Çîrokên Rojdîtî

 

   Adil Duran

aduran@hispeed.ch      

 

 

 

 

 

 

PEROÞANDIN…

 

Naveroka sitranên me ji jîna me ne bêpar in, bi jîn in…

Doza li ser sitrana Þivan Perwer „Mihemedo“ hat rakirin, lê em nizanin ewê çi bêt serê „Ehmedo“.

 

Her çiqas Tirk dibêjin wî di xemna xwe de dîtiye êî ne rast e.

Tê gotin ku Ehmedê Mêrdiînî soz daye dayika xwe ku rojekê di meclîsa Tirkan de bi Kurdî biaxive.

 

Dem dema hilbijartinê ye, ez naxwazim tiliya xwe bikim nav siyasetê..

Çi dibe çi nabe…

 

Ezê vegerim nav daristanan û ji we re qala bûyera þêr û meymûnê bikim.

 

Tê gotin ku þêr li daristanan çiqas giyandar û heywan hene perçe dike û dixwe. Bi tenê dimîne û dikeve nav bêdengiya xuristê. Wirde û wêde diçe û tê. Aciz dibe, di bin darekê de xwe davêje erdê, digrî û xwe bi xwe dibêje: „Ma ji tera çi tek millet, tek bayrak û tek dewllet oxlim?“

 

Di vê encamê de li banî dengek tê:

„Bêbext, hey mirovkuj, te ji bo çi hemû giyandar ji holê rakirin?“

 

Þêr bi peroþ ji cihê xwe radibe û berjor dinêre, dît wa meymûnek li jor li ser darê ye. Bi hêrs bang dikê:

 

-Ka dakeve xwarê oxlim!

 

-Nabe…Li vê derê ez bi tenê jiîndar mame.Tê min ji bikuji..

 

-Soz didim lawo ezê te nekujim. Ji ber ku tenê û bêçare mame.

 

-Ne xêr..ez di tirsim..

 

- Kuro dakeve qeþmer!

 

- Tuyê min bixapîni.. Daxwazîyek min heye..

 

- Kerem ke..

 

-Tu dikarî bi dûvikê xwe herdu lingên xwe bi darê ve girê bidi?

 

-Belê, dikarim oxlim..

 

Þêr daxwaza meymûnê pêk tiîne. Bi dûvikê xwe lingên xwe bi darê ve girêdide. Meymûn dadikeve xwarê û li beranberî þêr raweste lê diricife, dilerize. Þêr bi ken jê pirs dike:

 

- Min xwe girê daye, ji bo çi tu ditirse oxkim?

 

- A min ne ji tirsê ye, ji peroþê ye. Ezê cara yekemîn di qûna þêreki nim ..

……

Vê carê doz ji ser „Mihemedo“ hat rakirin ji ber ku:

 

„Laz, Çerkez, Kurd hemuû (birinci sinif vatandaþ in), qardaþ û quzilqurt in.

 

Lê Ehmedo di xeterê de ye

Lê Ehmedo diricife û dilerize

Lê ne ji tirsê ye

Ji peroþê….

 

25/02/09

 

 

 

 

 

 

BIJÎ SEROK ADÝL..!

 

 Bîstek mabû ku ez bibim mirovekî bi nav û deng, lê ji sedema rêhevalên xweyî tirsonek bi ser neketim.

Dema ku serokwezîr û rezîl R.T.E hatibû Davosê, min planek gelek fenek çêkir. Min talîmat da hemi rêhevalên xwe da ku dema R.T.E ji hotelê derket, ewî bidin ber pêlav û solan. Em ji wî qûnekê Ereb çêtir dikarin bi pêlav û lekaþan þer bikin.Lê çi mixabin ku rêhevalan ez þermezar kirim.

 

Ew bûyerên rojane bi telefonê wisa pêk hatibûn û ezê bidim raya gel.

-Kuro law ma ew ji hotelê derket?

- Ma ew kîye mamoste?

-Kîrê kerê.. Law ew kurê dêlegurê RTE.. Dema ji hotelê derket bide ber pêlavan ha.

-Mamoste, dema ku min sola xwe ji lingê xwe derxist ku bavêjim, dikarim ‘bismillahirahmanirahim’ bibêjim? Na..na..heri çêtir ‘biji Kurd û Kurdistan’ bêjim.

-Çi Kurd û Kurdistan oxlim! Tiþtekî nedîtî û nebihîstî, sansasiyonal... Bibêje bijî serok Adil û sola xwe li dendika aniya wî xîne....De yella,  ez li bendî mizgînî û telefona we me..

 

Gelek dem bihurî, deng tune. Min telefon kir:

- Luro law ma te ew çalaki pêk anî?

-Mamoste, bi raya min a yekem R.T.E bi tundî li dijiî cihûyan derket û bû gernasekî nav kolanan. A duyem jî ew pêlavên min wisa ne erzan in,  ortopediîk in û ez qêmiþ nabim ku bavêjim rûyê wî.

-Êêêh!

-Xwedêgiravî dema ku wî gotibû “TRT 6 bi xêr be” ew dengê wî ji ber guhê min naçe û dudilî dibim. Hema min jî wek haziran bi dengekî bilind got û got “Bijî  gernas R.T.E..”

-Tu bi a min naki lê bawerim tu bûyi mirîdê Lotikxaneciyan ne wilo?

- Xwedê neke...ew þorbecî ne, biji R.T.E û tu sax...!

 

09/02/2009

 

 
 

 

 

 

BENÎÞT Û ERGENEKON….

 

 

Dema ku mirov dixwaze bikeve  nav malperekê, ji wê hin tiþt têne xwestin. Ya herî girîng jî daxwaza endambûyînê ye.

 

Divê cara yekem xalên malperê qebul bike û bibe endam. Piþtî wê gavê wê endambûyîna wî jî bête qebûlkirin.

 

Perdeya reþ li ser wê trajedîya mîrovkuj Ergenekonê vebû.

Yên ku dizanin-nizanin-nasdikin yan nasnakin li ser  diaxivin û dinivîsînîn.

Destê kê di bêrika kê daye tu kes pê nizane.

 

Kûr û dûrîya xwe çiqase?

 

Nayê zanîn lê, gelek têkîlî û agahî derketin holê, di devê xelkê de bûye benîþta rojane û tête cûtin.

 

Ma ewên ku li ser Ergenekonê didin-distînîn û dinivîsînîn, mijara xwe ji kîjan çavkanîyê distînîn?

 

Min ew pirsên xwe ji Ewlîyayekî pirsî:

 

-Seydayê hêja û giranbuha, ev Ergenekon çiye?

 

Pirsên min bersivandin:

 

Rojek ji rojan, dema rojîya 12 Ýmaman bawermendekî mîna te ji min pirs kir û got: „Pîro, dema rojîyê ku mirovek ji destavê derkeve û benîþt bicû tiþtek dibe?“ Min li wî vegerand û hêvî dikim ew bibe bersiva pirsên te jî.

 

Tu dibê dema rojîyê mirovek ji destavê derkeve û benîþt bicû, bi ellahvekîl tiþtek nabe lê hin kes dema ku wî bibînîn ewê bibêjin „gelo ew çi gû ye te xistiye devê xwe û dicû…“

 

21/01/09

 

 

 

 

 

Serpêhatîyên  Mafya Ýsmaîl-3

 

ALO S Ý (Z) KÝMSÝNÝZ..!

 

Rojek ji rojan  gotin min „Li seyarê siwarê, here bajarê Zürîchê, li wir Üstdüzey (mektepsiyasî) yekî me heye bigre û bîne“. Zivistan bû,  ez jî bi rê ketim. Seyara min kevn e, dikim nakim germ nabe. Min xwe bi xwe got „Lawo Ismaîl, eraqê vexwe bila agir têkeve hundurê te“.

 

Min seyare  li ber xwarinxaneyekê rawestand û vexwar, serxoþ bûm û dîsa çûm li seyarê siwar bûm, bi rê ketim.

 

Min dît ku wa polIs li pey min ketine. Nizanim çawa bû min da nav û zû kir. Lê wan mecal nedan min, ew hê zûtir bûbûn. Min li cihekî ku seyare gelekin seyara xwe rawestand, mîna pisîkê laþê xwe bi erdê re kaþ kir û ketim bin kamyonekê.

 

Seyare li ser xezûrê min qeydkirî bû. Min bi telefona dest bi dengekî nizm ji xezûrê xwe re telefon kir, hal mecal û cihê seyarê jê re got û gotê ku ez serxoþim bila ew bê li seyarê xwedî derkeve.

Çendek dem bihurî. Ji tirsa min nekarî ji bin kamyonê derkevim.

Telefona min lê da. Min telefon ji bêrikê xwe derxist.

-Alo ..alo.. dibêjim kes neaxive..

 

Di vê encamê de lingên min cemidî bûn, min his kir ku bi herdu lingên min girtine û min di bin kamyonê de berûpaþ kaþ dikin. Diricifim, sar e, laþê min qeþa girtiye. Ji alîkî ve ji xewê avêtise ser çavê min, ditirsim. Min hewl da xwe û got:

-Alo  sîkîmsînîz…’hûn kî ne?’

 

Çima tu nabêji ew xezurê min e. Tê li wê derê di gel polîsan li min digere û ji min re telefon dike. Dema ku min bersivand ew cihê min bidest dixin û carek din bilasebep ez hatibûm girtin….…

 

25/12/08-

 

 

 

 

 

 

Serpêhatîyên  Mafya Ýsmaîl-2

 

 

"Min bavê hepsê lê ji min re derevçi mebêje"

 

Rojek ji rojan Mafya Ýsmaîl hewl dide xwe da ku bi seyarê ji Almanyayê penaberekî bi qaçaxî derbasî Swîsreyê bike.

Dema ku tixûb derbas dike, polîs li pey dikevin. Þev tarî ye..Ýsmaîl lez û bez dike lê polîs eman nadin wî.

Ew jî bi seyarê dikeve nav malan, wî qaçaxî li wir datîne û seyara xwe li cihekî din radiwestîne, peya bazdide nav daristanan.

 

Xwe dide wî alî-vî alî lê tucarî nikare ji nava daristanan derkeve. Polîs jî peya dikevin pey wî.

 

Wî bi xwe got û got:

- Wallah biryar ya Örgütê (rêxistinê) bû. Lê mirov ji bona dostên xwe goþtê xav

jî dixwe ne wilo! Min jî wê demê ji wan bawer dikir û ew tim li ser piþta min bûn.

Welhasilî kelam, min dît ku ew kûçik di gel segên xwe di tarîya þevê bi lempa

destan li pey min ketine. Ez ê reben bi kîjan alîyê daristanan de bazdim, nikarim ji

nav derkevim. Ji niþka ve bi þûnve vegeriyam teq go û pozê min bi darekê ve zeliqî û

xwîn bû. Hiþê min hat serê min û min xwe bi xwe got: „Lawo Mafya Ismaîl, te daxwaza

örgütê bi cîh anî, te ew zilamên wan derbasî vî alî kir, here teslîm bibe…’’.

Piþtî gotina „teslîmbûnê“ tirs û xofek kete dilê min. Ma þoreþger teslîm dibin…?

 

Min dît ku ew polîs nêzîkî min dibin, min destên xwe berpêþ dirêj kir û gote wan:

-Schuldîgung..! (efu!) aha ez teslîmî we..!

Polîsan ez girtim. Dawîyê mehkeme kirin. Tercumanê min jî li gel min bû.

Dadger ji min pirs kir:

-         Tê gotin tu mafya yi, mirovan qaçax derbas diki û ji wan diravan distîni.

-         Na xêr..

-         Ma ji bo çi tu ji ber polîsan reviyayi?

-         Ez Kurd im. Dema ku li welêt baran dibariya, ser xanîyên me erd bû, av li ser serê me diherikî….

-         Çi elaqa xwe heye, tu derewan diki..

-         Tu dixwazi min bavê hepsê. Lê ji min re derevçî mebêje. Tu nahêli ku ez îfada xwe bidim. Ez Kurd im, min 

gelek îþkence û tade dîtiye. Dema ku ez polîsan dibînim ditirsim û ne di destê min deye bazdidim. Ji bo çi ji ber te narevim!

-         Malbata te, zarokên te hene?

-         Belê. Du hep dixwînin, wê yek ji wan bibe dadger yê din jî dixwaze bibe polîs..

-         Di dinê de tiþtekî halo nabe..! Vê carê te ceza nakim….) 

go û ez berdam…

 

20/11/08

 

 

 

Nivîsên berê

 

 

 

Serpêhatîyên  Mafya Ýsmaîl -1

 

 

QIRIX….

 

Rojekê em li qehwexana Mafîya Ýsmaîl bûn mîvan.. Ew li mitfaxê bû. Ji me re qelî çêdikir.

Em pênç kes bûn, me berê xwe dabû televizyonê û deng û behs guhdar dikir. Ji nîþka ve zilamekî serxoþ

/ew jî qirixek ji qirixê Amedê bû) bi xiþm derî vekir, kete hundur, li hawîrdorê xwe temaþe kir û bi dengekî zirt got:

 

-Li vir zilamek heye navê wî Mafîya Ýsmaîl e, ew kîye lo?

 

Mafîya ÝsmaÎl xencerek mezin di dest da, bi hêrs  ji mitfaxê derket û got:

-Ez im oxlim! Ma laþê te dixuri, zû bêje tu çi dixwazi?

 

Qirixê me çawa ku qet nevexwarîye, bîstek lerizî, sor bû û dev mirî got:

 

-Xalê hêja, dixwazim þûþek bîra ji te tika bikim, mimkun e gelo?

 

-Ha ho…serseran serçavan..

 

Qirixê me têra xwe vexwar û rabû lê nekarîbû rabi ser xwe, go zing û

kete erdê. M.Ýsmaîl hewl da ku wî ji erdê rake, wî dengê xwe bi gotinên ne baþ bilind kir û got:

 

-Lawo ez Kurd kurê Kurd me, bi xwe dikarim ji erdê rabim cîgerim..

 

M.Ýsmaîl rahiþt laþê wî, ew da bin çengên xwe û danî ber derî.

Di wê encamê de wî hewl da ku kulmekê bavêje M.Ýsmaîl.

 

M.Ýsmaîl bi hêrs ket, pîhnek li wî da û got:

 

-Ma ez ne Kurd im .. kurê kerê me.!

 

Qirixê me bi lez bi rê ket û got:

 

-Dîyarbekirspor sifir, min di qulpa qûna te nîyo …Erzînganspor yek..

       --------------------

 

HAÞ NABIM!

 

Carcaran diçim nav daristanan. Li wê derê bala xwe didim tebiatê.  Rojek ji rojan bûyerek ecêb çêbû.

Tenê bûm, li ser zinareki rûniþtim û min pariyek nan ji tûrikê xwe derxist ku bixwim. Kevokek hat li

pêþ çavên min hêwiri. Nan di destê min de bû, min dixwest ew wi nani ji destê min bigire.

Lê min gelek hevl da xwe û kir nekir ew ditirsiya û nêziki min nebû. Min nan hûr kir û li

erdê axme kir. Çend kevokên din li wir zêde bûn lê ecêba ji ecêbtir, ji niþkava çend çûcik

peyda bûn û bi zû ew nanê pari ji ber kevokan hilgirtin û mina teyrên baz firiyan.

 

Min dit ku kevok ji wi nani bêpar man, gelek li ber ketim. Min carek din nan hûr kir, li ber kevokan axme

kir lê nafile! Çûçikan carek din êriþ kirin û ew nan ji ber kevokan girtin û li çihên asê hêwirin.

 

Ma jiyan ne ew e!

Ewên ku dikarin bi têkoþeri û bê tirs bilivin, ewê biserkevin! Divê dilê çûkan mina dilê bazan be…

…….

Dixwazim ji bili vê li ser bûyera birêz Ahmet Turk û partiya wi rawestim.

Min efû bike kek Ahmet, bilasebeb xwe ji giramiyê danexe…

Ew çi gotine, kevok ango baz bûyin? Ma Kurd kengi ji mêraniyê ketin?

Ma ew partiya serban?

Ýmrali dibêji daxili Ergenekonê mebin. Tu ji wek me dibêji na û têkel dibi.

Kekê min, ew partiya serban bin ban nakeve serê min…

Lê divê hemi Kurd daxili Ergenekonê bin û hesabên wan þehidan, talan û wêrankirina gundan,

bi sêwihiþtina zarokan lê bipirsin!

……..

Serokê DEP a berê ji li xwe mukir hat. Ew nameya ku ji Tansu Çiller/ê ra rêkiriye,  dubare diweþine û loman

ji wê dike ku ji bo çi ’’ 11.têrmeh.1993 an de ew brifinga ku sererkanê Tirk daye wê,  Özgür gundem

û Aydinlik dawet nekiriye, ew þerma demoqrsiyê ye…’’uhwd.

Ma çi demokrasi çi hal. Ew çeteyên Çilerê bûn fermana Kurdan dan! Özgür gündem diyare. lê ma bi te ketiye

tu bi navê Aydinlikê ji loman diki?

Gelo serokê Aydinlikê ew qûnek Doðu Perinçek ne serokê Ergenekonê ye ji?

Bila xwedê tu kesi þaþ neke!..

Dizanim disa haþ nebûm û min qisûr kir!

Bi va gotinan ez daxili karê dewleta kûr û Ergenekonê bûm!

Wesiyetên min li jêr hatine rêzkirin. Hûn û bextê xwe….

…….

 

 

Mijara min ya qalkirinê li ser baweriya oli û mirinê ji heye....

Min ji hevaleki xwe re bêjtina berê ya pêþverû got. Tê gotin; dema ku mirov dimire ji ji destê olperestan

azad nabe. Ewê wi meyti li gor regezeyên xwe têxin çalê.

Hevalê min dev bi ken bersiv da min..

-Bira, hê ku ez saxim dixwazim hosi (wesiyet kirin) bikim. Bila melleyê gundi min binerd

neke. Melleyê bajari çêtire…

Min bi ecêbmayi ji wi pirs kir:

-Ma ji bo çi ?

Li min vegerand..

-Dema ku mirov bimire, melle wi berav dikin û tili davêjin qûnê. Destên melleyên gundi

bi cedewi (nasir) û tiliyê wan stûr in..

Destên melleyên bajari bi lepik û nermik in û ew rûn li tiliyên xwe dikin..

 

Kek Ahmet!

 

Dema ku tu li pey partiya serban kevi, ma kew bi çi baz bi çi?

Ma qiyamet rabûye! Ji bili Ýmraliyê hûn nikarin gelê xwe ji neheqi, xirabi û bêdadiyê rizgar bikin?

Gelo ma umrê ewê Imraliyê hezar sale?

 

Em li bin bandora oli û rêberên mabest xirab hincirin. Kevokbûyin û bazbûyin ji bo me ferq nine!

Hê ku ez ji sax im, bila wa ji hosiyê min be..Ew partiya serban û netêkeliya Ergenekonê, ewê mirovan

bike qûnek. Vaye umrê min bu 55 û min heya iro xwe parast!

Ne partiya serban, ne ola islami û ne ji tili xwarin! Laþê min ji agir hatiye afirandin!

Bila meytê min biþewitinin..

 

02/09/08-

 

 

 

 EWLIYA?

 

(Ew kesên ku  wek Ewliya-Bektaþî-Pîr û Dede têne bi nav kirin,ew Felsefa  Elewiyan bi rêve

dibin, wek rêber derdikevin pêþ bawermendên xwe û gotinên xwe wêrek û bi vekirî dibêjin.

Lê mirov li ser hin bûyer û çalakiyên wan ji kena zikopiþto dibe.Ew tiþtên ku ez li vê derê

dinivisînim bila wek hesûdî û tawanbarî neyê hesibandin…)

 

1-   HÜ!!  HEQ AÞKINA!

 

Di sala 1954 an de li Gundekî Dêrsimê ewliyayek navê  xwe Ýsmail Dede (Ýsê Xecê) ye.

Mirovekî diltenik û xwedî itiqat bûye.

Hin gundê biryar digirin û gotinên xwe dikin wek hev û dibêjin: Pîro! Em terin Cem digiri (Ji bo

 Elewiyan ayîna olî ye), wî dixapînin, li gel xwe dibin Xarpitê (Elazið) û terin pawyonê. Li havîrdora

maseyek têr û tijî xwarin û vexwarin kom dibin. Li ser dikê hêdî hêdî muzîk lê dide.Bi rituala müzikê

dansörek (mêr) direqise û sitranan dilorîne. Di wê encamê de bi çepikên mîvanan çengî dest bi dansê

dike. Dede Ýsmail bi awayekî ku Semah tê girtin ji cihê xwe radibe û ber bi dikê ve tere û bi hestên itiqatî dike hawar..

-Hü! Heq Aþkina ,heq aþkina Yavrûûûûûûmmmmm! 

Ta ku sermest dibe..

Gundi 2 zêr ji bêrika wî derdixînin, heqê pawyonê didin û bi þûnve vedigerin…

 

+++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++

 

 

2-Navê min ker e

 

 

Rojek ji rojan ewliyayek ji rêyek dûr tê mala talip’ekî (murîd). Xortê malê ji kaniyê avê tîne û li dest

û lingên Pîr dike. Malxweya malê þîvê amade dike..Dema razanê camêrî malê dike nake bi malxweya

xwe nakin serê hevdu..Camêr berê xwe dide Bektaþî…

 

-Ewliyayê meyî eziz, dixwazi em ji bo te doþekekê daynin oda Pitê ango li vê odê raxînin..

 

Bektaþî xwe bi xwe raman dike „Li oda Pitê xev ji bo min heram be..nabe..ewê bigrî..ezê rehet nekim“

-Doþekekê daynin vê derê ezê li vir xew bikim..

-Baþe serseran û ser çavan..

 

Welhasil, ya Bektaþî dibe.

 

Dibe sibeh. Bektaþî derdikeve ber derê malê. Di wê encamê de qîzek bedew û devbiken ji kaniyê

avê dikþîne û sibexêrekê dide Bektaþî.

 

-Ewliyayê me, keremke dest û rûyê xwe biþo..

 

Bektaþî heyirî û bi þaþmî ji wê pirs dike..

 

-Hu! Horiya delal, navê te çiye ez qurban!?

 

-Navê min  Pitê ye mamo! Ma, navê te bi xêr?

 

Bektaþî li serê  xwe dixe û bi þaþmitî dibêje:

 

-Navê min ker e, keeerrrrr!

 

 

^+++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++

 

 

3-Lanet lê anîn

 

Dîsa ji rojan rojek ewliyayek tê mala talip’ê xwe.. Camêrê malê li malê nîne. Piþti xêrhatin û destmaçîkirinê

malxweya malê bang qîza xwe dike:

 

-Qîza min, ezê xwarinê amade bikim tu jî here kaniyê avê bîne dest û lingên Pîrê me biþû..

Qiza malê lingên Pîr mist dide, berav dike û dibêje:

 

-Dayê, ka were binêre va lingên Pîrê me jî jar bunê, çiqas zirav bûne mina lingên wi segê ber derî.

 

Pîr aciz dibe lê ji aliyê din dengê malxweya malê bilind dibe:

 

-Qiza min tiþtek nabe. Dema qurbanê ye, ewê van rojan bi goþt û qelîya berxan biperçive bibe beraz.

 

Pîr ji ber van gotinan gelek aciz dibe, bi qehir ji malê derdikeve û berê xwe dide gundekî din..Lê di

wê encama ku bi rê dikeve ew û talipê xwe rastberî hev dibin.

 

Talip þelagê êzingan datîne erdê û diçe dest û lingên Pîr..Ji ber gotinên jin û qîza wi lanet li malê anîye û

nahêle ku ew dest û lingan ramîse. Talip jê pirs dike:

-Pîro ma te xêr e, tiþtek qewimîye?

 

Pîr serê xwe xwar dike û devmirî dibêje:

 

-Talipê min ez hatim ku diayeki xêrê bidim te û mala te. Qîza te ez kirim seg û jina te ji

ez kirim beraz, û min lanet li mala te anî …

 

Talip bi ken li ber digere:

 

-Ma pîro, pîro! Qey tu kerî xwe dadixîni dewsa wan!

 

 

 

+++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++

 

 

4- Zêdeye lo, ma xuþka min piçek îkram nake!

 

Çend sal berê ewliyayek bûbû mîvanê min. Pîro kalemêrek bê jin û þermoke bû. Min ew derxist geþta

kolanên bajarê Baselê û li gora derfetê xwe gerand.Herî dawiyê min berê wî da rêya malê,lê dema ku

min li awirên wî temaþe kir, ew jî rawestiya û bi awayekî bêgihan li xwe mikur hat got û got:

-Ev bajarê han wek bihuþt e. Ew jin tev wek horî û melek in. Omrê min bu þêþt û þeþ lê min

ew tiþt di xemna xwe de nediye.Ji te tika dikim min bibe gel qîzên Rûsî..Diravên min hene,

 lê ziman nizanim. Alikariya min bike..

-Ser seran, ser çavan..

 

Welhasil, em çûn barê.(Cihê ku eraq tê vexwarin û jinên Rûsî tê de henin)

 

Pîro bi qîzekê qaîl bû û min li ser navê Pîro bi wê ra bazarî kir. Pîro ji min pirs kir:

 

-Ma ew melekeya wxedê çi dixwaze?

 

-Pîro, ew dibê ku bila li vêderê þûþeyek Pikolo (eraq bi diravê Swîsre 45 Frank)veke.

Piþtre emê derkevin taxa jorîn, sed frank.

 

Pîro sor bû, matmayî ma. Çavên xwe beq kir, simêl bada û gote min:

-Zêdeye lo! Ma xuþka min piçek îkram nake..!

 

22/07/2008

 

 

 

Qijnikên Saddam û dêlegura Canan xanim

 

 Bila xwedê  têra xwe bide wan! Ewên ku ji ber qijnikan tiro û viro bûne…

Tê gotin ku parlamena CHP a Izmirê  Dr.Canan Aritman li gor lêkolîn û lêgerinên xwe yên taybetî,

 iddîa dike ku ew vîrûsên ku bi navê  „nexweþiya kongo kirim“ tê binavkirin, ew qijnikên ajan in û wek

çekên bîyolojîk di dema Saddam de li mijulgehê hatine afirandin. Piþtî ku ABD  Irak dagîr kir. ew qijnik

 li Tirkiyê peyda bûn û bi kê vedan tirr jê berdan…

 

Hey jina qûnekan, min Saddam bera ser te dayê,ger tu van tiþtan ji kûr û dûr dizani, ji bo çi te wê demê dengê xwe bilind nekir haa!

 

(Ji ber ku min devê xwe pîs kir ez lêborîna xwe ji we xwendevanên xwe dixwazim!

Lê qardaþim, dixwazim piçek dilê xwe rehet bikim û piþtre ezê devê xwe bi sabûnê biþom)

 

Ez dibê te bawer dikir ku wê ew qijnik mîna tofana Helepçê bibin bela serê Kurdan, ji ber wê te dengê

xwe nedikir newlo Canan xanim?

 

Ewên ku rabûne ji bo biratiya gelan, aþitî û demoqrasiyê qûna we alastin, min serê wan teva di qûna

te xistê, madem te zanîbû ew qijnik ajan û vîrûsên Saddam im, çima te nekir qêrîn û hewar û serê bavê

xwe nexist xwe haa! Ma Kurd ne insan bûn?

 

Nizanim ji jana dilê xwe re çi bêjim..Mixabin ew qijnik ji min re jî bûne serêþ. Serê minî zelût dixuri.

 Lê ezê serê xwe yî zelût li gel qijnikan di qûna te xînim Canan xanim. Belkî hema bi xêra vê lotikê çend

 ta por di serê minî zelût de þîn bên gidî!

Ê de bêje ha, ka qijnikên Saddam li ku ne yawrûmmmmmmmm!?

 

30/06/2008

 

 

 

Ma êdî ne bes e!

 

Hebû carek ji caran, xêr û xweþî bibarin li hazir û guhdaran. Jinek xwedî çar zarok hebû..

 

Wê jina delal û kedkar dikir nedikir nedikarî ji sedema fort û peyagiriyê mêrê xwe debara malê bikirana..

 

Rojek ji rojan di berbanga sibê de ew malxwêya bê siud ji malê dûr dikevi û berê xwe dide bajêr. Peya bi

rê dikeve û di gel tariya þevê dadikeve nav kolanan.

Xwe bi xwe dibêji.“Wîîî, min bi destê xwe mala xwe xira kir Niha li va kolanan bi kuve herim!“ û

 xewek giran dikeve ser û nahêli ku ew çavên xwe veke..

 

Diçi hotêlê. Hotel wek xane. Xwediyê hotêlê jî kalemêrek e. Ji xwediyê hotêlê tika dike:

-Yabo! Ez ketime bextê te. Ez ji gund têm, ji fort û peyagiriya zilamê xwe direvim.

 Li van kolanan xerib im.

 

-Xwiþka min, hemi odeyên hotêlê dagirtî ne. Lê li taxa jor odeyek heye têde zilameki

din radizê. Va ye hefteyek derbaz bûye û ew  winda ye. Dixwazi îþev oda wî bidim te. Sibê xwedê kerîm e.

 

-Xwedê ji te razî be.

 

Jinika reben xwe davêje oda wî dînî û dikevi xewê. Ji niþka ve derî vedibe û ew dînik dikeve hundurê odê.

Jinik bi tirs hiþyar dibe û bi çavên tevxew jê tika dike:

 

-Birako, ez ji bêxeviyê gêj bûme. Bela xwe li min mede.

 

Mêrikê dîn xwe davêji erdê û piþta xwe dide dîwêr, dikeve xewê. Ji niþka ve dengê xwe bilind dike:

 

-Ezê  wisa bikim!

 

Jinik ji xev çavên xwe giran vedike û jê tika dike:

 

-Birako, ez ketime bextê te. Ez  jinek  xwedanê çar zaroka me, qêmiþ min meke Niha

 çendek din wê bibe sibe, ezê berê xwe bidim rêya malê.

 

Ewê dînik dîsa çavên xwe digiri û bêdeng dimîni. Piþtî çendekî ku jinik dikevi xeweke kûr û giran, ew dengê xwe bilind dike:

-Ezê ha û ha bikim!

Jinika reben dîsa çavên xwe vedike, li ber digere û jê tika dike:

 

-Birayê delal, bela xwe ji min veke.

 

Werhasilî kelam, heya sibê ew duriþm dubare dibe û jinik bê xew dibetili û gêj dibe. Dema ku ewê dîn

dîsa bêjtina xwe dubare dike, jinik ji acizbûnê dengê xwe bilind dike:

 

-Ma êdi ne bes e! Bila Xwedê bela xwe bide te, de were çi diki bike.

 

Ewê dînik ji erdê radibe, berê xwe dide jinikê û dibêje:

 

- Wiþþþþþþ!

 

Belêêê! Ew bûyerên ku hatibûn serê wê jina reben, bi awayekî din li Kurdistana bakur hatin serê me.

 

Avdilla Efendi bi fort u peyagiriyê rabû û da nav….

Go u got:

-Kurdistanek sosyalîst, azad û serxbiwxe..

