Bavê Cengo
Ereboşkên Sûrîyê bêyî beşdarîya Kurdan “Kongreya Diyaloga Niştimanî “ li dar xist û dan lotik û zîtirkên kerîkî. Ji ber ku Ereboşkan bang li Kurdan nekirin û hesabê wan bi kîrê xwe nekirin, 35 partîyên Rojava li xwe nexweş anîn û gotin ew kongre nûnertîya gelê Sûrîyê nake.
Di asasê xwe de bangnekirina Kurdan di xêra Kurdan de ye. Nenaskirina Kurdan rê ji cudakirina Sûrîyê re vedike û derfetê dide Kurdan ku wek miletekî cuda ji Sûrîyê veqetin yan doza federasyonê bikin. Lê Kurdên me yên xwelîser û serkundir çavên xwe ji cudabûnê re digirin û wek qijnikên qûna dewaran ha ha dixwazin xwe bi qûna Ereboşkên Sûrîyê ve bizeliqînin û dev ji wan bernedin. Yekparçeyîya Sûrîyê ji wan re bûye armanca yekemîn û xwe wek milet û welatekî cuda nabînin. Aha xwelîserîya mezin, bêxîretîya mezin, neyartîya mezin jî ev e. Doza welat û miletekî neke û yekparçeyîya sînorên dagîrkeran biparêze. Ma ev ne xwelîserî be, ne bêxîretî be naxwe çi ye. Kulmek Durzîyên Sûrîyê radibin doza federasyon yan cudabûnê li Hikûmeta Şamê dikin û bi hest û hişmendîyek netewî tev digerin. Lê 40-50 milyon Kurdên Kurdistanê nabin xwedîyê îradeya Durzîyan û bi navê bratîyê qûna neyarên xwe dalêsin.
Wey hûn bi qurbana Durzîyan bin!
Axir, fersenda ku sedsalî carekê hatiye ber lingên me, em pêlê dikin û dikin bi qurbana paradîgmayên serok û elokan, dikin bi qurbana berjewendîyên dewletên dagîrker. Û heta ev aqil, ev mejîyê kurmî, ev îdeolojî û paradîgmayên xeyalî di serê me de bin, bi şeş telaqên jinberdanê em nebûn û nabin tiştek, tu gû ji me dernakeve.
Ji ver bê yekê, ez Colanî û Kongreya Diyaloga Niştimanî pîroz dikim û çavên wan Ereboşkên qûnreş ramdimûsim. Heger em Kurd zilam bûna, milet û netew bûna, xwedîyê hest û hişmendîyek netewî bûna, ne emê çûbana Şamê, wê Şam bihata ber lingên me. Ji ber ku em ne tu tişt in, Colanî û Ereboşkên wî jî em nexistina şûna zilaman û em dawetî kongreyê nekirine. Mafdar in. Bi allahwekîl, bi serê Îsa û Mûsa û Mihemed mafdar in. Ê ji xwe partîyên me yekîtîya Sûrîyê diparêzin, ji xwe xwe wek Sûrîyeyî dibînin, yanî beşdarî kongreyê bibin çi ye û nebin çi ye. Beşdar bibin wê çi pelûlê belav bikin û nebin wê çi tirşikê bixwin. Em misteheq in brako, em misteheqê her tiştî ne.
Qamişlo
Heger ne fen e, ev çi dar û ben e cîgerim
Doh çi bûn îro jî ew in
Horîyên Amerîkî li pişta Mazlûmê me ne