|
|
Rîha Sofî |
Elîyê Kalo |
Tu jî wek kurê min î |
Xort û rezvan |
Ma tu min nas naki |
Dermanê kuxikê |
Gotina yekîtî |
|
“Ji eslîyan bipirsin ji bêeslan bitirsin! B.Jîndar-22/05/08- Colemêrg- Jîrkîyên gelîyê Culemêrgê, yên Çemê Ezo, cerdevanên dewleta Tirko ne. Lê wan dawetek lidarxist, mirov digot qey ne dawete lê festîvalek kulturî û pêşangehek libas (cil û berg ) û kelepûra Kurdî ye. Di dawetê de zilaman şal û şepik, jinan jî kiras û fistanên bi rengareng wek kulîlkên ku wan çîyan dixemilînin, li xwe kiribûn. Herçend tiştên wan yên nebaş û xirab jî hebin, lê di warê parastina ziman, cil û berg, rabûn û rûniştina Kurdewarî û parastina kelepora ji bav û bapîran mayî , ku digehînin neslên nûhatî, em bejna xwe ditewînin. >>>>> Li kê radibe Kurdan berdidin ser xwe Beşoyê Xançepekî – 21/05/08-Amed- Doh di mediya dewleta virqo de nûçeyek flaş derbas bû. Ji xwe hemû nûçeyên wan flaşin. Miletek ku zinê bi keça xwe re bike, bi xatî û meta xwe re bike, ji xwe nûçeyên wan tev flaşin. Her neyse em werin ser mijara xwe. Gilikrepa kerxaneçî Demet Akalın di konserek xwe de ji ber jêre li çepkan nedan wiha ji temaşevanê xwe re got: “Yaho ma hûn ji çiyan hatine, ji Diyarbekir hatine ku hûn ewqasî sar û pepûkî ne”. >>>>> Qedexekirina cigarê Bavê Nûbar-20/05/08-Hekarya- 19 Gulanê li bakurê Kurdistanê û Tirkîyê ker kurê kerdoxan cigare qedexe kir. Êdî ji îro pê de, li cihên sergirtî (dervayî malan ku wê jî jin û zaro qedexe dikin) di tirinbêl û pagehên rêwîyan de kêşana cigarê qedexe ye. Bi xwe li Tirkîyê hertişt qedexe ye. Cigare mabû ew jî qedexe kirin. Ew cigara her fiteka wê li bedela sed ax û keseran. Ew cigara ku dostê kul û derdan û kezebşewitîyan e. Ew cigara ku mirov ji pitepita jinê aciz dibe, yekê pêdixe. Dema mirov diqehire agir pêdixe, dike bin pîyan û diperçiqîne. Û ew qet û qet dengê xwe nake. >>>>> Wê bigrin û zebeşek Diyarbekrî têxin kuna wê Serdar Mirad- 20/05/08-Amed- Bila xwendevan li min biborin. Hingî ez ji van bêbavên Tirko hatime qirikê, ezê îro kela dilê xwe hênik bikim brê min. Heçê dilê xwe bigre bi korima wî/wê kiriye û hew! De ji xwe re li qehpika Demet Akalina dêlika heram binerin. Dêlik Demet Akalin li bajarê Mûglayê konserekê dide. Di konserê de temaşevan jê re li çepikan naxin û qîmetê pîvazek xerabe nadin wê. Îcar qehpika heram radibe ji wan re dibêje:“Ma hûn ji Diyarbekrê hatine? Ma hûn ji çiyan hatine? Hûn ji ku hatine min fêhm nekir, hûn çi wek peppûkan dinerin û li çepikan naxin“ filan û bêvan. >>>>>
Belqityo bi 120 milyon dolarî tablo kirîn
Bengîn Elegez- 19/05/08-Moskova- Dibêjin „haya zikê têr ji zikê birçî tune“. Îcar ev jî mesela me û milyarderê Rûs Roman Abramovîç e. Mêrik rabûye bi 120 milyon dolarî çend tablo kirîne ku di nav wan de tabloyên Lucîan Freud û Francîs Bacon jî hene. Ê law hey malxirab, ma go te 120 milyon li feqîr û fiqaran belav bikira ne bixêrtir bû oxlim? Ê çi fêde, de bila Stalîn sax bûya û tu bibûya milyarder! Bi namûs wê qiraseyek wisa bixista te ku qarewara te di ezmanê heftan re derketa. Pûtîn e, ew jî destebrakê te ye ma ezê bêjim çi…..
Dermanê kuxikê
Zagros osman- 18/05/08- Bapîrê min zilamekî bê hêvî bû, gava ew guhestin gorê, berya here ber destê xweda, sibeyekê ji xew şiyar bû û dest bi sirûda kuxikê kir. Piştî wê wek her cara çayê ji pîrika min nexwest, belê çavek li min veda. Hîna min mebesta wî ji wê nerîna tûj û bi şewat nasnekiriye . Kalo ji nişka ve keniya, destê xwe li hev xist û got: Hoooweh kê bîra wilo dibir kuro hûn namînin ecêmayî! Ez ji peyva kalo nemam ecêbmayî lê ji kenê wî ku, ewaya tu cara nakene û nahêle em jî bi kenin, çi bela wî ye vê sibehê dikene? Ev bûyerek mezin e, xweda tenê zane bê çi sedema vî kenî ye. >>>>>
Rûxandin
Nayê xwarin lê bû jina herî seksî kuro!