-         Komara Demokratîk

-         Konfederalîzm û civata ekolojîk…

-          

Ma êdi ne bes e! Belayê Xwedê, kerem ke çi diki bike.

 

Ez  xeletî û kêmasiyên K.Marx serrast dikim“ filan û bêvan.

 

 

Dinya alem gihiþt ser mars ê, tu xwe diþibîni Marx. Helal be ji te re lê

êdî bes e qardaþim!

 

23/06/2008

 

 

 

MIN ÇI GOT WÎ DUBARE KIR

 

Min hevalek heye navê wî ji Adil e .Adil her salê dema ku dibistan têne girtin ew rebenê xwedê jî di gel

malbata xwe bi trambêlê derdikevi tatilê û rêwîtîya dûr û dirêj heya Erzinganê..

Ji ber ku rê dûr e carcaran li hin deran radiwestin.Ew jî trambêla xwe li Bûlgaristanê radiwestîni û diçe avdestxanê.

Li wê derê zilamekî din jî ji alîkî avê dirjîni, ji aliyê din bi telefonê bi jina xwe re diaxivi.

-Merhaba!

Dema ku merhaba dibêji, Adil lê vedigerîni, ew nizani ku ew zilam bi telefona desta bi jina xwe re diaxivi.

- Merhaba!

- Wey merhaba!

- Çawayi canê min!

- Baþim canê min!

- Lawo huþ be!

- Tu huþ be laooooo!

Ew zilamê ku bi telefonê diaxivi carek din ji jina xwe re dibêji:

- Li vir yekî bêhiþ (piluç) heye, ez çi dibêjim ew dubare diki. Ezê piþtre li te bigerim heyatim.

- Tu yî bêhiþ! Qe tu deran ve neçe, li ber derê tuwaletê li benda min be ez hatim..

- Lez ke..

Adilê reben bi lez derdikevi ber derî, lê hiþê wî tê serê wî û diçi dikevi nav daristanekê xwe vediþêri û ji dûr

ve li tuwaletê temaþe diki.Di wê encamê de zilamek berbi derê tuwaletê ve diçi

Adil dixwezi bang bikê û jêre bêji lê ji niþkave ew zilamê wek Qirase ji tuwaletê derdikevi û gelek bi hêrs bi

qirika wî zilami digiri, dike bin xwe û lêdidi....

Adil bi tirs ji nav daristanê derdikevi ku wan ji hev biki.Ew qiraseyê çavsor ewê din li erdê dihêli û berê xwe

dide Adil, wan davê ser hev û bi pihnan lê didi. Bîhn û pixek pîs bi ser wan dikevi.. Ewê qirase destê xwe dike

ber pozê xwe û piçek ji wan dûr dikevi û dibêji:

- Lawo ewê ku bi lêdanê bi xwe de gû kiriye ew bêguneh e. Ewê din jî ka mêre bila baz nede..

û ew bi xwe ji wir baz didi diçi......

 

05/06/2008

 

 

Ma tu min nas naki?

 

Hin Kurdên me her demê ji bo berjewendiyên xwe bûne sosret, mîna bûyera (Mahmûtkî û Etmankî)

Riwayet dibe…

Par ji wan þexsiyetan dengbêjekek diçe Kurdistana Baþûr.Çend rojan dibe mîvan û dibîne ku wek hunermend

bala tu kesî nakþîne.Gelek aciz dibe..

Dadikeve sûkê,dikan û dikan digere. Wek zilamekî di rêzê de..

Îcar xwe bi xwe dibêje:

-Lawo ma ev jî hal e! Hûn çawa dengbêjekî wek min nasnakin? Ez her roj derdiketim med TV û gelek mirov bi

telefonê têkilî bernameyên min dibûn, hella hellaaaaa!

Piþtî demek kin dikeve dikanekê û dixwazi ji bo xwe qutikekî sor bikire.

-Xalo heqê vî qutikê sor çiqase?

-(Bi hêrs) Çil wereqe bavê min..!

-(Bi ecêbmayi) Ma xalo tu min nas naki?

 

-Çawa te nas nakim, ker kurê kerê! Min ji bo te televizyona xwe þikand! De bicehimeeeeeeeee!

 

05/05/2008

 

 

Kem-Al-Îzm

Wîî.. tê de bimîzim!

Ew kîye lo?

 

Ez nexweþ bûm û çûbûm nexweþxanê.

Hekîm piþtî ku laþê min miayene kir gote min:

-Vîrûs (mikrob) ketiye te…!

-Ma ez computer im hekîm beg?

Bi ken gote min:

- Ji sedema îdeolojiyên welatên zordest av, hewa û tabiat û jiyana mirovan xira bû..Lawir, teyr û tilûr û

mirov nexweþ ketin..Ji hin nexweþiyên berê re derman hat dîtin, lê îro gelek nexweþiyên din pêda bûne ku

 em wanan wek vîrûs bi nav dikin..

-Ma hekim beg..Te got  ji sedema îdeolojiyên welatên zordest….  Çi peywendiya xwe bi mîkroban re heye?

-Minak: Kemalîzm.. Wek vîrûsekê ketiye serê hin rêber û rêxistinên Kurdên bakur..(Apo..DTP u Aysel Tuðluk….)

-Kemalizm? Wîî… ez têde bimîzim..ew çiye lo?

-Ma tu nizani..?

-Na xêr..!

-M.Kemalê nîjadperest û mirovkuj rabû lotikek mezin li Laz, Çerkez, Fileh (Ermenî) û Kurdan xist. Li ser xwina

gelan komara Tirkî ava kir. Ew bi xwe qûnek bû.. Piþtî mirina wî rêhevalên wi yên qûnek rabûn ji termê wî re

abîdeyek çêkirin.. Peykerên wî li herderê danîn..

-Ji bo çi.? Li gor ramanî û baweriya misilmaniyê çêkirina sûret û peykeran ne qedexeye?

-Belê, qedexeye..Lê rîwayetek heye. Di wê dema ku ew dimire hin kes ji mirina wî bawer nakin.. Ji mirovekî pîr û

 kal (Bektaþî) pirs dikin.Dîsa di eynî rojan de jinek bîrva te re (bê hiþ dikeve) dikin nakin ranabe, ji ber wê dûriþmê

diçin ba Bektaþî.. Bektaþi hemi mirovên ku di odê dene derdixe der û bi tenê di odê de li gel jinikê dimîne..Piþtî demek

kurt jinik þiyar dibe..

Mirovekî di rêzê de piþtî wê xweþbûna jinikê meraq dike û ji Bektaþî pirs dike:

-Ho ewliya! Ma te çawa kir ku ew jin ji mirinê azad kir? Ho Ewliya..! Em dizanin ku tu xwedî kerameti..Te bi kerametên

xwe gelek gernas ji destê Azrail azat kiriye.. tu û bextê te..

-Huþ lawo, çi keramet çi hal! Min dît ku ew bîrve çûye, nemirîye, min kir wê û ew sax bû..

Piþti wê rîwayetê ew mirovê ku di rêzê de ye seh dike ku Atatirk ji miriye..  Diçe keramet û kirinên Bektaþî li

hawîrdor belav dike..

Tê gotin waye 7o sale milet li ser abîdeyê Atatirk dicivin, dikin wî nakin wî ew ranabe!

Ma ev çi vîrûse ketiye qûna we Kurdan yabo? Çima hûn dixwazin wê gemarê li serê me bipêçin?

 

 

 

 

HEVAL!?

 

Hin Kurdên me ji carna gelek ecêb in..

Ji ecêban ji ecêbtir in..

Rojek ji rojan Evdo bi mebesta qampanya ji mirovekî di rêzê û belengaz dirav xwestibûn. Ew ne endam û alîgirê wan

bû..Bi vekirî dûriþma xwe ji wan re beyan dike. Dike nake dibîni ku bêçare ye. Hate gel min û hal û mecal gote min.

Di demek kin de min bi berpirsiyarê wanî herêmî re têkilî danî û li xwarinxaneyekê em hatin ba hev.

Bi wê dîtinê belengazê me gelek bi hêrs bû, got û got.

-Ma tu fedî naki ji jina xwe re, ji zarokê xwe re, ji dê û bav û dost û dijminê xwe re, kî bê pêþ te jê re dibêji heval!

-Heval, heval ne gotinek xirab e..

Kêr li ser sifrê hebûn..Rahiþt kêrekê û danî ber wî û got:

-Ha ji te re kêrê li ser dilê min bixe û min bikuje, lê ez heyrana çavên te ji min re nebêje heval !

-Tu çawa dixwazi bila wek te be heval.. !

 

23/03/2008

 

 

 

Di nav qal û qîrê de

 

 Ýro li her derê qal û qîra Arnawûd an yên Kosovayîya ye..Ew qala serxwebûna xwe dikin û ewê bigihijin azadiya xwe.

Lê ew aqil û zanîn ne yê wan bi xwe ye..

Arnawûd neviyên Osmaniyan û misilman in.Di van salên dawiyê de li herderê Ewrûpa belav bûbûn û tucarî jî ne

dihatin hezkirinê..Ji ber ku dizî-derew û zorbetî karê wan bû..

Em bibêjin û nebêjin jî xwedê karê wan rast kiriye..Bila ser xêrê be!..

Rojek ji rojan hebû tunebû padîþahekî dilnerm û ruken hebû.. Rojekê padîþah awirên xwe tahl dike û histuxwar

her destên xwe li paþ xwe ve girê dide û di qesrê de tê vî alî û diçe wî alî. Wezîrekî wî û gelek bi aqil heye..Li rewþa padiþah

dinêri û gunehê xwe pê tê..Diçe gel wî û jê pirs dike:

-Ya hezretî padiþah,tu hukimranî li welatê me û herderê diki, ma te xêr e?

Padîþah ji niþka ve veciniqî û ji wezîrê xwe re dibêji :

-Lawo! Derdê min giran e..

-Birêz padiþahê min, xwedê derd nede,ma çi qevimiye?

-Þeva din wek her þevê çûm malê û ketim paþila malxeya xwe, min jê xwest, wê berê xwe ji min

guherand û got ez nadim..Min kir nekir bi wê ra nekarîbû bikevim minasebeta cinsî..û hew..

Wezîr xwe wirde û virde dide û dibersivîni:

-Ger tu îþev jî ket paþila xatunê, ewê dîsa berê xwe ji te buguheri û nede..Tu jî bibêje wê niha

tu pêra nedi min ezê karê xwe paþûpê bikim..

Wê þevê padiþah dîsa xatûnê hembêz dike û jê dixwazi..Xatûn berê xwe diguheri û nade..

Padîþah jê re dibêji « madem ku tu ji pêþ nadi min, ezê di qûna te kim.. »

Xatûn bi ecêpmayî radibi û dibêji:

-Vaye bîst salin ez bi tera me..Camêr ew aqil ne aqilê te ye. Ka tu jî ji min re rastiyê bêje,

ezê jî te ji wê daxwazîyê mehrûm nekim..

Piþti ku padîþah hal û mecala xwe ji xatûnê re dibêji, xatûn dibê:

-Ji îro pê de divê ew wezîrê te ji vir bicehime here..

Padîþah bê çare rê dide wezirê xwe û wezîr rojekê berbanga sibê kerê xwe dajo ber pencereya xatûnê.

Li wê derê heqîvê datîni ser piþta kerê û pertalê xwe tev dike alîkî heqîvê..Heqîv giran dibe û bar li erdê dikevi.

Vê carê hemi pertalê xwe dike aliyê din..Dîsa bar dadikevi erdê.Di wê encamê de xanima padîþah jî di pencerê

de li halê wezîr dinêri û dikeni, ji wî re dibêji:

-Lawo bê aqil û bê marîfet. Ma tu nîv û nîv pertalê xwe parveyî heqîvê biki û nîv heqîvê dagiri,

 ji bo çi hemi pertalên xwe diki alîkî.. !

Wezîr dibersivîni:

-Emman xanima min..Min jî aqil da padîþah û gote wî ji pêþiyê derxîne bike paþiyê..Ka binêre çi hate serê

 min.Ezê ji vir koç bikim herim…

Mijara me li ser rewþa Arnawûdan bû.. Belê, ew aqil ne yê wan e. Alaya Amerîkî û Yekîtîya Ewrupa di destê wanan de

wek remzek giring e.Li gor dilê xwe welatan perçe perçe dikin û dawîyê jî dixin bin hikimraniya xwe..

Ew ne serxwebûn û ne jî azadî ye..

Nizanim wê halê me Kurdan di nav  wê qal û qira Tirk,Ereb û Ecemên xêrnexwaz de çawa be.

 

23/02/2008

 

 

 

DAXWAZ Û MEBEST CUDA YE!..

 

 

 Çirokên Gelan hînker û dersdarin.Dema ku mirovek dîroka çand, huner û jiyana gelê xwe nas bike,çîrokan bizanibe,

ewê ji zanistiyê mehrûm nemîni...

Naxwazim gotinên xwe serzêde bikim.. Lê ji bo we çend pirsên min hene..

Gelo we îro kîjan Film ango listika þano temaþe kir?

-         Em li ku film û þano temaþekirin li ku..

-         Ma di van rojên dawiyê de we çend pirtûk xwendin?

-         Min sê çar pirtûk kirîne lê wek her carê avêt quncikek malê da ku zarok bixwînin..ew jî nehatin xwendinê..

Rastî jî ev e..Her car wê ev pirsên min bê bersiv bimînin..

Ma ew mirovên ku naxwînin wê çawa bi pêþkevin?

Îro di rojhelata navîn de welatên mêtingehkar li ser serê me Kurdan gelek dek û dolaban dizivirînin..

Ne bi zanînê be emê tucari nikaribin xwe ji wê tengasiyê rizgar bikin..

Ýro rewþa K.baþûr bi alîkariya Amerikayê hatiye guhertin. Lê daxwaz û mebesta Amerîkayê cuda ye..Mina çirokên rojdîtî..

Tê gotin: Zilameki Ereb dike ku bikute dundilê (hêþtirê). Lê dundil ji wî bilindtiri û diki naki xwe nagihîni wê....

Ew li paþ dundilê keviran kom diki û derdikevi ser qurça keviran ku têxe dundilê, dundil nasekini û bi rê dikevi.

Çend caran wisan keviran qurç dike lê dundil ranawesti..Camêr bi wi awayî daxwaz û mebesta xwe nikari bîni cih.

Di destpêkê heya dema dawiyê Jinek ji dûr ve li wî û halê wî dinêri..Gunehê xwe pê tê û derdikevi holê û xwe pêþê diki..

Camêr dîsa keviran li paþ dundilê dide berhev, hildikiþi ser qurça keviran lê dundil nasekini û bi rê dikevi..

Di wê encamê di mêrik jî jinikê dibîni û jê ri dibêji:

-Ma tu dikari jii kerema xwe serê vê dundilê bigiri, ezê karê xwe bikim..!

Daxwaz û mebesta Amerika bi tenê ji bo mesleheta Amerika ye û cuda ye..

Her tim ji xwe re þirîkekî dibîni û ji bo daxwaz û mebesta xwe bi kar tîni.. Dema ku Amerika bixwazi bikevi nav

kar û barê welatekî, serokên Amerika dibêjin “Niha emê herin filan welatî, emê demokrasî û azadiyê, aþtiyê li

gel xwe bibin”. Heya niha jî hat dîtin û jiyandin ku potînên Amerika li kîjan axê ket, ewder wêran bû, gel ma dil û

bende, tî û birçî, jar û çav bi girî..

Di roj hilata navîn û welatên din de Amerika dixwazi bikute dundilê..(Dundil dewlemendiya sererd û binerdê wan

welatan e..Wek çand, namûs û heyiyên bîhnpakî..) Ji bo wê li gor daxwaz û mebesta xwe her ji xwe re þirîkekî dibini û jê tika diki.

-Ji kerema xwe tu dikari hefsarê vê dundilê bigiri..?

Dema ku hefsar xist destê xwe..gidîîîîî ...hal yemane...!

Hefsarê kê di destê kê de ye..? Ne hevceye em ji mijarê dûr herin..

A. Ocalan dibêji “Partiya min ketiye bin destê Mam Celal û Kek Mesut!”

-Ma te nedigot: “Ew kevneperest in, þirikê Emperyalizmê ne..!”

Ger ez þaþ nebim partiya te di bin hikmê TSK de ye..

-Lawo hey xwedê jê re nehiþto! Te digot ji Kurdistanek sosyalist, serbixwe û azad kêmtir naxwazim..Û mirîdên te

jî digotin:‘Bijî serokê netewi..!” Efû..Nedigotin bijî Kurd û Kurdistan..!!!

Bi baweriya xwe sond dixwim ku daxwaz û mebesta te ji daxwazên gelê Kurd dûr in....

Xwedêgiravî heya ku em Kurd van çerx û dolaban hîn bibin,divê bi hezaran pirtûkan bixwînin û neh carî jî ola xwe

 biguherînin ku em bigihin daxwaz û mebesta xweyî netewî....

 18/01/2009

 

GUR Û ROVÎ

 

Di va rojên dawiyê de Romî bi însaf û merhamet bûn (!), dev ji galegala terorîzmê berdan û gotin: Bila zimanê

Kurdî jî wek zimanên biyani; Elmani,Fransizî û Englizî di dibistanên me de bibe zimaneki hînbûnê..

Ya starrr!...Na ev dibe..!

Bi serê we di dinê de nabe!?

Ewa bênamûsan henekên xwe bi me dikin..Bi hestên me dileyizin..Ezê bi xeyidim haaa!...Va ye dawiya dinê

hatiye, qiyamet e.. Heya îro negotine ku “hûn jî mirov in” ma ew çi gotin e, çi berketin e..!

Ne hevceye ku bikevim dewsa wan û bi wan re devjeniyê bikim..

Divê Kurdên meyî bakur piçek çavên xwe vekin û rastiya vê lîstikê bibînin, can û malên xwe jî ji

destê heþtpêyên romi rizgar bikin...

Ev bûyerên ku îro diqewimin mîna bûyera gur û rovî ye...

Tê gotin ji rojan rojek sar, rovî li nav daristanan ji xwe re li xwarinê digeri û derdikevi nêçirê..Kuna xwe wir

de û vir de dike..Gelek digeri lê di dawiyê di çi bibîni.. Eve tilorê beranekî bi guliyê darê ve hatiye darxistin.

. Lê jê re teqemenî jî girêdane.. Rovî bêçare sed-dused metre ji wir dûr dikevi..Li ser rê xwe davêji erdê û

diponiji.Di wê encamê de ji niþka ve gur peyda dibi..Gur him goþt dibîni, him jî dûriþma rovî. Heyirî ji rovi dipirse:

-Ma birayê delal çima xwe ji dayina xwedê mehrum diki? Tu nabîni eve bi guliyên darê ve tilorên beraneki darde kirine!

Rovî dilvekirî dibersivîni:

-Birayê min î ezîz, ez bi rojî me..Tu keremke bixwe..

Gur bi lez û bez xwe davêji guliyê darê da ku tilorên beran bidevxîni..Di vê encamê de peqînek çêdibe..

Gur brîndar dikevi û dike nale nal..Piþti ku toz û dûman ji ber asûmanan bi hewa dikevin, gur dibîni ku eve

rovî li ser tilorên beran rawestiyaye û bi kêf dixwe..

Gur brîndare û bi zikekî birçî dike qêre qêr..

-Ma bênamus, te negote min ez bi rojî me?

-Birako, bilasedem heqeretan li min meke, ezê bixeyidim haaa!.. Berî niha te nebihîst ku topa fitarê peqiya..!

Belê.. Biratîya Romî û ya Kurdan mîna biratîya gur û rovî ye..

Ew tim û tim bi me Kurdan dileyizin.. Hêvîyên me diþikînin,bi pêþeroja me dileyizin...

Çi birati û çi hal!

Ma we xweþgotinên çepên romiyan nexwendin?

Dibêjin ku.. ‘Em ji bazara Tirkan û ji bazirganên wan her tiþtekî dikirin..Û diravên me naçin ji PKK re’ (Kurdan)

Dîsa dîrok xwe dubare dike..Ewê bêjin em bi rojî ne.. Emê serê xwe û laþê xwe bi tundî têxin nav bûyeran û teqemenî

çêbibe.. Vê carê ne topa fitarê, lê wê ji me ra bibe topa mirinê û tevkuþtinê..

 

 17/12/2007-Swîsre

 

 

Bê rê!

 

Bîr û baweriya Zerdeþt rê nade kujtina mirov,lawir, teyr û tebiatê... Ango meriv dikare rehet bibêji Kurdên

eslî,dilvekirî û dilînî  þer naxwazin... Lê di gel êriþên heþtpê û dijvar mane bêrê û bê çare, bi mêrxasi canê xwe û

welatê xwe diparêzin..

Enînûsa Kurdan e: Ji wan re terorîst, eþqiya tê gotin..Ew bi xwe ji hevûdu re asteng in...Tê gotin ‘Kurmê darê ji

darê nebe dar hiþk  (pûç) nabe..’

Ýro Romiyên devqirêj û destxwin ji bo mabestên xwe ji xwe re PKK kirine bahane û dixwazin bi tundî bikevin

Kurdistana baþûr û destkevtinên wê derê xopan bikin..

Dîsa li herderê heya welatên ku Kurd koçewar bûne di bin êriþên wan yên nijadperest de ne..

Hinek Kurd bi rêyek siyasî li derveyi welêt bang dikin ku di serî de endamên PKK, partî û rêxistinên din yên

Kurdan piþtgiriya hevûdu bikin û digel wan êriþên hov çalakiyên xwe bi rêve bibin..

Ma ewa  sereta dibe? Sincî ye?

Divê mirov rast bêji ,siyasetmedar ji nêrinên xwe bi rastiyê û dilvekiri rave bike..

Ma rêvebirê PKK’ê ne di destê dijminde ye û hê ji rêxistin ji Ýmraliyê tê îdare kirin..

Ma di destûra PKK’ê de çi hebu  ‘serxwebûn,azadî û sosyalîzm.’

Gelo îro çawa û bi çi awayî hatiye guherandin?

Di çerçeva daxwaziya mafên navnasî-çandî û efûkirina serok bêtir...wek ‘Ekolojik toplum-demokratik cumhurriyet..û hwd..

virt û vala û bi ser da jî bûye sedema mabesta Romiyan..

Pêvajo û þert û zirûfên þoreþa netewî li her perçeyê Kurdistanê cuda cuda ye..PKK rêxistinek bakur e,

mafê xwe tune ku têkilî xebata perçeyekî din bibe û jê re astengan çêbike..

A din ji PKK êdi ji ramaniya serxwebûnê dûr ketiye.. loma di çalakiyên xwe de dibêji ‘bijî serok Apo!’  û

nabêji biji Kurd û Kurdistan... divê PKK ji baþûr ji Romiyan re nebe bahanebun..

Ýro Romiyên devbixwîn li bakurê Kurdistan li ser navê PKK agir dibarînin ser Kurdan. Bi xof û tirsê êrîþî gel

dikin û gelê Kurd xwe inkar dike, radihêji alaya Tirkan û bi gotinên qirêj xwe bi xwe pinpê dikin..

Dibin notirvan (korucu), ew Kurdên ku bi kedek mezin û bi çalakiyên têkuz û kefteleft ji bo pirsgirêka

netewi hiþyar bûbûn, iro dibin zirKurd..

Ev ji têkveçûna tevgera (bakur) neteweîya Kurd e û xeterek mezin e..Divê pêþi lê bê girtin..

Ev jî bêrêtî ye..bêrêtî bê rêxistinî û bê xwedîtî ye..

 

02/11/2007-Swîsre

 

 

   MÝROV WEK TEYREKÎ YE....

   Mamoste, Mihemed Ûzûnê hêja gelek nas û dostên xwe bi xemgînî û pênûsa xwe jî sêwî hiþt û koça dawî kir...

Jiyanek bi xebat têr û tijî, di jiyanek penaberiya tahl û tûj de min ew dît..

Li ser wêje, huner, siyaset û her awayî bêyî ku dilê hevûdu bihêlin, bi wî re ketim gelek pirs, gengeþî û mijarên

kûr..lê bi zimanê Tirki...

 

Bi ken vegerand û got: ‘Birako, ewê ku ziman û þert û zirûfên xelkê xwe nizani, nikani siyasetê bi rêve bibe.

Çawa ku dibînim yên ku siyasetê dikin gelek in.Tu hunermendi, edebiyatê dizani û dikari lê ki, ..karê xwe bike..

Ez ji siyasetê têm,lê niha min xwe daye ber xebata wêje ..Çimkî xebata wêje nayê kirin û kêm e, divê pêþde here..’

Min ew gotinên wî ji xwe re kir guhar û dest bi nivîsandina pirtûkekê kir.. Lê di warê nivîsandinê de kêmasiyên min gelek bûn..

 

Wê demê ez li Siwîsreyê bûm û min ji wî re telefon kir..

‘Keko can..heya niha nivisên minê bi Kurdî Kek Brîndar rêk û pêk dikir..Lê niha ez wî nabînim..

Min pirtûkek nivîsand tu dikari ji kerema xwe rast bikî?..Got:” rêke..ser seran ser çavan..” û di warê ziman de gelek alîkar bû..

. Rojekê ji min re du pirtukên xwe: Bîra Qederê, Rojek Ji Rojên Ewdalê Zeynikê rê kir.. û dixwest ez destana

Ewdalê Zeynikê bi rêzanîya þano wek piyesekê binivîsînim.. Sê çar meh þûnve min daxwaza wî temam kir û ji wî re rê kir..

 

Kek Mihemed bi xebatek têkûz û keda xwe gelek berhemên nemir afirandin û ji  pêþeroja neteweyê Kurd re diyar kir..

Kek Mihemed loça dawiyê kir û çû ser dilovaniya xwe..Lê mala xeribiyê biþewiti.. Wek teyrekî per û

bask þikestî mame li vê derê..

Ji sedema qedexebûyinê rê li min hatiye birrîn û nikarim herim welêt..

 

Xwezî ji dewsa min miroveki ji rêzê (!) ji Amedê gulek berbiro biçini û deyni ber serê Wî... Ew jî daxwaziya min e..

 

 

EZ Û EZ..!

 

   Ezîtî nexweþiyek mezine! Lê divê li gel her þexsî ezîtî jî hebe.. lê ne di tixûbên nexweþiyê de..

Mirov ewe ku hertim têkilî her tiþtî nebe û nebêje “ez dikarim’’ “ez dizanim” û ez û ez Uhwd..

Mirov dikare li gor xebat û huner û zanabûna xwe pesnê xwe bi xwe bide..divê berî her tiþtî xwe hez bike.

Lê bi serxwe re neçe..

Ewê ku xwe hez nake,qedr û qîmet nade xwe, nayê hezkirin û xwe bê qîmet digiri,,,

Ew mirovê ku xwe hez bike û ji xwe razî be..ew dikari tebiatê, mirovan, jiyanê û welatê xwe jî hez bike û bi qîmet be..

Mirovên ku xwe ji hemu mirovan bilindtir dikin û dibînin, ew nexweþ in.. Hin kes dibêjin ez Þêx im,

Mele me, Pîr im, Axa me.. û ev nasnameyên pîroz, ji bav û kalan ji min re wek malheyî maye..ew ne raste..

   Mirov bi kirêtên xwe li gor seretayên qencî û xirabiyê ji hev cuda dibin..

Mînak: Mirovên wek Hitler-Musolini-Saddam-Atatirk uhwd. zorbe û xwinrij bûn, ew bi kirêtên xirabiyê nemir in..

Mirovên hoste û zana wek Gandhi-Lenin-Kastro-Barzani jî bi kirêtên qenciyê nemir in..

Mirovên wek min û we jî ew mirovên ku di rêzêde ne, divê xwe di ser her tiþtî re mezin negirin û

nekevin tixubên nexweþiya ezîtiyê ku jiyan xweþ be.

Ezîtî gelek xirab û nexweþiyek mezine..

Li rojên çûyi, li pêvajoya dirokê binêrin ka mezinên me Kurdan bi ezîtiyê gel ji xwe re kirin xulam.

Bi hizrên misilmanî ,bi hizrên çepîtî...lê mixabin ne bi hest û hizrên Netewî!..

 

   Ew mirovên ku xwedî nexweþiya ezîtiyê ne, ewê zerar bidin xwe û hawîrdora xwe.. 

Kurdistana bakur ne mimküne ku ji îro pêde rêxistinek ango siyasetek bi hest û ramaniya netewî

piþtrast bibe..Dek û dolab û astengên heri mezin xistine pêþiya tevgera netewî..Bi xwe ew asteng ne bi

destên dijmin,bi destê Kurdên xirab pêk hatiye..Û bi vî awayî dijmin bi tevgera Kurd dileyizin..

Ger ew destketinên baþûr neyên parastin ewê jî bikevin tehlûkê ..! (þirove û gotinên Mam Celal wek neynik

her tiþtî ji mera diyar dike….)

Bila Xuda  Hurmuz me ji ez u ezîtiyê biparêzi..

 

21/09/2007

 

 

BAJO XIZIR PAÞA!

 

Wek riwayet tê gotin: Serpêhatiya Pîr siltan Abdal jî bi remzên qencî û xirabiyê hatiye hûnandinê..

Pir Siltan bêyî Xizir Paþa nabe Pir Siltan..ne mimkun e...

Xizir paþa  gelek zilm û tade ji Osmaniyan dibîne..Romî gundê wi xopan dikin dêya wî dikujin û

destgirtiya wi digirin û bi xwe re dibin. Ew bêçare diçe  dikeve dergaha elewiyan û li wêderê heft

salan bi kefteleftî zahmetê dikþîne û dixwazi xwe hînî qenciyê bike!

Rojekê diçe gel pirê xwe Pîr Siltan û jê destûrê dixwaze. Dibêje: “Ya pirê minî ezîz, êdî heft sal

bûn ku ez li vir li ber destê te me. Gelek sipas ji te re, te ez hin kirim..Niha destûrê bide min

ez herim paytextê Osmaniyan û li wêderê vateyekî ji wanan bistînim û ji bo gelê xwe xizmetekê bikim”.

Xizir diçe û çend salan jî li gel Osmaniyan hîn dibe û wek Xizir Paþa bi þûn ve vedigere welatê

xwe û ne bi xêr û qencî, lê her wek remzê xirabiyê...Û ji xiraban xiraptir..Bi zilm û zordariyê

mala xelkê xwe xopan dike û Pîr Siltan Abdal jî  dadiliqine..

Di vê hilbijartinên Romi de, li herêmên Kurdistanê nêzîkî bîst berendamên parlemenê ji bo

xebatek netewî ji gel destûr xwestin û çûn ketin nav parlamena romiyan, û li gor tore û dadiya wanan sûnd xwarin..

Dîrok xwe dubare dike..

Mîna bûyerê Xizir Paþa..

Bist mirovên zana

Mesûlên îradeya  milyonan ketin parlamena Romiyan da ku çareserkirinekê bibinin ji bo

pirsgirêka Kurd û Kurdistanê..

Li Kurdistanê xwîn diherike..

Ew ketin lîstikê..li xwe mikur hatin...

