<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Bargiran Baran

bargiranbaran@hotmail.com

 

 

      

 

 

 

 

Ronî, Gabar û Cabar

08/032/09- Stenbol

Li pêþ maxê di talda kêfxweþiya dilê xwe de li ser kursiyek biçûk rûniþtiye û cixarekê dipêçe. Dikene, lê kenek bi êþ e, nizane ji çi çima fedî dike, serê xwe dadixe, çavên xwe ji kesên li dor wî rûniþtine û li wî dinêrin vediþêre. Eniþka xwe ya rastê dide ser çogê rastê. Erdê ve dinêre, axa ku her roj pê lê dikir û hîç jî haya wê tunebû îro bûye þikefta çavên wî yên ku bi lez û bez û fedî ji hevalan direvin. Dixwaze bikuxe, dikuxe qirika xwe paqij dike, bi tiliyên destê xwe yê rastê paþ stûyê xwe dixurîne û tiliyên xwe diteqîne. Yek bi cixara xwe cixara wî vêdixe, cixarê digre û hema dikþîne, dûmana cixarê di poz û devê xwe re derdixe. Serê xwe hildide, dinya îro xweþ e, roj dibiriqe û bayekî hênik ê meriv serxweþ dike heye, na wê ji bîr neke, çi rojek xweþ çi rojek ron de bû bav! Zarok rapa hev didin, direvin dikevin radibin ser xwe, digirin, dimeþin. Zarokên li wir li ser tankêrê dilîzin ve dinêre û biryara xwe li wir dide, wê navê wî Ronî be.
 
Ronî dibe Ronî çend salan lê rojê tim digirî û natemire êvaran, radikin dibin dixtoran, bi zorê dikutin dev dermanan, hew dinêrin derdixe diranan, daweta mal dikin keç jinan û dikelinîn daniyan. Dibuhurînin salek û çend mehan, a dibên va ye Roni ye li ser nigan, kom dikin zarokan, diqetinîn kostek û belav dikin þekiran. Êdî dimeþe Roni, nahewe li der û doran, çend sal derbas nabin dere ber pezan, vegerê dimîze li ber diwaran û dibe heft salî tê wexta wî ya lênusk û pênûs û çenteyan.
 
Dimeþe, di destê rastê de çenteyek rengin ê Mickey Mouse, di çente de sê lênusk çend qelem û jêbir û qelemtiraþ ber bi qeymeqamlixê dimeþe. Derbasî koridorên dirêj dibe û li herî dawiyê dikeve cihê nufusê. Hema di wê qelabalixê de xwe pêþ de dide, kaxeta rojbûna Ronî li ser ji bêrîka xwe derdixe û dibê Ronî, navê kurê min Ronî ye a va ye rojbûna xwe li ser vir e. Li kaxeta qermiçî dinêrin, û dibên na nabe Ronî, navekî din bibêje. Disekine, dikene û hêrs dibe, çawa nabe?.. Nabe Ronî, navekî din bibêje.

 

Em heft sal in dibêjin bû. Ew hûn in, nabe Ronî. Navekî difikire û hiþê Kurdewar hema li wir navekî din dibîne ji Roni re: Gabar. Temam, sibe were ezê nasnamê bi te dim:
 
Nav: Cabar
Paþnav: Öztürk
Navê bav: Halil
Navê dê: Zeliha
Rojbûn: 01.01.1994 
 

 

 

 

 

Þivan Perwer û Welat


Na pismam na, hemû çêlek tên dotin lê va gotina nayê gotin. Ma te qaf xwarîye?.. Þivan Perwer karê xwe nema, rabe di kanala dewletê de konsêrê bide?. Qey tu dîn bûyî.. Hunermendek bi namus, bi xîret, bi þeref û heysîyet, hunermendek wek Þivan, tew ticar xwe nafroþe û ixanetê li gelê xwe nake. Çito ne îxanet e pismam?.. Dewlet wê kanalekê bi me de û wê bê qala dewlet mewlete bikin, eger hûn pir dixwazin jî, welatê me meherimînin û bimeþin herin ''Kuzey Iraqê''.