Firildeq Elî-18/05/08- Hinek jin bi bedewî û xweşikbûna xwe meşhûr dibin. Hinek bi şîrînî û germîya xwe xwe didin qebûlkirin. Û hinek jî ji wan re li hev tê, nayên xwarin lê serê govendê dikşînin. Meselen manken Marîssa Mîller. Dibêjin kovara Emerîkî Maxsîm, lotikvan û manken Marîssa Mîller wek jina herî seksî hilbijartiye. Dibêjin Marîsa Mîller xanimê jî gotiye: ”Bi xwedê ez ne ew jina ku bibûma jina herî seksî, lê de neyse” filan û bêvan. Werhasil, dibêjin “Xwedê nokan dide kesê bê diran”. Îcar pencere û şibakên me jî vekirî ne heyran. Helbet wê rojek ji rojan xwedê di kulekê re nokan ji me re jî bavêje hindur. Lê îsal e, salek din e ez jî nizanim. Xweristê jî lotikek li me xist Bavê Jîndar-17/05/08-Colemêrg- “ Em çi bêjin û çi beyan kin, derdê dilê xwe eyan kin.” Ev gotinên kê ne ez nizanim. Tiştê ez dizanim, di medîhek ku li ser Şêx Seîdê kal tê gotin de derbas dibe. Birastî jî em êdî nizanin emê li ser kîjan bûyeran binivîsin. Herroj bûyer û qewimandinên nû çêdibin. Derd, kul, keser û arêşên me ewqas pir bûne mirov tê de heyirî dimînit. Mirov nizanit kan wê kîjan arêşê bigire serî û kîjanê bihêle jibo dumahîyê. >>>>>
Tê derxin!
17/05/08-Tê derxin qurban! Gelo li gora we serokwezîrê Tirkiyê Erdogan xolan davêje kê? Heçê tê derxe emê sê şev û sê rojan wî/wê li kerê siwar kin û li nava bajêr bigerînin. Xwarin û vexwarin jî ji kîsî Lotikxanê ye ellawekîl! De yella, vê fersendê nerevînin qardaşim!
Giringîyê nade seksê lê bê lotik jî namîne
Şemal Amedî-15/05/08-Hollywood- Lotikvana xwînşîrîn û şekirlêvî Jessîca Alba (27) hevpeyvînek da rojnama magazînê „Allure“ û li ser jiyana xwe hinek lotikên germo-nermo avêtin. Alba niha ji hezkiriyê xwe Caşh Warren avis e û li bendî hatina zaroka xwe ye. Di vî warî de dibêje:“Ez bi serê xwe û we kim bi bêhemdî bû lo, wîî! Min nedixwest zik li min binepixe û bibe wek meşka koçerên Bêrtê. Hew min dît fîşeka Caşh Warren bi min de teqiya û kondom qul kir. Bi serê we hew tiştek ji destê min hat“ filan û fîstan. Xanima germik û nermik di derbarê seksê de jî dibêje:>>>>> Xort û Rezvan Lezgîn Şêxo-14/05/08- Xortek di ber rezekî re derbas dibe, dibîne bê çi tirî di mêwa de heye. Kezeba wî li ser tirî dişewite, li vî alî li wî alî, li der û dora xwe dinere kesî nabîne. Hema bi dizî hildikşe ser benê, xwe davê nav rez û dikeve bin mêwê ku tirî biçine. Dema xwe davêje nav rez xwediyê rez wîna dibîne. Xwedî dibê lo lo lo dike qêrîn û bi xibera ber bi xort ve bazdide.Xort nema fersendê dibîne ku bazde hema di cihê xwe de sekinî dimîne. Xwedî digihê cem û dibê: Hey kurê nizanim çi, tu ji xwe û bavê xwe fedî naki tu dikevi dizya rezê min haa? Xort dibê: Bi xwedê xalo ez nehatime diziya tirî. Xwedî dibê: Kuro ma ne min te dît tu ket bin mêwê lawo! Xort dibê: Erê ez ketim bin mêwê, lê min di talda mêwê de gû kir. >>>>> Ev jî moda nû ye yabo! Modezan- 13/05/08-Parîs- Modezanên dinyayê, bi taybet ên Parîs û Îtalyê hew zanin bê wê çi mode, şikl û şemalên cil û bergan pêşkêşî xelkê bikin. Hema çi tê bîr û xeyala wan didrûn û difroşin bêaqilan. Niha jî modeyek nû derxistine. Moda "Terîşa ser memikan". Xwedêgiravî dibêjin wê di pêşerojê de jinên modern şût û rût, tazî û mazî bigerin. Ji ber ku rista xwezayê serûbinê hev dibe, wê germayî zêde bibe û wê insan hew karibin cil û bergan li xwe kin. Îcar qaşo ji niha de tedarika pêşerojê dikin. >>>>> Pêncem Konferansa mamosteyên kurdî û hin encamên wê Pêncem Konferansa mamostayên kurdî ya Vesterosê (Västeros) bi dawî hat. Konferans di 8-9ê gulanê de li li bajarê Vesterosê li Otêla Ta Inê pêk hat. Ji 27 şaredarîyên Swêdê 89 mamoste û rêberên perwerdeya zimanê zikmakî du roj li ser rê û rêbazên baştirkirina perwerdeya zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî dîyalogek germ û dostane pêk anîn. Mamosteyên ku beşdarê konferansê bûn ji her çar parçeyên Kurdistanê û Anatoliya navîn bûn ku li Swêd, Almanya û Norweçê bi awayekî fermî dersa kurdî didin. >>>>>
Ha werin Bowlînga Qersê