Ew bûne parlamen û vate sitandine ku xizmetekê bikin..gelo ma ji bo kê?

“Bajo Xizir Paþa, rojekê wê çerxa te jî biþkê....!”

Ewê ku tu lê bawerî, ew padîþah jî wê têkve here..

 

-----------------

 

MIJARA ROVÎ Û HILBIJARTINÊN ROMÎ..

 

Tê gotin: Rovî kirine Mîrê Mirîþkan..wî qûna xwe li erdê xistîye û razîbûna xwe  her wek nerazîbûn daye pêþandanê..

Bi matî jê re gotine ‘Lawo ma daxwaza te ne ew bu tirro?’

Rovî bersivandiye:

-Belê ezbenî,lê mixabin ez ji siûda xwe ne bawerim..

Li Tirkîyê pêvajoya hilbijartinên 22 Tîrmehê li tefê xistine...

Berendamên (namzet)çep,Elewî û Kurdan wek  berendamên ‘hezarhêvî’ hatine binavkirin..

Parlemana Tirkan di bin hikimranîya Leþkerî de ye,ne azad û ne jî demokratîk e.

Tirk naxwazin pirsgirêka Kurdan çareser bikin.Bi ramanîyek mîrî dibêjin Kurd terorîstin.û her gava ku

 firsend di destê wan keve û mecal bibînîn ewê bikevin baþûrê Kurdîstan û hemi destkevtinên wê derê xopan bikin..

Ma berendamên serbixwe dikarin çi bikin? Gelo,birastî ew serbixwe ne?

Baþe..Dibe ku ew  hatin hilbijartinê û ketin parlemenê.. Ewê çi bikin..?

Gelek berendamên partîyên din yên destqirêj û bê þexsîyet jî heta hin zirkurd jî bikevin parlemenê û ew ji

 yên me zêdetir..

Ewê li wê derê di her cîvînê de ji dê û bavê hevuûdu re xeberan bêjin û bikin qal û qir..

Ma va ne daxwaza Romîyan e?

Hemam ew hemam,tas ew tasa berê.. tu tiþtek jî nehatîye guhertin..

Çi hêvî çi hal!!!

Ez heyrana çavên we Kurdên ku ji siûda xwe ne bawer...hezarcarî mixabin ku hûn hatin lîstikê!!

Dîvê hûn ji bo berjewendîya gel  bi bîr û bawerî û bi ramanek netewî a hevpar bi rê kevin!

 

19/07/2007

 

-------------------

EVÝNA WELAT

Þev tarî û bê deng

wek omrê min
di kûrbûna tariyê de
li welatên biyanî
bi ax û keser
dil tenik
bi hesret dikizirî
li þevên sar
bê kes
û bê insaf
ez hêviya te me
ey yar!
Dîsa xwezî ji vir barbikim
bi xwe min
cil û corên xwe berhev kir
çend nivîs,çend pirtûk
mala min li ser piþta min
li welatên dûr û biyan
bê hêvi mam
bê te mam
bê evîn mam
bi kuve herim
bi tera me
sedema bêmaliya min
sedema biyanibûyîna min
û encama dil û bendebûyîna min
ne bi tenê tu û evîna te ye
duriþm û rewþa welatê me ye..
disa êvar bû
tariya þevê
bû tirs û xofa dilê min
bê felatiya welêt
tev derd û kulê min
de were çavê min li rê da
de were sorgula min
pûk û berfê
rê li me girê da...

 

---------------------

1 Gulan!

 

Îsal li Swisreyê li bajarê Baselê, di bin parêzgariya BGB (Sendiqeya Karkeranên Baselê) me Yek Gulan pîroz kir...

Basel metropolek gelek mezin e..Mirov dikari pesnê milyonan bide..

3-4 sed mirov bi tenê hatibûn ba hevûdu û di meþiyan..

Ji rêxistinên çepên Tirk bigir, Elewî û heya bi Kurdan gelek mirovên ku ne karkerin di nav de çîh sitandibûn..

Mixabin beri çend salan dema ku meþek çêdibû bi kêmasi deh hezar mirov bi rêve diçûn...

Heywax! Heywax li min û vî halî....!

Di rojek taybetî ya karkerên cihanê ya yekîtî,alîkarî û çalakiyê de, bi sendiqayên mezin û bi

gelek rêxistinan mirov nikare çend kedkaran bîne ba hevûdu... Çi çîna karkeran,çi rêxistin û çi hal..!

Elewi bi remzên Elewitiyê, kinek Kurd jî bi ala PKK û wêneyê Apo ..û çend memûrên çepên

rêxistinên Tirk û em yên ku êdi ne ji bo xwe û ne jî ji bo tu tiþtî bi kêr nayên.. bi hevûdu re meþiyan..

Di wê encamê de ciwanek li gel min bû û em herdu bi mezinê rêxistinekê re tûþî hev bûn.Wî ciwanî got:

-Bijî Yek Gulan! Em hemi hirç’in, hirç birayê hev in..!

Gelek ecêb ma û got;

-Lan ! Oxlim! Ew çi gotine? Hirç ewê li rex te ye, ewê ku wê gotinê bi devê te dide gotin...

-Ji min re nebêje oxlim.. Ez devþirme nînim! ji bo çi aciz dibi, ma heya niha we nedigot

“ez Hirant’im,ez Ermenî me, ez Xiristiyan im?” Ez jî ji ber xwe dibêjim “ez hirç im, em

hemi hirç’in û hirç bira ne!”

Piþtre min jî çend gotin ji wan ciwanên din bihîst.Bala min kiþand û min guh da ser gotinên wan

-Ma te temaþe kir? Taximê fenerbahçe çawa baþ lîztin!

-Na! Min li bernameya Bülent Ersoy temaþe kir!

-Niha ku axaftin dawi bû, emê herin vurst (sicuq)an bixwin, birçî bûme..

-Ji ber çi vurstên van gawiran bixwin? Emê herin dönera Tirkan bixwin!

Lom nebe..dibe ku navê wan ciwanan Mahir-Deniz, yan jî Þoreþ be...

..Min dixwest çi bigota, derd girane, bi zikê birçi,

Biji 1 Gulan! Û meqerna û hew!...

22/05/2007

 

BI KERAMET...

 

 Mîrovekî zana û pispor bi meraq dixwazi dûrahîya di nav erd û asîmanan de çend pîvanin hîn bibi.

Dike nake bisernakeve..bêçare dimîni û biryara mirina xwe digirî.. û xwe bi xwe dibêjî: Mîrovekî

wek min zana ku nikari dûrahîya nav erd û asîmanan bipîve divê nejî...

Pîþtî wê biryarê bê yom bi rê dikevi diçe li behrê (derya) li wê derê hildikiþe ser zinarên bilind da ku

 xwe ji wê de serjêr bavêje xwarê..Di wê encamê de dinêri ku wa mirovek dîn li kêleka behrê çalek

kolaye û bi tasekê ji behrê avê dikþini û berdide wê çalê. Piþtî wê bûyerê, mîrovê meyî zana bi meraq

dev ji mirinê berdide û diçe ba ewê dîn û jê pirs dike:

-Lawo te xêre ma tu dixwazi çi biki?

-Ma tu nabîni, min li vê derê çalek kolaye û dixwazim temamîya ava behrê têxim vê çalê û dagirim..

-Lawo dîno ma tucarî ew dibe?

-Wek helanîn û danîna te ya dûrahîya nav erd û asîmanan!

-Tu li kerametan digerî?

-Belê, jîyanek bê xeyal nabe!

Xeyal meyal..ewe gelek mîrov eslê xwe înkar dikin û dibêjin:”Em hemi Ermenî ne”,

”em hemî xîrîstîyan in”, di wan gotinan de kerametek heye?  Belê! Dixwazin Kurdbûyînê ji holê rakin,

Tirkên çavsor jî li kerametan digerin.. Wan hebûna xwe li ser mirina Kurdan ava kiriye,

 loma hercar bi tundî êrîþî Kurdan dikin,, Kerkûk û Mûsil xewn û xeyalên wan dixemilîne..

Her carê dixwazin têxin bin destên xwe lê nikarin.. Rojekê wê ew xwestek bibe sedema xwekuþtina Tirkan ....

Hemi destên xwe bi hewa vekin û bibêjin: Amînnn!

Ji bo ku her xwestinek bi keramete..

 

28/04/07

 

  Hovîtî

 

 Di dibistanên leþkeriyê de dixwazin xortekî hînî çetirbezi  (paraþüt) yê bikin. Xort xwe ji bo

hînbûyînê amade dike û diçe ligel pîlot,bi hevdû re li balafirê siwar dibin û bi hewa dikevin.

Li asûmanan pîlot dibêji wî xortê ku dixwezi çetirbeziyê hîn bibi..

-Lawo çetirbezê xwe li xwe girê de û amade be.

-Qumandarê min ez amade me

Di wê encamê de dengek tête guh “kuro wê çetirbezê li xwe girêmede, ewê venebe”

Qumandar carek din bêjtina xwe dubare dike

-Lawo dê hadê!

-Qumandarê min ez nikarim bi çetirbezê xwe xwe serjêr bavêjim,dêya min dibêji ewê venebe!

-Lawo bênamus! Tu bi çetirbezê min ez jî bi çetirbezê te..

Piþtre çetirbezê xwe diguherînin û herdu li rex hev xwe ji balafirê berbijêr berdidin.Çetirbezê

wî xortî vedibe û orde orde berbijêr dadikevi,yê serleþker jî venabe û serleþker bi hemi giraniya xwe,

 li hewayê bi lez ji wî buhurî û berbijêr dadikevi.Ew xort ji serleþker pirs dike:

-Qumandarê min wisa bi lez bi ku ve diheri?

-Ger ez sax dakevim erdê, ezê bikutim dêya te!

Min dixwest mijara xwe bibim ser bûyerên Tirkan, ewên ku van rojên dawiyê diqewimin...

Tirkên hov û har û dîn tev rabûne ser piyan û dixwazin Kurd piþtrast nebin.Têkilî karûbarên Kurdan

dibin û astengiyên heri mezin çêdikin.

Tirkên bêgiram bi geflêxwarin dixwazin destketiyên Kurdistana baþûr kambax bikin ûhwd...

Niha mirov dixwazi bi dilekî pak bibêji Serokleþkerê Tirkan Büyükanit;

-Ma oxlim! Tuyî ê ku dixwazi bikevi K.baþur? De zû bajooo! Têkeve baþûr, bila pêþmerge yek bi yek xwe bavêjin ser te....

 

13/04/07

 

 

PENAHINDEYÎ

Mirovekî penahinde (koçer) piþtî barkirinê ne bi tenê mirovekî winda ye.ji gelek heyiyên xwe jî mehrum

dibe û wan winda dike.Destxistina wan tiþtên bi qîmet yên ku hatine winda kirin carek din zahmet e.

Mirov berî her tiþtî,welatê xwe winda dike.

Ji rûniþtin û rabunê bigir, adet û tore, çand û wêje, bîr û bawerî û gelek nas u dostên xwe winda dike.

Piþtî wan tunebûnan mirov hinkeriya civakî, malbatî û ji hestên exlaqî dûr dikevi, bê exlaq dibe (!) /exlaq li

gor her mirovî û civatê bi maneyek baþqe baþqe ye./ û li ser þexsiyeta mirovan bandurkêr e..

Mirov jiyana xwe li koçeriyê nikari hêsan derbas bike..Piþtî gelek kefteleftiyê, hin mirov: jin ango mêr bi

biyaniyan re dizewicin.Zarokên wan bi awayeki din hîn dibin.

Ew nifþên dawiya koçeriyê, ji mirin, esl û navnasiya xwe xelas nabin.Sedema bingehê wê pirsgirekê ji jiyana

 abori tê.. /bindestî û koçewariya Kurdan ne tenê bi abori ye, ji ramaniya mîrî ya mêtinkaran tê.../

Bi milyonan Kurd li welatên biyani axme (belav) bûne.Nikarin heyiyên xwe biparêzin û xwe nûve bikin..

Li hev xwedî derketin, alîkarî,yekîtî û neteweparêzî tune..

Di danûstandin û têkilîyên nav xwe bi xwe de zimanê biyani bikar tînin..Ji bo pêþketina ziman hacetên wek,

radyo, ntelevizyon û rojnameyan zêde bikar nayên..

Têkilî û afirandinên çand û huner di nav çalakiyê jiyana rojane de tune..

Gelo ma wê çawa di warê ziman, navnasî û zanistiyê de pêþketin çêbibe? Û mirov çawa winda nebe?

Mirovê penahinde mirovekî winda ye. Divê ji îro pêde em hemu yên ku koçewar bûne li demberê xwe

xwedî derkevin, bi geþbûna heyiyên xweyî netewî wek navnasî, çand û bawerî da ku bê þexsiyet nebin..

 

 

DILREÞÎ...

 

 Polîtîka ku bi dilreþî,dijwarî û tundî bête kirin ewê çirûskên hêviya jiyanê kambax bike.!

Gelek sazûman û rêxistinan bingehên ramaniyên xwe li ser regezên dijwarî ava kirine.Ew sazûmanên han

çep ango rast bin ferq nîne.

Ew jiyana mirovahiya ku ji dirokê de nesîlî ber bi pêþerojê diçe, di reh û kokê de tahlî û dijwarî, neheqî û

bêbextî heye, zilm û zordestî heye ..

Ev nakoki û astengiyên jiyanê bi tundi û dijwari ji holê nayên rakirin..

Divê ji bo çareserkirinê ne politikayek hêzdar, wêrek û dilreþ bête meþandin,jê re zanin û evînî pêwiste..

Ew gelên ku bingehên hebûna xwe li ser ol, nijadperestî û dijwarî avakirine nikarin pêþde herin, xwinrij û xwinmij in..

Yek ji wanan Romîyên çavsor in.

Di pêvajoya dirokê de bi wahþ û hovîtiyê û  bi zordariyê gelek netewe ji holê rakirine û mala wanan xira

kirine.Piþtre jî hin zorbeyên din rabûne bi darê zorê Romi kirine misilman û dîl û bend..

Niha jî di bin destê wan de tiþtek nemaye, ji xeyni Kurd, Laz, Çerkez û Hwd..ew jî ketine paronayeke

 (nexweþiyeki tirsê..) mezin. Jii sedema wê nexweþiyê li beranberi Kurdan bi tundî û dijwari radiwestin..

Wek dema berê bi dek û dolaban nikarin navbera Kurdan xirabikin û Kurdan berdin hevûdu.

Ramaniyên xwe yên reseni  (mîrî) ji devê serleþkeran bi gotinên wêrek û dijwar tête pêþkeþ kirin da ku

yên ku bibihîzin jê bitirsin..

Bi xwe di zarotiyê de nijadperestiyê dixin bin bîra (bin þiür) zarokan.

Di rewþa îroyîn de gelek Romi tî û birçî ne, neçar û belengazin.Heyî û dewlemendiya wan yê ku hatiye

 bidestxistin Tirkbûyin, nijadperestî û olperesti ye.

Ew sedemên gelek giring in.Heya ku ji holê ranebin, ne Romi bi xwe û ne jî ew kêmneteweyên ku di bin

destê Tirkan de ne azad nabin..

Divê Kurd  beri her tiþtî yekîtîya xwe pêk bînin û bi siyasetek biaqil karê xwe bi rêve bibin. Mîna tevgera baþûr

 tifaqên xwe jî di warê diplomasi de di gel welatên mezin pêk bînin..

Ji bo netewê Kurd duriþmên olperesti û nijadperestiyê zerar e û divê jê dûrkevin.Ji ber ku bingehên hemi olên mezin li

Kurdistanê hatine danîn û eslê Pêxemberên heri mezin jî Kurd in.Gelê Kurd ji doza olperestiyê naçar ketiye û gelek zerar

dîtiye.Heta dijminên gelê Kurd jî ji nakokiyên nav olperestan fêde ditine,Kurd berdane hevûdu û ew bûye sedema birakujiyê..

Xwezi hema dilreþî,dijwarî bikeve para Romiyan. Bi xwe dinya alem li ser wan dikeni û li ber çavên dinê bûne sinc...

Rojek ji rojan wê dawiya xirabiyê bê û ewê qencî biserkeve..

 

Pepûkên Xwedê

 

Li gor têgihiþtina min, mafê herkesî heye yek yê din rexne bike,lê divê rexne ji tixûbên kesîtî derbaz nebin..

Rexneyên  ku di çerçeva zanistiyê de têne holê, di rewþa îroyîn de tukes guh nade ser û wek paþgotin tên helsengandin ..

Hin bûyer jî hene bê esl û fesl in. Mirovên di rêzê de, yên nezan, bi wan bûyeran rojên xwe dibihurînin..

Di vê encamê de ji bo têgihiþtina bûyeran seretayên zanistiyê hene..bi wan mirov dikare gelek pirsgirêkên jiyanê bibersivîne...

Xwedêo!

Ji bo çi tu li wan qûlên xwe xwedî dernakevi?

Di va rojên tip û tarî de bûyerên ku çêdibin gelek ecêbin,.heþ û aqil nagire..

Romiyên nîjadperest,olperest û çavsor filehek dan ber gulebaranê û kuþtin!

Hemi Kurd rabûn ser piyan û bi hêrs ketin, bi tundî kirin qêre qêr û gotin.

‘Ez fileh’im.!.’

Pepûkên xwedê!

(Ji ber çi nabêjin ez Kurdim lê li dijî vê kuþtinê me!)

Ji bo çi eslê xwe înkar dikin?

Ma dema ku di rojê de sê-çar ronakbirên Kurdan bi dek û dolaban û bêbextî dihatin kuþtinê..Kî,bi çi awayî li wan xwedî derket?

Pepûkên Xwedê!

Raste qedera me Kurdan û filehan yeke!

Em Kurdin,ew filehin..

Nabe ku Kurd bibin fileh anjî fileh bibin Kurd...

Lê Kurd û fileh dikarin destên xwe bidin hevûdu, piþgiriya hev bikin,bi dostî û biratî bidin û bistînin..

Pepûkên Xwedê!

Ma mirov dikare wek herkesî bibe û xwe biguhurîne?.

Ewên ku dibêjin ‘Ez Hrant Dink’im, filehim’ rast nabêjin!

Bila ji niha pê de herkes rabe û ji xwe re bibêje ‘Ez ne ezim!..’

Ma eslê we,baweriya we û þexsiyeta we nîne?

Ma hûn nikarin rastiyê bêjin? Wek ‘Ez Kurdim,misilmanim/Elewî me, þohî me”..ûhwd. piþtre jî dikarin

li dijî kuþtina brayên xweyê fileh derkevin,dijî zordestî û zilmê derkevin..

Ewên ku ji xwe re nebin yar,ma ji xelk û alemê re dibin yar?

 

Ez ker im!

 

Dema ku yek ji yekî din re bibêje “Tu mîna þêr î” ewê bi ser xwe ve here..ger bibêje “Tu wek ker î “  wê ew gotin bibe sedema kuþtinê..

Di roja îroyîn de mirov gelek hatine guhertin.Mêr mêrê berê bûn!

Gelek camêr pesnên mêrtiya xwe bi xwe didin û pê serxoþ dibin

Romiyên çavsor û tecawuzkar li vir û herderê pesnên mêrtiya xwe didin.

Jinek Siwîsrî hevala min a þanoyê ye.

Gote min: “Ez zimanê Tirkî fêr bûme, ma tu dikarî alîkariya min bikî?” Min di dilê xwe de got “Xwezî tu bi Kurdî fêr bibûya..”

 û dîsa ji jêra bûm alîkar.Wê ji min çend filmên Tirkî daxwaz kir.Çûm pirtûkxaneyekê û min pênç filmên Tirkî ên video ji wê re kirî..

Gelek wext derbaz bû, qederê du hefteyan.Wê ji min re telefon kir û me hevûdu dît.

Gote min:

-Ez di nav van filman de mirim..tifiii wan bikim. Min pênc film temaþe kir û di mijara wan de her tecawuzkirin heye,

 ma filmekî bê kutandin tune tu ji min re bîni?

Piþtre em ji hevûdu cuda bûn û min berê xwe da qehwê û li wir gelekî rûniþtim.Mirovekên ji çepê Tirkan jî li wir bû. Min silav

da wan û li gel wan rûniþtim da ku hinek galegalê bikim.

Min dixwest li ser rewþa îroyîn bi wanan re bidim û bistînim.Min kir nekir wan her tim mijara axaftinê guhertin ser jinên Rûsî û

kutandinên jinan...Gelek pesnên serpêhatiyên xwe didan û dest bi henekan kirin.. Paþnavê yeki Arslan (þêr) bû.

Min ji wan gotin girt û henekek pêþkêþî wan kir.

Qiralê daristanan þêr rojekê xwe bi xwe dibêje: “Ez þêrê van daristanan im.Heya niha min bi her cûre heywanan re

minasebeta cinsî pêk anî, xwezî ez li van deran bigerim û ew heywanê ku min hê nekutayê xwe li wî jî biceribînim”.

Þêr wextekî dirêj li vir û wir digere û dibîne ku di mêrgê de kerek diçêre. Nêzîkî kerê dibe. Dema ku ker þêr dibîne, xof û jana tirsê

 dikeve dil û bi dengekî nîvmirî dibêje: “Tu dixwazi min bigiri û laþê min perçe perçe biki û bixwi ne wilo?” Þêr dikene, jê re dibêje:

 “Metirse. Mebesta min tiþtekî din e,Ez dixwazim bikutim te.Min hemi cûreyên heywanan ceribandin lê bi heywanekî wek te re na!”

Ker bi tirs dibêje: “Belê, lê min jî di jiyana xwe de heywanekî wek te ne ceribandiye.Pêþî tu karê xwe bi min biqedîne,

piþtre jî ez dixwazim karê xwe bi te biqedînim” û herdû bi vê biryarê razî dibin.Þêr ji par re hildikiþe ser kerê,mebesta dilê

xwe pêk tîne.Êdî dor dora kerê ye.Ker jî hildikiþe ser þêr û dike qûna wî û jê re dibêje: “Ka lêvên xwe dirêjî min bike ezê maç bikim”

Þêr bi jan û qure qure dibêje: “Ez nikarim histuyê xwe rast bikim,heger min bikariya histuyê xwe rast bikira, ji ber

vê jana qûna xwe minê tu perçe perçe bikira”

Piþtî vê pêkenokê yekî ji çepê Tirkan got:

“Ez qurbana kerê bim. Ji Xeynî kirina kerê kirin heram e!” Destê xwe li piþta ewê ku paþnavê xwe arslan “þêr” e xist û got:

 “Ji niha pêde tu here paþnavê xwe biguhere..”

Yekî ji wan gote hevalên xwe: “Ma hûn dixwazin bibin þêr an jî ker?”

Bi yek axaftinê hemiyan got: “Ez ker im!”

Di wê encamê de zilamekî nas berpirsiyarê  THY (Türk Hava Yollari) (Rêgayê Hewayî) kete hundur.

Min gote wî:

-Mamoste! Di van rojan de balafirek ji bona çûyîna Tirkiyê berhewa dikeve?

-Sibê berî nîvro..ma xêr e?

-Tu jî bi balafirê rêwîtiyê diki?

-Belê!

-Van hevalan ji sedema nakokiyên siyasî nikarin herin Tirkiyê,bila wekalet bidin te û tu jî here ba midurê

nifusê paþnavê wan biguhere û hemiyan ji wekhev binivîsîne.

-Çawa?

-Çawa be ew yek bi yek dibêjin: “Ez ker im”. Di dewsa þêr,rovî, beran û seg de  divê  ker bête nivîsandin...

 

 

Bûyerên Ecêb

 

 Di van rojên dawiyê de,bûyerên ku tirs û xofê dikin dilê mirovan diqewimin..

Diktatorê Baasî Saddam di cejna qurbanê de bê kêr çû..

Kurdên me! Bi tundî li dijî biryara fermana idamê derketin..!

Lotikxane yê sûretê min û navê min ji nav nivîskarên xwe derxist.....

Û ezê li Dadgeha Mafê Mirovan a Navnetewî ji bo mafên xwe pirsiyariyê li Lotikxaneyê bikim ...

Ha daleqandina diktatorekî, ha tunebûna nivîskarekî..ma va ne ecêb e?

Hê tiþtên ecêbtir jî hene..

-Mirovekî laz ji sedem kuþtina Hz Ýsa li kolanên Istenbolê cihûyekî dide ber kulman...

-Bûyerek min a dadgehê jî heye.. 

 

Rojekê Temel di gel hevalekî xwe li kolanên Istenbolê digeri.Di wê encamê de cihûyek pêþ wan de bi rê ve

diçe.Hevalê Temel ji Temel re dibêji “lawo Temel, ew mirovê li pêþ me dimeþe cihû ye û ewan Hz.Ýsa kuþtiye

..” Temel hêrs dikeve û bi lez kulmekê li yê cihû dixe..

Cihû matmayî û bi devmirî lê vedigerîni “Ma oxlim ji bo çi te li min xist?.” Temel dibersivîni, “Ma we Hz.Ýsa ne

kuþt?” Cihû  tê digihê ku di vî îþî de tersîtî heye û jê re dibêji “Lawo! Dîno ew bûyerek hezar salan e, çi karê

min pê heye?” Temel lê vedigerîni “Xem nake min berî niha bihist!”

Cihû matmayî û bi devmirî lê vedigerîni “Ma oxlim ji bo çi te li min xist?.” Temel dibersivîni, “Ma we Hz.Ýsa ne

kuþt?” Cihû  tê digihê ku di vî îþî de tersîtî heye û jê re dibêji “Lawo! Dîno ew bûyerek hezar salan e, çi karê

min pê heye?” Temel lê vedigerîni “Xem nake min berî niha bihist!”

 

Di sala 1988 an de ez li Tirkiyê û di girtehê de bûm.Rojekê ji dadgehê “Mehkema Asliya Hiqûq ne ji bo cezakirina mirovên siyasî ye

..” ji min re dawetnameyek hat.. Hiþê min li nav hevûdu ket..min xwe bi xwer got “Ez mirovekî siyasî me.Çi karê min ji vê

dadgehê heye? Ev dadgeh bi taybetî ji bo cezakirina mirovên rêzê: yên ku diziyê dikin,tecawuz dikin ûhwd..”

Min ji hemi girtiyan re hal û mecalê xwe got û tu bersivek aqilane ji wan ne sitand..Bi ser de jî bi min keniyan.. gotin u gotin..

-Mamoste tu jî wek hin mirovan ji Ewrûpayê hatiyi vir..em bawerin tu ne mirovekî xwedî exlaqî..

-Dibe ku ji sedem diziyê dadgehê ji te re dawetname rê kiriye.

-Na lawo! Ji sedem tecewuz kirinê ye!

-Bila haya te ji te hebe..MÝT (istixbarata Tirkiyê ) dikari bi þexsiyeta te bileyizi..

-Tu miroveki siyasî û zilamê rêxistinekê a mekteb siyasîyi..ma va dibe?

Û herweki din. li ser min gelek galegal Û kêfkirin lidarxistin..

Roja min a dadgehê hat Û Leþkeran destên min kelepçe kirin Û ez bi xwe re birim dadgehê.li wê derê, LI ber deriyê

dadgehê dest û lingên min bi kursiyekî zincîr kirin û rawestandin.Deriyê odê ya dadgehê nîv vekirî bû û daniþîna xortekî

dihat kirin.. Min guh da ser wê daniþînê..

Dadger ji wî xortî pirs kir:

-Oxlim ! Encama ku te tecawuz kiriye hatiye dîtin û þahid jî li vê derê ne ..

-Bi þeref û baweriya xwe sond dixwim ku min tecewuz nekiriye

-Oxlim bila sebep derewan meke..Em her tiþtî dizanin lê carekê ji dixwazin rastiyê ji devê te guhdar bikin..

Piþtî wê axaftinê dadger..diyar bû ku rê li wî xortî hatibû girtin û wi dest bi bûyera xwe kir û got:

-         Wallehî Hakim beg ..Dilê min ketibû wê delala han..Ez bawerim ew jî ji min hez dike..Em bi dizî çûn newalê ..

li wê derê me hevûdu dît û bi hev þa bûn

-         Çawa? Te kir wê an na?

-         Na lo! Min bilura xwe lê da (tiliya xwe ji dadger re þani da) û piçek cirecir kir..Min û wê  tiþtikê xwe bi hevre kir..

-         (Dadger jî milê xwe dirêj kir û got) Oxlim! Ha te piçek lê daye, ha ev qas tê re kiri ye.. Tecawuz..tecawuz e.

!.(û ji katibê xwe re got) binivîsîne qîza min.. Wi sûcê xwe li pêþberî dadgehê û li pêþ þahidan þirove kiriye...

 Divê 5 salan bête mahküm kirin..)

Piþtî ku ew xort hat cezakirin, daniþîna min dest pê kir..

Jina min dawa telaqberdanê li min kiribû û dadgehê biryar girt û em ji hev berdan...

Piþtî ku þûn ve hatim girtigehê..Berpirsiyarên rêxistinên çepên Tirk havîrdor li min girtin û ji min pirs kirin:

-Mamoste derbazbûyî be! Xêr e! Ew çi tecawuz e?

-Dadger gote min oxlim! Tu mirovekî siyasîyi û ji bo çi te dev ji xweþ jinên Ewrûpa û þaristaniyê berda

û hat Tirkiyê, ma tu dixwazi li vir çi biki?..Çepên me jî tev qûnek in û li pey rêbaziyên Atavirq ketine..

Tu li vir li çi digeri? Tecawuzî bawerî û ramaniya me kirine, tecawuzi me kirine..ma ji bo qûnekan

demokrasî,sosyalîzm û þoreþ pêwiste..?

 

 

Mafê min jî heye gazinên xwe bikim

 

 Ez mirovekî ne herêmparêz im.!

Lê ji herêma (Dersima) me nûçeyên bê yom derdikevin.Ji ber wan sedemên giring ez nikarim bi wan mirovên

ku ji herêma me tên pevre can û ciger bim.!

Elewiyên me dibêjin “Em ji Horasanê tên,esil Tirk em in!”

Yên ku Zazakî diaxivin ew ji dibêjin “Kok û bircên me ji Deyleman tê.Baweriya me ya olî qizilbaþtî ye.

Em Zaza gelekî cuda ne û welatê me Zazaistan e..”

Hin rêxistin jî hene dibêjin “Em karker in Dinya welatê me ye..”

Ji ali yê din ve jî Maocî-Enver Xocecî-Apoci-Doðu Perinçekcîyan dagir kiriye û mirov nikare gavekê bavê..

Her wekî din Tirkên har bi ker,kûçik û hemu xirabiyên xwe bûne bela serê me û piþt li me þikandine..

Malbata me ji êla Ýzolyan e û Elewîyên Kurmanc in..

Li ser van bûyerên bê yom min têkilî bi Rayber re danî û wî gote min:

“Talibî minê ezîz û dilovan.Þerê xirabî û qenciyê di navbeyna olên mezin da her hebûn..