 

Law vir de were, wê teksî li me biqelibe. Hmm.. Min digot çi?.. Þivan, ewqas sal doza welatê me kir, ewqas sal gelê me bi sitranên wî girîya, ewqas ciwan bi ''Helepçe''ya wî derket çîya, þehîd ket. Ma niha ewqas gerîllayên me, ji bo kanalek dewletê þehîd ketin?.. Bi xwedê na, tu ji min çêtir dizanî, ma doza wan ne welatê me bû?..

 

 Ji te re bibêm, wexta esker diketin nav gundan û millet top kir bi copan, ewqas sal kasêtên wî di nav gênim de vediþartin, têdixistin qutîyên rûn û dikirin bin erdê. Niha jî çi?.. A ji we re Þivan, dengê xwe mekin. Em kuþtin, talan kirin, parçe kirin, gundê me þewitandin, îcar jî ma doza we ne ziman bû, a ji we re ziman, a ji we re Þivan Perwer. Ji xwe, ez bawer nakim Þivên qebûl kirîye. Law sond mexwe, wê Xwedê te çerpîne ha.. Te ji kur bihîst?.. Qey te dîsa rojnemayan Tirkan xwendîye?..

 

Þivan law, law her kes dike Þivan nake. Were em  þert bikin.. Li ser çi?.. Li ser qatek cil.. Cilê Pierre Cardin... Ebooooo, va çî ye?.. Pismam, hele binêre binêre. Welat.. Te dît ne wusa, W. Law þaredarîya Kadýköyê eceb ew W nedîtîye. Ma W ne qedexe ye?.. Eceb di nasnamayen de qedexe, di merzelan de serbest e? Erê law, qedexe ye, te dema hanê nexwend, di nasnamê de navê Ciwan wek her tim qebûl nekiribûn, û þûnê W yê du V nivisandibûn: Civvan.

 

Te got wê Ciwan Haco jî here kanala dewletê? Na lo, welleh û billeh wî qebûl nakin, di navê wî de W heye. Di ''Perwer'' de jî heye. Pismam, tu fotoyê mezel bikþîne û binivisîne:
''Ne hûn bin ne jî kanala we be, di nasnameyan de navan qedexe dikin, kesên bi navê qedexe jî dawetî kanalê dikin, hûn nemînin nemînin''
Temam pismam, ezê binivisînim..
 
Her dem þad û bextewar bin û bimînin di xêr û xweþîyan de.

 

 22.12.2008-Stenbol

 

Nivîsên berê

 

Kürt müsünüz?

 

Bi bêkêrîya xwendekarekî zanîngehê wê rojê jî berbe nîvro ji xew rabû. Destê xwe avêt bin balîfê, telefona xwe hema dît, tûþ vekirin û li saetê nihêrî, Pelîn?.. Mesaja Pelînê xwend, carek din xwend, çavên xwe rind vekirin, carek din xwend mesaja Pe-lînê.

 

Min mesaj pênç caran xwendibû. Kenîya, yekser betanî ji ser xwe çeng kir, çû avdestxanê, ji pê mîz kir û dest û serçavê xwe þuþt. Çayek da ser, di televîzyonê de Kral TV vekir, dengê muzikê rakir, heta çay kelîya jî taþtêyek xweþ li ser rûpelên Tarafê amade kir, lê herhal ji heyecanê nîv nanek jî neqedand.

 

 Min taþte nexwaribû. Rîha xwe kur kir, porê xwe yê dirêj bi þûnda teqle kir, û bi awayek xweþ jole pê da. Heta xwe 'eciband wek keçikan sê çar qat cil guherand, talî li cilên LCW qirar danî. Min jî bi saetan li hember neynikê çend qat cil guherandibû. Taþteya li 'erdê ranekir, berî derkeve li hindir nihêrî, na, tiþtek ji bîr nekiribû û ji mal derket. 

