Guhê xalê me Zekerîya jî kişandin


Pîrkemal

Di bernameya HUDA-PARê de federasyon heye. Di gelek daxuyanîyên xwe de rêvebirên wê ji bo Kurdan federasyon paraztin, xwedî li heq û hiqûqê Kurdan derketin. Berî deh rojan jî li Amedê komxebatek li dar xistin û di encamnameya komxebatê de jib o Kurdan daxwazên maqûl kirin. Piştî encama komxebatê, Şêwirmendê Erdogan Mehmet Uçum komxebata HUDA-PARê wek kar û helwestek xiyanetê bi nav kir. Herkesî bahwer dikir ku Uçum ev gotin bi serê xwe kiriye. Lê piştî gotinên Serokê HUDA-PARê Zekerîya Yapicioglu yên li Hewlêrê, eşkere bû ku Mehmet Uçum ew gotin bi serê xwe negotiye û bi riza û fermana Erdogan HUDA-PAR hatiye tehdîtkirin. Yanî, yê ku guhê Yapicioglu kişandiye ne Uçum lê Erdogan û dewleta kûr bi xwe ye.

Û di encama vê guhkişandinê de çi bû?

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li dijî bernameya partîya xwe derket, Kurd xeyalşikestrî kirin û di Forûma Hewlêrê de got: “Sîstema Tirkîyê ji bo federalîyê ne guncav e û me berê jî gotiye Kurd li Tirkîyê belav bûne. Û ji xwe pêwistîyek bi federasyonê jî tuneye”.

Ev tê wateya ku dewleta kûr û Erdogan guhê Yapicioglu kişandine û gotine “lingê xwe zêdeyî bejna xwe dirêj neke“.

Dewleta Romê şareza ye û xwedîyê serpêhatîyên dewletek 600 salî ye. Wek dibêjin di Dewleta Alî Osman de lîztik xelas nabin. HUDA-PAR û PKK di heman sal û serdemê de hatin damezirandin. PKK bi çepîtî û bi dûrişmeyên bratîya xelkan û Kurdistanek serbixwe û HUDA-PAR jî bi îslamî û dûrişmeyên bratîya ummetê bi nave Kurdan û li dijî Kurdan hatin damezirandin. Berhem û pirêza wan îro eşkeretir bûye û dibe. Herdu alî jî xizmeta yekrêzîya dewleta Romê û siyaseta dewletê dikin. Herdu alî jî ji herkesî re dewlet û serxwebûnê dixwazin, lê dewletbûnê li Kurdan heram dikin. HUDA-PAR a ku ji komek Filistînî re serxwebûnê dixwaze û qirika xwe ji bo wan diçirîne, li hember zilm û bombebaranên ser Kurdan bêdeng e, kerr û kor û lal e. PKK a ku ji herkesî re azadî û serxwebûnê dixwaze, neyartîya netew-dewletbûna Kurdan dike û bûye dergevanê sînorên dewletên dagîrker. Û vê yekê venaşêrin, rêvebir û serkêşên PKK di her wesîleyê de, di gelek daxuyanîyan de vê yekê tînin ser zimên û dibêjin. Yanî, herdu jî bi şêwir û mişêwira dewleta Romê şer û siyasetê dikin û Kurdan ji hev parçe û tar û mar dikin, xewn û xeyalên wan diherimînin.

Zekerîya Yapicioglu bi gotinên xwe (hem jî li Hewlêrê) lotikek bê îman li Kurdan xist. Û ez bahwerim gotinên wî endam û dostên wî jî êşandin.
Xalê min û we Yapicioglu di forûma Hewlêrê de gotiye: Li Tirkiyeyê pêwîstî bi sîstema federasyonê nîne. Şert û mercên Herêma Kurdistana Îraqê cuda ne. Derfet û şertên Kurdistana Sûrîyê cuda ne”.

Rast e, rewşa her çar beşên Kurdistanê cuda û ne wek hev in. Lê mafê te tune tu federasyonê li ber çavê 40 milyon Kurdên Bakur reş bikî û hêvîyên wan bişkînî bavê min. Mafê te tune tu siyaset û armancên dewleta Romê bi Kurdan şîrîn bikî û berê wan bidî tunebûn û asîmîlekirinê. Dibe ku piranîya Kurdan li bajar û metropolên Tirkîyê bijîn, dibe ku dîk û mirîşkên me ketibin nav hev û bifisikînin hev, ev nayê wateya ku pêwistî bi federasyonê tunebe û Kurd nebin xwedîyê statuyekê.

Ê de a bi xêr…

Mesela me Kurdan bûye wek mesela 7 kurên pîrê wesselam…

About The Author