Di dema berê de seferên (êriþ) xaçperestan nîvê dinê kambax kirin.Cihû bi aqil derketin û bi karê

bazirganî ve serketin. Piþtre misilmanî derket qada þer û îro jî ew olên mezin di nav xwe de bi dezgeha

dewletê hukumraniyên xwe didomînin.Dezgeha olî û kapitalizmê pergela gelan xistiye bin hukmê xwe û

melisandiye.Ewên ku di þerê cîhanê yekemîn û duyemin de serketine,îro dezgehên wan di warê endezyarî de

 pêþ ketiye.Ji ber wan sedemên dirokî yên giring em di nav þerê dinê yê sêyemîn de ne.Bîr û baweriya

mirovan her pûç bûye û mirov wek dîl û bende di bin sazûmanên kedmêj de hatine perçiqandin.Þexsiyeta

jinan daketiye pênç qirûþan, wek malê erzan têne firotin! Zilam bûne eraqxur,qûnek û beredayî .Xwezî min çi bigotana!”

Pêkenokek!

Dema berê di dema ku mirov diketin nava tengasiyê de Þêx û Melleyan hawar dikirin!

Ji rojan rojekê zilamek dizewice.Bûk û zava wexta ku diçin  paþ perdê bûk bîrve diçe.Zava di wê encamê de

digihi bîr û baweriyê ku bûk bê ruh û can maye.Gazî Mellê dikin.Melle hê miroveki ciwan e.Ji malbatekê tika

dike ku wî û bûkê di paþ perdê de bi tenê bihêlin.Çendek wext derbaz dibe û melle ji paþ perdê derdikevi û ji zavê

re dibêji, “Min jina te ji mirinê azad kir,êdi hûn ji hev re pîroz bin, de bi xatirê te!”

Ji ber wê bûyerê xortek gelek bi meraq bi pey mellê dikevi, rê li wi dibiri û jê dipirsi:

-Melleyê minê bi keramet..te çi kir ,çawa kir ku bûk jîndar bû?

Melle devê xwe dike guhê wî û jê re dike piste mist.

-Min yek carî bi tundî kir wê û ew sax bu..!

Piþti vê gotinê melle gelek li ber xwe dikevi û xwe bi xwe “Ji niha pê de ev der li min heram be!” dibêji û koç dike

tere welatekî din. Gelek sal dibuhurin melle pîr dibe lê meraqek hiþ û aqilê wî digiri. Ew dixwazi bi þûn ve bê wî gundî..

Bi rê dikevi tê ku çi bibîni. Hemi mêrên wi gundî dor bi dor ketine rêzê.Melle bi meraq ji mirovekî di rêzê de ye pirs dike:

-Va çi hale? Ji bo çi hûn gor bûne?

-Apo! Çil sal berê li vî gundî bûkek di paþ perdê de ketibû ber mirinê. Melleyek me hebû û wî kir bûkê û bûk

zindî bû..Niha jî dibêjin melleyê vî gundî miriye.Va ye çend roj û þev in em hemi mêr kombûne û ketine rêzê

dikutin mellê,dikin nakin ew ranabi..!

Min dixwest çi bigota..

Mistê qûnek, ewê kor rabû ket xwîna Laz û Çerkez, Fileh û Kurd û yên din xapandin.Îro jî em li der û dora Tirkan kom bûne,

dikin û nakin ne mafê demokrasi,azadî û aþitiyê û ne jî mafê hebûn û tunebûna xwe nikarin bi wana bidin qebûlkirinê..

Çawa bikim, dem bûye dema qûnekan, xwe firoþ û bêbextan..

 

 

Ez pey kerê xwe ketime

 

Di van rojên dawiyê de gelek mirov çûbûn welêt û paþde vegeriyan hatin...

Yek ji wan Kek Ýsamîl e.

Kek Ismaîl qederê mehekê çûbû li Erzinganê,gundekî bi navçeya Erzinganê ve girêdayî, li wir izina xwe derbas dike.

Serpêhatiyên xwe yên berhevkirî ji me re rêz kir,got û got..

- Piþtî pênc salan þûnve ez çûbûm welêt..ku çi bibînim! Her tiþt hatine guhertin,nas û dost, heval û hogir..

mirovatî bêbav bûye..bi kuve heri mizgeft,ango dergehên elewiyan û qehvexane tên pêþiya te.. Rojekê çûm

dergeha elewiyên me (odek ji xwe re kirine qehvexane) li wir di gel deh kesan rûniþtim.Bi min nehesiyan,ji ber

 ku berê xwe dabûn televizyonê li misabaqayên listikê temaþe dikirin...Di wê encamê de rojên zarokatiya min

 hatin bîra min..Dema ku ez di gel hevalên xwe dileyiztim pira me bi hêrsketin hat û guhê min girt, çend þiv da

tilorên minî tazî û gote min “Kurê bê xîret,bênamus..ma tu nizani dema ku li kerbelayê hawîrdor li kurê Hz. Eli 

Hz. Husên girtin,ew neçar ma kete  ber lepê dijmin û dijmin serê vi jêkir, wek gokê pê lîztin”. Ew roj ev  rojin

goklîztin heram bû ji bo min..lê vê carê tiþtî ku min dît min bi çavên xwe bawer nekir.Ew bawermendên ku di

dergeha elewiyan de di Televizyonê de li lîztika gokê temaþe dikin, hê ku goklçztik destpê dike,alaya Tirkan tê ber

çavan û marþa wan ya mirî tête xwendinê û bi galegalek virt û vala lîztik destpê dike..

Naxwazim serê we biêþînim lê dilê min gelek pê êþiya..Gelek tehlî û tûjiya jiyanê bû agir û ket kezeba min..

Di wê encamê de min ji xwe û mirovatiya xwe fedî kir..

Piþtre çend deqiqe derbas bû û nebû ji niþkavê mirovekî rî qutik bi lez ket hundurê dergêhê..tu kes pê re eleqeder nebû..

Ji ber coþa goklîztikê tu kesî xwe ji cihê xwe nelebitand..Ji xeynî mirovekî rîspî û heftê salî..

-Gelo te xêr e?

-Apo ez pey kerê xwe ketime..

-Ma çi bu ji kerê te..Te kerê xwe winda kiriye?

-Belê ezbenî..

Mirovê heftêsalî bi gopalê xwe ewên ku li goklîztikê temaþe dikin ew þanî da û got:

-Li vir ewqas ker hene.. Kîjanî dixwazî hefsar li hustî xîne û ji xwe re bigir û bibe..

 

RIKDARÎ

 

Husên Axa ketibû rikê bavê min û li hev nedikirin.Husên axa dixwest ku dek û dolaban ji bavê min re çêbike.

Rojekê  axa li ser biryarekê dicivin û gotinên xwe dikin yek, terin di gel bapirê min, bi riza wi, da ku dê û bavê min biþînin binxetê ji bo qaçaxiyê..

Di wê demê de anîna titûn û çaya qaçax wisa ne bi hêsanî bû, daxweza wanan ne titûn û çayê bû...

Rojekê Husên axa li ber deriyê mala me ji hespê peya dibe û bang dike:

-Memo! Memê reþ.. Binêre ez hatim ber lingê te! Were em pev re þert bigirin.Ger tu jî bikari ji mere çay û

titûna qaçax bîni, êsta ziyaret û bi telaqê jinberdanê sond dixwim ku ji niha û pê ve tu çi diki bila wek a te be!

-Baþe! Ewe gundî û cînar li me kom bûne, carek din bêjtina xwe li pêþberî wan dubare bike..Ezê birêkevim herim.

Piþtî wê axaftinê rikdarê Husên axa gotinên xwe dubare dike û bavê min li Mistêkemal (navê kerê me bû) siwar dibe û bi rê

dikevi.Piþtî du saetan diçe Xarpêt ê (Elazið) Mistêkemal li wir dihêli û bi trênê rêwitiyê dike...

Çend heyiv buhurîbûn. Memê Reþ þûnve nezîvirî ...Rojek ji rojan Husên axa hate ber deriyê mala me û digel bapîrê min kir

 piste pist.Guhên min li ser wan bû.Husên axa digot “Lawo! Elî heci,xwezi Memê Reþ neçûba..Gelek asteng di pêþiya

 wî de hene.Cendirme,mayin û eþqiyayên rêbir..bawer nakim mecal bidinê..!” Bapirê min dibersivand “Kurê min dikari

di qula derziyê re derbaz be”.

Ji ber wan gotinên han,bi tirs û xofê dilê min jan girt..Min xwe bi xwe di dilê xwe de digot;

“êdî wê bavê min bi þûnve nezîviri..”

Gelek dem buhurî.Dapîra min ez ji xewa sibê hiþyar kirim û gote min ”Kurê min îro dora te ye,here zeviyê filehan

li petêx û zebeþên me xwedî derkeve, dergevaniyê bike”.

Rabûm min tûrikê xwe bi rûn û toraq û nan dagirt û peya bi rê ketim.Nîv saet derbas bû an ne bû ketim nav petêx û zebeþan.

Min zebeþek girt, li kevir xist û li ser rûniþtim û li wê derê zikê xwe têr kir. Xewek giran ket ser min û hew min nekarîbû çavên

xwe vekim.Piþtî qederek din ji xew hiþyar bûm û daketim ser kaniyê da ku serûçavên xwe biþom, çi bibînim baþe!

Ewe Mistêkemal (kerê me ) di mêrgê de diçêri.Gelek sergerm bûm û bi heyecan çavên min vebûn û li havîrdorê xwe temaþe

kir ku ewe bi lengerê spî ji wir de tê..Bavê min gelek caran ji me re pesnê Koçero dabû.Vê carê jî xwe þibandibû Koçero, lê

çek û rextên wî kêm bûn.

-Waye nîv sal buhurî, ma ji bo çi dereng ketî?

-Dev ji va pirsên han berde,ez birçî me..Nan heye nan?

-Belê!

Min ji wî re nan û toraq danî û petêxek jî anî.Wî bi kêrê qafikên petêx þeland û gote min:

-Evan qafikan deyne ber Mistêkemal..... Piþtî xwarinê lê siwar be û zû here mala xalê Rustem û bêje bavê min li zeviya

 filehan li benda te ye û hew! Li wir jî dakeve malê û ji diya min re bêje bila gîskekê kêr kin, bikin qelî û bavê min jî

 ji bo dawetê rêke gel Husên axa û axayên din, wan dawet bike..

Min gotin û daxwazên bavê xwe yek û yek bi cîh anîn.

Wê þevê mêvanên giregir hatin mala me.Piþtî ku mêvanan ji xwe re þund germ kirin ,xaftila derê odê vebû, bavê min li gel mirovekî

zor serxwereçûyî ketin hundur.Hundurê odê ji sedema pêkiþandinên cixarê mij û duman bû. Lamba gazê jî zêde þewq nedida.Ew

peyagirekî li gel bavê min bû.Lengerê sipî li ser û bi laþê xwe bi çek û rextan xemilandibû.Mirovekî girs û qehreman ewê ku di

çîrokên bav û kalên me de dijiya, li mala me bûbû mêvan..Piþtî xwarin û vexwarinê ew mirov bi hovbûyîn rabû ser piyan û bi dengekî bilind got:

-Ez xwedanê Çiyan! Dijminê cendirman,axa û þêxan û dostê neçar û belengazan Koçero! Husên axa te va

belangazê reben ji bo mirinê rêkiribû, ew dirustê xwedê kete ber bask û pençên min.Vê carê canê we hewaleyî

xwedayê jorîn dikim û we efû dikim.Carek din bêbextiyekê halo biqewimi li vê dinê heya ku saxim dê lepên min pêsîrên we bernede.

Çawa ku hûn ji dizanin bedêla hertiþtî heye.Cezê we giran e.Dema ku hûn bixwazin li berxwe bidin wê hê girantir be..

Niha divê hûn çekên xwe bidin min.Ji we her yekî pênç zêr,hespek, du ga û deh kerî bez daxwaz dikim.

Welhasilî kelam, wê þevê daxwazên wî hatin çîh û ew di tariya þevê de winda bû û çû..Mirov bi kêrê nedikariya devê Husên axa

veke.Bê deng û poþman vekiþiyan ber bi mal çûn.Piþtî ku mêvan vekiþiyan çûn, þerê bapîrê min û bavê min dest pê kir.

Bapîrê min pekiya ser bavê min got:

-Lawo bênamus va çi feleke te ji me re çêkir!

-Yabo zêde majo ser min, ji sedema diltenikiya te Husên axa ez ji bo mirinê rêkirim.Ew neheq in.Hê çi dixwazi.

Titûna qaçax,çaya qaçax ji te re bê pere hat û qandi leþkerên Ûris xwedî çek û rexti.

-Ma,sibê ku Husên axa ew çûn qereqolê û gilî û gazin kirin tuyê çi biki?

-Ezê sibê ne li vir bim.Divê li Xarpêtê li gel birayê xwe Ristem bim û van heywanan bifroþim.Ma tu ne mêri? Çekên te

jî hene, li ber axa û cendirman bisekine, an xwedê dide te an jî dide wan..

 

Divê ji bo nivîskariyê berî her tiþtî seretayên exlaqî hebin!

 

Ez di nivisên xwe de bi taybetî nabêjim filankes bê exlaq e,ango bi tundi êrîþkirin ,ew exlaqê ku ez diparêzim raste û ne jî dixwazim

 exlaqê hin kesan xira bikim.Bi xwe mirovek bi exlaq be,ew xwe bi xwe dikari exlaqê xwe biparêzi,ji xwe ra bigiri..

Dibe ku ew têgihayê min yê exlaqî,ji aliyê hin kesên din neyên qebûlkirin! Divê yekî nivîskar di ramanên xwede vekirî û azad be.

Nivîsên xwe di çerçeva zanyariyê de  bi lêger û lêkolînan rêz bike.Îddia kirinên wî bê bingeh û ji rastiyê dûr nebin.

Di jiyana Ewrûpiyan ya civakî û ramanî de rexnekirin û rexne li xwe girtin  ne sedema ji hevûdu dûrbûniyê ne.

Di çerçeva pêþketin û zanyariyê de wek ya nêzîkbûyinê  têne pejirandin.Divê berî ku rexne bên girtin,rexne li xwe girtin û

muhaseba vicdanî hebe.Rexne yên çêker rê nadin þaþitî û tundî û hesûdiyên neyarî..

Nivîsandina pêkenokan xebatek wêjeya ramanî û cidî ye.Divê bi seretayên exlaqî û taxa rastiyê bêne rêzkirin.Ne wek pêlîstika

þexsiyetan û ne jî tadeyî lêkirin hebe.

Ji bo me kurdan tiþtê herî giring yekîtî û îtîfaq e.Ya din jî parvekirina xebat û piþtgiriyê ye.Divê herkes li gor bîr û bawerî û zanabuna

xwe pêkirin hebe! Yên ku Ji bo doza welêt xebata ramanî dikin gelek in.Lê yên ku xebata wêje û huner dikin kêm in û divê mirov

wanan têkilî hevûdu neke.Herkes di qada xebata xwe de huner û marifeta xwe bi pêþde bibe.Ji bo vê xebatê tu asteng tune.

Lê dema ku em ji qada xebata xwe derkevin û têkilî sînorên din bin,tewl û hêvî çêdibe,ew nakokiyên ku heya niha çareser nebûne, ewê zêde bibin...

Neteweyê Kurd di warê ramanên civakî,siyasî û baweriya  ol’î de xwedî mozaîkek rengîn û cuda ye.Ew dewlemendiyek giranbiha ye.

 Jê re tehammul û zanisti pêwiste.

Divê berî her tiþtî di navbera me de ji hevûdu tehammul û ji bo wan baweriyên cuda gramî kirin hebe..

Xeynî xwefirotin û bê exlaqî û berjewendiyên þexsî....

Yên sixur, Kurdkuj u xiyanet kirine, ew dijminên gelê Kurd in, ji bo wan pê ve berdan,tawizdan tune.

Gelek welatparêzên me yên birêz bêyî ku nivîsên min bixwînin bi pêþdaraz  rexne li min dikin û dibêjin

“Ma tu dijminatiya me diki?” Na xêr! Dijminên me gelek in,naxwezim dijminan û dijminên hundurî ji xwe re pêde kim.

Lê nizanim mebest û sedema van pirsên han çiye?

Mînak:

 

Absender:

"Selçuk DOGAN" <sazbend47@hotmail.com>

Betreff:

slav

Datum:

15.11.2006 18:51:30

An:

aduran@hispeed.ch

Cc:

 

Anhang:

 

 

 

Berî her tiþtî slavên germ ji wera diþînim. jî ber malpera lotikxane em
gelkî keyfxweþ bûn lêbele rexnekirina weyî liser birêz öcalan fikr û ramanên
min yê liser we guherand. Tu jî niviskarekÎ vê malperê ye. Gello armanca
malpêra we yekîtîya Kurda ye an jî dujmunatîya Kurda ye. Herdem bîrêz Barzanî jî
serokekî Kurda ye. Ev qet nayê înkarkirin. Birêz Ocalan jî serokekî meyî Kurda ye.
Kesê ku gelê Kurd re tiþtek kir bila wun zanibin herdem dilê me da
veþartiye. Aniha de jiboy bersivate spas dikim. Jiboy xebata weyî çandî ya
Kurda serkeftin ji wera..

 

Mijara xebata min nivîsandina pêkenokan e.Dixwazim bersiva xwe bi seretayên exlaqê pêkenoknivisandinê lewra rêz bikim.

Rojekê ji rojan mirovek diçe dukanê ji xwe re dolabekê dikiri.Mala wi li ber rê ya hesin e.Dema ku trên derbaz dibe,xani diheje.

Bi hejandina xanî ve dolab jî di heje û malxweyê malê bi tirs û xof ji mêrê xwe re loman dike û dibêji. „Camêr milyaketên xirab

ketine hundurê vê dolabê, dema ku tu li ne mali dolab xwe bi xwe diheje..“ Mêrik ji malxweyê malê bawer nake û ji mal

derdikevi tere.Di wê encamê de Jinik diçe ba dartraþekî û hal û mecala xwe jê re dibêji, jê tika diki da ku ew were malê û li dolabê

bineri.Dartiraþ tê malê û dolabê vedike û lê dinêri..Ne cin û ne jî milyaketên xirab dibîni.Dartiraþ mirovekî çê ye, ji jinikê re dibêji

“xwiþka min tu bilasebep xwe aciz meke..Li ber xaniyê we rêhesin derbaz dibe.Dema ku trên ji vir bi rêve diçe xanî diheje

 û tev xani dolab jî di heje.Niha ezê bikevim hundurê dolabê..Bi xwe dema ku trên derbaz be,ezê hejandina dolabê seh bikim.“

Dartraþ dikeve hundurê dolabê lê di wê encamê de xwediyê malê mêrê jinikê tê mal û sakoyê xwe derdixîni, dixwazi di dolabê de lidarxîni.

Deriyê dolabê vedike ku çi bibîni, ewê dartraþ di hundurê dolabê de ye.Pekinî ser jina xwe û bi hêrs dikevi, radihêji kêrê,

berî ku herduyan bikuji jê pirs dike:

-Bênamûs kurê bênamûsan ma tu li vir li çi digeri?

Dartiraþ ji dolabê derdikeve, bi avirek xemgînî hustiyê xwe xwar dike û devmirî dibersivîni:

-Ma apo niha ez ji te re bêjim li vir li benda trênê me tuyê ji min bawer nekî! 

 Selçuk bira ! Karê min ê Lotikxanê ewe.Mîna nivîskarekî pêkenokan dixwazim bi zimanê Kurdi nivîsên wêjeyên nemir

biafirînim û alîkariyê bidim wê malperê.. Tê de Qirûþek berjewendiya min a þexsî tune û ewqas !

 

 

 

EW QEÞMER EZ IM!

 

Di vê dema dawiyê de havîrdor li min hate girtin..  Bi telefon,poste û înternet pestandinên ku ji min re hatin ez duçar bûm..

Polîs dest danî ser rewþa min û min ew neçariya xwe heweleyî dadgehê kir..

Nas û dostên ku ji min dûrin rewþa min nizanin,lewra bûme  wek sinc ketime nav çavên hinek mirovan..xêrnexwazan...

Dema ku min dest bi xebata þano kiribû, çardehsalî bûm.Niha 51 salî me.Gelek dem buhurî..Dîsa jî hê li ser þanogehê me..

Ji mêj ve, di wan salên çûyî de mamosteyên min pesnên þano dikirin û bi vî avayî em fêrî xebata þano bûn.

Ýsmaîl Dümbüllü û Kenan Pars mamosteyên min ên þano bûn.

Rojekê ji min re qala serpêhatiya qeþmerekî dikirin.

“Di dema berê de hikumran û padîþahên Osmanî diçûn seferên dûr,welatên xelkê talan dikirin û ji xwe re

 dikirin mal..Ji ber wî qasî ji malê dinê mehrûm nediman û hertiþtê wanan hebûn.Kêmasiya herî mezin, ken u kêfa

 wan bû.Ji bo ken û kêfê jî hin qeþmer ji xwe re amade kiribûn...

Rojekê padîþah bi cil û corên kevn xwe kar dike û dadikeve nav gel da ku dûriþm-rewþ û pergala gel di cîh de baþ

bibîni..Dadikeve nava kolanên bajêr û têra xwe li her derê digeri..Carekê dineri ku çi bibîni, waye merivekî belangaz

û pejmûde li ber dîwar rûniþtiye û bi avirên tahl li mirovan dineri..Padîþah gelek ecêb dimîni û nêzîkî wî zilamî dibe û jê pirs dike:

-         Xelk û alemê vî welatî têra xwe xwedî mal û milk e.Serfiraz e..Ji bo çi tu li vir diponijî, ma derdê te çiye?

-         Qet pirs meke xalo.. Hemi mezinên vî welatî û xelk û alem bi marifetên min þa dibe, ken û kêf e..Lê ez hewcedarê

xwarin û vexwarinê mame..

-         Ka baþ li min binere.. Ma te ez naskirim?..Ez padiþahim!

-         Ew qeþmer jî ez im..!”

Va kurteçirokên han gelek dersdarin..

Di van rojên çûyî de tiþtên bêyom hatin serê min û ez gelek pê xemgîn bûm..Ji alîkî ve jî   li þanogehê lîztikek di operayê de

 ‘l’mour des trois oranges’  (Evina sê purtaqalan) wek qeþmerek û þeytanek du qerekter  rolên min hebûn.Temaþevan gelek

 bi min dikeniyan û þa dibûn..

Rojekê piþtî beþa yekem me rawestandin da û min cixara xwe pêxist, ji xwe re qehvek dagirt û li quncikekê rûniþtibûm.

Rejisor hate gel min û got:

-Ji ber çi tu wisa hustuxwar û xemgîn î?

Min serpêhatiyên xwe yek bi yek jê re rêz kir. Keniya û gote min:

-Birasti asoyê xeyalên te gelek berfirehin,di dema ku tu qala jana dilê xwe diki mirovan didi kenandinê..

Wî ji min bawer nekir! Û rojên min ên buhurî, serpêhatiya wî qeþmerî hat bîra min û min xwest bêjim “lewra herþev bi sedan

mirov bi min dikenin ,qeþmerek jî ezim!” lê bêdengiyek li min peyda bû û min nedikarîbû bikenim ne ji bigirim..Ma va jî hale?

<<<<<<<<<<<<<<<<<<<<<<<<

 

BÎR Û BAWERÎ

 Dostê me Kurdan yê hêja, Keþe Ludviko Filozofekî olî bû.

Li Swîsreyê bajarê Sissach’ê Keþeyê Dêrê bû... Her sal du sê caran dihat Tirkiyê, li Anqarê trumbêlek kirê dikir û digel

tercümanê xwe diçû Çorûm’ê. Di vegerê de dihat bajarê Edenê mala birayê min.

Hê ku ez nehatibum girtinê,wê demê li bajarê Edenê li mala birayê xwe dimam.Ludviko wê salê hat Edenê bû mêvanê me.

Tercumanê wi belengazekî elevî û elewiyê Çorûmê bû.Navê wî Memed bû. Memed di demek teng de revî û bi rêya dizî wek

penaberekî li Swîsreyê cîwar dibe.Penaberiya wî nayê qebûlkirin û diçe cem xaçasor û li wê derê Ludviko nas dike.Ludviko

gelek arîkariya wî dike, ji malbata wî re diravan rê dike. Piþtî wê danasînê ,Memed bi zorê þûnve vedigerînin Tirkiyê. Keþe

 Ludviko heya Çorûmê li gel wî tê û malbata wî jî nas dike, ji bo ku polîs Memed raçav nekin heya mehekê li Çorûmê dimîne.

Memed û Ludviko dema ku ji Anqerayê bi trumbêlê didin rê, Ludviko jê re bi Almanî dibêji,”Memed ez rê dernaxînim divê

tu alîkariya min bikî”  Ludviko Trambêlê dajo û ji Mehmed  pirs dike:

-Gelo,vaye þeþ saete dajom hê em negihiþtin Edenê û dema ku ez ji te rê pirs dikim tu dibêjî rasterast bajo!

Ez bawer dikim ku em xelet hatin.

Memed disa dibêje:

-Na xêr hê piçek rê maye, rasterast bajo (bi Almanî immer Gradeaus)

Ludviko trumbêlê radiwestîne û li tabelaya rêwîtiyê dinêre ku ew ketine navçeya Entabê..

Piþtre diçin cihê destavê dixwazin piçek rehet bin..Ludviko hê ku neketiye cihê destavê ji Mehmet pirs dike:

-Em niha li welatekî misilmanin, gelo li ser deriyê destavê ji bo mêran û jinan çava hatiye nivîsandin?

Divê em þaþitiyê nekin.

Memed pirsa Ludviko bi rêveçûyînê û bi lez dibersivîne û dikeve cihê pîrekan.

-Ji bo mêran ‘bay’ û ji bo jinan ‘bayan’ hatiye nivisandin.

Velhasîlîkelam di berbanga sibê de hatibûn Edenê û li deriyê mala birayê min xistin.Çend rojan li Edenê man û dûre em bi

hevre çûn Dersimê û ji bo wergerandina ziman min arîkariya wî kir.

Em çûn gundê Örs (basu) yê gel bapirê min Hemê Dêrsimî.Bavê diya min bû.Meqes li por û ri ha wî yê sipî neketibu.

Her sibê ku tirêjên rojê derdiket wî riha xwe diþûþt, þe dikir û berê xwe dida asûmanan dia dikir.Rojekê em li goristanan

 û ziyaretan geriyan.Piþti wê diruþmê Keþe Ludviko pirs kir:

-Gelo,ev goristanên we mîna goristanên misilmanan nînin? Peykerê heyvanan li ser in, mirovên ku li vir dijîn

bîr û baweriya wanan li ziyaretan tê.Ma va çi hale?

Mehmet bersivand:

-Em Elevî ne..loma

Ludviko ecêp ma û got:

-Min li aliyê we (Çorûm) Elevî dîtin.. Ew jî nêzîkî misilmananin.Jiyana we ne mîna Dersimê ye..

Tu jî çawa ku ji min re rê nîþan didî, wisa ber xwe deng dikî û  rasterast dibêjî. Wek ku tu dibêji ne wisan e..

Bapirê min got û min ji Ludviko re vegerand:

-Xwedê yê min çar anasir e /roj,hewa, erd û av/ ew çar anasir nebin jiyan nabe. Dema ku roj diçe ava

em li ser ziyaretan findan pêdixînin da ku ronahiya hivê xirabiya þevê belav bike..Ji ber ku her xirabî ji tariyê peyda dibe.

Ludviko ji bapîrê min pirs kir:

-Ew riha teyî bedew ji bo çi ye û ew peykerên li ser goristanan?...

-Ez êdi heftêupênc salî me.Di nav wan salan de heya îro tiþtê ku min bi dest xistiye ev rih e û dema

ku bimirim ji bilî vê rihê tu tiþtî di gel xwe nikarim bibim.Ew peykerên li ser goristanan remzên bîr û

baweriya me ne.. heywan jî bi can û hest in.Divê mirov wan baþ xwedî bike,neêþîne. Ji ber ku ew

tiþtên ku ji bo me pêwistin,wek hirî û þîr em dikarin ji heyvanan bistînin.Ne hewceye ku wan qurban

bikin.Her wekî din jî tebiat gelek devlemende, sebze û fêkî û genim ji erdê,tebiatê tê..

Ludviko hustiyê xwe xwar kir û bi çavên beq li bapîrê min nerî û got:

-Ez di warê bîr û baweriyê de perwerdenas im û keþeyê dêrê me lê va tiþtên ku tu dibêjî,di pirtukên rûmet

yên olên mezin de derbaz nabin.

 

-Seydayê birêz ew tiþtên mezin yên ku dibêji, te bilasebep bi wan serê xwe xistiye belayê.Mirovên mezin hin

 gotinan dibêjin em bi wan gotinan dikevin belayê.Binêr Li Tirkiyê bêjtinekî taybetî ya serokkomarê wan

Mistê kor heye ‘heri murþidê rast,zanistî ye..’ dibêje. Me bi wan gotinan bawer kir û qîz û xortên xwe rêkir

dibistanên Tirkan.Bi tipên latînî gelek pirtuk hatibûn weþandinê.Zarokên me ew pirtûk kirîn ku bixwînin û

zanistiyê fêrbin.Polîs û jendermeyên wan hatin malên me sehêtiyê û hemu pirtûk berhevkirin, bi xwe re birin.

Zarokên me jî ji sedema wan pirtûkan hatin girtin..

-Tu rast dibêji lê di ola Mihemed de bi taybetî gotinek Elî heye dibêje ‘ewê ku tîpekê bi min bide hînkirinê,

ezê ji vi re bibim kole.’

-Bi baweriya te sond dixwum ku,ew gotinên halo ji acizbûna nezaniyê hatine gotinê.Herî nezan misilmanin û ji

nezaniyê xirabî peyda dibe.Binêr Tirk-Ereb û Ecem hevûdu dixwun..

-Belê,lê ola Îsa bi ramanên azadiyê hatiye hûnandin,baweriya me heq û rast e.

-Tu kes nabêji dewê min tirþe,lê Ewrûpiyan ji xwe re sazûmanek nûjen avakiriye,dezgeha siyasî têkilî karê olî

nabe û sîstema we ji rêzikên oli cuda ye, ji ber wan sedeman nakokiyên civakî kêm in.

-Tu mîna qoministan difikirî..

-Qominist ? Ew çiye?

-Qominist ji xwedê bêbawerin..

-Wan nasnakim, lê yên ku xwedê bawerin dinasim,Tirk û Erebên bêvîcdan û bê merhamet.. Ma em ne qûlên xwedê ne?..

Di quranê de ayetek heye tê gotin “ew can û rihê ku xwedê dide ji bilî xwedê tu kes nikare bistîne”  ma haþa ew xwedê ne ku

 tadê li me dikin û me dikujin?

Ma Emerîka û Ewrûpa ne xiristiyan in? Hûn jî masûm nînin ji bo ola Îsa dinê xira dikin?

-Belê tu rast diaxivi.. bi baweriya te sond dixwum ku ji niha pê de keþetî li min heram be,ezê dev ji keþetiyê berdim.

Bapîrê min keniya û got:

-Ya roja pîroz, ronahiya sermedî! Keþe jî bû mirov! Ji bo qenciyê mirovek zêde bû!..