Zilfiqarê Qersî- 12/05/08- Qers- Ev Ewrûpî ji Tirkan dizektir in qardaşim. Min digot qey tenê Tirk dizek in. Lê Ewrûpîyan qûş li wan qetandiye ellawekîl! Dibêjin li Ewrûpayê lîztikek bi navê Bowlîngê heye. Lê piştî min û pîrka xwe Koçerê lêkolînek kûr li ser Bowlîngê kir, min dît ku eslê Bowlîngê ji Kurdistanê derketiye û Ewrûpîyan jî ji xwe re dizîne û kirine malê bav û kalên xwe. Pîrka min Koçera 90 salî ji min re got ku,”Law bi serê kalkê te, hîna bavê bavê min li Qersê bi Bowlîng e çi quzêkerê ye dilîzt ha. Me jê re digot “Bedenaş”. Yanî, tu tiştekî girover davêji çend tiştên rabûkirî û hema li kîjanê ket” filan û fîstan. Îcar qardaşim, qet nebêjin Bowlîng Ewrûpî ye ha. Jina min ji min berdayî be Bowlînd ji bav û kalên xwe de Kurd û Kurdistanî ye û xelas! Jenna Bûsh serê xwe bi heft werîsan girêda
Şemal Amedî- 11/05/08-Waşîngton-Belê, keça George W.Bûşh Jenna ket nav karwanê lotikvanan û bi Henry Hager re zewicî. Di şahîya zewacê de 200 kesên tirtire beşdar bûn. Herçiqasî rê nedan ku çapemenî beşdarî şahîya zewacê bibe, lê dîsa jî îstîxbarata zewacê ket destê me. Wek peyamnêra Lotikxanê min bi rêya telefonê tika ji serok Bûşk kir ku rê bidin Lotikxanê. Lê serok Bûşh bi germî û nermî got:“Heyran em zanin Lotikxane dostê me ye, hetta xwedê bê erê emê bibin krîvên hev jî. Lê mixabin, me jina xwe ji xwe berdaye ku em çapemenîyê nexin hindur. No no no, I’m sory“ û telefon girt. Werhasil, Jenna xanim jî serê xwe bi heft werîsan girêda û zewicî. Îcar wê şeva pêşîn çend lotikan li hev xin tenê xwedê zane û hûn sax! Kurd ji her alî de lotikan dixwin
Evdilla Ruhayî- 11/05/08-Ruha- Dewleta Tirko bi salane polîtîkaya „bra bi bra bide kujtin“ dimeşîne. Piranîya eskerên ku li Kurdistanê şerê PKK dikin Kurd in. Û ev jî dike ku Kurd Kurdan bikujin û kêfa dewletê li me bê. Werhasil, di êrîşa ser qereqola Şemzînanê de dîsa eskerekî Kurd hat kujtin. Cendekê Eyup Dagdekîn anîn Ruhayê û agir bi cerg û hinavên dê û bavê wî ket. Dê, bav û merivên wî bi lorikên Kurdî, bi gilî û gazinên Kurdî kurê xwe defin kirin. Di merasima cenazeyê Dagtekîn de Tûggeneral Ahmet Kemal Emren beşdar bû û qaşo li ber dilê dê û bavê Eyup Dagtekîn gerya û got ku ewê heyfa wî li erdê nehêlin. Werhasil, xwedê ji Kurdan stendiye. Ji her alî de lotikan dixwin û bi ser vî qasî de jî aqilê me nayê serê me ellawekîl! De xwedê ahê me ji dijminan re nehêle rebbî! Da dû şopa bav û kalên xwe
Sosin Bermal-10/05/08-Berlîn- Wek hûn zanin, Tirk di her warî de diz in. Hema çi bibînin navê xwe li binê wê dixin û dikin malê xwe. Nivîskara ciwan û dizeka Tirk Guhşah Koç jî da ser rêya bapîrên xwe û bi dizîyê bû nivîskar. Gulşah Koç wek nivîskara beşê rojnama Hurrîyetê „Young Hurrîyet“ dixebite. Lê çi dike? Ji rojnameyên Elmanî wek Frankfurter Allgemeine Zeitung, Frankfurter Rundschau û çend rojnameyên din nivîsên bijare digre (didize), navê xwe li binê nivîsê dinivîse û li ser navê xwe diweşîne. Ne carek, ne du car, ne sê car, êdî bêhna rojnameyên Elmanî teng dibe, lotikekê li der qûna wê dixin û meselê eşkere dikin. Gulşah xanim jî dibêje:“Raste ez diz im. Lê ji ber ez nivîskarek bê tecrûbe me min ev dizî kiriye. Tu niyetek xerab di dilê min de tunebû“ filan û fîstan. Werhasil, dibêjin çêlîkê maran bê jehr nabin. Gulşah xanim jî da dû şopa bav û kalên xwe û bû diz wesselam. Aysel xanim dike nake nikare xwe li ber dilê Tirkan şîrîn bike
Ji alîyekî dilê meriv bi wan dişewite û dibêje “ê de çawa be Kurd e”, lê ji alîyê din ve jî meriv difikire û dibêje “law de qenc û xweş pê hat lo, ma heta kengî wê rûn li ser nanê Tirko bikin qardaşim” û keserekê dikşîne. Lê çi dibe bila bibe, dinya ser û binê hev jî bibe, dewleta Tirko her bi ya xwe dike. Bila kesek jî xwe nexapîne. >>>>> Ka berê Komara Mahabadê li Kurdan vegerînin û piştre behsa Kerkûkê bikin cîgerim!
Diyar Baban- 09/05/08-Mahabad- Li ser bextê xelkê be, dibêjin dîplomat û lotikvanê Rûsî Yevgenî Prîmakov hatiye başûrê Kurdistanê û dest bi lotikan kiriye. Xwedêgiravî Prîmakov di derbarê Kerkûkê de gotiye:”Ez ne serokwezîr û ne jî wezîrê derve yê Rûsyayê me. Lê belê li gor qenaeta min ya şexsî divê bajarê Kerkûkê li herêma Kurdistanê vegere çimkî Kerkûk ji berê de Kurdistanî ye. Ji bilî vê jî problem ne problema petrola vî bajarî ye, Kerkûk ji aliyê nasnameya xwe ya kulturî ve Kurdistanî ye” filan û bêvan. Yaw bavê min, hûn Rûs bûn sebebê rûxandina Komara Mahabadê. Ka ji kerema xwe behsa vegerandina Komara Mahabadê jî bikin baba, wîî! Heger birastî hûn Rûs ji Kurdan hez dikin, werin bi guhê Ehmedînejad bigrin û Komara Mahabadê ji bin nîrên van Farisên bêbav derêxin ha, wey!