 

Heta gêhiþt Kadýköyê, di otobosê de wer fikirî, lê tiþtek nedît. Wê Pelînê ji çi hez bikira?.. Çi dilê keçkeka Tirk kêfxweþ bikira?.. Kete çend mixazeyên mezin, tiþtên dieciband biha bûn, nekirî, li pêþ dikanên biçûk ên diyarîyan sekinî, tiþtek neeciband. Biryar da û got kitabek her tim ji her tiþtî baþtir e, li kitabxaneyek mezin Masumiyet Muzesiya Orhan Pamuk a orijînal bi 24 milyonan kirî û li rûpela duhem,  ''Doðum günün kutlu olsun.. Arkadaþýn Ýbrahim Halil.. 09.11.2008 '' nivîsand, bedewek porzer ''diyarî'' pêça û da Brahim Xelîl. Min li Beyogluyê ji ber ku îsal mode bû pûþîyek ji Pelinê re kirî.
 
Li Ortaköyê, li mala Pelînê þahîya rojbûna wê hebû. Herkes bi muzikên ku me tew ti car nebihistibû, bi awayekî nezanî direqisî. Min, Brahim Xelîl û Mihemed-Pelinê bi hev naskirin da- xwe dabû quncikekî qala jîyana zor a Stenbolê dikir, qala zanîngehên Stenbolê dikir û qala Pelînê dikir. Erê, insanek rûken bû, erê insanek pir xweþ bû, erê bedew bû, erê Kurdeyatîya me jî ji wan re ne problem bû, heta ku bavê wê kete hindir.

 

Pelinê ji serî dest pê kir, hevalên xwe yên zanîngehê û yên din û bavê xwe yek bi yek bi hev bi naskirin da. Berî bavê wê bi me bigêhijê, me her sêya jî xwêsîya xwe daqurtand û qirqa xwe pakij kir. Hat cem me, navê min, navê Brahim Xelîl û navê Mihemed. Piþtî ewqas navên ewqas ''modern'', sê navên pêxêmberan.. Sekinî, li me nihêrî. Me dengê xwe nekir, li me nihêrî. ''Siz nerelisiniz''.. Urfa, Batman, ben de Batman.. Siz Kürt müsünüz?.. Em sekinîn, li çavên me dinihêri, çavên Pelinê winda bibûn, destê xwe avêtibû ser milê bavê xwe û me got ''evet Kürdüz.''

 

Qasî me bersiva xwe da, wek keçikên Türk sinemasiyê ''ama baba lütfen'' û girînek bi Pelinê ket.
 
Bi bêdengîya Stenbol, bi xwîna dilê me, bi hêstirên ji çavan nedibarîyan û mejîyê me diteqand, bi fedîya fedîkirina ji Kurdbûnê, bê wate, bêpeyv û bêdeng, tew çito bû nizam em ji Ortaköyê heta Taksimê meþîyan.

 

Me tiþtek nedidît û ti deng jî nedihatin me, ji bilî dengê bavê Pelinê:

''Kürt müsünüz?.. Lütfen evimi terkeder misiniz!''  

 

19/11/08- Stenbol

 

 

Fedîya 29 Ekîmê


Berbanga 29 Ekimê (Ciriya Paþî) 2000an dayka min a Tirkînezan deng li min kir û du sê caran dubare kir: Hema rabe here serþokê, serê xwe paaaak biþo, cilên xwe yê nû li xwe ke û paþê jî were taþtê bixwe. Tema tu dereng bimînî, wê xelatê te nedine te.. De rabe kurê min, de rabe ha!..
 