 

 

ÇEND BÛYER JI DERSÝMÊ..

 

  Tê gotin; rojek ji rojan, çalakiyek leþkerî li gundekî Dersimê çê dibe.Leþker havîrdora malekê digirin û di wê encamê de

xwediyê malê derdikeve pêþ derî û ji wan dipirse:

-Yine ne istiyorsunuz,allahtan korkmazlar! (Hûn dîsa çi dixwazin,  xwedênetirsan!)

-Kaç çocuðun var? (çend zarokên te hene?)

-Heft zarokên min hebûn...

Leþker xwediyê malê digirin û tand didin hundur, dikevin nav malê û li herderê digerin..Tukesî û tu tiþtekî nabînin ji xeynî 6

wêneyên xortan,ew wêneyên ku di dîwêrde hatine daliqandinê.

Serokleþker ji xwediyê malê pirs dike:

-Sen dedinki 7 çocuðum var. Duvarda 6 çocuðunun resmi var,7.cisi  nerede? (Te gotibû 7 zarokên min hene,

lewra 6 wêne bi tenê ne,ka zarokê te yê heftemîn?)

-O gördüðün resimlerdeki alti yiðit þehît düþtüler. Diðer orospu dölü de askere gitti.(Ew þeþ gernasên ku hûn li

wêneyên wan temaþe dikin þehîd bûn,yê din jî ew zuretê qehpikan çû û bû leþker!

 

&&&&&&&&&&&&&&

 

Tê gotin dîsa rojek ji rojan hêzên leþkerên taybet (özel timler) tên malekê û ji wan xwarinê dixwazin.

Xwediyê malê sofrê datîne ber wan û elbek (sêni) tijî xwarin pêþvaz dike.

Serleþker aciz dibe û dibêjie:

-Ulan hiçmi medeniyet buraya uðramadi.Kocaman siniyi önümüze koyuyorsun bari herbirimizede birer tabak ver!

 (Lawo! Ma hiç þarezayî negihiþtiye vêderê! Te elbek xwarin daye ber me,lê ji bo çi her yekê firaqekê jî danayne ber me..)

- Komutan! Biz köpeklere ayri tabak veriyoruz ki, boðuþmasinlar.Insanlar nasil olsa ayni tabakta yer!

(Serleþker! Em firaqan ji bo segan cuda datînin ku li hev negirin! Ji xwe çawa be mirov dikarin bi hevdure bixwin!)

 

&&&&&&&&&&&&&&&&

 

Tê gotin rojek ji rojan. Cara yekemin zarok diçin dibistanê.Mamoste dixwaze  wan hînî zimanê Tirkî bike.

Bi wêneyên heywanan dest bi karê xwe dike.Wêneyê ga pêþ zarokan dike û dipirse:

-Bu nedir çocuklar? ( zarokino va çiye?)

-Öküz öðretmenim.(ga mamoste!)

Wêneyê kerê pêþ wan dike û dipirse:

-Bu nedir? (va çiye?)

Zarok bi yek devî

-Eþek öðretmenim.. ( ker mamoste!)

Piþtre dixwazi zilamên bi nav û deng û mezin bi wan bide hînkirinê û wêneyê Ataturk pêþ wan dike û ji wan dipirse:

-Bu kimdir çocuklar..(zarokino ma va kiye?)

Zarok gelek bêdeng û bê bersiv dimînin.Mamoste aciz dibe û bi þivikekê li zarokekî dixîne û ji wî pirs dike:

-Kim bu ulan? (lawo ev kiye?)

Zarokê reben hustiyê xwe xwar dike û devmirî dibersivîne:

-Walleh öðretmenim hiç böyle heyvan görmedim, tanimiyem! ( mamoste bi xwedê  ez heywanekî

wisa nasnakim û min hê nedîtiye..)

 Bîranîn

Bapirê min digot “Mirov mîna teyrekî ye,bi çavgirtin bi çavvekirinê fire û winda dibe.”

Ew mirovên çê,zana û qedirbilind bikevin avê,av qêmiþ nabe wan bigire berxwe û bibe..

Yilmaz Güney: Wî li Edenê festîvala Filmên Altin koza dinasim.Wê demê min di hotêla Altinkoza ‘Çayocaxî’yê de kar

dikir.Her sibe ji min bi îskana mezin, du simît,200 gr.peyîr û pakêtek cixara qaçax dixwest û min ji wi re amade dikir.

Mirovekî destvekirî bû, hercarê mistek dirav dixist bêrika min û digot “bi van diravan pirtûkan bistîne û bixwîne,pirtûk

xezîneyên herî mezinin..” Min digot wî “ez jî dixwazim wek te di filîman de bilîzim”. Destê xwe xist bêrika min û got min

“va ye dirav ji bo heqê qehwê,ger bi lezê ji min re qehweyekê bînî,ezê arikariya te bikim” û min bi lez bazda da ku

ji wî re qehwê bînim û bi rê de dûman bi ser min ket,bêrika min þewitî û hemi diravên hesin li erdê axme bûn.Min kirasê xwe

ji xwe kir û agir tefand û diravên xwe berhev kir û þûnve vegeriyam bi çavên girî got “tu henekên xwe bi min dikî,te li

dewsa diravan cixare xist bêrika min û cilên min þewitand,ya te ne alîkarî ye,dijminahî ye,ez di nava diravên te

de bimîzim,tu bi wan diravan henekên xwe bi mirovên belengaz diki..”

Hema ji niþka ve ji cihê xwe rabû û ji min efû xwest, destê xwe danî ser milê min u got “karê artîstiyê qeþmerî ye û min

 jî tu ceriband, tu bê tehammulî,,. Piþtî vê gotinê zilamekî wî hebû ji wî re got “vî xortî bibe gel terzî Yaþar û di gel silavên min

bila ji vî xortî re taximek nû û xweþik bidirû” .....

Gelek sal bihurîn min karê rojnamevaniyê dikir.Ew jî mahkûm bûbû û þandibûn girtîgeha Izmîtê. Ez çûm serdaniya wi.Ez nasnekirim û

got min “tu bi kîjan rojnameyê re dixebitî, ji min çi dixwazî?” Min hal û mecal ji wî re got. Keniya û ez hembêz kirim û got

“divê tu wan diravên ku min ji bo te mesref kiribû þûnve bidî min”. Min lê vegerand “bila can û ruhê te saxbe lê ji bo çi?”

Gote min “niha tu bûyî alîgirê devletê.Di navbera me de wek dîwarekî bilind meslehatên çînî hene û tu jî li aliyê sermayedaranî”..

 Min gote wî “ew rojnameya ku ez têde kar dikim ya karkeran e. Li aliyê din jî ez bi Rojnama Polîtîka û Vatan re dixebitim”.

 “Wê demê tu mesele nine..em dikarin bidin û bistînin. Ez dixwazim her hefte tu were serdana min,di gel xwe ji min re cixare,

rojname û hin pirtûkên ku nû derketine bînî”. Min her hefteyê daxwaza wî anî cîh.

 

Dîsa gelek sal di navbera me de bihurîn. Ez li bajarê Almanyayê li Berlin’ê bûm. Ew jî li Fransayê . Me carek din jî hevûdu dît û kovarek

 siyasî û çandî bi zimanê Tirkî û Kurdi bi hevre derxist (navê kovarê GULAN –Mayis bu)

 

 

Apê Musa

Ez nû ji girtigehê derketibûm û mêvanê A.Z.Okçuoðlu bûm. Min qeftek gulên sor, kesk û zer girt û çûm serdana rojnama Ülke,..

 

Dema ku ez ketim hundurê buroyê û min xwe da naskirinê min dît ku wa apê Mûsa li wir rûniþtiye.Min ew qeftek gulên bi mane

ji wî re diyarî kir û got min “lawo te karekî þaþ kiriye.Niha li pey te hemi polîsên Istanbolê jî hatine ber derî.Wa duriþê

 halo tehlûkeye ji bo danûstandina me Kurdan...a din jî Mûsa Anter êdi tê nasîn..ez jî wek wan gulan bi kuve herim

 min nas dikin û çawa ku nêçirvan  bi kewekî deh kewan digirin,polisên Tirk jî didin pey min..wa jî ne hale..kew dijminê

eslê xwe ye..niha pê de dîqat bike..’

 

wê demê apê Mûsa carcaran li buroya  rojnamê rûdiniþt.

Orhan Kotan

Dema ku rojnama Kurdistanpres derdixistin min carcaran arîkarî dikir.Rojekê sibê zû min soz dabû ku ez biçim buroyê gel

Orhan Kotan û Mahmut Baksî..lê ez ji xewê þiyar nebûm û dereng mam.Piþtî ku ji xew þiyar bûm bi lez bi rê ketim û çûm

buroyê min deri vekir nekir Orhan Kotan çardexwer li serê min rast kir..Mahmût Baksî hema bi herdu lepan destê wî girt û go

 “Orhan þaþitiyê meke ew birayê me Adile..”

Bêdengiyek çêbû.Wî çardexwer xist ber xwe û got “Ulan sabah sabah belamisin nesin, insan kapiyi çalarda girer deðil mi?”

(lawo sibê sibê ma tu belayi,mirov carekê li deri dide wisan dikeve hundur..)

-Birako! Ez di xewê de mam,ji ber wê dereng ketim.

- Mahmudê me, wî mirin heq kir an na? Ma mirovên bindest divê di xewê de bimînin?

-Kek Orhan niha çi kar ji bo min heye?

-Dev ji kar berde hin pirsên min hene divê tu wan rast bibersivînî

-Xêre..kerem ke.

-Vaye Mahmut Baksî jî þahid e.Tu miroveki hunermend û întellektuelî, ew KUK çî gundî ne çi karê te di nav

 wan de heye? Ya din jî tu ji me Rizgarî’yê  çi dixwazî.Te di derheqê me de rexneyên gelek tûj nivîsandiye û bi

xêzikan rêz kiriye.. du roj ji te re musade..bi nivîsandî bersiva wan bide.Weki din jî em rûpelekî taybeti ji bo

zarokan derdixînin.Tu dikarî Ji bo zarokan xêzik û pêkenokan binivîsînî?

-Kurdîya min a nivîsandinê nebaþe..

 

-Tu ramanên xwe bi Tirkî binivîsîne, Mihemed Uzun wan diqulipîne Kurdî..

Jêrenot: Divê hin tiþt þaþ neyên fahmkirin.Raste min di derheqê Rizgariyê de rexneyên tûj nivîsandibû. Lê kek Orhan mirovekî çê

û zana bû.Bi nîvdevî wek  henek lomên xwe kir.

 

 Hemreþ Reþo

Li Berlinê me enstutiya Kurdî ava kiribû.(Dr.Hasan Nahit,Zilfi Selcan,Kazim  Baba,Giyassettin Sayan, Adil duran,Ý.Þerif Vanli,

Dr.Þükri, Hasan Yildiz....) Roja vekirina Enstitiya Kurdî gelek rojnamevan û mêvanên çê hatibûn û bi raxistina xêzikan hemi dîwar

 hatibûn xemilandin.(xêzik yên min bûn)

Weki din xwarin û vexwarina Kurdi û muzîk hebû ji bo mêvanan.

Di nav wan mêvanan de mirovekî xweþ û çê yek bi yek xêzik temaþe dikir.Ez nêzîkî wî bûm û min ji wî re bi zimanê Almanî deng kir.

 (Bi Tirkî min fedî kir û Kurdiya min jî ne têrî xwe bû) Wî camêrî bi Almaniyek akademîk û xurt bersiv da min û got:

-Heyf û mixabin ku xwedanê van xêzikan bi min re Almanî dide û distîne..

-Min efû bike Seyda, Kurdiya min nebaþe

-Naveroka ruhê van xêzikan bi xwe Kurdî ye, bi talentek mezin hatine afirandin,te pîroz dikim lê zimanê xwe jî pêþxîne

Ji wê rojê þûnde min giraniya xwe da ser hînbûna zimên...

Gelek sal derbas bûn. Ji sedema xebata sîyasî li welêt telefona kek Hemreþ dabûn min, ez li Swîsreyê bûm û min ji wî re telefon kir, bi Kurdî deng kir:

-Tu her bijî..têm çavên te.. Te zimanê xwe gelek dirust kiriye..

 

Me gelek caran hevûdu dît û bihevre rûniþtin.Çend caran,çend þevan li mala wî bûm mêvan.Wek dibistanek bilind bû ji bo

min û ji axavtinên wi yên giranbiha gelek tiþtan baþ elimîm û min jê fêdeyek mezin dit..

 

Mamosteyên mezin û yekta birêz Yilmaz Güney,Orhan Kotan,Mahmut Baksi,Apê Musa û Hemreþ Reþo hemuyan jî bi

hestên netewi rêyên þoreþê bi me dan hînkirin.Rêya dozê ronakkirin.Ew bi xizmeta þoreþê nemirin û remzên Kurdistanê ne..

Hesenê Palo

Ji sedema zor û tadeyiya axa û cendirmeyan,malbata me bar kir û hate bajarê Edenê. Sal 1965..

Bavê min qaçax bû karê qaçaxiyê dikir û tev Silfi Avdê diçûn bin xetê.Bi þev derdiketin rê û piþtî çend hefteyan dîsa di þevê

de dihatin malê.Çend caran gelek erzaqên giran ji gel Barzaniyê nemir sitandi bûn, ango ji destên pêþmergeyan kirî bûn.Çay,

þekir, titun û bi taybetî xençerên bi zîv hatine xemilandin. Dianîn û difirotin.Marqê ewan erzaqan hebû. Çaya Xolo,Þekirê Xalo

(ew þekir wek ristimek kevir bû,biçekûç dihat perçekirin piþtre bi kelbetanê dihat hûrkirin.) Xençera Xalo ûhwd dihatin binavkirin.

 (Xalo ji bo Barzaniyê nemir dihat gotin)..

Dîsa rojan ji rojan çûbûn binxetê çend çekên sivik û piçûk xistibûn hundurê zebeþekî û zebeþ jî di nav torê de û li otobusê siwar

dibin berbi mal tên.Li nêzîkî bajarê Antebê cendirme rê dibirin.Bavê min ji tirsa re ji Zilfo re dibê “kuro li wan zebeþan xwedî dermekeve..”

Cendirme dikevin nava otobusê nasnameyên rêwiyan kontrol dikin,herdu jî bê nasname ne. Jendirme wan digire û dadixîne jêr.

Di wê encamê de mirovekî qirase bi dengekî qur pêy wan dadikeve jêr û ji cendirmeyan re dibêje:

-         Va herdu zilam peyayê min in.Ez wekîlê wan.De hûn jî karê xwe bikin,ew kesên ku hûn li pey ketine ne ew in..

Ji ber wan gotinan cendirme dev ji wan berdide û dîsa li otobusê siwar dibin û bi rê dikevin...

Ji wê rojê û pê de navê Hesenê Paloyê di nav herêma me de bi peyagiriyê belav û bilind bû..Dema ku hesenê Paloyê derdiket

nav kolanan jin û zarokan xwe vêdiþart heya ku ew derbaz nebûya tu kes dernediket kolanan.Rojekê Hesenê Paloyê ji jorda

dihat. Jinek Tirk bi zaroka xwe nekariya û zarok ji destê jinikê filitî û derket ser kolanê. Jinik bê çare bi dû kurê xwe ket û da pê.

Dît ku kurê wê ranaweste berbi Hesenê Paloyê ve dimeþe. Ji dûr ve bang kir:

-Amcasi o çocuða kiz, korksun bir daha yaramazlik yapmasin (Apo bipekîne ser wê zarokê û bila ji te bitirse û carek din halo neke)

Hesenê Paloyê þimikek avêtê û got:

-Anasina koyduðumun çocuðu..(min di diya te niyo..)

Jinikê berê xwe guhert û bi þerm got:

-Allah belani versin!..(xwedê bela te bide..)

-Niye ben ayi miyim benden korksun..(ma ez hirçim,zarok ji min bitirse..)

Piþti wê bûyerê bi tirs û telaþek mezin min dît pîrejinekê xwe avêt nav baxçeyê malekê û ez jî bi pey wê ketim nav baxçe û

min xwe li paþ darekê tûyê vêþart. Mêrekî rûsipî di baxçe li ser textekî xwe dirêj kiribû.Pîrejînê silav da wî û çû nêzîkî text

rûniþt û bi hevûdure ketin misletan.Ji bilî wan tu kes li wê derê tunebû, ji xeynî min û min jî xwe vêþartibû.

Jinikê pesnê xwe da û got:

-Begê min,dema ku ez bûk bûm zarokek di zikê min de, yek li ser piþta min û yek jî li ber destê min min xizmeta

 malê dikir.Ez bermaliyek gelek jêhatî bûm. Dema ku diçûm kaniyê xortan li pey min fîtik lêdixistin min rû nedida wan.

Du xortan rê li min birîn, min bi yek derbê ew dan ser hev û xist bin xwe û lê da heya ku poþman dibûn.Got û digot.

Ji niþka ve pîremêr ji cihê xwe de rabû û lê nerî û got:

-Dêlê, ma qey tu wê demê neketi destê min? Niha ezê çi ji te bikim!

Piþtî wê gotinê bêdengiyek bû û ji niþka ve ji sûkê dengek hat,dengê Hesenê Paloyê bû

-Apê Eli,hêfa camêran..ma tu nizani çi bikî, têke wê heya ku saxe bila pesnê kirina camêran bike!..

Hesenê Paloyê bêjtina xwe got û çû. Piþtre dîsa bêdengiyek çêbû û pîremêr got:

-Qismet ji vê rojê re çêbûye.Were em herin hundurê malê..

-Tu guh mede gotinên Hesê dînik, ma ew ku camêre ji bo çi ew nake!

-Ma ji tera ga an golik pêwiste?

-Ne ga, ne golik,ne ji gun û hêlik! Adet û toreyên me hene bêyî wê divê tu ket daxwazek weha ji min neke.

- Ma çi adet û tore?

-Divê tu zarokên min bi qelend razî bikî û ji mizgeftê melle bînî û min ji xwe re mahr bikî.

-Mekeve gunehê melle,were ez te ji xwe re resmî mahr bikim,bila pêzevengê me jî Xelîl efendî be..

(Xelil memûrê nifûsê ye)

Di wê encamê de deriyê derve kir qirçe qirç û Hesenê Paloyê ket turtê û bi hêrs gote wan:

-Ne dema galgalê ye, divê hûn bihev þa bin, piþtî ku we karê xwe qetand pencerê vekin û nîþanekê bidin

 min ezê jî çardexwerê berdim hewayê û we mêr û jin îlan bikim.

Ew herdu bêçare ketin hundurê malê. Gelek dem buhurî û pîremêr pencere vekir û got:

-Cihê te bihuþt be Heseno! Bi þabûna wê wisa dilgeþ bûme ku dixwazim bifirim.

Piþtî wê axaftinê Hesenê Paloyê çardexwer ji ber piþta xwe derxist û bi hewa re hincirand...

 

‘HEVAL KASTRO JI MIN RE ÞANDÝYE..’

 

 Tê gotin,dema ku baweriya mirov nemîne, mirov xira dibe.!

Di nav wan salên buhurî de Kurdên me xwedî rêxistin bûn.Her rêxistinek di bin ramaniya welatekî sosyalîst de bû.

Ji bo endamên wan rêxistinan jî ew welat wek ziyaretê bûn.

Ew salên ku sîstema welatên sosyalîst têkve çûbû em di girtîxana Malatyayê de bûn. Gelek endamên rêxistinên çep

xemgîn û hustuxwar mabûn û  baweriya wanan hatibû þikestin.

Apo (Abdullah Dogma) wek remzekê bû.Sê ziyaretên wî hebûn. Stalîn,Ho shi min û Kastro..

Demek dirêj gengeþî li ser Stalîn bû.Li alîkî din jî rêxistina Apo ya berê ew her sê serok ji xwe re kiribûn klavûz, lê dûriþmên

wan ne li cîh bûn û ji ber wê sedemê Apo bê rêxistinî mabû.

Rojekê em derketin hewþa girtîxanê ku hewa bistînin û piçek bimeþin. Ji taxa jor çepên Tirkan jî derketibûn derve.Apo bang kir

-Ulan oðlim! Arnavutluðun üç milyon nufusu var.Senin Enver hoca xiyar satsa onlari doyururdu, ne oldu?

Emperyalistlerin kucaðina oturdu..(lawo lawê min! Arnawudî sê milyon gewrî ne.Ew Enwer xoceyê we bi tenê

xiyaran bifroþe dikare debara xwe bike,lê çûn li ser çokên emperyalîstan rûniþtin..) Ji ber ku Apo hevalê Apociyan bu.

Ewanan xwe kerr dikirin bersiv nedidan.Apo dîsa bang dikir.

 

-Mao dediniz de ne oldu.Bir þîþe Kola ve blucine teslim oldu. ( we digot Mao û serê me dibir niha çi bû,

emperyalîstan bi þûþek kola û pantolonê Emerîkî teslim girt)

Bi wî halî gelek roj derbas bûn. Rojekê A.Zeki Okçuoðlu hatibû serdana me.Ahmet gelek destvekirî bû û bi her

awayî alîkariya me dikir.Wê rojê ji bilî arîkariya diravan çend karton cixare û pakêtek puro ji me re diyarî kir.

Piþtî serdanê em þûnve hatin.Dema xwarinê bû.Me bihevre xwarin xwar û derketin hewþê. Min puroyek pêxist û

dûman bi ser serê min ket.Apo dît û bilez hate gel min û got:

-Xoce heyran ew çi ye?

 

-Puroya Hawannayê ye, rêheval kastro ji min re þandiye..

-Ez xulam xoce, tu mirovekî çê yî birasti em qedr u qimeta mirovên wek te nizanin..Ji kerema xwe yekî dikarî bidî min!

-Belê kerem ke.

Apo puro xist devê xwe û dûman jê derxist.Li taxa jor çepên Tirkan  bi yekdevî bang Apo kirin:

-Apo! Oda ne, sizinkiler tütün bulamiyor, sen puro içiyorsun yoksa bir yeri mi soydular? (Apo ew çi ye,

hewalên te titunê nabînin, tu puro dikþînî, ma we cihek þeland?)

-Ulan oðlim, ma bu Apo az adam mi! Bunu bana yoldaþ Kastro yollamiþ (lawo kurê min ma hûn Apo wek

mirovekî sivik dihesibînin! Rêheval Kastro ji min re þandiye..) Gelek sal buhurîn. Rêberê Apo,Apo piþtî ku hat girtin.

 Ji wan serokan yek bi tenê li derve ma û ew jî F.kastro ye .

Di van salên dawiyê de,ji welatên sosyalist gelek mirov hatin welatên Evrûpayê.Hemuyan dibistanên bilind xwendine û

zêdeyî bîst salan di bin hukmê sosyalîzmê de mane, mixabin karên kirêt dikin u laþên xwe difiroþin! Û hwd. Gelek mirov jî

 ji welatên belengaz hatine Ewrûpa û bûne penaber, ji sedî nodê wan tev sosyalîstin.Di van salên dawiyê de  ji wanan gelek

kes çûn Kubayê û serdana F.Kastro kirin.

Ma Kurd jî neçûn gelo? Belê, nabe.

Fewzo (!) rabû ji me hinek dirav deyn kir û got:

-Ezê herim Kubayê

Camêr çû Kubayê mehekê li wir ma û þûnve hat.Ji mera puroyên herî giranbiha anîn û diravên Kubayê ewên ku sûretê Che

Guevera li serin anî û gelek pesnê þoreþa Kubayê da. Dilê me pê xweþ bû û em gelek jî dilînî bûn ta ku hêstir ji çavên me hatin xwar...

Piþtre min ji Fewzo pirs kir:

-Lawo Fewzo, weki din te çi kir,çi dît?

-Pismam ew der bihiþte. Di nav kolanan de keçikek dît, heþê min ji serê min çû..min ji bêrika xwe çigolatayek

 Swîsreyê (þîranî)derxist û da destê wê. Piþtre dostaniya me çêbû û li gel min hate otêlê.Min li nêzîkî meydana

Hawannayê li taxa çaran odek kirê kiribû.Em bi hevûdure derketin jor û li þaneþînê (balkon-hêwan) rûniþtin.

Me li wir þûþek eraq vexwar û min berê wê da meydana Hawanayê û kuta wê..

Hewalekî me gelek aciz bû û got:

-Fewzo kero,bi van gotinan tu tecawüzi baweriya me dikî bênamûs!

-Çi gunehê min tê de heye! Jinên wan jî dostên xwe baþ nas dikin,ji ber ku Emerîkî bi diravan dixwazin bi wanan

re razên ew berê xwe digorin..

-Ma çawa dibe mirov bi rêhevala xwe re dikeve minesebeta cinsî?

-Li ser baweriya te sond dixwim ku ne bi zorê lê bi dil da min,ma jinên Rusî jî jin in! Dema ku hûn li pey qûna jinên

Rûsî digeriyan ew jî ne rêhevalên we bûn!?

 

Tu jî mirov be, bibe qominîst!

 

 Di sala 1987 an de ez di girtîgehê Malatyayê de bûm. Dayika min her mehê ji Bajarê Edenê dihat serdana min û ji

wê ra gelek asteng çêdikirin.

Ji sedema wan astengan dêya min ji Kamer genç’re telefon dike.(Kamer genç xalê dayika min e) û serpêhatiya min ji

wî re dibêje û loman dike..

-Tu mirovekî xwedi hêzî, mezinê meyî û di meclisê deyç..Kurê minî bêguneh xistine hepsê ..divê tu ji bo xatirê

min wî ji hepsê derxînî.Her wekî din tu tiþtekî ji te daxwaz nakim..

Piþti wê bergerinê Kamer Genç ji dayika min re dibêje:

-Xwarzê..tu qet xwe aciz meke..ezê niha ji çend mirovan re telefon bikim û wî azad bikim..

Çend roj buhurîn dayika min carek din telefon dike û jê dipirse:

-Xalê delal..ez ketime ber bextê te û Duzgun baba.Tu çi dikî bike kurê min ji hepsê azad bike.

-Xwarzê min ji meqamê teror û micadeleyê pirs kir kurê te digel teroristan kar dike û bûye qominist!

Divê tu wî ji zarotiyê caw bikî..

Dayika min ecêb dimîne ji ber ku nizane qominîzm çiye û dibêje:

-Min ji te bawer dikir ku tu miroveki çê û xirêtî..Tu bi qurbana kurê min bî..Tu jî însan be (mirov),bibe qominist!

Gelek bûyer û rewþa mirovan diþibin hev,wekhev in.

Di va rojên çûyî de min digel Þanoya Basel’ê lîztika kolanan bi navê ‘frei sicht auf mittelmeer’ ( pêþdariya azat li ser behra navîn)de kar di kir.

Lîztik bi raste rast li ser jiyana Karl mori yê ku Wek Che Guewera tê nasîn e. Deh salan di girtigehê de tê girtin.Piþtî ku

 ji hepsê derdikeve gardiyan ji vî re deri vedike û dibêje:

-Karl, deh sale tu girtîyî..niha ji vê saatê pê de tu azadî.Tu dixwazî çi bikî?.Ez bawerim tê herî meyxanê têra

xwe vexwe û di jinan ne..

-Na! Tu gelek þaþ difikirî..niha bi hezaran rêhevalên min li ber deriyê girtigehê li benda min in û polisên we

yên faþîst jî havîrdora wan girtiye..Çawa ku tu raman dikî ne wisa ye û ez ne ew mirovim ku bi tenê li nefsa

xwe xwedi derkevim!

-Karl..ji xev þiyar be çavên xwe veke..dinya hate guhurandinê..sazûmana we têk çû.. qet tu kes jî li benda te

 nîne, her tiþt hatiye jibîrkirin û pûç bûye..

Dema ku Karl ji hepsê derdikeve, li hawîrdora xwe temaþe dike û dibîne ku gotinên gardiyan rastin........

Ma, me dixwest çi bikira?

Hatin xeberdan, hatin lêdan û hatin girtin; bi serde jî gelek îþkence, tade, koçewarî û hesret, ji bo çi?

Jiyan berpêþ ve diçe û em nikarin kevirekî daynin ser kevirekî..

Bêjtinên Orhan Aydin tên bîra min (em bi hevre di girtigehê de bûn)

‘- Xoce dev ji diltenikbûyînê berde,mirovayeti mir serê me sax be!.Rojek bêt tu jî  wek xwe namînî, dema ku

 tu nekarî civakê biguhurînî ewê civak te biguherîne, wek çamûrê qirêj bûye ewê te bikiþîne nav xwe, wek xwe bike..’

Xwezi ez mirov bama û bibama qominist!

 

MA XALÊ CINDO Û ÝZÝN?

  

Ýsal xwedê dest bide tê kingî here izinê?

Min ji xalê Cindo pirsî û wî got:

-Ma xalê Cindo û izin? Çêtire ku ez tobe bikim û carek din neçim wi welatê bênamûsan!

-Ma te xêre,tiþtek qevimî?

- Min çend hezar dirav dabûn alîkî,.bermaliya min got av þ tava vir ji bo te ne baþe rabe here izinê.Qûna min xuriya.

Min guh da ser gotina wê û çûm izinê.Li  bacgehê (gumrik) hemû ser û cilên me seh kirin.Memurê gumrikê deh

hezar mark ji bêrika min derxist û got:

-Divê em dest daynin ser van diravan..

-Ma tu henekên xwe bi min dikî!..Ev diravên min ên helalin.

-Helal-heram ferq nîne.

-Va bêqanûnî ye.Tu nikarî deh hezar dirav li ser xwe bigerini

-Ma çi bikim?..Di qûna xwe de vêþêrim!

Min kir nekir pêsira xwe ji wî azad nekir.Dawiyê du sed mark da destê û ji wir derketim.Bêhemdî rastberî Ûsivê Konyalî hatim.

(Wî ji Almanyayê nasdikim.)Ûsiv hat destê min û got:

-Xalê Cindo tu mîvanê minî ezîzî.. Niha em trambêlekê kirê bikin dakevin herêm û kolanên Îstenbolê..

-Kuro ez Îstanbolê nasnakim divê îþev li otobusê siwarbim û herim Erzinganê.

-Dinê de nabe..Îþev Istenbol baleban û em jî tê de hesik..

Em bi hevûdu re li trambêlê siwarbûn û li ber gazînoyekê peya bûn.Wî gote min.

-Xalo niha em bikevin hundur piçek kêf bikin, nanê xwe bixwin û dûre xwedê kerîme.

Em ketin gazinoyê..Ji me re sofrek amade kirin, jinên bê derpê li hawîrdorê me hatin û çûn û me bi wanan re heya nivê þevê

lotikavêt.Ûsif got min “xalo ez diçim destavê piþtî ku þûnve hatim emê herin otêlê razin.Ûsif çû û nehat..Piþtî nîv saatê tu kes li gazinoyê nema,

ez bi tenê bûm.Çend zilam hatin ba min û gotin;

-Divê tu heqê xwarin –vexwarinê û vê þevê bidî.