Nikarin bi kerê dibezin kurtên
Selîmê Seqet- 08/05/08-Nisêbîn- Em Kurd ji xelkê re peppûk û pisîk in, lê go dor zîvirî û hat ser me xwe bi xwe, em ji hevre dibin şêr û piling û hevdu didin ber lotikên bêaqilî. Berî çend rojan qaşo maça fûtbolê di navbera Nisêbînspor û Şernexsporê de hebû. Wile yabo hew min dît kêr û cilêt di ser serê me re firyan ezmana. Dê weledê xwe avêt lo, wîî! Ez serê we neêşînim, Nisêbînspor û Şernexspor wek garanê ketin nav hev. Hema kê kê digirt kêrek davêt bin çengê wî. Bi sê telaqan te digot qey seha topê bûye qesabxane ellawekîl! Werhasil, aha em Kurd ev celeb insanin brê min. Em ji xelkê re hêkan dikin lê ji xwe re zelqan dikin û hûn sax! De ka bila taximekî Tirkan bûya bê birastî meyê biwêrîya kêran bavêjin bin zikê wan. Na babaaaaaa! Wey xwelîya binê heft beroşan li serê me be rebbî!
Tirsa qûna wî eşkere bû Mihemed Soran- 07/05/08-Silêmanî- Dibêjin rojnama El Heyat rojnivîsên Seddam Hisên bidest xistiye û dest bi weşandina bîranînên wî yên di hepsê de kiriye. Di rojnivîsên Seddam de tiştê ku herî zêde Seddam jê ditirse hatiye nivîsandin. Xwedêgiravî Seddam efendî di rojnivîsên xwe de behsa tirsa xwe kiriye û gotiye:“Di vê hepsa Emerîkî de, tirsa min a herî mezin ew e ku ez bi nexweşîyên zayendî (cinsî) û bi nexweşîya AÎDS ê bikevim. Ji ber ku piranîya nexweşîyên cinsî ji welatên xerbî (rojava) derdikevin, ez ditirsim ev bêbavên eskerên Emerîkî lotikan li min xin, qûşê li min biqetînin û berî mirinekê min bi nexweşîya AÎDSê bixînin“ filan û fîstan. >>>>>
|
Ê de herreeeeeeeeee.... Ev çi strane yabooooooo!
Ji bo raya giştî Fikra ku çareseriyê di “komara demokratîk” de dibîne û konsepta Ewropayê ya ji bo mafên takekesan û referansên kemalîzmê yên bi her awayî ji çareseriyê bi dûr in û bûne sedemê têkilhevî û aloziyê, qet nabin rêya çareserî û wê qet nebin jî. Çareserî damezirandina dewleteka Kurd li ser xaka Kurdistanê ye. Di sala 1880-yê de li ser zemînê cîhanê 25 dewlet hebûn. Ji 125 salan û virde 181 dewletên din hatin ava kirin. Niha li cîhane 206 dewlet hene. Hemî dewletên di van demê dawî de hatine ava kirin, ji statuya metîngerî (bindestî) rizgar bûne. An jî, ji statuya federasyonê rizgar bûne û bûne dewlet. Dewletên ne metînger yên bi îradên xwe bi hev re weke federatîf û xudanên desthilatî yên wek hev jî, ji hev veqetîyane, an jî di prosesa veqetandinê de ne. Ji Yekitiya Sovyetê zêdetirî 20 dewletan û ji komara Yûgoslavyayê ya federe jî 7 dewlet derketin. >>>>>
Çima kûsî karin bifirin, lê masî nikaribin bifirin qardaşim!
Torvan- 20/05/08-Gola Wanê- Berî demek dirêj rojnamevanên derewkirên Tirko çûbûn Gola Wanê, cinawirek lastîkî xistibûn binê avê û tam heftakê ker berdabûn diya xwe û digotin.”Cinawir di binê Gola Wanê de heye hayhooooo!” û xelkê bêaqil dixapandin. Werhasil, îcar niha jî tê gotin ku li Gelîbolûyê masîyekî ku difire ketiye şewk û tora masîgiran û qiyamet rabûye. Xwedêgiravî ev masî metro û nîvekê difire. (Wêne mezin bikin hûnê bibînin ku ew teyrikekî masîya ye û bi fotoşopê şibandine masî). Ê law ma dinya xerabûye oxlim? Çima bavê min, çima Behman Gobadî kare kûsîyan bifirîne lê çima wê masîyên reben niharibin bifirin hêê, wîî! Ma ew ji Eyşika Ereb in brê min? Werhasil, me xwe bi rêya tekefonê gihand serokê masîyên firoke birêz Masîyê Sermezin û jê pirsî: ”Kuro qûnde, ma birastî hûn karin bifirin oxlim?” Ewî jî simbêlê xwe ba da û got: ”Bi telaq me tirr ji we Kurdan berda. Behman Gobadîyê we bi derewa kûsî firandin ezmana, lê ê me em metro û nîvekê karin bifirin cîgerim! Herin bêjin Behman Gobadî bila flîmekî li ser me jî çêke û navê flîm bike “Masî jî karin bifirin” zûûûû!” û telefon girt. Ê de aqûbet li serê mişk û maran be jî rebbî! Heger rojekê ker jî karibin bifirin qet ecêbmayî nemînin yabo!
Kerê me da bin dûvê Satilmiş Xêr û guneh di stuyê me de. Hûn lê dinerin nanerin hûn zanin
Xaltîka me Emîne xanim vê carê hiland!
