Nûrî Çelîk

Agir bi şerwalê Romîyan ketiye. Şer û nakokîyên li Rojhilata Navîn, îhtîmala guhertina nexşeya herêmê, hiştiye ku Romî bi xwe de bimîzin. Hatina dengê lingên Kurdistanek serbixwe ji wan re bûye kabûs û xewên şevan li wan diherimîne. Ji xwe qeyrana aborî bi serê xwe serêşandinek e. Hilbijartinên pêşerojê, hewlên guhertina makzagonê û gelek sedemên din dihêlin ku Romî dîsa wek dem û dewranên berê xwelîya heft gundan li nav serê Kurdên Bakur bikin, bi alîkarîya wan xwe bi ser hev de bînin û dewleta xwe ji parçebûnê rizgar bikin.

Kurd ji Romîyan re bûne wek Joker. Kengî ji wan re lazim û pêwîst be, hew we dît bi gotinên şahîk û girover tilîyek hingiv di devê wan rakirin û ew bi xwe ve pîne kirin. Di dema Osmanî û berî wê de jî wilo bû, îro jî wilo ye. Romîyên ku dijminên riknê miletê Kurd in, ji ber ketine tengasîyê îro dîsa dixwazin dek û dolaban li serê Kurdan bigerînin û wan ji xwe re wek xweşmêr bi kar bînin.

Serokê Partîya Nîjadperest (MHP)Devlet Bahçelî pêşî li meclîsê serdana grûpa Partîya DEMê kir û ji nedîtî ve destê wan girt û hejand. Ne dawet e ne seyran e, ev nêzîkbûn û dilgermî ji ku derket kes nizane. Lê wek min got, sedemên ku min li jor nivîsandin asasên vê nêzîkbûnê pêk tînin. Helbet di vê nêzîkatî û dilgermîya xapînok de ji bo Kurdan tu çareserîyek, tu mafek nayê dîtin. Tenê di kesayetîya A. Ocalan de dixwazin PKK bê çek bikin, azadîya hinek mafên piçûk bidin Ocalan bi xwe, bi sivikkirina rewşa Ocalan dixwazin çavê Kurdan biseyînin û wan ji plan û projeyên Amerîka û Îsraîlê dûr bixin.

Çekberdana PKK helbet wê li fêda Kurdan be. Hem li Bakur, hem li Rojava, hem jî li Başûr wê bêhna Kurdan bê ber wan û wê sedem û mahneya êrîşa Romîyan ji ser Kurdan kêm yan jî qut bike. Êdî bi sedem û mahneya PKK wê dewleta Romê nikaribe êrîşî Kurdên Başûr û Rojava bike û xaka wan dagîr bike. Helbet gava bixwaze wê bike, li min û we guhdarî nake. Lê bi kêmanî wê ew sebeb ji destê wan derkeve û di awira gelemperî de sûcdar bibe.

Serokê MHP Devlet Bahçelî li meclîsê, di axavtina civîna partîya xwe de vê carê bang li A. Ocalan kir. Bahçelî xwest ku Ocalan bê meclîsê, di civîna partîya DEMê de baxive, bêçekkirin û fesixkirina PKK ragihîne û dawî li terorê bîne. Û li ser çi asasî? Xwedêgiravî heger Ocalan vê yekê bike, ewê ji “Mafê Hêvîyê” sûdê wergire û belkî rê li ber azadîya wî vebe.

Mafê Hêviyê rê dide girtîyên ku cezayê muebbetê yan jî cezayê giran li wan hatiye birîn û piştî vî mafî li ser rewşa wan dikare lêkolîn bên kirin. Ango, dûr yan nêzîk, cezayê wan tê sivikkirin û rê ji azadîya wan re vedibe. Heman maf ji bo Nelson Mandela jî hatibû bikaranîn.

Helbet hatina meclîsê û banga Ocalan girîng e û wê li fêda Kurdan be. Lê banga wî tenê ne bes e. Divê di axavtin û banga xwe de behsa heq û hiqûqê Kurdan jî bike, bi kêmanî daxwaza perwerdeya zimanê Kurdî, rakirina zilma li ser Kurdan û gelek mafên din ên demokratîk jî bike. Yanî, banga ku bingeh û naveroka wê neyê dagirtin, hem ji bo Ocalan û partîya wî û hem jî ji bo Kurdan, wê bandorek mezin çêneke.
Bêguman ev tev parçeyek ji siyaseta dewletê ye, parçeyek ji siyaseta rojane û berjewendîyên demkî ye, guhertina rojevê ye jî. Ji xwe di axavtina Serokê CHP Ozgur Ozel de jî eşkere bû ku di vê rewşa aloz de herkes dixwaze Kurdan ji xwe re bi kar bîne û bike parçeyek ji siyaseta partîya xwe.

Wek ku her carê hat kirin û heman senaryo hatin lîztin, ji bo beravêtîkirina van gavên nû wê provokasyon bên kirin û di encamê de hat kirin jî. Çawa ku di mizakere û pêvajoya aştî ya derbasbûyî de li Serê Kanîyê 2 polîs hatin kujtin û pêvajo beravêtî kirin, êrîş û provokasyona ku piştî banga Bahçelî li Enqerê hat kirin, dîsa heman senaryo û heman lîztikên dewleta kûr û taşeronên wê ye. Ev provokasyon xizmetê ji du tiştan re dike. Yek jê, xurtkirina dest û banga Bahçelî û piştgiîya Ocalan, a duduyan jî pûçkirina bang û destê Bahçelî û xurtkirina destê Qendîlê. Helbet di rojên pêş de wê hêdî hêdî rastî derkeve holê.

Werhasilî kelam, Ocalan bê meclîsê yan neyê, bangê bike yan neke, divê Kurd bê qeyd û şert, bê xwestek û belaş nebin goştê ber diranên xelkê. Divê wêribin xelefa bedelên xwe jî bixwazin û bistînin..

About The Author