|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
Li talanê Nîlufera me xistin
Zinar Qelemþûr- 20/08/08-Stenbol- Serê Nîlufer Akbal ji teþqelan xelas nabe. Tu dibê qey hinekan li ser xwendiye û nifir lê kirine. Li ser bextê fitne û fesadên kolanên Stenbolê be, dibêjin hunermenda Kurd a nermik û germik Nîlufer Akbal, derîyê mala xwe ya li Stenbolê mifte kiriye û berê xwe daye bajarê Kûþadasi ji bo konserê bide. Lê rebenê nizanîbû ku wê xêrnexwaz, diz û keleþ têkevin mala wê û li talanê wê xin.
Nîlufera me li Kûþadasi bihîstiye ku diz ketine mala wê û mal rêþ kirine, tiþtek di malê de nehiþtine. Heta bi komputera wê, stran û helbestên wê jî dizîne. Îcar rebena me bi ser Lotikxanê de girya, li sînga xwe xist û got:“Bextê min reþ e, qirdê min kor e. Hema çi qede û bela hebin tev xwe li min digrin“ filan û fîstan.
Werhasil, em wek Lotikxane naletê li 101 bavê wan dizan tînin û dibêjin:
“Vegerînin oxlim, qe nebe komputera Nîlufera me vegerînin ku rebenê karibe helbestên xwe, stran û muzîka xwe têde biparêze wîî. Ma wê piþtî vê seetê Nîlufera me helbest û muzîka xwe di xurcik û çewalan de veþêre gotlaklar,wey!“
Werhasil, Nîlufer xanim!
Canim cîgerim, carek din gava tu çû konserê, mifta malê teslîmî Lotikxanê bike heyatim. Li Lotikxanê emanet heta qiyametê ye dînime îmanime.
Ê de derbasbûyî be û xwedê çavê wan dêqehpên diz derxîne rebbî!
|
|