Werhasil, vê carê jî xaltîka me Emîne Ayna lotikek Kurdewarî avêt û pehînek li der qûna serokwezîrê Tirkiyê Erdogan xist. Xaltîka me di civîna 1. a Meclîsa Jinên DTP de gotin anî ser anîna zarokan û got:”De ji xwe re li Kasimpaşalî Reco binerin. Mêrik radibe dibêje bila her malbat sê zarokan çêke. Çima hûn zanin? Ji ber ku bi çêkirina sê zarokan dixwazin nifûsa Kurdan kêmtir bikin û nehêlin Kurd zarokên zêdetir bînin. Ji xwe li bajarên ku Kurd lê dijîn heb û derzîyên stewrbûnê didin jinên Kurdan da ku zarok ji wan re çênebin. Ev jî projeyek li dijî azadîya Kurda ye” filan û fîstan. >>>>> Gotina (yekîtî) di navê Partiya Yekîtiya Dîmuqrat de çi nîşanê dide? Dilyarê xanê- 18/05/08- An gerek çi nîşanê bide? Kes îro navên dirêj bi kar naynin, nabêjin Partiya Yekîtiya Dîmuqrat li Sûriyê, dibêjin (wihdê), ya dibêjin (yekîtî). Bi vî hawî çi navê ku dirêj be di cîhanê de bi peyvekê tenê tê gotin. Helbet ew peyv jî sûret û riya wê partiyê di xwe de dicivîne û tîne ber cavê mirov. Lewra gerek peyva (yekîtî) di navê Partiya Yekîtiya Dîmuqrat a li Sûriyê çi manê bide? >>>>> Li Kurdistana azad fihûş-II B. Jîndar- 18/05/08- Colemêrg- Di nav van bîyanîyan de du milet hene ku pîsîtî û gemara dinyayê tevahî li ba wan e. Li herderên dinyayê belav bûne. Pîsîtî, gemar û qirêja xwe jî bi xwe re birine wan welatan. Di nav welatên bîyanî (xerîb ) lê zêde ne; kesên herkes ji wan aciz in û naxwazin di welatê wan de bimînin, ev herdu milet in. Ew jî Tirk û Pakistanî ne. Van herduwan jî li Kurdistanê hîmên xwe danîne. Lê yên herî xurab Tirk in. Devera Tirk bikevinê, li wê deverê dizî, hîzî, bênamûsî, ruşwet, gendelî, hîlebazî, xapandin jî dikevê. Dera Tirk bikevinê (çi bi xweşî – çi bi nexweşî ) êdî zû bi zû jê dernakevin. Wek kênca (kene - dirnî ) qûna dewaran in. Ku çengalên xwe avêtinê, êdî tu kes nikare bêyî kuştin wan ji wir derxe. Her devera bikevinê, li wir hêdî hêdî binecih dibin û Tirkîyekê lê çêdikin. >>>>>
Aha ji we re insanetîya fermandarên Tirko! Binerin bê fermandarê Tirk Onur Dirik çi heqaretê li Kurdan dike
Qûnekên Eskîşehîrsporê zora pêxwasên Diyarbekrê bir
Serdar Mirad- 17/05/08-Amed-Yaw niha em Amedî çi ji fûtbol-mûtbolê fêhm dikin qardaşim! Yanî em jî dibêjin em fûtbolcî ne? Wey herama xwedê be! Bi namûs ew dehşikên nava garanê ji me çêtir lotikan davêjin babam, wîî! Yaw niha em nikaribin zora taximê Galatasaray bibin temam, em nikaribin zora Fenerbahçe bibin temam, em nikaribin zora Barselona bibin dîsa temam, lê taximê Eskîşehîrspor? Kuro law kal û pîra min karîbûn zora qûnekên Eskîşehîrsporê bibin, ma we nanê bê xwê xwaribû qardaşim? Îcar niha wê Eskîşehîrî çi ji me Diyarbekrîyan re bêjin hûn zanin? Wê bêjin: Me di wan de birrrrrrrrr qardeşimmmmmm! Ma biz demedik Diyarpaxirli kekoler qerpûz yemexten başqa birşey bilmiler oxlim! Law we xwe jî û em jî rezîl û riswa kirin oxlim! Ma em ê ser zimanê xelkê bûn we em kirin benîştê devê Tirkoleran haa! Wey tifûûûûûûûûûû li qûna we ya reş û gennî be û hew!
Xelk difirin, lê em Kurd?
Serdar Serhedî- 15/05/08- Bern- Zilamên xelkê dixwînin, lêdikolin, serê xwe dêşînin û di encamê de tiştên baş, tiştên ku têkevin dîroka mirovatîyê diafirînin. Lê em Kurd? Em jî hîna wek dem û dewranên heyamê eshaba bi hev dikevin, ji bo mirîşkekê hevdu dikujin, berberî û dijminatîya hev dikin. De ji xwe re kurê ciwamêran binerin bê çi kerametan diafirînin. Yves Rossy ê Swîsrî xistibû serê xwe ku li ezmên bifire. Piştî çend ceribandinên bê encam, di dawîyê de di armanca xwe de bi ser ket û giha kama dilê xwe. Mêrik bi çêkirina hinek hacetan, bi per û baskên wek ê balafirê û bi motorên biçûk xwe kir wek teyrekî baz û li ezmên firya. Werhasil, hêvîdarim xebat û keftelefta Yves Rossy ê Swîsrî ji Kurdên me re bibe îbret û ew jî xîretê bidin xwe ku bi îcad û afirandinên kesanedî navê xwe di dîroka mirovatîyê de bidin nivîsandin. Lê kaaaaaaaa!? Ên me incex bibin helbestvan û çîroknivîs. Û ji xwe ev jî zêdeyî serê me ye û xelas! Lotikxane amade ye bibe wezîrê petrolê baba!