Min çi li xwe kir, çi xwar çi nexwar nayê bîra min lê rind dizanim ez bi gupe gupa dilê xwe û kêfxweþîya çavan ji mal derketim. Meþîyam, dereng dimam, sola min ê nû û teng sipor bû, revîyam. Çi bikim, gehîþtim dawîya ''andimiz''ê: Ne mutlu Türküm diyene
 
Mamoste got, ''rahat'', ''hazýrol'' û tirampêtên xemilandî bi dengekî xweþ lêketin, solên herkesî bi tempoyek ciddî tep û rep li erdê ketin, alayên bi heyv û sitêrk di destan de libaketin û em ji mektebê derketin.
 
Di destên min û keçka dilê min ketîyê de portreyek serokê porzer û çavþîn, li paþ me bi çepik û dengê sedan navê mekteba min-Cumhuriyet- ji bo cumhuriyet bayramiyê ber bi qada cumhuriyetê meþîyan em.
 
Dizanim, esnafên ku alayên bi tirs û xof di dikanên xwe de li dar xistibûn, bi xemgîneyek mezin em temaþe dikirin, cixare vêdixistin û kezebên xwe diþewitandin. Dizanim, ciwanan di rûtîya þeqên mamosteyên bedew de xwe wenda dikirin û hev gêr dikirin û dizanim hinek mezinan bang li me biçûkan dikir û digot ''law ji bona wan bang mekin'', lê nizam çima me ji yê ji me heznedikir û em þahîyek mezin digêhiþtîn qada cumhurîyetê...
 
Helbesta min a li ser cumhuriyet bayramýyê di navçeya me ya Kurdewar de bibû yekem. Kêfxweþ bûm, dikenîyam û dikenîyam.. Mamoste digot ''heyecan meke''.. Na, min nedikir.. Derew bû.. Hêvîyê bûm, wê, wê niha navê min bixwenda, ezê biçûma cem qeymeqêm,  wê xwe xwar kira, ez ramûsama û pirtukek bi min da. Vatan Yahut Silistre-Namýk Kemal..
 
Ezê vegerîyama mal, wê birayê min pirtuk biçiranda û du sîleyen tîng bi min veda. Ezê pir bigrîyama, wê dêya min piþt min bigirta û minê birayê xwe yê delal roj bi roj fêhm bikira. Wê di ser re heþt sal derbas bûna, minê di heþt salan de her sal di 29 Ekimê de serfirazîya xwe bîna bîra xwe û jê fedî bikira..
 
Her dem þad û bextewar bin û bimînîn di xêr û xweþîyen de

     29-10-2008 Stenbol

 

Orhan Pamûk û Tirs

 

Danê nîvro, li aþxaneya Atatürk Öðrenci Yûrdûya li Zeytinbûrnûyê hevalên ji Wanê xeber danê: Hevalê delal, hevalên delal dîsa basqinek kirine û herhal 15 kes ji wan kuþtine. Hay ji xwe hebe, dibe ülkücü bên dolap molabên te vekin, tew dengê xwe meke…Çi gotin gotin, bê temam, zêdetir tiþtekî mebêje. Yûrt di dest wan de ye, tu dizanî willeh û billeh wê me bihênciqînin, parçe bikin. Eger kitabên Kurdî li cem te hene, tew vemeþêre jî, çeke, bila here.

 

Çi?.. Orhan Pamuk?! Ma tu fêhm nakî ez dibêm çi heval?..

 

Firavînê nexwe jî dibe, ji rêzê derdikeve, berê hêdîka, paþê bi gavên lez dimeþe. Li paþ xwe dinêre, dinêre kes tune û direve jor.

 

Di çapikîya lîngên wî û hilke hilka pê ketî de gotinên dawîyê li ber çavên wî dibe fîlmek û di mêjîyê wî de deng dide: ‘’Sala çûyî yek kêr kirine û kirine nexweþxanê, berê jî ji rû wan de çend meriv ji zanîngeha Marmarê çekirine. Ji Orhan Pamuk tew hez nakin, lewra tu dizanî ew Kurdan hez dike.’’