-Ez mîvanê Ûsivim, ew çû destavê, bi sebir bin

-Ewê ku li gel te bû bi jinekê ra derket û çû û gote me çiqas mesref çêbûye wê bavê min bide we

-Mesref çi ye?

-Çarsed mark

-Bi diravên Tirkiyê nabe?

-Na.Gazînoya me bi standartên Yekîtiya Ewrûpa sazûman bûye..Tu dikarî dolar jî bidî

Min dît ku awirên wan tahle. Ew diravên ku ji min daxwaz dikin nedim ewê min bidin ber kulm û pihnan û bi zorê bistînin.

Min xwe bi xwe got.”ez di heþê serê xwe nim û dûre jî di Ûsif nim û ji ser de jî qûna wan rêbiran nim”. Yekî gote min:

-Heqê me bide û ji vir bicehnime here, dev ji galgalê berde sebra me nema ha!!

Min çarsed mark da wan û ji wir dûrketim.Nîvê þevê ye..Ez tu derî û tu kesî nasnakim.Hin kes tên û terin, tev serxoþ –beradayi û

rêbirin.Bi lez min da rê ketim nav kolanên tarî û bêdeng..Ji niþka ve du polisan rê li min birîn û ronahiya lembadest dan çavê min û gotin:

-Dur! Ellerini kaldir ve duvara yaslan! (Raweste! Destên xwe rake û xwe bispêre dîwêr!)

Hemu ser û cilên min seh kirin û tomara diravan ji bêrika min derxistin û ji min pirs kirin:

-         Sen kadin mi satiyorsun?(Ma tu jinan difiroþi?)

-         Na

-         Eroin mi satiyorsun (ma tu eroînê difroþî)

-         Na

-         O deðil bu deðil..O zaman bölücü çete üyesisin (Ew na,va na.wê demê tu endamê çeteyanî)

-         Na xêr ez rêwi me.Vanderan nas nakim û min riya xwe þaþkir ketim nav van kolanan

Piþtre li nasnameya min, pasaporta min nerîn û bi bêtêlê axivîn û gotin min:

-Niha em çar hezaran ji te distînin..û te bi trambêlê dibin cihê otobusan ehh! Tu sax û em silamet.Ger daxwaziya

me nebe..emê te bigrin û bavên hundur..Raporekê ji bo te binivîsînin, bi xwedê tê bi salan di girtigehê de bimînî..

-Baþe bila wek we be.

Min carek din pêsîra xwe ji destê xiraban xilas kir. Gelek sal þûn de çûm Erzinganê.  Nas u dost hatin ba min.Min ji wan re her

 roj pezek kirî û kêr  kir û her diçû mîvan li min zêde dibûn.Tev xizan û belengaz..Qeynî xwarin û vexwarinê her yekî ji min tiþtek

dixwest û ew bûyer û serpêhatiyên min ên Istenbolê dihatin bîra min..Wan bênamûsan bi zor û dek û dolaban dirav ji min sitandibûn.

Ji bo çi arîkarîya van mirovên pak û xizan nekim.Bi diltenikî min daxwazên wan anîn cîh..Beri ku þûnve vegerim Almanyayê min temaþe

kir ku tu quriþ dirav di bêrika min de nemaye.. Û di wê encamê de ez bûm pepûk û min got:

-Lawo Cindo.. Ji niha pêde izin li te heram be! Tu û izin dinê de dûrîhev in.. Ma oxlim bavê te diçû Lotikxanên Tirkan! Welle vê carê

Tirkan singek xist qûna te heya ku saxî ji bîr neke.. Ma ne wilo ye?

 XALÊ CINDO

 Tê gotin di dema ku li Erzinganê zelzele bûye, xalê Cindo xortekî nehsalî ye.

Di zelzelê de erd diqeliþi û Xalê Cindo dikeve bin erdê.

Piþtî erdhejanê xelk li mirî û zindiyên xwe digerin.

Nalînek kûr di bin erdê de tê.

Gundî bi tevr û bêrê erdê dikolin û xalê Cindo di bin erdê de zindî  derdixînin..

Ji wê rojê pê de xalê Cindo di nav xelkê de wek mirovek bi keramet tê nasîn.

Tê gotin:

Rojek ji rojan gundiyek bi çêleka (mange) xwe ve tê ba xalê Cindo û hal û mecalê xwe ji wî re dibêje:

-Ez ketime bextê te û xwedê. Manga min di rojê de beroþek þîr dida.Hin xêrnexwazan çavînî kir.Niha ji þîr qut bûye.

Xalê Cindo piçek mû ji mangê digiri û tifê dikê û di nav lepên xwe de wek bendikek dirêj dike û wî bendikî bi guhê mangê ve girêdide û dibêje:

-         Ji niha pê de evê dîsa þîr bide lê divê tu heqê min bidî.

-         Heqê te çiqase?

-         Zêrek

-         Ez zêreki ji te re ji ku bibînim?

-         Ji ku tînî bîne. Dema ku tu heqê min nedî wê manga te gewer be! Cinên serê min wisa razî dibînin

Gundî bê çare zêrekî dide û tere. Mange dîsa wek berê di rojê de beroþek þîr dide.Dema ku xelk û alem vê kerametê pê

 dihesin, mirovên nexweþ,kor,topal û ker yên xwedî dert û kul her roj tên ba  xalê Cindo..

Dîsa rojek ji rojan kokimek bûka xwe digirin û tên ba xalê Cindo û derd û kulên  xwe ji wî re dibêjin.

-Xalê Cindo .. min wa bûka ji kurê xwe re anî, zarokên wê çênabin..emman ez ketime bextê te..

Xalê Cindo bi bûkê re tenê dixwazi di odê de bimîni.Pencereyên odê bi astiran ve digiri û odê tarî diki.Hê ku derî negirtiye xezûrê

bûkê û mêvanan derdixîni der û dibêji wan:

-Vaya cinî bûye, divê berî hertiþtî ez cinan ji serê wê derxînim, dûre ji li ser navika wê binivîsînim..

Piþtî ku deriyê malê jî digiri û bi bûkê re dikevi misletan.

-Tiþtên ku ez dixwazim ji te bipirsim divê tu rast bibersivîni.. Tu camêrê xwe hez dikî?

-Na xêr. Bi riza malbatan hatime markirin,dilê min li wî nakele..

-Hûn bi hevra ketin minasebeta cinsî?

-Belê..lê min nexwest..wî bi zorê kir û nekir!

-Çawa?

-Ez hîn jî qîz im.Wî tiþtikê xwe li ser a min cirecir kir, dilê xwe rehet kir..wisan çend caran..

Xalê Cindo findekê pêdixîni û piçek odê ronahî dike û dibêjê:

-Divê tu xwe tazî bikî

-Na! Ayibe..nabe...ez laþê xwe tazî nakim..

-Çare tune.. wekî din ez nikarim ji rewþa te re çareyekê bibînim...

Dema ku bûk xwe tazi dike.. xalê Cindo li hawîrdorê wê re tê û tere û lê temaþe dike.Hêdî hêdî destên xwe li ser laþê wê

 digerîne û temas dike .Her ku destên wî diçe ser dilê bûkê germ dibe û canê wê dixwazi. Hevûdu maç dikin û daxwaziya dilên

xwe bi bextewarî tînin cîh...

Dûre bûk dibêji:

-Ji îro pê de tu mêrê min î.Divê tu min ji xwe ra mahr bikî.

-Çawa?

-Ezê mêrê xwe berdim, dûre tu were min ji xwe re mahr bike.

Herdu cilên xwe li xwe dikin û deri vedikin û derdikevin der. Xalê Cindo dibêji:

-Ji îro pêde heya neh mehan wê zarokek wê çêbibe lê divê ew mêrê xwe berde.Ew ku mêrê xwe bernede di xana we

de wê pênc kes bimirin..

Xezûrê bûkê ecêp dimîni û jê pirs dike:

-Ma tiþtên halo dibin..

-Belê, cinên xirab li wê girtine..min kir nekir ji wan cinan azad nebû..Yek çare heye ew jî divê ew mêrê xwe berde..

Piþtre daxwaza wan çêdibe.Bûk mêrê xwe berdide û çend sal þûnde xalê Cindo wê ji xwe re mahr dike û bi hevre nefiyê penaberiyê

dibin û tên Almanyayê.

Piþtî nefîbûna wan gelek sal derbas bûbûn..Zarokên wan  jî zewicî bûn û herdu jî pîr û kal bûbûn.Di vê encamê de min ew naskirin û

þevekê li wana bûbûm mêvan.

Wê þevê piþtî xwarin û vexwarinê  xalê Cindo serpêhatiyên xwe pêþkêþî me kir..Hevalê min carek din ji wî pirsî:

-Xalê Cindo, ma tu hê ji xaltika min Eyþê xanimê hez dikî?

- Bi xwedê.. ez roj heya êvarî li herêmê van kolanan digerim.Jinên Almanan wek kevokin.Ma hertim goþtê miriþkan tê

xwarinê? Ez jî dixwazim carekê goþtê xezalan bixwim.. Lê dinya ne mîna berê ye..hertiþt hatiye guhurandin.Bi tenê hezkirin

 kêr nayê..divê mirov xwedî dirav be..(pere) Ez dixwazim bi jinek Almanre bizewicim lê nizanim rewþa wan ya aborî çawaye..

Di wê encamê de xaltîka Eyþê ji cihê xwe rabû û got:

-Tu miroveki bêbextî.. min ji bo evîna te mêrê xwe berda, du zarok jî diyarî te kir.. xwezî tu jinek dewlemend  ji xwe re

mahr bikî û em jî ji vî halê xizan azad bin..

Xalê Cindo ecêbmayî ma û got:

-Ma tu razîyî?..

-Belê..aha va zilamên han bila þahidên me bin..û ew zimanê Almanî jî dizanin..bila arîkariya te bikin û jinek

dewlemend ji te ra bibînin..

- Bi xwedê gotina te ye..

Wê þevê em razan.Sibe bû û me taþtê xwar û ji mal derketin.Xalê Cindo gopalê xwe girt û peya meþiya..Xaltika Eyþê jî li rex me bû û gote me:

-Niha ez diçim berber.Divê xwe wek jinek Alman bixemilînim, piþtre jî dakevim sûkê cil û corên nûjen li xwe kim. Êvarî hûn hatin

malê, xalê Cindo dema ku qala min kir û pirsî hûnê bêjin: “Ew suket çû ba kurê xwe. Me ji te re jinek Alman ya dewlemend

dît.Dixwazî em herin bînin vir yan em bi hevre herin xwarinxanekê hevûdu bibînin.Dema ku xalê Cindo razî be..ez li

wir nêzîkî malê me..werin min li gel xwe bibin ba wî”

Lîztik gelek xweþ bû û me dest bi lîztikê kir.Xalê Cindo razî bû û lotik da xwe û got:

-Xwedê ji we razî..heya ku saxbim vê qenciya we jibîr nakim.Hûn herin jinikê bînin mal.Heya wê demê ezê jî serê xwe

 kur bikim û xwe bixemilînim.Dema ku ew hat hûn piçek li ba min rawestin û dûre xatir bixwazin herin. Ezê xwe li sîngekî

 wê xînim ewê heya mirinê min bernede û bibe bermaliya min..

Hevalê min rabû çû ba xaltika Eyþê,wê xwe xistibû dewsa jina Alman da ku wê li gel xwe bîni mal.

Gelek wext derbaz bû,derî hat lêdan.Rabû min derî vekir.Hevalê min û xaltîka Eyþê ketin hundurê malê.

Min ew nas nekir.Mîna jinên Almanan bû.Bi hiþ navê xwe ji min re got..û min dengê xwe bilind kir.

-Herzlîch willkommen frau Gabriella (Tu bixêrhatî xanim Gabriella)

Xalê Cindo hema bi lez hat gel xanimê û destê wê maç kir û xêrhatinek da û em bi hevre rûniþtin.Xanim Gabriellayê go u got.

-Ez jinek bî me.Sarayek min û karxaneyek (fabrik) min heye.Gelek mêr dixwazin bi min re bizewicin lê ez bi wan

qaîl nabim.Divê ew camêrê ku bi min re bizewice..ji min re trambêlek nûjen,cilên ku mode ne, parfumên gelek biha

bikirin.Jii bin gotin û daxwazên min rabin..ev þertên min ên yekemîn in.

Xalê Cindo stüyê xwe xwar kir û çavên wî deq bûn ne dikarîbû devê  xwe veke.Ez û hevalê xwe rabûn me ji wan xatir xwest.Xalê Cindo:

-Lawo rawestin..ez di îmana bavê wê nim.. ma va çi belaye we ji min re darxistiye.. Ma Cindo li ku trambêl li ku..na!

nabe..ez helaliya xwe dixwazim.Bila nalet li malê dinê be.. ka wê ji vir bigirin herin..

Piþtre gelek wext derbaz bû Gabriella xanim rabû û got:

-Þertên min ewin, ew ku neyên cih tu nikari destê xwe bidî destên min..

Gabrilla xanim çû û piþtî demekê þûnve Eyþê xanim hat..û xalê Cindo rabû berve çû û ew hembêz kir u got:

-Xezalên xelkê wek çamorin.Ez qurbana wê bejn û rindiya te..Tu helala minî.. tobe ji niha pê de henek be jî ez tu gulê li ser tê bîhn nakim..

 

 

MAFYA ÎSMAÎL!

 

Di sala 1992 ande hatim Swîsreyê û nefiyê jiyana penaberiyê bûm.

Min piþtî wan salan bêhemdî û ji dûr ve Îsmaîl naskir.

Ew diþibi Moxolan. Ji sedem þiklê wî yê bêtoþe min xwe bi xwe digot qey ew Tirke,nîjadpereste ango faþîste..

Rojekê havînê Îsmaîl digel çend hewalên xwe li derva li baxçeyê qehwê rûniþtibûn.

Ez bi hevalekî re ..! me çek xist ber piþta xwe û em çûn rex wan rûniþtin Û me guh da ser wan.Ez ji wî û hevalên wi gelek aciz

 bûbûm...Lê berî hertiþtî min dixwest wan nasbikim,kî ne,çi kesin,çi dikin ûhwd...

Qala Serpêhatiyên xweyî rojane dikirin.Bi taybetî jî Îsmaîl ..

-Þeva buhuri ez li qehvê li ser xumarê bûm.Niþkava derî vebû û berpirsiyarê PKK ê Baselê di gel çend xortan ketin

 hundur.Ez wî gelek baþ nasdikim.Li Dêrsimê ye.Wê demê xumar qedexe bû.Min jî baþ fahmkir ku yekî gilî kiriye û

ew li pey min hatine.Li cihê xwe rabûm ber bi wan de çûm û min bang li qehvecî kir „lawo wa camêrên han mîvanên

min in.çay û qehwe bide wan.ezê herim destavê û destên xwe biþom û bêm“ min xêr hatinek ji da wan û çûm destavê û min

derî li paþve mifte kir, pencere vekir û bi lez bazda trambêlê xwe siwarbûm û yallah!..Piþtî demekê kin polîs ketin pey min.

Ma ew jî hal e, min ji ber baranê bazda,xilorig barinê ez girtim! Ji ber ku min gelek eraq vexweri bû..Rawestandin, ji bo min

zerarek mezin bû.Min go ya rebbî û trambêl bi lez ajot. Trambêla

xezûrê min bû û ez jî serxoþ bûbûm. Min trambêl ajot û gihiþtim baxçeyê xezûrê xwe û li wir rawestand,mifte kir û çûm nav

daristanan û xwe li wir veþart.Piþtî qederekê trambêlên polisan li wir zêde bûn.Havîrdor li trambêla min girtin.Bi bêtêlê axaftin..

Hertiþt derxistin holê..Xezûrê min ji xew þiyarkirin anîn wê derê.. Min ew didîtin lê haya wan ji min tunebû.dengê wan dihat guhê min...

 Xezûrê min gote polîs „belê trambêl ya min e,lê çend saet berê zavayê min hat ji min tika kir û bir.Çi qewimiye haya min pê nine“.

 Polîsek got ma telefona wî ya dest (natel) heye?.. Xezûrê min got min efû bikin tevxewim nehat bîra min..belê..

Dema ku xezûrê min telefonî min kir.Di bêrika min de telefona min a dest lê da..di wê encamê de polîsan xwe avêtin

er min û ez girtim. Ehliyeta min ji min girtin nû þevekê jî li qereqolê mam. Heya pênc salan jî destûr nadin ku ez li trambêlê siwarbim...

Piþtî vê axaftinê em jî keniyan û Îsmaîl berê xwe da me û got:

-Bira hûn min nasnakin lê ez we dinasim.Ez jî ji Dêrsimê me..lê li vî welatê bênamûs bi tiþtên kirêt ez miroveki xirab im..

Hûn siyasî ne û hemwelatiyê min in.Ez jî wek we raman dikim û tevgera we li ber dilê min gelek ezîze...

Piþtî wan gotinan em man ecêbmayî.Ne hesûdî, ne rikgirtin ne jî dijmintî di serê me de nema..

Gelek sal derbaz bûn. Þevekê em li xwarinxaneyek Baselê hatin ba hevûdu.Ew berpirsiyarê berê yê Apociyan, Îsmaîl û ez..

-Mamoste xêr e? Tu êdi bi mafya Îsmaîl re digeri.!

-Mafya! (heya wê demê min ne dizanîbû ku mafya Îsmaîl ew mirove)

-Çend sal berê me xumar qedexe kiribû.Li vî bajarî çiqas xumarcî hene..me ew tev cezakirin.Ser û çavên wan diþikand..

lê me gelek mecal da dîsa jî va Mafya Îsmaîl hercarê ji destê me difilitî..me pê nikaribû.. (berê xwe da Îsmaîl) Heval Îsmaîl!

Em bi dewletan re þer dikin...nizam ji bo çi? Me nekarîbû carekê jî baskên te biþkînin..

- (bi ken û henek kêr da destê wî û got) Tu dilê min diþkînî, ji min re mebêje heval, bi vê kêrê min bikuje...

Ma bilasebeb ji min re dibêjin mafya Îsmaîl?

Herîdawiyê min ew zilam bê bela naskir.! Îsmaîl wek mirovekî ku di rêzê de ye.Bi zaravê Zazakî diaxifî û bawermendeki Elewî ye.

Dek û dolabên gundîtiyê û canbaziya bajaran hîn bûye ku tukes nikare wî bixapîne. Bi salan arîkarî daye tevgera netewî û a çînî.. lê bê endametî..

 

ROJA DAYIKAN

                                 

Ez jî wek herkesî xwedî dê û bavekî me.Mixabin min ji bavê xwe pîyarî ‘þefkat’ kirin nedît! Ez piçûk bûm wî ji vê dinyayê koç kir.

Li ber destê dêya xwe mezin bûm. Bi salan nefiyê welatên biyan bûm.Dil bi keser û bi hesret.Hesreta dê û welat dilê min kizirand û agir pêxist..

Piþti deh salan min li xerîbiyê bar kir þûnve vegeriyam welêt.Qederê salekê li gel dêya xwe mam û nemam.Romiyan ez girtim,dîl û bende kirim.

Panzdeh roj û þev êþkence li min kirin.

Wextê ku ez hatim girtin gelek peyagirên taxî (mehele) dicivin û tên qereqolê.Ev þexsiyet mîna qirixên Amedê li bajarê Edenê dijîn.Tev Kurd in.

Min bandorek ramanî ya netewî xistibû serê wan.Mafya Selahattîn dibe berdevkê wan û ji dergevanê qereqolê (adana siyasi þübe) dipirsi.

-Îro sibê me sah kir ku we þeva buhurî avêtiye ser mala Mamosteyê me û ew girtiye.Em hevalên wî ne,naxwazin pirsgirêk çêbe,

divê hûn wî teslîmî me bikin.Heya ku hûn wî nedin me em ji vir naçin.

-(Polîs bi bêtêlê diaxivi) ewên ku em li asîmanan lê digeriyan tev hatine ber deriyê me, wan çi bikim?

Polîs di cîh de li wan kom dibin û digirin.Þevekê çavên min girtî bû û polîs ez û ew yek bi yek anîn ruyê hevûdu.Bi xîrêt bûn lê min nedixwest ew

têkilî doza siyasî bin û bên hetikandin.Dema ku em dihatin ruyê hevûdu min digot :

-Ev beradayîyek e, tu têkiliya min pê nîn e

Wan digot:

-Ne þerme mamoste! Em ji bo piþtgiriya te hatine vir tu ji mere dibê beredayî..

Min bi qêrin bersivand:

-Ji vir bicehnimin herin..Ez we nasnakim.

Dîsa wan bi dilekî xemgîn digot:

-Mamoste.Tu dilê me diþikîni..Ez bi namûs sond dixwim dev ji xumarê berdim.

Piþtre ewê din digot:

-Ji niha pê de rêbirî tune..

-Sond dixwim ji niha pê de eraq venaxwim.

-Ezê dev ji peyagiriyê berdim.. uhwd..

Piþtre polîsekî ji hevalên xwe re got:

-Binêrin li ber çavên me taxî xistiye destê xwe û xebata rêxistinî gelek pêþve biriye, va çalakî wek serhildane..

Min got wan:

-Dev ji va gotinên han berdin.Ma kîjan rêxistin bi mirovên rêbir,beredayî û dizan ava bûye? Dema ku ez hatim taxê

min ew naskirin..dûre min dît dûriþmên wan ne baþe û min têkilî bi wan re çêkir û ew xistin rêyekê rast..têkiliyên me

têkiliyên mirovî ne.. ew bi devê xwe wan gotinan tînin zimên..

Piþti wê gotinê ew azad bûn û li wê derê panzdeh rojên min derbaz bû.Di wê rojê de dêya min li wir bû û me hevûdu dît. Cil û corên min

bi xwîn bûn.Xistin torbekî dan dêya min û em birin dadgehê..

Piþtre dadgehê biryar sitand û ez wek girtiyekî rêkirim Malatyayê.Dêya min her mehê du caran dihat serdana min.Rojekê em li girtîgehê

ketibûn greva birçîbûnê..

Esker û gardiyan destûr nedidan serdaniyên me û nedixwestin ku em hevûdu bibînin.

Dêya min ji serokleþker dipirsi:

-Lawê min.Ez kurê xwe baþ nasdikim.Ew karên kirêt nake.. Destûr bide ez kurê xwe bibînim Ez ji Edenê hatime..

-Kurên we þîrheram û xirabin.Tev Filehin..(Ermeni)

Dêya min gelek aciz dibe û dibersivîni:

-Tu qurbana wan Filehan bî..û qurbana min û kurê min bî ku tu ne mirovî..

Dibê û destê hin dayikên din digiri û li çepera leþkeran diqelibi û tê rêza gardiyanan. Bi yek devî dibêjin:

-Em heya ku zarokên xwe nebînin ji vir naçin.

Serok gardiyan hat gel me û bi taybetî jî got min:

-Hûn li vir wek melek in..serdanên we wek terorîstin.. dêya te gelek tadeyî li me kir û leþkeran,gardiyanan çawa kir

pêsîra xwe ji destên wê xilas nekir.. li gel min were bi wan re deng bike bila nebin bela serê me..

Wê rojê çûm, carekê din me hevûdu dît û diya min gote min:

-Kurê min hûn rastin. Va segên han xwîna me bixwin têr nabin.Ji niha pêde ez jî li gel we.. Xwezî bila min jî bavên heps û zîndanan.

 Ez ji wan Moxolên çav bi xwîn natirsim..

Heya ku ez di hepsê de bûm dêya min û gelek dayikên din wek milîtan û bi xîret li min xwedî derketin. Ez bi hesret û bi can û dil destên wan radimîsim.

Çend caran dêya min hate girtin.Ji Edenê koçkir çû Mersinê..hoviyan xêr nedan.Çû Istenbolê.Dîsa xêr nedan..Par çû heqiya xwe..

Ýsal dîsa roja dayikan e..û min ji bo dayikan gul çinîn..

Ezê van gulan jî di dewsa dêya xwe de bidim Bahar Soysalê..

Bahar dayikek xwedanê çar zarokane û hewcedarê arîkariyê ye..

 

TRÊNA LEZGÎN

 

Heya çil sal berê þahrê (otoban) û rêhesin kêm bûn.Ji sedema wê kêmasiyê rêvwîtî gelek zahmet bû...

Di wan salan de li gundekî Anatoliya navîn rêhesin çêdikin û rêhesin di nav gund re derbaz dibe...

Piþtî temamkirina rêhesin trênek orde orde li her westgehê radiweste û çend memûr jê peya dibin û dikevin nav xelkê pirs û daxwazên wan

 ji xwe re dinivîsînin..

Li gundekî konduktor (ewê trênê dajon )trênê radiwestîne û dixwaze zikê xwe têr bike.Hemu gundî li havîrdora wî kom dibin. Piþtî xêrhatinek

 germ, bi alîkarî jê re xwarinê amade dikin.

Gundiyek jê pirs dike:

-Pismam ez bawerim îro ew cihê ku trên lê rawestiya ji niha û pêde wê bibe westgeha gundê me ne? Û ji îro pêde emê jî bi trênê

rêwîtî bikin û herin bajaran, xwedê ji we razî be...

Konduktor dibersivîne:

-Tu rast dibêjî. Xwezî wisa be, mixabin ne mimkune..ev rêhesin jibo trêna lezgîn e. Hertim saet di yekê þevê de ewê ji vir derbaz be..

Va trêna ji bajarekî diçe bajarê din..Gundê we gelek piçûk e. Ma hûn çend malbat li vî gundî cîwar bûne.?

-Neh-deh xanî û malbat bi tenê ye. Çil-pêncî gewrî li vir dijîn.

Konduktor ji wan re sipas dike û xatir jê dixwaze, li trênê siwar dibe û bi rê dikeve. Piþti çend salan bi trêna lezgîn û dema ku saet di

yekê þevê de di nav wî gundî re derbaz dibe ew mêvanperweriya wî gundî tê bîra wî. Bi hesret li wî gundî temaþe dike ku çi bibîne.

Gund gelek mezin bûye.Li wî gundî Ji mêj ve deh xanî hebun.Niha ew hejmar ji sedî buhuriye.. Lambê wan malan nehatiye tefandin...

Çend roj þûnde û bi roj bi trênê tê wî gundî peya dibe û dikeve nav gund.Tu kes wî nas nake û ew jî tukesî nas nabîne.Lê zarûzêç wek

naxirekî li derûdora tên û terin.Gelek ecêb dimîne û meraq dike.Di wê encamê de ewê ku ew ji xwe re kiribû mêvan wî zilamî dibîne,

wek xewn û xeyal tê bîra wî....

-Rojbaþ bira!Ma te ez naskirim?

-Wey tu bixêr hatî, serseran ser çavan...bi xwedê tu li min ne biyanîyî...

-Ez konduktorim..çen sal berê di dema çêkirina rêhesin de ez bûbûm mêvanê we..

-Min efû bike...gelek sal buhurîne..dîsa ji bixêr hatî û tu mêvanê min ê ezîz î..

-Min tiþtek meraq kir ma tu dikarî ji min re bêji?

-Xêr e..kerem bike..

-Çend sal berê gundê we deh xane bûn û çil gewrî mirov...niha gund mezin bûye, ji ber çi sedemêye?

-Pismam.. piþtî ku ew rêhesin çêbû, hertim saet di yekê þevê de trêna lezgîn ji vir derbaz dibû û fîtik lê dixist.

Erd û asîman dilerizî, xew nediket çavên me... Nivê þevê,bê xew û ji acizbûnê emê çi bikin.. Em bi bermaliyên xwe re

 diketin minasebeta cinsî..Her sal gewriyên me zêde û mezin bûn.Gelê ku berfireh dibe divê xanî ji jê re bên çêkirin.Hal û mecal ev e..

-Çawa dibe?

-Trêna lezgîn bû sedema zêdebûna gewriyên me ....

Di wê encamê de lawikek bi lez tê rex wan û dibêje:

-Xalo! Yekî ji bajêr telefonî te kiriye. Divê tu zû here ba muxtar.

Xwediyê malê ji mêvanê xweyê konduktor re dibêje:

-Min efû bike pismam îþê min bi lezê ye..

-Bi xwe ez jî dereng mam..

Bi hevdu re derdikevin ber malê, xatir ji hevdu dixwazin û her yek bi alîkî ve dimeþin.

Di demek kin de malxweyê malê bi lez bi pey konduktor dikeve, tê rex wî û jê tika dike:

-Bira.. Ez gelek xemgînim.. nas û dost dibêjin tu cindar bûyi, nizam çawa bêjim..

-Xêr e?..Kerem ke.

-Heyran,qurban..Me çend sal berê dolabek kirî ku cil û corên xwe têxine hundur.Çend caran min bi çavên xwe dit ku

dolab diheje.Min gote mêrê xwe û cîranan lê tu kesi ji min bawer nekir.Gotin tu cindar bûyî.. Þevekê min doþek bir li

ber dolabê li erdê raxist ku zarok bi me nehesin.Ez li bin bûm, camêr li ser min bû û min dît ku dolab diheje.Camêr karê

xwe bi min qedand û ket nav xewek kûr. Sibe bû, min ji vî re got:

-Divê ji îro pêve an ew dolap ji vê malê derkeve an jî ezê biçim..

Gote min:

-Tu qisawet meke.. Trêna lezgiîn dema ku di gundê me re derbaz dibe dolab diheje..

Konduktor jê pirs dike:

-Xuþka min, ez bi çi awayî alîkariya te bikim?

-Tu were carekê bikeve dolabê. Ji hundur da guh bidê û temaþe bike.Ji ber çi sedemê diheje..

Kondoktor qebûl dike û dikeve dolabê.Lê li aliyê din camêrê malê piþtî telefonê pêwist dibîne ku biçe bajêr û li wir serdana dosteki xwe

bike.Piþtî ku ji oda muxtêr derdikeve dibîne ku trên hê li westgehê ye.Bi lez ber bi mal ve diçe ku piçek dirav û paltoyê xwe

bigire û bi trênê bi rê keve.

Camêr dikeve hundurê malê û dolabê vedike ku paltoyê xwe bigire.Dolabê vedike ku çi bibîne. Ew konduktor di hundurê dolabê de ye

.Þaþmitî dibe û bi þaþmîbûn pirs dike:

-Heuu! Tu di vir de çi dikî?

-Niha ez bibêjim li benda trênê me,tu ji min bawer nakî..

Camêr kêra di ber piþta xwe de dikþîne û dide ber qirika jina xwe û jê pirs dike:

-Çil sale em jin û mêrin û heya îro jî baweriya min bi te hebû.Ma va çi bêbextiye te ji min re derxistiye?

-Ew zilam dinya axret birayê min e.Min ji vî tika kir ku ew alîkariya min bike da ku ez baþ bizanim bê ew dolap ji ber

çi sedemê diheje.

Konduktor dibêje wan:

- Me þaþitiyek mezin kir. Niha tu camêrê xwe têxe hundurê dolabê,ezê jî herim trênê bajom. Ji xwe sedema wê hejandinê

trên be,ango çi dibe bila bibe ewê derkeve holê..

 

ÞENS Û  BÊÞENSÎ

 

 Di sala 1984 an de li Almanya,bajarê Berlinê bûm.