Mihemed Soran-15/05/08-Silêmanî- Hikûmetên xelkê kabîne û wezaretên xwe herî dereng di nava hefteyekê de dadimezrînin û pêşkêşî dengdana parlamentoyê dikin. Lê ê me başûrîyan xwedê ji wan razî be ne wext li cem wan heye û ne jî sînor. Çima? Ji ber ku herkes li berjewendîya xwe difikire. Werhasil, di hinek malperên Kurdî de hat ragihandin ku Partî û Yekîtîyê di avakirina kabîneyê de li hev kirine. Rast e, li ser çend wezaretan hatiye lihevkirin lê hîna hinek wezaret jî di navbera herdu alîyan de tê nîqaşkirin û pirsgirêk çareser nebûne. Meselen wezareta enerjî û petrolê. Ji ber ku wezareta petrolê kanî û xezîna pera ye, kes naxwaze wê wezaretê dewrî alîyê din bike. Çimkî têde pere hene, gendelî heye, bêrîkdagirtin heye, heye û her heye. Petrol! Xezîna ku Emerîka ji bo wê ket Iraqê haa! Îcar ji bo selameta Kurd û Kurdistanê, em wek Lotikxane sê pêşniyazan ji herdu alîyan re dikin kaka. 1-) Çawa ku we di hilbijartinan de "fîftî fîftî" kir, di wezareta petrolê de jî "fîftî fîftî" bikin. 2-) Heger ev nebû, bila wezareta petrolê bi roj ji Partîyê re û bi şev jî jiYekîtîyê re be. 3-) Na heger ev jî nebû, em wek Lotikxane amade ne wezareta petrolê bigrin ser milên xwe û bibin wezîrê petrolê. Binerin, herkes vê fedakarîyê nake haa! Em malê heram naxwin. Wille, bille û tille, emê hatina petrolê "fîftî fîftî" dabeş bikin. Fîftî ji we re û fîftîyê din jî ji Lotikxanê re kaka. Ma çak nîye canekem? Ev lotikek pîroz e Serdar Mirad-14/05/08-Amed- Îro (14.05.2008) Roja Zimanê Kurdî ye. KURDÎ-DERê bi vê lotikê pêwistîyek pîroz anî cîh û tiliya xwe xist çavê dijmin û Kurdên ku bi zimanê şildim-bildima Tirkî diaxivin. Endamên Komeleya Lêkolîn û Pêşdebirina Zimanê Kurdî KURDÎ-DER daxuyanîyek da çapemenîyê û ji Kurdan xwest bi bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, li zimanê xwe xwedî derkevin û vê tirrê ji dewleta virqo re nehêlin. Serokê komelê Mazhar Aktaş jî bi taybet bang li Kurdan kir û got ku xwe bêxîret nekin û li zimanê bav û kalên xwe xwedî derkevin. Aktaş got ku „Hebûn û pêşeroja gel û civakan, bi dewlemendîya çand û zimanê wan ve girêdayî ye“ filan û bêvan. Werhasil, zimanê Kurdî her ku diçe aloz û winda dibe. Hem dewlet û hem jî hinek alîyên ku qaşo li ser navê Kurdan lotikan davêjin, malik li vî zimanî viritandine û bi navê bratî û demokratîk quzêkerê qûş li zimanê Kurdî qetandine. Em jî wek Lotikxane şaxê Amedê piştgirîya ve helwesta KURDÎ-DERê dikin û ji Kurdan re dibêjin: >>>>> Emerîkî hesabê wî bi pîvazekê nakin
Diyar Baban- 14/05/08-Mahabad- Dibêjin serokdewletê Îranê Mehmûd Ehmedînejad li Tehranê preskonferansek lidarxistiye û çend tirr û fiss kirine. Di preskonferansê de Ehmedînejad dîsa bela xwe li Emerîka û Israîlê daye û badanaj kiriye. Ehmedînejad gilî û gazin ji Emerîkayê kiriye û gotiye:“Yaw qardaşim, min Bûşh dawetî nîqaş û raberizandinê kir mêrik newêrîbû derkeve pêşberî min. Niha îcar ez ew kesê ku wê bibe serokdewletê Emerîkayê dawetî lotik û pehînan dikim. Heger mêr bin û ji kîrê bavê xwe bin, wê bi min re têkevin nîqaşê“ filan û fîstan. Di derbarê Israîlê de jî verşiyaye û gotiye: Heta em Israîlê ji ser ruyê dinyayê ranekin xew li min û bavê min heram e filan û fîstan. Îcar me xwe bi telefonê gihand serok Bûşh û behsa gotinên Ehmedînejad jêre kir. Serok Bûşh got: Te go Ehmedo? Ewê qam bihust û nîvek? Wîîîî, kuro ez wî bi qûna xwe paqij nakim qardaşim. Mêrik wek tepka rêxê ye, ne em pêre lotikan davêjin û ne jî em xwe pêre diherimînin” filan û bêvan. De neyse, xwedê Emerîkayê ji ser serê Tirk, Ereb û Eceman kêm neke rebbî!
