Xaltîka me Leyla jî got aştî

Rojeva Kurd û Tirkan bûye wek şorba nîskê. Serşûnikê serokê MHP Devlet Bahçelî bi lotikekê rojev serûbinê hev kir. Hem hinek ji xwe re kirin dost, hem jî hinek kirin dijmin.

Piştî ku Bahçelî got: „Bela Ocalan bê meclîsê, bela di civîna DEMê de baxive û bêje min PKK lexû kir û dawî li teorê bîne“, dê weledê xwe avêt û rojeva Kurd û Tirkan wek garana gund li binguhê hev ket.

Piştre serokê sererd û binerd sayin Ocalan bi xwarziyê xwe Omer Ocalan beg re hevdîtin kir û tecrîda li ser wî hat rakirin. Ocalan got: „Bi namûs, hem teorîk û hem jî siyaseten ew hêza min heye ku ez xwe bidim ber bar û destê xwe têxim bin kevir“. Piştre lotikvanên partîya DEMê gotin: „Bi qesem em ji lotika Bahçelî re hene, Ocalan heye, lê ka Bahçelî û dewlet heye yan na“ û dan lotikan.Piştre serdana Selahattîn Demîrtaş hat kirin û Seloyê me jî piştgirî da vê lotika kesanedî û bi gotinên sergirtî li dij Generalên Qendîlê sekinî. Gava ev tev bûn ma PKK û Generalên Qendîlê disekinin, ma dihêlin bê riza wan aştî yan maştî pêk bê, na. Wan jî rabû du qeraseyên gerîlla şandin Enqerê, şandin cîhê (febrîqeya çêkirina balafiran) ku çûk jî nikaribin bê destûr di ser re bifirin, 5 kêzik kujtin û gelek jî brîndar kirin. Bi vê peyamê Generalên Qendîlê xwestin ji Ocalan û Bahçelî (dewletê) re bêjin ku divê hûn hesabê me jî bikin.

Axir, piştre di heman roj û şevê de dewleta Romê bi balafirên şer Başûr û Rojava bombebaran kir û Reîs got ku ew terorîst ji Rojava hatine. Yanî, herdu gerîlla ji bo ku Rojava bê bombebarankirin hatine şandin. Yanî, tirsa herî mezin a dewleta Romê ne PKK û Ocalan e, Rojava ye, tirsa ku Rojava ji kontrola PKK derkeve û Amerîka rojek ji rojan wê (Hêzên Sûrîyeya Demokratîk) li dijî Tirkîyê bi kar bîne.

Werrhasilî kelam, di vê rewşa aloz û rojeva wek şorba nîskê de helbet xaltîka me Leyla Zana jî bêdeng nema, wê jî lotikek aştîyane avêt, piştgirîya Bahçelî û Ocalan kir û mîrkutek li nav serê Generalên Qendîlê xist.

Xaltîka me Leylokê bi daxuyanîyekê piştgirî da gavên ji bo aştîyê û got: „Ez bi serê xalê we Mêhdî bikim, em hemû bi berpirsyarîyek dîrokî, kûr û cidî re rû bi rû ne û divê ev şerê ku tê meşandin bi dawî bibe“ filan û fîstan.

Xaltîka me dîsa got:

„Ji bo her kesê ku li ser pevçûn û şeran diqîre, tîrêjek hêviyê derketiye! Silav li kesên ku li benda aştîyê ne, çavên me ronî be!. Em tîyên aştîyê ne, emê li kêleka wan û li pişt kesên aştîxwaz bin“ û gelek tiştên din.

Ez serê ne neêşînim, destê kê di bêrîka kê de ye kes nizane. Çi cara ku gavek ji bo aştîyê tê avêtin, hew we dît provokasyonek hat kirin û xirecirek çêkirin. Ev 40 sal in heman taktîk, heman lîztik, heman dek û dolab, heman xwelîserî.

Ê de a bi xêr çi be bela xwedê wê bike û hew…

Stenbol

About The Author