Ma kes kare vî gunikreşî bigire

Sîmon Kurdo

Dadgeha Cezayê ya Navnetewî biryara girtinê ji bo Netanyahu û Gallant derxist û navek bi dû xwe xist. Sermezin û ziktelêrên Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) di derbarê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu û Wezîrê Paraztinê yê berê Yoav Gallant de bi hinceta ku li Xezeyê sûcê şer kirine biryara girtinê dan.

Li gor ICC, ji bo girtina gunikreş Netanyahû û Gallant „delîlên maqûl“ hene ku sûc kirine û ji ber van sûcan jî divê bên girtin û bên darizandin.

Erê lo, Netenyahû yê ku 22 dewletên Ereban nikarin û newêrin biryara girtina wî bigirin, çend qûnbigûyên ICC biryara girtina bî didin. De were û kirasê xwe neçirîne.

Li gor fitne û fesadên nava artêşa Îsraîlê dibêjin, ji ber vê biryara ICC ziravê Netenyahû qetiyaye û ji bo neyê girtin xwe di qulik û şikevtên Îsraîlê de vedişêre.

Kuro birêz serok û rêvebirên ICC, Netenyahû ji 22 dewletên Erebî natirse û hesabê2 milyar misilman bi kîrê xwe nake, ma wê ji we û biryara we bitirse oxlim!

Axir, piştî vê lotika ICC, Ofîsa Serokwezîrtîya Îsraîlê di derbarê biryara girtinê de Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî şermezar û bêminet kir û got: „Netanyahû li ber zextan serî natewîne, dev ji doza xwe bernade û heta ku Îsraîl negihije hemû armancên xwe, wê gavê bi paş ve neavêje. Hûn ji bavê xwe bê minet in“ û da bin dûvê ICC.

Werhasilî kelam, bi allahwekîl, bi serê Mûsa Îsa û Brahîm pêxember, Serok Netanyahû ne dizane ICC heye ne tuneye, ne hesabê wê bi pîvazekê dike, ne jî bi tepek rêxa çêlekan wesselam.

Telavîv

About The Author