Komela Ronakbîr û hunermendên Almanan resepsiyonek (dawet) dan.Di wê demê de ez li ser navê Komela Amojgarî û Navenda

Çanda Kurdî li wêderê amade bûm. Lê ne bi tenê, min Dr.Zilfi Selcan jî bi xwe re bir wê dawetê..

Ew resepsiyonek gelek dewlemend bû. Ji gelek welatan ji qonsolos bigir heya hunermendên nav û deng jî amade bûn.

Serokê komelê jibo xêrhatinek germ axaftinek kir û îskana meyê ji bo noþbûnê bilind kir.Gelek jin û zilam jibo hevûdu naskirinê li ser

piyan digeriyan û bi hevdu re diaxivîn.

Bêhemdî em rasti qonsolos û hunermendên Tirk hatin.Zilfi gelek aciz bû û gote min: “Çavên xwe bigre û derbaz be em biçin ba Almanan”.

Mixabin ne mimkun bû.Me hevdu gelek baþ dinasî, ji xeynî qonsolos..Di wê encamê de nivîskar û rejisorê film û þano yê herî bi nav û deng

Orhan Murat Ariburnu destê xwe avêt ser milê min û got:

-Tu bixêr hatî herdu rohniya çavên min.. Tu zimanê almanî baþ dizanî, divê piçek alîkariya min bikî.

-Serçavan mamoste.. lê hewalê min Zilfi zimanzaniyê dixwîne ew çêtir dikare alîkariyê bike.

Zilfi ji ber acizbûna xwe bi Kurdî gote min:

-Lawo min di dostên teniyo! Bêje wî ew Kurdê Îranê ye Tirkî nizane.

Min hustiyê xwe xwar kir û got:

-Mamoste min efû bike.. Hevalê min Tirkî nizane, ew Kurdê Îranê ye...

Mamoste Orhan lotik avêt û bi dengekî bilind.

-Weeuo! Gelek baþe.. Ez Tirkî bêjim te tu wergerîne Kurdî bila ew jî Almanî bêje..

Dema ku Orhan M.Ariburnu lotik da xwe u qêriya, bala gelek kesan kiþand ser xwe û xelk û alem li havîrdora me kom bû. Zilfî jî dît ku

tu mecal tune, þertên me qebûl kir.Di nav koma hunermendan de Dîdî (Dieter Hallervorden.) jî amade bû.

Bala hemuyan li ser me bû. Mamoste dest bi serpêhatiyên xwe kir.

-Ez demekê jibo çêkirina filmekî çûbûm gundekî Anatoliyê.. cara yekemîn bû ku min li wê derê Kurd naskirin.Þevekê nexweþ

 ketim.Li wî gundi nexweþxane ango Doxtor tune bû.Gundiyekî ez piþt kirim û li ser piþta xwe heya þeþ saetan ez anim bajêr.

Îro mame ecêb ku ker be, ker jî xwe li ber nagre.. min Kurd wisa naskirin...

Çav li Zilfi sor bûn, awirên wi tehl bû, lê bê çare wergerand. Piþtî wan gotinan Tirk keniyan.Alman û biyaniyên din matmayî man û li wan

 temaþe kirin.Bêdengiyek çêbu..di nav wê bêdengiyê de min dît ku Zilfi destên xwe dan hev û ew haziriyê xwe dike ku mamoste bide

ber kulman (buksan). Min destên wi xist nav destê xwe û gote wi:

-Bi sebir be..

Di wê encamê de Dîdî Got:

-Wiesen sie Was ist Glück und unglück? (ma hûn dizanin þens û bêþensî çiye?)

Wê carê bala herkesi li ser Diîdî buû.

-Pênc hezar Tirk li Almanya li keþtiyekê siwarbûne û bi rê ketine. Ew þanseki mezine ji bo me Almanan.Bêþansî jî ewe

ku keþtî di behra spî de noq bûye, yek Tirkek jê azad bûye...

Piþtî wê gotinê pirqînî li Almanan ket û yekdevî gotin:

-Dîdî dev ji henekên wisan bêtoþe berde lo!

Wê carê Orhan Murat Ariburnu hat rex min û pirs kir:

-Ma wi çi got? Tu dikarî ji min ra wergerînî!

-Belê. (û min wergerand.. awirên wi tehl bû û gote min )

-Bê edep! Vaya nîjadperestiye..ez bi tundi li dij derdikevim.. bêje wî..

Zilfi bi Tirkî gote wî:

-Sen kendi hayatini tehlikeye atarak seni sirtinda taþiyan Kürdü eþek yerine koy.. baþkasi da þaka yaptimi kiçini

 yirtarcasina karþi çik oldu mu yani.. ne ekersen onu biçersin..

-(Kurd jiyana xwe dike tehlukê û te li ser piþta xwe dibe nexweþxanê,tu wi dikî dewsa kerê..dema ku yek henakan li we

dike hûn qûna xwe diçirînin.. mirov çi ajot wî diçine...)

 

NÊRÎ Û ÞIVAN

 

 Her bûyerek wek mijara filmekî derbaz dibe...

Rojek ji rojan li gundekî Kastemoniyê kurê satilmiþ Þivan Mîrza piþtî ku leþkeriyê temam dike disa þûn ve vegerî gundê xwe û

þivaniyê dike..

Bihar,havîn û heya payizê pezê xwe dibe mêrg- zozan û geliyan digerîne, pez qelew dibe. Lê di destpêka payîzê de nêriyek li nav

bizinan diqelibe, xêr nade bizinan û hildikiþe ser wan, wan gon dide..

Þivanê me jî bi kêf wê minesebeta cinsî temaþe dike û dikeve nav xem û xeyalan.

Çend roj dibuhure ..Nêrî hertim ji xwere bizinekê diguhêre.. dike û dike...

Þivan bê tehammul rojekê ji bavê xwere dibêje: “Yabo, ger tu min nezewicînî ji niha û pêde ezê hew biçim ber nobê pez..

dev ji þivaniyê berdim”.

Satilmiþê bavê Mîrza ji kurê xwere dibêje:

-Lawo biaqil be..meke.. kê ew fikrê zewacê xist serê te..heya niha tiþtê halo nedihat bîra te..

Mîrza:

-Yabo ew nêriyê me di rojê de deh caran dike bizinan û heya piþtî payizê bi serê te sond dixwim ku ewê pezê gunde me

hemuyan avis bike..

-Ji tera çi! Bila awis bike..pez zêde dibe..

-Yabo qurban zêdebûna pez ji bo we fêde ye,ma zêdebûna mirov ne fêdeye?..Heya kingî ezê þivaniyê bikim?

-Baþe kurê min..

Bavê Mîrza îqna dibe..

 Zewac wisa ne bi hêsane,xwezgînî, adet û tore, qelen u dawet  divê ew tew bêne cîh...Mîrza ji sedema peyagiriya bavê xwe gelek

deyndar dibe.. lê dawiyê daweta xwe dike.

Zivistan dest pê dike.Rojên ziwistanê gundî zêde kar nakin.Mîrza ji mal dernakeve, mîna wî nêrîyî hildikiþe ser bûkê..Gelek roj û meh

derbaz dibin..Rojekê Nîsanê..Mîrza hiþk û zirav, bê teqet derdikeve ber derî û havîrdorê xwe temaþe dike.. Hemu pez li mêrgê diçêre

û belav bûye.. Kalekala pez e..Lê çi bibîne, ew nêriyê ku ji ser pez nedihat xwar..ew jî  jare û bi tenê post û hestî maye û li ber derî mexel bûye.

Mîrza diçe pêhnek li nêrî dixe û dibêje:

-Tiroo! Ji sedema bitirbûyîna te em ketin vî halî..

 

Rastî tehl e

 

Demek berê min carcaran karê wergerandinê /tercümani/ dikir.

Di gel penabereki çûbûm navenda polîs.Berî nîvro saet 8’ande li wir amade bûn.Bihevre ketin odeyekê, li wir pisporpolisek,zilamek

 ji mafê mirovan û zilamek jî ji xaça sor bendewarê me bûn.Pispor dest bi pirsên rêvitiyê kir.Wek ‘ji ber çi sedemê hatî welatê me,

bi kijan rê û bi çi sedemên siyasi ûhwd.’

Penaber got:

- Li welêt  leþkerên Tirkan êrîþî gundê me kirin,bi taybetî jî malame dan ber agir û þewitandinê.

Pispor:

-Êêê! Dû re?

-Bavê min di nav þewata agir de ma û mir.Birayên min û xûþka min di nav agir de kizirîn..

- Wan tiþtên ku tu dibê ez zanim.Ji ber ku hin penaberên din jî mina te ew çîrok li vir anîn zimên..êêê! Dû re?

-Li ber deriyê malê kûcikekî me yê kangalê  hebû, leþkeran lê reþandin ew jî geber kirin..

(Pispor ji ber vê bûyerê gelek xemgîn bû û bi qêre qêr’ ma hovîtîyek wisa dibe..na..na xêr tu wîcdan vî tiþtî qebûl nake..

(Piþti çend mehan wî penaberî pasaporta siyasî sitand û li Swîsreyê cîwar bû..)

 

 

Penaberek jî nêzîkî 8 salan li Swîsreyê mabû,lê  mafê penaberiyê ango pasaporta siyasî hilnegirtibû. Ji min tika kir ku ez ji bo

 ziman li dadgehê alîkariya wî bikim.

Hin ku em li rex hevûdu bi rêve diçûn gote min:

-Mamoste! Ez ketime bextê te.Ger vê carê jî di dadgehê de karê min bi ser nekeve,wê min þûnde biþînin welêt û

mala min xira bikin..

Min got çi bikevi ser milê min ezê alîkariya te bikim.

-Mamoste heyran carekê guh li min bide .Dema ku dadgehê dest bi karê min kir, ezê destê xwe têxim navrana xwe..

Min þîranî (çîkolata) li qûna xwe û tilorên xwe re kiriye û li ser laþê min hiþk bûye.Ezê destê xwe têxim qûna xwe û çi li

destê min ve zeliqî têxim devê xwe.. Ya din jî min çend roje lingên xwe neþûþtine, ezê solên xwe di bin masê de pêxim....

Wê bîhn û pixek bikeve hûndûri dadgehê.. Wê demê wê dadger ji min aciz bin û biryarekê bistinin ku ez dîn bûme..

Divê tu jî awirên xwe tehl bikî çawa ku bîhnek ji min tê û ji min dûr bikevî. Her wekî din tiþtek ji te naxwazim.

Di dadgehê û di destpêka daniþînê de, piþtî çend pirs û bersivandinan wî penaberî ew tiþtên ku ji min re gotibûn yek bi yek bi cîh anîn..

Min jî pozê xwe girt û ji wî dûrketim.

Dadger þaþ û mat ma, dev û pozê xwe girt û got:

-Vî penaberî bigrin û bibin PÛK ê.(Ew cihê kû mirovên dîn  tê de dimînin.)

Penaberê me þeþ mehan li PÛK ê raza û raporek sitand û azad bû.Di nav wan mehan de jî mafê xwe yê siyasî sitandibû..

 

 

Ew penaberên ku tên welatê Swîsreyê û bi salan cîhwar dibin û nikarin mafê siyasi bidestxînin, dest bi dek û dolaban dikin.

Ji sedî nod gelek penaber xwediyê raporek dînitiyê ne.

Rojekê bêhemdî rastberî penaberekî bûm.Bi tevxew rê ve diçû.Min silav da  û wi silava min ranegirt.Çûm rex wî û min carek

din silav da..Bi devmirî gote min:

-Min efû bike, rewþa min nebaþ e. Va rojan diçim ba psîkolog.. Min ji wî re gotibû bi þev nikarim razêm û serpêhatiyên

min tên ber çavên min, tirs û xof dikevi dilê min. Wî jî du cûre derman da min. Yek ji bo xewê ye,ya din ji bo

sîstema rehî ye.Min doh êvarê min herdu cûre  derman daqurtandin.. Niha nîvxewî digerim,heþê min li serê min nîne.

Laþê min mîna darekî hiþk û kol e.

Dema ku min ew bi vî halî dît kezeba min bi wî þewitî û gunehê min pê hat.Min jê re got:

-Kêkê min divê tu dev ji wan dermanan berdî..

Serê xwe biçek rast kir û çavên xwe jî bel kir û got:

-Mamoste tu rast dibêjî. Ez mirovekî sax bûm.Min jî ji xwe re kar pêda nekir. Tu dizanî ew mirovên ku kar nakin

alikariyê ji wan qut dikin û þûnve rêdikin.Deh sale li virim.Mafê min ê pasaportê jî nedane min..Min ji çend hevalên

 xwe pirs kir. Rewþa wan û ya min wekhev e. Ew jî çûbûn psîkolog.Dawiyê mafê pasaportê sitandin.û teqawîd bûn.Kêmasiyek

 min heye ziman nizanim.Niha tu dikarî li gel min bê cem psîkolog û alîkariya min bikî?

-Belê! Keremke em herin.

Em bi herdu bi hevre meþiyan û çûn ba psîkolog.Wi bi rê de dildiziya xwe ji min re gotibû.

Min ew bêjtinên wî yek bi yek ji psîkolog re got:

-Ev mirov zimanê we baþ nizane, ji ber vê sedemê ez li gel wî hatime vira.Ew dermanê ku te ji bo wî hevce dîtiye, ji bo vî nebaþ e.

Ji nexweþiya wî re derman kar nake.Divê tedawiyek bê derman ji wî re bê dîtin, ez ji te tika dikim alikariya wî bike.

Psîkolog piçek raman kir û got.

-Baþe bila ji îro pê de derman nestîne.Lê êvarî xwarinên qelew newxe,cixare nekþîne û çay û qehvê jî venewxe.

Divê dema razanê pirtûkek ku di heþ û mêjûyê mirov de pirsgirêkan çênake bixwîne û piþtre ku serê xwe danî bila herdu

çavên xwe bigire û tutiþtî neyne bîra xwe û heya sed mîyan bihejmêre...

Min hemi gotinên psîkolog ji ber kir,xatirê xwe xwest û ji hev û du cûda bûn.Gelek roj buhurîn.Dîsa bêhemdî ez û ew penaber rastîhev hatin.

-Tu çawayî, ew gotinên psîkolog ji bo te bikêr tên an na?

-(Bi ken) ma wê çawa be..ez ketime belayê..

-Xêr e, çi bela?

-Ew tiþtên ku psîkolog gotin min,min yek bi yek anî cîh..Min dev ji cixarê,çay û qehwê berda.Jiyana min gelek sererast bû.

Lê dema ku serê xwe datînim,çavên xwe digirim û mîhan dihejmêrim..heya nodî..ji niþka ve beranek li ber çavên min peyda

dibe û hildikiþe ser mîhê û dikute mîhê..ango dikeve minasebeta cinsî.. Hew xev dikeve çavên min. Ez jî bermaliya xwe ji xewê

þiyar dikim û wek wî beranî hildikiþim ser wê. Ew bixwaze nexwaze çare tune û dema ku ez karê xwe bi wê diqedînim, poþman

dibim. Her þev, her carê bêhemdî ew dirûþme dubare dibe..Ma ezê ji ber vî halê xwe ji psîkolog re çi bêjim, ma ne þerm e?

Ez bawerim ku bermaliya min jî ji min aciz bûye û wê þevekê bike qîreqîr û ji mal here...

 MA QOMUTAN ! EV KER E,TU JÎ KER Î

 Di sala 1938 an de, wa dema ku Moxolên çavsor û dest bi xwîn, biryara tevkuþtina Dêrsimê dabûn, Memê Reþ hê asê ne bûbû.

Wê demê gundiyeki belengaz e. Ji kê re alîkarî pêwist be Memê Reþ alîkariya wanan dike.

Carcaran diçe zeviyê,þelagên genim li mankera xwe bar dike,carcaran ji bo çêkirina xaniyan kevir û ristimên giran ,carcaran jî diçe

daristanê êzingan dikiþîne ber malan.Zikek têr zikek birçî debara xwe dike.Rojekê ku manker di gel kurriyê (conker-dehþik) xwe

li mêrgê di çêre, leþkerên Moxolan bi mavzerê li mankerê direþînin û di cî de geber dikin.Kurrî ji ber wan filitî û baz dide ber bi mal

tê û canê xwe ji destê wan xwinxweran azad dike.

Piþti wê bûyerê, Memê Reþ wê kurriyê kerê baþ xwedî dike.Hemu pêwendî û hevotina xwe dide kurriyê.Dema ku gazî dike ew tê,

dibê here ew diçe.Dema ku dibê raweste ew radiweste.Bi ruh û hestên mirovî xurt û qelew dibe. Ji ber ku nêrker e, navê wi Mistê Kemal datîne.

Mistê Kemal piþtî çend salan mezin dibe û dikeve bin bar.

Ji rojan rojekê di berbanga sibê de,Memê Reþ kerê xwe kar dike,rûn û toraq, hêk û qeliyê,petîx û hirmiyan li wi bar dike û derdikeve

ser rê ya bajêr, ku ewan bifiroþe, hinek dirav qezenç bike û ji bo malê çay û þekir bikire..Memê Reþ pênç demhejmar þûnde digihê

bajarê Xarpêt ê./Elazið/

Diçe navçeya bajêr, kerê xwe bi peykerê Mistê kor ve girê dide û erzaqên xwe piþt dike û dadikeve nav bazarê. Hemu erzaqên xwe

 li wê derê difiroþe û þûn ve dizîvire ku bê gel kerê xwe. Di wê niþkê de serokleþkerek li gel çend leþkeran ve di navçeya bajêr re

derbaz dibin. Dema ku çavê kerê li kerê leþkeran dikeve dike zirezir û xwe virde û wirde dileqîne, peyker ji erdê radike û li pey xwe

 dikiþîne þ li pey kerê leþkeran dikeve.

Memê Reþ jî beranberi wê dûriþmê xirab bi qêre qêr bang dike.

-Raweste Mistê Kemal.! Raweste..ma tuyê bi destê min nekevî, ezê bikutim rohniya çavên te..

Memê Reþ gelek baþ dizane ku wê demê ew gundiyên ku hatine bajêr û Kurdî axaftine.wan hemuyan ceza xwariye û ji bo hevokek

axaftina Kurdî pênc qirûþ dirav ceza dane.

Ji bo wê sedemê leþker rê li Memê dibirin û serok leþker bi hêrsketî pekinî ser Memê

-Lo mirovo, bê aqil û fahmker, ma tu nizanî axaftina Kurdî qedexeye?

Memê Reþ stüyê xwe xwar dike û dibêje:

-Ez ê reben çi bikim qomutan (serleþker), kerê min Tirkî nizane. Ma te nedît min çiqas bêçare kire qêreqîr da ku 

Mistefa Kemal rawestînim.

Serokleþker serê xwe dihejîne û bi dengeki qur:

-Tu jî, kerê te jî hûn herdu nalebarin.

- Ma çi gunehê min tê de heye?

-Huþ pisê heram. Min bese va galegalê ku tu diki, ezê te bidim mehkemê, we têxim heps û zîndanan. Ma tu nizanî ewên

ku peykerê serokkomarê me, ê bavê me biþkînin em tucarî wan efu nakin?

-Qomutanê mezin û birêz, ez ketime bextê te. (destê xwe dike bêrika xwe û lepek dirav pêþkêþ dike) va ye mafê zerar û

 ziyanê we, vê carê min bibexþîne..Ma qomutan ew kere, ma tu jî ker î?..dê bistîne..

Serokleþker dema ku mistek dirav dibîne, bi çavên dizî li havîrdora xwe temaþe dike û diravan jî ji destê Memê Reþ digire û dibêje:

-Vê carê te efû dikim û li vir bi cehnimê here..

Bi vî awayî Memê Reþ pêsira xwe ji destê leþkeran xilas dike û diçe bi hefsarê kerê xwe digire û derdikeve ser rêya Palûyê. Li kerê

siwar dibe, dide ber þivan (rewt-darê zirav) û ji kerê re qeyropeyro dike.

-Ma neyê bira te,dayika te çava kuþtin..ma hun wisan hêyfa bav u kalên xwe digirin,. Kero! Min vê carê bist dirav da u tu azadkiri..

Xwezi baqil mesikin e.. Ew Moxolên çavsor te bigrin,di bin barên xwe de dil u bende bikin

 MAÇA NEVBERA GOTEBORG Û GALATASARAY.

 Di sala 85 an de leþkerên Tirkiyê ji sedema þerê gerîlla erdê Kurdistan ji xwere kiribûn qada þer.Bi balafiran bombe diavêtin her derê,

mirovên bêguneh û di rêzê de,heywan û tebiat dikujtin,diþewitandin û xopan dikirin. Ew Kurdên ku li ber zordestiya Tirkan koçewar bûbûn,

dema ku ew dengûbahs ji welêt digirtin, ji wanan re dibû kul û derd û wek agir ew þewat diket kezeba wan...Di wan rojên giran de, taximê

 goklistikê a Tirkiyê GS (galatasaray) ji bo maçê bi rê dikeve ku were Swêdê. Hê ku balafir li hewayê ye, Mahmut Baksî telefonî polîs dike.

-Elo! Ez Rojnamevan M.Baksî. Niha taximê Tirkiyê a goklîstikê GS  di balafirgeha we re derbaz dibin.

Polis

-Raste! Ew ji bo maça Goteborgê mêvanê me ne. Ma tiþtek qevimîye?

 - Belê. Dewleta Tirkiyê ji bo bazirganiya karê reþ wek esrar,eroîn ji xwe re   hunermendan,dîplomatan û fûtbolciyan bikar tîne.

Ez ji we tika dikim zarokên xwe ji vê gemarê biparêzin!

Tê gotin:

Piþti wê telefonê polîsên Swêdî diçin balafirgehê û pêþiya taximê GS. Wan yek bi yek þilfî tazî dikin û tilî davêjin qûna wana. Ew har û dîn

dibin û moralê wan xira dibe û di maçê de jî bi sernakevin, têk diçin.

 

 

              Nexweþîya AÎDS ê

 Di sala 1985 an de bi rêyek qaçax çûbûm Swêd û li wir wek penaber cîhwar bûbûm...Xêr û guneh ji stuyê gotaran de .Di wan rojan de

 bernameyek taybet li ser nexweþiya AÝDS ê di TV a Swêd de çêdibe û rehma xwedê lê be,birêz Mahmut Baksî jî wek pispor li gel hin

pisporên din dawetî bernamê kirine.

Bernameçêker ji pisporekî pirs dike:

-         Birêz ... (Filan kes) ma va nexweþiya çiye, ji çi pêda dibe?

-         Li Emerika di girtîgehan de gelek mirovên reþik hene,ew heya roja mirinê tawanbar in û divê li wir girtî bimînin. Ew mikroba

AÝDS ê li mijûlgeh (laboratuar) a NASSA pêda kirine û li ser wan mirovên reþik yên girtî ceribandine.

Pisporekî din li diji vê þiroveyê derdikeve:

-         Na xêr! Ev îddîa ne rast e. Ew mîkroba han li Afrîka ji meymûnên hêþîn pêda bune û di nav xumaliyan de belav bûye.

Mahmut baksî ji cihê xwe radibe, destûra axaftinê dixweze u diaxife:

 -   Birêz gelî pisporên hêja! Hûn bi regezeyên zanistî þaþitiyek mezin dikin.Ew mîkroba ji Tirkan pêda bûye.

Bernameçêker û pisporên ku li wir hazirin, bi ecêbmayî jê pirs dikin:

-Çawa dibe?

Mahmut Baksî bersivê dide:

-         Di dema Osmaniyan de ji bo leþkeriyê gelek zarokên sêwî û bêkes berhev dikirin û di qesrê de cihekî wan

taybetî hebû jê re digotin “lawikên þamarê”.Ew tev qûnek bûn.Padîþahên Osmaniyan bi wan re dema xwe û kêfa

xweyî cinsî derbaz dikirin.Di wê demê de bi navê “yeniçeri” cûreyeke leþkerî avakiribûn.Ew leþker tev yên berhevkirî û

qûnek bûn. Minak; Serokê Komara Tirk M.Kemal jî yek ji wan e. Di vê demê de ji bo têkilî û munasebeta cinsî

qilif (kondom) tunebû ku mêr xwe ji mîkrobê bi parêzin.Padîþahên Tirkan bê qilif dikirin qûna wan lawikan. Di wan

salan de nîvê Afrika heya Ýspanyayê, Rojhilata navîn heya Vianayê (bajareki Avûstûryayê ye)  di bin êriþên

Osmaniyan de bû û bi wî awayî ew mikrob li hemi dinyê bela bû..

 

 

Bifire ya Îsmaîl!

 Kanê ,ziyaretê li Zeynel Abidin axa xistibû. Ji bo wê her þevên Îniyê axê di gel Mele Îsmaîl dirav,xwarin û cilûcor rê dikir ser ziyaretê..

.Lê ziyaretê tirs û xofek mezin kiribû zikê wana.

Mele Îsmaîl dema ku diçû ser ziyaretê bi dilekî tirsonek dûr û dirêj quran dixwend û li ser ziyaretê di ma. Li wir mayiîna wî ji bo

Rustem astengiyek mezin bû. Ji ber wîqasi Rustem nedikariya wan dirav,xwarin û cilûcoran ji wir bigiri û bi dizî bibe li ber deriyê

sêwî, belengaz û xizanan dayne.

Rustem bi hêrsketinek tevlihev li Mele Îsmaîl temaþe dikir û di nava xwe de xwe bi xwe digot;

-Malneketo êdi bes e ! Dawiya duayên te xilas nabin. Niha minê ev xwarin û erzaqên han biriba li ba wan bêgunehan,

ma wê ji duayên te ne bixêrtir bûna..

Rustem dit ku tu çare nemaye destvala qûna xwe li ba kir û çû ba Memê Reþ. Hal û mecal ji wî re got..Memê Reþ aciz dibe,

 cixarekê dipêçe, ji xwere vêdixe û dibêje Rustem:

-Vê Îniya ku bêt dora Melle Îsmaîl e. Ezê ji wî re jî felekekê çêbikim.

Rustem,

-Tê çawa bikî lo?

Memê Reþ

-Ma tu henekên xwe bi min diki! Te nedit çi hate serê Z.Abidîn Axa û wi bi tirs çawa bi xwe de mîzt!.

Memê Reþ planên xwe ji Rustem re got  Rojekê ber Îniyê þev nivê þevê li rex hevûdu çûn ziyaretê.Ew kevir û kuçên havîrdora

ziyaretê vedan, ji aliyê baxir ve Memê Reþ dîsa ket nav qefê dara gûzê û xwe tê de veþart. Rustem jî li hawîrdora kevirê

qurbankêrkirinê benzîn reþand û bi barûdê fitîlek dirêj kir heya riçala dara Gûzê. Çû li hemberî ziyaretê ket nava baxiran û xwe veþart.

Wek herdemê wê þevê þeva Îniyê Mele Îsmîl bi tûrikek tijî erzaq hate ser ziyeretê.Turikê xwe danî ser kevirê ku qurban li ser tê kêrkirin û

qurana xwe ji ber piþta xwe derxist û dest bi dua kirinê kir..xwend û xwend..Di wê encamê de, xafila,dengekî gur di mijê hêvarê de belav

dibe Mele Îsmaîl veceniqî û li der û dora xwe temaþe dike.Tu tiþtê jîndar ango milyaket  nayên ber çavên wi.Serê xwe di hejîne û quranê

dixwînê.Dîsa ew deng xwe dubare dike.Mele Îsmaîl tiliyê destên xwe gezkirî , li havîrdora xwe temaþe dike, bi tirs gav bi gav nêzîkî dara

gûzê dibe ji riçalên darê ziyaretê heya bircên darê temaþe dike tu tiþteki nabîne.Bi þûnde vegeriya.Dîsa ew deng xwe dubare dike.

-Ya Îsmaîl!Duayê ku tu dizanî bixwine û bifire!

Mele Îsmaîl bi dengekî qusandî û devmirî û tirs:

-Kiye ew lo!? Derkeve holê..bi navê xwedê û pêxember dibêjim ezê te efû bikim!

Ew dengê gur xwe ji nûve dubare dike:

-Ya Îsmaîl! Ma tu kerametê Mûsa pêxember nizanî? Ji tera çi dibêjim bîne cîh,anjî ezê te helak bikim.Niha duayên ku

tu dizani bixwîne û bifire.

Mele Ýsmail hiþk û kol dibe di vê encamê de Memê Reþ barûdê pêdixe.Toz û dûman li erdê radibe û agirek pêdikeve û vedimre..

Mele Îsmaîl bi kelegirî dua dike û mîna çûkên ku baskên xwe vedikin û difirin milê xwe hewa vedike û berê xwe dide erd û evrazan,

bi lezê dibeze û dibêje:

-Ya xwedê.ya Mihemed ya Elî...

Û ser bi jêr ber kaþekî de diçe xwarê, brîn dibe. Mixabin brinên wî ne kûr in.Dûre hildikþe tê jor ciyê xweyê berê. Carek din dixwaze

biceribîne. Milê xwe heware vedike lê ji ber brinên xwe nikare...ew deng dîsa xwe dubare dike:

 

-Ya Îsmaîl êdi bifire!

Mele Îsmaîl serê xwe radike li banî,dimeyzîne û dibê

-Ez nikarim bifirim ya rebbê allemîn!

Ew deng carek din xwe nûve dike:

-Bihiþt cihê te be,êdi bifire ya Îsmaîl!

Melle Îsmaîl vê carê berê xwe dide evrazê baxiran û ji bo firandinê xwe amade dike,dema ku berpêþî tirr dibeze û dibêje:

-Hawar ya  xwedê, la îllehe îlllallah,eþedû enne Mihemede Resullulah!...

Û xwe di evrazê baxiran de serjêr berdide. Li ser kevir û kuçan gildî dibe dadikeve newalê.Ser û çav lê dibin pitav.Wek meytekî li

wir dirêj dibe, kûr dinale dike nalenal. Hinek gundî dengê nalenala Mele Îsmaîl dihesên û tên hewara wi û arîkariya wî dikin.Çend gundi

wî dikin nav astirekî û dipêçin. Radihêjin ser milê xwe û dibin navîna gund û hawîr li dor digirin.Melle Îsmaîl tê xwe û gundi ji wî dipirsin:

-Ma te xêr e Melle, çi bi te hat?

-Derbazî be Melle.dîsa te çerm qul kir!’

Melle Îsmaîl dest bi serpêhatiyê xwe dike.

“Ya ehlibeyt! Min ew pirtûka rûmet þeva Îniyê li ser ziyaretê xwend. Mij û dûman peyda bû û agirek pêket û vemirî.

Wê demê li banî dengek pîroz ji xwuda gote min “ya Îsmaîl bihiþt cihê te, bixwîne û bifire.  Min hinek dua nîvçe û kêm

nexwendiba an jî jibîrnekiriba ezê bigihiþtima ewliyan, mixabin nesibê min nebû”...

Gundiyek dibêje:

“Lo wî serê xwe xwariye,devê wî çi dibêje guhên wî nabihîzin’

Gundiyek din dibêje:

“Heylo weylo.. Mele Îsmaîl jî wek Zeynel Axa bela xwe dît”

Gundiyeki din dibêje:

“Ziyaretê li wî xistiye”..