David Paschal lotikek li qûna wan xist
Cemîl Cewher-13/05/08-Hewlêr- Dibêjin serleşkerek Emerîkî Albay David Paschal di derbarê PKK de gotiye:”Em li Kerkûkê rastî şopa PKK nehatin qardaşim. Tew bêhna PKK jî ji derûdora Kerkûkê nayê” û zixtek li Tirkan xistiye. Îcar Tirk aciz bûne, di çapemenîya xwe de tirrên devê dikin û dibêjin:” Halla hallaaa! Lan bû adam bizimle alay edî lan! Way gotverenin gawûrû wayyyyyyy!” û lotikên Asenakî davêjin. Werhasil, me xwe gihand birêz David paschal û jê pirsî:”Yaw qardaşim, ma birastî li PKK li Kerkûkê tuneye?” Kenya û got:” Yaw cîgerim, PKK li Îmralîyê ye qardaşim, li Enqerê ye, li derûdora Anitqebîrê ye babam, wîî! Tirk nêzîk nabînin lê dûr dibînin te serê min xwaroooooo!” û henekê xwe bi wan kir. De neyse, Tirk tim şûjina çavê xwe nabînin. Lê gava mesele tê ser derzîya çavê xelkê, qiyametê radikin û tirrên devê dikin wesselam. Êêêêêêêê, li hesabê wan nayê babammmmmm! PINCARÇIN Cembelîyê Botî-13/05/08-Colemêrg- Bihar demsala pincara ye. Di vê demsalê de piranîya pincaran serê xwe ji bin axê derdixin û çîyayên Kurdistanê bi reng û bêhnên xwe yên xweş dixemilînin. Li wan deverên pincar lê şîn tên, wek bûkek bi renganxemilandî û bi bêhnên misk, ember û parfûmên Fransî pêdakirî mirovan têxe bin badora xwe û mest dike. Her weha ev pincar her yek dermanê derdekî ye û xweristê pêşkêşî mirovên deverê kiriye. Hersal di meha Gulanê de bi hezaran jin, keç, bûk, xort û zilam tûrên xwe dihavêjin milên xwe, bi tarîgewirka spêdê, (sehera sibehê) jibo pincarçinîn (panjahr) û berhevkirinê derdikevin çîya û zozanên derdora Hekarya û navçeyên wê. Ne bi tenê xelkê derdora Hekarya, her weha bajar û bajarokên derdora Wanê jî tên çinîn û berhevkirina pincaran. >>>>>
Fihûşa li Kurdistana azad-I
Bavê Jîndar- 12/05/08-Colemêrg- Di van heyamên dawî de, di hinek marperên Kurdan de qala fihûşa li Kurdistana azad wek xeber tên weşandin. Li ser bextê wan malper û niviskaran be, dibêjin: Heta niha 10 000 keçên Kurdan perda keçinîyê dane dirûtin. Ducar ewqas jî di rêzê denin, li benda dirûtina perdê ne. Tiştê balkêş ewe ku kesên van tiştan dinivîsin tenê wek nûçeyekê belav dikin. Çi kes qala sedem û çareserîyan naket. Li gor min hewceye kesên xwe ronakbîr û rewşenbîr dizanin, li ser wan ferze sedemên vê arêşê derxin holê û çareserîya wê jî peyda bikin. Bi vî awayî hem vatinîya xwe ya rewşenbîrî bicîh bînin û hem jî bibin arîkarvanên hikûmeta xwe. Heke ne wusa be, ew nûçe dibin rexneyên kirêtkirinê. Herçend wek Lotikxane ev ne karê me be û em ne bisporên van karanin jî, lê ev lotik jî bû qismetê me. Emê jî li gor têgeheştin û zanebûna xwe sedem û çareserîyan bigehînin xwendevanên lotikxanê. >>>>> Ay felekê te çima li me wa kiiiirrrrrr! Ehmedê Kezebperitî- 12/05/08-Swêd- Erê dinyayê....Dibêjin tacirên Cihû (Yahûdî) gava li pataxê dikevin (top davêjin) li defterên kevin vedigerin. Îcar xuyaye ev jî mesela me û KUKî ya ye. KUKê wextekî bakurê Kurdistanê dihejand. Bi welatparêzî, dilpakî, şoreşgerî û Kurdperwerîya xwe di dilê xelkê Kurd de şax berdabû. Lê dem û dewran hat û çû, cûnta eskerî hat ser hikim, serok û kadirên me wek kîroşkên ku ji ber tajî birevin pijiqîn, wek noka li kevir kevin teriqîn û meydan ji çeqel û keftaran re hiştin. Werhasil, pêvajoya Sûrî, têkilîyên partîyên cuda, nakokî û berjewendîyên şexsî hişt ku KUK bibe wek rêxistina “nalet lê hatî” û ji hev tarûmar bû. Yan jî hat tarûmarkirin, ji çapa xwe ket û bû benîştê devê xelkê, bû çîroka ser zimanê zimandirêjan û kêfa dost û dijminan li me hat. Werhasil, gellek rêxistin û partîyên me ev pêvajo derbas kirin. Lê tofana ku hat serê KUK ê yan jî anîn serê KUKê nehat serê gurê serê çiyê. Te digot qey hinek bi zanatî wê wek libên tizbîyê dikşînin û wê lib bi lib ji hev diqetînin. >>>>> Prîmakov bû Kurdekî qirase! Şêrzad Zebarî- 11/05/08-Hewlêr- Gerçî bawerî bi mêrkê Rûs nayê de neyse. Xuyaye berjewendîyên dewletî carna mirov mecbûrî têkilîyên cuda jî dike. Dibêjin serokwezîrê berê yê Rûsyayê û Serokê Odeya Bazirganî û Sinaîya Rûsyê Yevgenî Prîmakov cil û bergên Kurdî li xwe kiriye û bi heyeta xwe re serdana gora Serokê Netewî M.Mistefa Barzanî û şehîdê nemir Idrîs Barzanî kiriye. Di serdanê de Prîmakov gotiye ku “Divê herkes bi rêzdarî serê xwe ji Mistefa Barzanî re bitewîne” filan û bêvan. Yabo wille û bille em bixwe wek xebatkar û eskerên Lotikxanê serê xwe jî û gewdeyê xwe jî li ber Serok Barzanî ditewînin brê min. Lê kesên netewînin jî ew û xwedê, ew û wîjdanê xwe, ew û Kurdayetîya xwe li hev kaka. >>>>> Ker di jina derewîna ne heger rast e! Hecî Ehmedê Sêrtî- 09/05/08-Sêrt- Law ev dîndarên Tirk çi sextekar in ya starrrrrrr! Yanî ji bo ku ji xwe re fitû û mahneyan derêxin, tu gû namîne ku naxwin ellawekîl! De ji xwe re li nivîskar û qûnekê Profesorê Îlahîyatê Suleyman Uludag binerin û bifikirin. Profesor Uludax di pirtûkek xwe de behsa hêza zayendî ya zilamên bawermend dike û dibêje:”Bawermendên xwedê rojê karin 100 gana bikin û nebêjin elhemdulillah jî!” filan û jehr û ziqûm. Ê law hey xwedê ruhê we stendino, hey xwedê xiyarê we di ber de jêkirino, ji milletê Kurd misilmantir tu millet tuneye. Yabo ka bêjin gelî Kurdino, hûn di şevekê de karin çend lotikan bavêjin bavê min? Tew zilamek 60 salî kare di şevekê de çend lotikan bavêje haa? Niha em bêjin lotikek okey. Em bêjin du lotik okey. Em bêjin herî zêde sê lotik dîsa ehlen we sehlen. Lê 60 lotik? Kuro ker di jina derewîna ne heger ne derewe qardaşim! Va ez hecî me, bawermendekî qirase me, rojê pakêtek hebên VÎAGRA jî bikar tînim, lê babam bi namûs heta ez sê lotikan davêjim qûn li min diqete qardaşim, wîî! >>>>> Şorba belaş Bavê Ronahî- 09/05/08- Li Stenbolê xortek Kurd ji yên tînerkêş di ber derê xwarinxanekê ( restorant) re derbas dibe. Li camekanê çavê wî li buhayên xwarinan dikeve. Filan xwarin bi hinde milyon lîre, bêvan xwarin bi hinde milyon lîre. Lê li ser kaxezek mezin jî nivîsîye: Şorbe belaş e! Xortê Kurd hema dikeve hindur, şorbekê dixwaze, du nanan jî bi şorbê re dixwe û derdikeve diçe. Ev rewş çend rojan didome û bala xwaringêran dikêşe. Yek ji xwaringêran diçe ji patronê xwe re dibêje: Yaw babam, ev xort herroj tê şorbekê bi du nanan re dixwe û diçe. Tiştekî din jî naxwe wîî! Patron ji wan re dibê: Hûn mîsîlî ( dermanê virikkirinê ) bêxin nav şorba wî, derîyê tuwaletê jî bigrin û we îş pê tune. Xwaringêr derman dixe nav şorbê, datîne ber xort û jêre dibê: Afîyet be qardaşim! Derîyê avdestxanê jî qifil dike. Hêjta xort şorba xwe nîvî nekirî, zikê wî dike qurequr, dêşe û zorî didê. Xort dibê: Yaw babam ka tuwalet li kuye oxlim? Xwaringêr dibê: Xurabeye cîgerim, naxebite! >>>>> Çi pêşmergetî lê tê loooooo! Tecawizcî Coşqûn- 08/05/08- Beyoglû-Stenbol- Bala xwe bidin flîm û rêzeflîmên televizyonên Tirko. Hûnê bibînin ku piranîya mijara rêzeflîmên wan li Kurdistanê tên kişandin, pê gelê Kurd biçûk dikin, adet û toreyên ku nirxên Kurdayetîyê ne bi zanatî jihevde dixin û bûyerên biçûk ewqasî mezin dikin ku heçê nizanibin wê bêjin qey Kurd hov û hirçên serê çiyê ne. Ê tabî Kurdên me yên bêaqil jî li van rêzeflîmên ku Tirk bi kesayetî, adet û toreyên wan dilîzin temaşe dikin, hêsran dibarînin û di malên xwe de dibin hêsîrên van flîmên ku keç û xortên me ji rê dibin, dilê wan dibijînin jiyana sosyeta Tirko. Hûn bawer dikin nakin nizanim, lê bawer bikin bi hezaran xort û keçên Kurd ji sedema dilbijandina jiyana di van rêzeflîman de dev ji malbata xwe berdidin, bi bajaran dikevin, dikevin destê çete û grûpên fihûşê û qûş li wan diqete. Û em? Em jî di malên xwe de çepikan ji lîztikvanên van rêzeflîman re lêdixin û wan dewlemendtir dikin. Yanî, Tirk bi rêzeflîmên xwe me didin ber lotik û pehînan, û em jî dibêjin:"Şabaş, şabaş, şabaş ji filan flîm û filan artîstî re" û hezar jehr û ziqûmên din. >>>>> |
Zarokên Ruhayî bi Mozart mezin dibin yaboooooo!
Mihemed Millî- 21/05/08-Sêwreg- De werin li vê ecêba kesanedî binerin lo. Dibêjin zarokên Ruhayîyan li ber muzîka Mozart çavê xwe li dinyayê vedikin. Xwedêgiravî ji bo zarok ji dengê tirre tirra mekînan netirsin û psîkolojîya wan nebe wek şorba nîskê, ji wan re muzîka Mozart datînin ser û dikevin xewa şîrîn. Ê law ma Ruhayî û Mozart? Yaw qardaşim, îsotên tûj têxin bin balîfa wan zarokan û xelas, wîî! Ez dibêjim ev jî siyaseta dewletê ye we go çi? Ji ber ku sayin Ocalan di zaroktîya xwe de bi Mozart mezin nebûbû, hûn dibînin bê çi tofan anî serê Kurd û Tirkan newlo! Îcar dewlet dixwaze ji niha de zarokên Ruhayîyan bi muzîka Mozarta nermik û germik mezin bike ku sibê ew jî wek Ocalan dest bi lotikan nekin ellawekîl! Yan na çima Mozart qardaşim? Çima ne Mihemed Arif Cizrawî, Şivan Perwer yan Mihemed Şêxo lê Mozart ha? Bi namûs ez dibêjim ev elameta roja qiyametê ye û hûn sax! Law ma ciyê ku îsot lê hebe meriv li Mozart guhdarî dike babam, ma îsot û Mozart!? De werin li vê çêlekê binerin
Metîn Mêrdîn-20/05/08-Mêrdîn- Lotikvana doxînsist û berdîberdayî sayin Demet Akalin çi dibêje de ji xwe ri lê binerin. Hûn çi jê dikin bikin. Lawo niha tu bihata xwarin meyê bigota erê welleh tü xweşiki. Lê em serê bavê te di te xin. Hey qûnekê! Diyarbekiriyan çi ji te kiriyi ha?..Te çi j |