Ew herin erş, wê dîsa bên ber terikê reş


Cemîl Cewher

Rojeva dewleta Romê bûye wek pizot û hêtûn, ji agirê cehnemê jî germtir bûye. Bi taybet lotik û zîtirkên Serokê Nîjadperestên Romê Devlet Bahçelî rojev sincirandiye.

Devlet efendî bi lotikên xwe yên ecêb û kesanedî ne tenê Kurd, Tirk bi xwe jî gêj û sewsî kirin û ew ji darekê xistin. Lotikên Bahçelî hişt ku gelek nîjadperestên hevalên wî jî neyartîya wî bikin û ji niha de mohra xayîntîyê li qûna wî xistin.

Bahçelîyê serşûnik li meclîsê di axavtina civîna partîya xwe de lotikek ji xwe û hevalên xwe mezintir avêt û Ocalan ( ê ku bi salan jê re digot terorîst û xayîn), vexwend meclîsê.

Bahçelî beg bang li Ocalan kir û got: „Gurçiko! Heger tu dixwazî ji Mafê Hêvîyê sûdê bistînî, divê tu bê meclîsê, di civîna DEMê de baxivî û bang bikî ku PKK dev ji çekan berde û xwe fesix bike. Heger tu vê bikî, bi şeş telaqên mêrberdanê, ji bo mafên te yên şexsî çi pêwist be emê bikin“ filan û fîstan.
Piştre Serokê CHP û heramzadeyê Selanîkî Ozgur Ozel jî henekê xwe bi gotinên Bahçelî efendî kir û got: „ Bi telaqê bê fitû ezê jî dewletê bidim Kurdan„.
Helbet ev tev lîztik û dek û dolabên dewleta Alî Osman in. Çi roja ku li qûna wan teng dibe Kurd tên bîra wan û bi gotinên şahîk û girover Kurdan wek maşik ji xwe re bi kar tînin.

Ez zêde dirêj nakim. Serokê Nîjadperestên Romê Devlet Bahçelî lotikek pîroz avêt. Bi vê lotikê hem civaka Romî qûnek kir, hem serê xelkê gêjomêjo kir û hem jî hêvîya aştî û sekinandina şer geş kir. Helbet wê her tişt ne li gor dilê me çêbibe. Lê kî gavekê ji bo aştî û sekinandina şer bavêje, dive bê destekkirin û destê wî li hewa nemîne.

Hêvîdarim daxwaza Bahçelî bê cîh û Başkan Ocalan bê di meclîsa Romê de lotikek ademî bavêje. Helbet ne tenê ji bo sekinandina şer, ne tenê ji bo çekberdana PKK û wekî din, divê behs û daxwaza hinek mafên Kurdan jî bike û ji Bahçelî re bêje “tiştekî belaş û bê bedel tuneye babam” û meclîsê bihejîne…

Bi kurt û Kurmancî, Romî herin erş wê dîsa bên ber terikê reş û hûn sax…

Enqere

About The Author