Rustem li wir hazir û amadeye û dibeje wanan:

“Ziyaretê an jî xwedê, kê lêxistiye baþ lêxistiye, dev ji wî bomikî berdin, ji xwere herin razên sibê kar û þuxilên we geleke..

Mele Îsmaîl piçek dengê xwe bilind dike.

-Hun bê xewl û bê îman in,tutiþtî bawer nabin.Xwedê me biparêze ku heþê min li serê min e.Ew agirê ku li çiyayê hira xwedê li pêþ

Mûsa pêxember kiribû, min bi çavên xwe dît..

Rustem bi ken

-Malneketno! Wî þerpazeyî bibin malê..Ji bo ku bibe ewliya xwe ji tirri baxiran de serjêr avêtiye xwarê û kud buye..

Ji ber çi? Wî jî nanê Zeynel Axa xwariye,di hevîrtirþê nanê Axê de keda belangazan heye..êdi ew ji serrast nabe..

 Mele Îsmaîl bi acizî û nalenal diqêre:

-Ey bêbawerino! Hoy lanet bûyîno! Min ,vî brîndarê bihiþtê li vir berdin herin...

Gundi dibinin ku bê çareye, Mele Îsmaîl bi zorê piþt dikin dibin gel malbata wî ..

Tê gotin ji wê rojê þûnda tu qedr û qimetê Axê û Mele Îsmaîl namîne. lê Ziyaret dibe ziyaretek nav û deng û piroz...

 

 MEMÊ  REÞ

 

1-     ZÝYARETÊ LI ZEYNEL AXA XIST!

 Tê gotin; Zeynel Abidîn Axa mirovekî zorbir û destxwinî bû. Hêrs û þîretên wî tirs û xofek mezin kiribû çav û dilê mirovên xizan

 û belengazan.Destekî wî di nav cem û niyazê de,destekî wî yê din jî li ser nanê sêwî û xizanan bû..Memê Reþ gundiyek belengaz

û mixrik û dijraberê Z.Abidîn axa bû.Dûriþma Memê kul û merez xistibû kezeba axê.Zeynel Abidîn axa dixwest ku bi gelek fen û

deqan zora wî bibe û wî bide kuþtinê, lê mixabin, qet tucarî ev firsend nediket destê wi...Ji ber ku Memê Reþ ji sedema serhildana

Dêrsimê asê bû bû. Ew ji êla Ýzolyan û xarziyê Keko, Memê û Husê Qepan  e. (Keko 5 leþkeran dikuje û piþtre ni bêbexti tê girtin û wi

 li Xarpêtê di daliqînin.Mem asê dibe û birayê wan Huso bi xençerê sîxurê Keko dikuje û 17 salan li Xarpêtê di girtîgehê de radizê..)

Þevek tarî û bi dizî Memê Reþ diçe ba hewalê xwe Rustem.Piþti xêrhatin û xwarin û vexwarinê Memê Reþ hatina mabesta xwe ji Rustem re dibêje.

Memê Reþ;

-Bira Rustem, vê derbê dixwazim imana Z.Abidîn aða nûve bikim!

Rustem;

-Dev jê berde Memo qurban ew wisa bi hêsanî nayê imanê, wî piþta xwe daye hiûmatê..

Memê Reþ;

-Heyfa mêran! Niha guh bide min. Ezê çi felekê ji wî re çêkim.

Rustem;

-Memo qurban,ez xulamê te û heya mirinê jî li gel te me, ji ber ku tu birayekî minî ezîz î..

Memê Reþ;

-Pilanê min ev e. Îþev em herin girê Þavan.Li wir ba ziyareta Kalê Spî..Ew dara gûzê darekî herî mezin û pîr e û aliyekî wê jî

kortal e.Em ji aliyê kortal ve xweliyê bikolin uû riçalê mezin qul bikin.  Hundurê darê pûç e, li wir ji xwe re ciyekî vekîm û

bikevim nav qefê darê.Ez li wir xwe tê de veþêrim.Ji xwe tu kes nakeve þikê ku mirovek di qefê darê da ye.

Rustem;

-Êêêh! Piþtre?

Memê Reþ;

-         Piþtî ku planê me temam bû û min jî xwe li wir veþart.Tu qurbanekî sivik bigre û here ber mala Zeynel axa.Bêje wî

“axê min.Min þeva buhuri xemnek xirab dit.Ew Memê Reþê asê û qaçax hat bi xençerê êrîþî min û te kir.Kalê Spî xençer

 ji destê wî girt û em herdu parastin.Ji ber vê sedemê ezê berxeki qurban bikim.Tu û wîcdanê xwe”. Te ku dilê wî xweþ kir,

ew bi xwe peyagirekî mezin e..ewê jî qurbanekê bigire û li gel te bê ser ziyaretê.

Rustem;

-         Baþe Memo lê piþtre ez çi bikim.?

Memê Reþ;

-         Li malê çiqas barûd heye berhev bike û em herin ziyaretê.Ew cihê ku Qurban li ser tê kêrkirin kevir e.Em hawirdora

wî kevirî bi barûdê wek fitîlekê heya bircên darê bireþînin û ew xweliya dora wî kevirî jî bi benzînê þil bikin. Bila tu kes

jî bi planê me ne hese..

Memê Reþ û Rustem haziriya planê xwe dikin..Serê sibê Memê Reþ bi dizî dere dikeve nava bircên dara gûzê û Rustem jî beranekî

digire diçe ber mala axê.Rustem ji axê re çi dibêje ew bawer dike û qurbanekê digire, gazî hin gundiyan dike û li gel Mele Îsmail diçin ser ziyaretê.

 

Pêþî li ser ziyaretê hemu niyaz û xwestina xwe pêktînin û dua dikin.Melle Îsmail jî çend ayetan ji quranê dixwîne. Beranê Rustem kêr

dikin.Piþtre gayê Zeynel axa girêdidin û li ser kevir ramedînin.Mele Îsmail kêrê bi duakirinê li ser hustiyê qurbanê digerîne.Wê demê

ji niþkava dengekî gur û xof ji ziyaretê tê.Hemu mirovên li wir hazir, hevceniqîn û der û dora xwe bi çaveki tirs tuje temaþe dikin.Tu kes ji

cihê xwe nalebite, bi tirs dikevin nava bêdengiyek kûr.

Mele Îmail destên xwe vedike u dua dike.Di wê encamê de ew deng carek din dubare dibe.

-“Wî heywanî berdin, azad bikin! Di nav we de mirovek gunehkar û mebestqirêj heye.Wi gelek keda belengaz û sêwiyan xwariye

û ketiye gunehê gelek mirovên dilpak!”

Piþtî wî dengî çavên hemuyan bi tirsek mezin vedibin û Zeynel Abidin axa çend gav derdikeve pêþ. Ling û gorê wî di lerize. Havîrdora

darê temaþe dike û tiþtekî nabîne û bi devmirî dibêje:

-Ewê bê minasebet kîye lo? Derkeve holê..

Di wê encamê de mij û toz û dûman ji erdê radibe, agirek li dora kevirê qurbanê pêda dibe û pêdikeve.Ji niþkava ga radibe ser piyan û

bi çavên girtî li wan diqelibe û difilite.Ew di nav toz û dûmanê de devê wan û dest û piyê wan bi tirsê tê girêdan. Piþtî wê kefteleftiyê gundî

 direvin û axa jî wek peykerekî hiþk û kol dibe.Rustem þepikekê li wî dide.Axa dema ku tê xwe, li ser çok û jûniyan dikeve, destên xwe

radike û dua dike.

-Ya xwedê! Tu mezinî, mihrîbanî, dilovanî, va xulamê xweyê gunehkar bibexþîne!

Ew deng dîsa xwe dubare dike

-Axa! Zevî û erdê wan gundiyên belengaz þûnde bide wan.Deynê wan sêwiyan bibaxþe, her þeva Înîyê hin xwarin û pere rê

ke ser vê ziyaretê u çend findan jî pêxe. Ber deriyê mala xwe de jî findekê pêxîne heya ku vemirî ji xwedê efû daxwaz bike

ku rojekê gunehên te bên efûkirin..’

Zeynel axa bêçare hustiyê xwe xwar dike û ber bi mal ve diçe.Di wê encamê de çend gundî bi qurbanekê tên ser ziyaretê,doa dikin û

dixwazin qurbana xwe kêr bikin.Ji niþkava ew deng dîsa xwe dubare dike.

-Hûn ji nêza dimirin ew çi peyagirî ye? Ez ji we qurban naxwazim û carek din gotina xwe nakim ducar..Biþuxulin, li mafê

xwe bigerin,keda xwe bi erzanî medin tukesî.Ew bizina ku hûn dixwazin qurban bikin, heyf e.Ewê þîr bide we, hiriyê bide we.

Heya demekê dirêj hûnê jê fêde bibînin. Niha herin mala xwe, hevdu hez bikin.Bi hevre alîkarî û parvekirinê jibîr mekin.’

Gundi bi tirs þûnde dizîvirin.

Þev tarî dibe. Rustem ber bi ziyaretê ve diçe.Memê Reþ ji qefê dara gûzê derdixe uû wan kevirên dora darê qurç dikin û tên mala Rustem.

Memê Reþ;

-Rustem bira planê min çawa bû?

Rustem.

-Helal be!Tu her bijî Memê me! Bi xwedê ziyaretê li Z.Abidin axa xist.Piþtre ga li wî da û bi tirs û xof wî bi xwe de mîzt.

Hiþk û kol bû, bû kevir û min jî þemikek li wî da çik ji çavên vî hatin xwar.Welleh wî bela xwe dît! Êdî ew piþta xwe rast

nake û va derba ku vê carê xwariye qet serrast naba..

Memê Reþ;

-Rustem bira, ji niha û pêde divê ew her þeva Înîyê xwarin, cil û coran û hinek dirav rêke ser ziyaretê..Tu bi dizî li pey

wanan here, piþtî ku ew bi þûnde vegeriyan,wan erzaqan bigire û bibe ber deriyê sêwî û xizanan dayne.Bila tu kes te nebîne..

 -------------------------------

RUSTEM Û SERLEÞKER...

 

Bi dilekî rehet dikarim bibêjim, va tiþtên ku ez li vir lêdikim ne bi serê xwe

dinivisînim.Lê nizanim van tiþtên han mirov bi çi nav bike..ez ji vanan re

dibêjim çîrokên rojdîtî..

 

 Rehma xwedê lê be,  Dersimê , li gundê me Riçik ê ji mala Hesiqilan Rustem hebû.Rustem li hember Axa û seyidan bi taybetî

jî li dijî hiûmatê bû. Mirovekî rast û bêminet,  peyagir û mirovekî bi xîret bû.

Di dema 12 Ýlonê de hin xêrnexwaz gilî û gaziyê wî dikin.Ew di wê demê de pîremêrekî 80 salî ye û di wê pêvajoyê de hê nû elektrîk

 hatiye gund. Wî jî dîtiye ku cara yekem axa bûne xwedî elektrîk, bi mabestî û peyagirî elektrîk ji mala xwe re sitandiye û televizyonek

jî kiriye. Rustem li oda malê li pêþ televizyonê li ser erdê ramedî û li filmekî reþ û spî dineri. Navê filmê ‘Melekên Çarlî’ ne.Di vê

encamê de leþker havirdora malê digirin û dikin qêrin ‘teslim olun’(teslim bin) Rustem qet bala xwe nade wan û li filmê temaþe

dike.Serokleþger di gel çend leþkeran derî û pencerê diþkînin û dadikevin hundurê malê.Rustem vediciniqe û dibêje

-Heu! Ma hûn ne însanin, çi wek milyaketên hov ji derî û pencerean de dikevin hundur!

Serleþker

-Kalk ellerini kaldir teslim ol! (rabe destên xwe rake û teslîm be)

Rustem

-Tew, ez di vê qeideyê nim!Ulan oxlim! Ma we xêre,we adet û toreyê mêrxasiyê jî wisa erzan xistiye bin lingan..

Xwedê  þervanek wek ya Çarlî nesîbê min nake ku ez çi bikim..

Serleþker

-Birak çene çalmayi bize sakladiðin teröristlerin yerini göster. (dev ji galgalê berde û ew teroristên ku te veþartine

 ci yê wanan pêþ me bike )

Rustem dikene û ji navîna odê berjêr xerpengê (deriyê ku di nav odê de vedibe û mirov dadikeve odekê din, bi taybetî li gundan

axur heye) û derencê de dadikeve nav tariyê û gaziyê serleþker dike,serleþker bi tirs di gel leþkeran dadikeve xwarê û dibêje:

-Burasi karanlik .hem pis bir koku var. (va dera tarîye û bêhnek ne baþ tê)

Rustem pêl biþkoja elektrîkê dike û axur roni dibe, dibêje:

-Xwedê ji hiûmatê razî be, binêre ker û golikên min di bin ronahiya elektrîkê de çawa bi ken û kêf kayê dixwin..

Serleþker ji ber vê gotinê aciz dibe û bi hêrsketinê dipekîne ser Rustem

-Ulan uyuþuk at yaraði! kendi haline bakmadan bizimle alay mi ediyorsun./ Lo kîrê hespê yê tevizî ya yo! Ma tu

bi vî halî henekên xwe bi me dikî?)

Rustem ji niþka ve bersiv dide:

-Ma oxlim,tiþtên halo ji bo çi dikî devê xwe..

Di wê encamê de bi qundaxa tifingê çend derbe li Rustem dixînin û wî gêrî erdê dikin û ji wir diçin.

 --------------

Sonda bapîrê min

 Sal 1975, li Ýzmitê rêveberê rojnameyek herêmî bûm.Bapîrê min jî di vê demê de mêvan bû.Emrê wî nêzîkî sedî bû.Di vê rojê

de li gor agahdriyekê Wezîrê Tirkiyê yê derve Turan Güneþ wê bihatiba Ýzmit ê.Min jî dixwest ew û bapîrê min hevudu nasbikin.

Min bapirê xwe girt û li gel xwe çûm rojnameyê.Û ji niþkava çend trambêlên mîrî hatin li ber deriyê rojnamê rawestiyan.Têkiliya

 min li ba Turan Güneþ hebû û me hevudu baþ nasdikir.Ji trambêlê peya bû û em jî çûn pêþ ji bo xêrhatinê. Ne bi tenê bû,Wezirê

Çandî û Amojgariyê Mistefa Ustündað û berdevka serokê belediyê Ayten xanim û hin kesên din jî li balê bûn.

Min bapirê xwe bi wan da naskirin.Turhan xoce got bapirê min:

-Apo diyare emirê te gelek pêþdaye û tu di þerê cihanê yekemîn de çend salî bûyî ma tê bîra te?

Bapîrê min bersiv da:

-Dema ku befra sor  (1897 ) ji asûmanan dadihat ez 9 salî bûm.

Turan güneþ ecêb ma û Ayten xanimê destên xwe avêt ser milê bapîrê min û got:

-Tu xazi (gazi) yî,divê madalya te hebi

Bapîrê min gote wan:

-Ýsê ker û Mistê kor biryara xwe kirin yek û Avdilla Alpdoðan rêkirin ser me, mala me xira kirin.

Bêdengiyek mezin çêbû, hemi huþ bûn û bi çavekî li min û bi çavekî li bapîrê min di nêriyan.Min bersiv da:

-Hikûmeta Tirkiyê di sala 38 an de li Dêrsimê tevkuþtinek bêyom lidarxistiye û wê demê yên bê guneh jî ji vê tevkuþtinê

para xwe sitandine.Bapîrê min dixwazi wan neheqiyan bibêji.

Turan xoce bi avirên tahl got:

-Êdî ew dem buhurî, niha vaye me Kibris jî sitandiye û partiya me bûye hiûmet.

Ayten xanimê xwe di ber re rakir:

-Ez ji we hemuyan efû dixwezim û ji we tika dikim qala hin tiþtên din bikin, ji siyasetê aciz im.Niha dilê min masiyan

dixwazi, çay û qehwa xwe vexwun û em ji vir rabin herin aþxana belediyeyê.(Piþta bapîrê min mist da ) apo tu jî mêvanê minî îþev.

Xwediyê rojnameyê got:

-Ayten xanim ma dilê te masî dixwazi, ji bo çi yekî ciwan ji xwe re naki mêvan, ji vî kalemêrî çi dixwazî.

Avirên Ayten xanimê sor bûn û wê bapîrê min hembêz kir û got:

-Xwedê dizani te çend jin pîr û kal kirine ne wisa apo? Ez jî jinek jêhatîme.. sibê zu þiyar dibim.mala xwe didim ber hev,

taþtê amade dikim û terim belediyeyê, li wir jî heya þeþê êvarê diþixulim. Piþtî þivê jî diçim navçeya partiyê û li wir

jî kar û barê rêxistinî berhevdikim..

Bapîrê min bi ken gote wê:

-Dêlê, ma tu ji bo çi dema xortaniya min bi destê min neketî, niha ez te çi bikim!

Hemi bi hevre keniyan...

Turan xoce gote min:

-Dapîra te ya nû çêbû, çavên te ronî be..

Em wê þevê çûn aþxana belediyeyê, me têra xwe masî xwar û eraq vexwar. Papîrê min jî serxoþ bûbû, ew dûriþm ji min re

bû tirs û xof. Me xatirê xwe ji hevudu xwest û cuda bûn.Min dixwest ez bi bapîrê xwe re piçek bimeþim da ku serxoþiya wî

vemire. Ketim bin milê vî û bi wî halî li gel hev meþiyan.Kêfa xwe di cî da bû, bi Kurdî sitran dilorand. Li ber dîwarekî tuncik da

xwe û ji xwe re cixarek pêça û vêxist. Min gote wî:

-Yabo tu dixwazî em bi trambêlê herin..

-Na kurê min. Serê min tevlihev e lê dilê min di wê aþifte ya zeryan maye.. Ma dayika wê nîne?

-Tu dixwazi çi bikî?

- Hê zarok bûm.Min sond xwaribû ku ger rojekê firsend di destê min keve, ezê binim dayika Tirkan.Va jî firsendek

mezin e û xêr û gunehê min li stuyê te...

Bi ken min ew ji erdê rakir û ketim bin milê vî.

-Yabo niha dereng bû em xwe bavên mal û vê carê razên, sibê xwedê kerîm e..

Di dema ku em bi rê ve dimeþiyan, xwe bi xwe digot:

-Dilê Ayten xanima min masî dixwaze..teww! Ew çi azwerî ye di qûna te de ye.. wêê! Dêlê..masî di qûna te keve ha!

Ew çi agir û þewate ketiye qulika we Tirkan...

(((((( )))))))

Desthilatdarên Tirkiyê derewçî, xwînrij û nîjadperest in

 

Li gor lêkolîn û lêgerên pisporan,yên sosyolog-fîlolog-psîkolog û dîrokzanan, kesahiya desthilatdarên Tirkiyê paqij nîne û ji xwe

re qehremanên sexte çêkirine.Gelek bêbavên pespaye, hiþsivik, devmirî û destqirêj ji xwere kirine rêber.

Mînakek; Mistefa Kemal Atatirk.. Mistefa navê nebî ye û ji Mihemed Mistefa tê.Kemal bi wate zana-pispor û seyda ye.

Atatirk jî bi wateyê bavê Tirkan e. Bi rastî M.K.Atatirk miroveki bêbav û biyanî ye. Di nav Ocaxa yenîçerîyan de (cûreyê çîna leþkeriya

di dema Osmanî de) perwerde bûye û hatiye xwedîkirin. Lawikekî (!) penaber e.Bi mebest navê nebî û pisporan li wî kirine û wek

gernasekî ew bilind kirine.Ýnönü zirKurd e û Ecevît ne misilman û ne ji Tirk e. Demir-el bi wateya destêhesin û wateya tundi tê

 binavkirin.Þivaneke ji bo amadekirina awarte (darbeya leþkerî) Alpaslan Türkkeþ : Alpaslan  ewê ku di 1071 an de Malazgirt

girtiye û ji bo metingehiya Romiyan rê vekiriye, navê wî ye. Türk-keþ yê ku bi nîjadperestiya Tirkan serxoþ e, ew bi xwe ye.

Recep T.Erdoðan.Miroveki hêsan û vala ye. Ji bo kesên ku derewan dikin gotinek gel ya taybetî heye tê gotin; ”derewan meke

 Recep, em birayên misilman in”.

Tê gotin; “yên ku rêberên xwe qijik bin,nikulên wan ji gû dernakeve”.

Bila ew rêberên han ji Romiyan re bimbarek bin da ku xêrê ji xwe nebînin! Pirsgirêk ewe ku em xwe ji xelkê bilindtir nebînin

 û ji hal û duriþmên xweyî berê bilindtir bin hê çêtir e.Ji bo ku  talûka berê dil û bendemayîna mirovan bû û li pêþerojê jî divê

em nebin murîd û robot!

--------------)))))

TKP ya Î.Bîlen çawa kete destê Satilmiþ û Durmuþ û çi lê hat?

 Hey gidî dinya hey! Carcaran mirov li pêy tu tiþt nîne çiqas bi keser kûr xemgîn dibe!

Bi xwe çi bêt serê mirovan , yan ji nezanînê yan jî,ji meraqkirinê tê!

Sala 1983 ez li Elmanyayê li bajarê Berlînê bûm.Carcaran diçûm navenda TKP’ê.Hunermend-nivîskar û mirovên binavûdeng

dihatin û diçûn.”Wek peykertiraþ Mehmet Aksoy-Mebûsê TIP’ê Y.Ziya Bahadirli,Helbestvan Ataol behramoðlu-sendîqacî Süleyman

Üstün,Wênekêþ Hanefi Yeter, Þanoger Tuncel Kurtîz-Þener Þen, Nivîskar Mahmut Makal-Fakîr baykurt û gelek mêvanên binavûdeng

 yên welatên biyanî jî min li wê derê naskirin...

Serokê TKP Ý.Bîlen jî li rojhilata Elmanyayê cîwar bûbû. Têkoþerekî wan hebû û navê vî Ruhî bû. Min ji Ruhî pirs kir: Lawo ma

 ev serokê we çawaye te tu caran ew dîtiye? Gote min:

-Mirovhezekî yekta ye û bi têrî xwe zana ye.Carcaran diçim ba wî.Em bi hevre xwarinê dixwun û eraq vedixwun.

Xisûsiyetekî wî heye,hertim pêkenokekê li ser Lazan ji min re dibêji û tu kes nikare wek wî xweþik þirove bike.

Min jê pirs kir:

-Ma tu dikarî ji minre bibêji

Got min:

-Belê. Rojekê serê sibê codkarekê Laz ji mal derdikeve ku here zeviyê.Bi rê de mîza wî tê,camêr xwe dide aliyekî

rê û haziriya xwe dike ku mîz bike.Di wê encamê de pîrejinek li gel qîza xwe ji wir derbaz dibin.Dema ku çav li wî

camêrî dikevin,bi þerm û fêdîkirinê ruyê xwe badidin.

Camêr kîrê xwe di dest de bang wan dike:

-Korkmayin da tutayirem oni (Metirsin ha! Min bi wî girtiye!)

.......

Binêrin serokê xelkê bi çi ken û kêf in û çi zana û bi terbîye ne! Xwedê ji bo çi ji yên me re wisa xira aniye..

...........

Sal 1985 li Siwêd û li Stockholmê.. di wan salan de yekîtiya hêzên çep çêbûbû.

Li her derê civîn û konferans çêdibûn. Ji ber ku di nav wan yekîtiya hêzên çep de rêxistinên Kurd jî hebûn, ji bo beþdarbûna

civînekê jo bo me (!) jî dawetnameyek rêkiribûn.Min haziriya xwe kiribû û derketim rê ku biçim wê civînê.Bêhemdi ez û L.Xoce

 rastî hev hatin.Gote min:

-Ma te xêre wisa bi lez bi kuve diçî?

Min hal û mecal jê re got. Xoce piçek awirên xwe mist da u got:

-Kuro piçek biaqil be. Em Kurdin, çi karê me bi Satilmiþ û Durmuþ re heye? (Wê demê berpirsiyarê TKP H.Kutlu bû,

 Xoce ew wek Durmuþ û serokê TÝP’ê Nîhat Sargin jî wek Satilmiþ binavkiribû)

....

Hey gidî dinya hey!

Yekîtiya hêzên çep jî nekariyan demokrasiyê bînin welêt!

Xelk û alemê ji wanan rû badaye, þerm û fedî dikin.

Ew jî di cihên germ û xweþ de dixwun û vedixwun u lotikan davêjin û dibêjin:

-Metirsin ha! Min bi wî girtiye!

......

Çar sal berê çûbûm Berlînê.

Bi taybetî li Ruhî geriyam.Min tu rêç û þop nedît.Xeynî hevalekî ku ew nas dikir. Hûr bi hûr serpêhatiya Ruhî ji min re got.Gelek

dûr û dirêj e.Ez dixwazim bi kurtebirî ji were bêjim. Ruhî kominîsteki bi bawer bû.Ne dixwest ku Li Elmanya kapîtalist bijî.Hertim

dixwest ku here welatên sosyalîst û li wir jiyana xwe berdewam bike. Di wan salan de çûyîn û hatina Berlîna rojhilat û rojava wisan

ne bi hêsanî bû. Têkoþerekî Maoîst ji Berlîna rojava nikare derbaz bibe.Tê ba Ruhî û ji wî re dibêje:/- Li Ýspanyayê civîna

Sosyalîst Ýnternasyonalê heye.Lawo Ruhî, ez ketime bextê te. Têkiliya we û Elmanya sosyalîst (!) gelek baþ e û pêwiste

bi trambêlê di ser wê derê re derbaz bim.Ma tu nikarî alîkariya min bike?

Ruhî dibê “gelek baþ e, ew rêhevalên me ne.Ger ez nasnama xweyî partiyê pêþ wan bikim ew dilê me naþkînin û tu

gotinên me jî dubare nakin.Heke di trambêla te de cîh heye, dixwazim li gel te bêm”. Bi hevre derdikevin rê û tên tixubê

Elmanya sosyalîst .Jendirme wan digiri û davêji odeyekê.

Yê Maocî bi devmirî ji Ruhî dipirse.

-Rêhewal ! Ma va çi îþe,vana ji bo çi em girtin?

Ruhî bi dilekî rehet bersiv dide:

-Rêhewal! Xwe aciz meke.Em ji welatekî kapîtalîst tên. Ew jî dixwazin tedbîr bistînin.

Li wir çendek wext derbaz dibe. Cendirme dikevin hundur û dor li wan dipêçin. Herduyan þilf û tazî û bûl (çarlepkî kirin)

 dikin û tilî davêjin qûna herduyan.

Heya ku ji wir û ji destê wan xilas dibin bi hevre deng nakin, hiþ dibin. Dema ku ji tixûban derbaz dibin, trambêlê radiwestînin

 û herdu cixarekê pêdixin û dikþînin.

Vê carê Ruhî bi devmirî ji hevalê xwe pirs dike:

-Rêheval! Ma va çi hale hate serê me?

Evê din bi kenegirî bersivê dide:

- Yên wan, dema ku Rêhevalên xwe dibijêrin tilî davêjin qûna wan da ku bizanibin qûnek in an na!

Tê gotin ji wê rojê û þûnde Ruhî serê xwe dixwe, dînik e û ji holê winda dibe......

-((((-----------------------------------))))
Jina Swîsrî zewicî,bû misilman, hînî Tirkî bû û telaq avêt!
Zilamek navé wi Þemseddin û ji bajaré Denizli’yé wek penaber tê li Swîsre cîwar dibe.
Þemseddin keleþek bi simbélén pîj û tenik û piçek jî diþibe Mistê Kor..
Di dema ku ew û keçika Swîsrî bé hemdî hevudu nasdikin; Þemseddin di dilê xwede xwe bi xwere dibêje “Ya rebbi allemin

bi raya te bextê min vebû.Vé keçikê ji xwere mar bikim û mafê cîhwariyê bidestxînim” /gotinek Almanan heye ji bo vê dûriþmê dibêjin ku ‘

‘mirov ji bo tasek þîr çêlekekê nakire’
Keçik jî dema ku wî dibîni heþ û aqil ji serî diçe û ji dil xwe bi xwera dibêje “Ma xortên me jî dibêjin em xortin? Xwedê taala ev

 camêrê han tenê ji bo min afirandiye!” û evîndar dibe.
Piþtre bi hevre dizewicin û navé xwe yê Silviya jî diguhure dike sevîm û cêwiyê wan çêdibe.
Bermalî ji bo ku camêrê xwe baþ fahm bike,þeþ mehan zêdetir diçe qursa zimanê Tirkî û dielimi ziman û fêrî regezeyên îslamî jî

 dibe.Jiyanek bi fedekarî û têr û tije dibuhurînin.
Ew jina zeryan û hiþsivik, bi devmirî dest bi gotina serpéhatiya xwe bi xwe kir:

 Cêwiyên min niha çarsalî ne. Meha çûyi min cêwiyên xwe girt û berê xwe da Tirkiyê. Her wek xatûnek misliman min

ser û berê xwe girtibû.Li Îzmîrê peya bûm. Di teþqele û heyecanek mezin de bûm. Ji ber ku cara yekemîn minê

 xesû û xezûrê xwe bidîtina.
Li otobusê siwar bûm û li Denizliyê peya bûm.Li vir jî min dixwest bi taxsiyê herim ber deriyê malê.
Min taxsiyek rawestand û jêre got: “aziz müslüman kardeþim beni bu adrese kaça götürursün? /Birayé minî eziz û

misliman bi çend diravan tuyê min bigihîni vê navnîþanê?/
Gote min.’50 bin Ytl. ye götü veririm./bi 50 hezar ytl qûna xwe didim.!/
-çok pahali.az ucuz olmaz mi? (gelek bihaye,biçek erzan nabe?/
-daha ucuza götüveren olmaz,gel 40 bin ytl’ye götü vereyim./wisan bi erzanî tu kes qûna xwe nade,ez bi 40 ytl.qûna xwe bidim!./
Heçê ez gelek ecêb mam.. dawiyê bi taxsiyê çûm malê.
Xesû-xezûr û cîran tew ji bo xêrhatinê hatin pêþiya min û ez maçî kirim.
Me þîv bi hevre xwar û dema xewê hat,.xezûrê min gote xesûya min:
- kari bu gece çocuklar senin kucagina yativersin, (eli ile yukariyi göstererek) gelin de üstüme çikiversin

yarin allah kerim./malxwê, bila îþev zarok di paþila te de razên,bûk jî derkeve ser min, sibê jî xwedê mezin e./
- Min ne tu tiþt ji zimanê wan fêhmkir ne ji mislimantiya wan. Wê þevé min zarokên xwe girt rex xwe û ji taxa

jor mam heya sibê, xew neket çavê min.Sibê min taxsiyek girt û þûnde vegeriyam.
Ev serpêhatî bû sedemek mezin ku min telaq avêt û mêrê xwe berda.Ji niha pê de ne zimané Tirkî ne jî mislimantî

 li min heram be û xwedê ji min dûr bihêle!