Miradê Torî
Qeyûm ne mijarek îro ye ku Kurd raserî wê tên. Ji 1071ê û vir ve Kur di bin desthilatdarîya qeyûmen de dijîn û tên îdarekirin. Lê em Kurdên xwelîser wek ku siyaseta qeyûman nû dest pê kiribe nêzîkî meselê dibin.
Xwedayên dewleta Romê dîsa qeyûm avêtin ser şaredarîyên Kurdan û nîşan dan ku destê ew dirêjî Kurdan dikin destekî dijminane ye û ji bo xapandinê ye. Berjewndîyên wan pêwistîyê bi piştgirîya Kurdan dibînin û ji bo vê jî çîrokên bratîya Rûmî û Kurdan, bratîya ummet û Kurdan dehbare dikin.
Axir, yek ji şaredarîyên ku qeyûm danîn ser bajarê Mêrdînê û şaredarê wê xalê me Ehmedê mala Sînan Axa bû. Ango Ehmedê ku bi xwe Kurd û paşnavê wî Tirk e.
Xalê me Ehmed Tirk, bi qasî ku vê carê ji qeyûm û qeyûmperestan aciz bûye, tu carî aciz nebûye. Ev cara sêyem e ku qeyûman davêjin ser serê xalê me Ehmed Tirk.
Xalê min û we Ehmed Tirk, vê carê bi dest û lingan da navê û gotina ku tucarî bi kar neanîye ji bo Reîsê Tirkîyê Erdogan bi kar anî. Ehmedê min û we di medya civakî X de daxuyanîyek da û lotikek qerase û bêîman li Erdogan xist.
Xalê Ehmed çi got?
Got: „Di şaredarîyên me de kesên ku em nizanin bezê bin guhê bavê wan ji ku ne (kes nizane kurên kê ne, dolheram) tunene û nikarin hebin. Lê belê kesên ku bezê bin guhê bavê wan ne kifş in (yanî çeqilmast û dolheram im) 3 sal in îradeya gel talan dikin“ filan û bêvan.
Erê wele, vê carê lotika xalê me Ehmed lotikek bêîman bû û cara pêşîn e ku gotina (ne Idigi belirsiz – kesê esil û peslê wî ne kifş e, ango heramzade ye) bi kar tîne. Xuyaye ji xalê me Ehmed re kêr gihaye hestî û dibêje çi bibe û çi nebe ji vî ve û hew….
Mêrdîn
Pismamê Esed got: Heger Kurd nelezînin wê pê bigirin
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist