin da wan. Îcar wê xanima nermik pêşî sêva xwe li serê kîjan Bîngolî bixe ez jî nizanim. Lê ez dizanim ku gelek ji Bîngolîyan ji niha de doxîna xwe sist kirine wû hûn sax…

Cewlik

About The Author