 

Li qata duduyan û  di bloqa pêncemîn de tenê dengê derîyê herî dawî tê. Dikeve hindir û dolaba xwe bi lez vedike, derîyê dolabê li cama kêlekê dikeve, vedigere li wî dikeve, cilên di hilawistokê de dihejin, dikevin lê ew nabîne.. Ka „masumiyet muzesî“ya Orhan Pamuk kanî! Tiþt çito li ber çavên meriv winda dibin ya rebbî! Kitabên hiqûqê yek bi yek derdixîne, di nav cilên gemarî û pakij de lê digere lê nabîne û lanet li þeytên tînê.  

 

Hemd û sipas ji xwedê re be kitabê dibîne, lê þaþ dibe. Kitab kengî kiribû bin balîfê xwedê?.. Ma þeva bihûrî kitab xwendibû?.. Hele niha ne wexta wî bû..  Ji bin nivînan tûrê goreyên reþ derdixîne, bi carekê ve vala dike, û „masumiyet muzesiyê“ dikutê, kitabê derdixîne û carek din rûpela 83. dixwîne. Qatek cilê pakij û þampûan di hembêzê de, tûr jî di nav wan de, ber bi serþokan dimeþe. Li dor xwe dinêre, kes tune. Guh dide serþokan, dengê avê tune. Devikê çopê vedike û tûrê reþ çeng dikê..

 

Bi esir re ulkucu dikevin hindir. Yekser radibe ser xwe, navê bajarê xwe dibêje. Li dolabê dinêrin, bin nivînan dinêrin, çenteyan vedikin û tiþtên ecêb dipirsin. Berî derketinê telefona wî jî dixwazin, di telefonê de muzik û risma kontrol dikin û dibêjin ji te re. Dikenin û derdikevin. Çav sor bûne û tev de direcife, telefona xwe di dest xwe de dizîvirîne û pir paþê ji min re mesajekê  bi çar qontoran diþîne:

 

‘’Xalo, min masumiyet muzesîya te ne xwend û çengkire çopê. Ulkucuyan odên me kontrol dikirin, ez tirsîyam mecbur mam û min çeng kir“.

 

Ez fêhm nakim, ma Orhan Pamuk ne Tirk e?.. Eger Tirk e, çima Tirk jê hez nakin û tu jê hez dikî?.. Eger Tirk e û Tirk jê hez nakin, çima em Kurd ji kesên, kesên ji milletê xwe hez nakin, hez dikin?.. Sibe ez li mala we me.

 

Bi xatirê we ...

 

 19/10/08-Stenbol

 

 

 

Tirsa zimanê Kurdî

 

Cilên min ên nû li min û yên kevnik û pîsik di destê min ên rastê de bi kêfxweþîyek xweþ ber bi rawestgehên li hember Marmara Otelîyê dimeþim. Na, îcar ez xwe þaþ nakim, dê li rawestgeha Kadýköy 110an, li otobosa Kadýköy 112an siwar bim. Ka otobos kanî law?.. Ma saet çend in? Destê xwe dikim bêrîka xwe û telefona xwe, ji nav pereyên hûr, kartê akbilê, perên kaxezî, qelama min a þîn, û du benîþtên necûyî bi zor û zehmetîyek  mezin derdixînim. Ekrana telefona xwe bi ponterê xwe yê nû û pakij didim, pakij dikim û li saetê dinihêrim. Herhal ezê otobosê tew kêm 20 deqîqa bipêm.

 

Li rawestgehê rûdinim, û çengê min li ser destê min ê rastê, destê min ê rastê li ser þeqê min ê rastê, þeqê min ê rastê li ser þeqê min ê çepê bi çavên westîyayî mirovan temaþe dikim. Bedewên porzer û dirêj, kalên bi rastî kalo û di destan de rojname, ciwanên li piþt çenteyên Nike, dergîstên berî rêketinê ji lêvan ji hev hez dikin, pîrên gav biçûk, karmendên bi bayê xwe dimeþin û zarokek der dorê 12 salî…

 

Ji cilan an ji solan, ji çavan an ji gavan, nizanim ji çi lê, fêhm dikim û  dizanim ew jî Kurd e. Berî otobos bi rê kevin, bi hêvîyek dawî dikeve otobosan, heta dawîyê dere, bi zimanê wan dibêje ‘’hûn kes avê vedixin?’’ û sê çar þûþeyên din difroþe. Vedigere, bi zimanê me yê zelal û delal, bi Kurdîyek a þêrîn dibê ‘’baba min þeþ þûþe firotin’’ û pera dide baba. Min nû dît, baba jî li kêleka rawestgehê sekinîye û li pêþî sed û sed û pênce ‘’HayatSu’’, ji kesên rê ji hev dernexin re dibe alîkar û qasî dikare avekê jî difroþe wan. Pera distîne, dudu yê hesinî dide kurê xwe û dibêje ‘’ji te re, tu birçî bûyî, tiþtekî bikire bixwe’’

 

Kur tiþtekî dikire, tê kêlekê min rûdine, kaxezê li ser nên diçirîne, dike destê xwe û nên dixwe. Çend þûþe av jî li ber in. Ez ne tî me, lê yekî dikirim û jê dipirsim, ‘’tu ji kuderê yî kuro.’’ Disekine, li çavên min nanihêre, gezek a din li somirê xwe dixe û bi tempoyek xweþ solên xwe li hev dixîne. Bersiv nayê, hîn nêzik dibim û hîn nermik dipirsim ‘’kekê tu ji kuderê yî?’’. Bi Tirkîyek wek a min xerab û wek kesî tiþtekî ezber bibêje, dibêje ‘’ Kekê, zimanê tu dipeyîvî ez fêhm nakim, tu dibêjî çi.’’ Na, metirsin, nabêjim te gava berê Kurdî xeber dida, tu çima derewan dikî.

 

Dizanim, eger bibêjim,  ew ê ew Kurdîya gava berê jî biterikîne. Tew dengê xwe nakim û serê xwe difertilînim,  dinihêrim, bav li min dinihêre. Dikene, dikenim, dizane ez Kurd im, zanim Kurd e, fedî dikim, berê çavê xwe paþê serê xwe alîyê din de dikim û dipêm.

 

Otobos hat, ez derim, de bi xatirê te kuro. Heta mal ez dê te û tirsa zimanê me bifikirim. Paþê jî dê biryar bidim û te binîvisinîm. Li herî binî, dê bipirsim ji xwendevanên delal, ‘’ De ka bêjin ji kerema xwe, ma tirsa we ya Kurdî tune?.. ‘

  

Her dem þad û bextewar bin û bimînîn di xêr û xweþîyan de.

 16/10/08- Stenbol

 

     NAVÊ MÝN TAYÎP E

Merhaba ji we re! Navê min Elktat e û ez ji Rîzê me. Çi, we got çi?.. Bila ez ji kesî nebîhisim hûn dibêjin me gî dît me gî bihîst lê me navê Elktat jî tew ticar nebihîst. Ez 'aciz bûm, di 22 salan de bû hezar carin ez tim û tim dûbare dikim: Ew navê ez jê hez nakim bavê min ê 'erebhez li min kirîye û Elktat çî ye ne çî ye heta niha jî qet ji min re negotîye. Min çend caran ji dêya xwe pirsî, got ''ez çi zanim off, qey navê dergîstîyê bavê te yê 'ereb e''. Ez pir pê kenîyam lê dibe ku rast be jî. Ez bi xwe bi þopê ketim û li ser çend malperan min çend tiþt dîtin. 'Eslê navê min ê 'erebî elkûtat e, el ji xwe ela 'ereba ya tim e, kûtat jî samasî ye, yanî nîvî sa û nîvî masî ye. Di nivîsa nasnama min de ''û'' ketîye û navê min bûye Elktat. De xweþ e xweþ, ma çiqas 'erebî be jî ji navekî Kurdî ne çêtir e!..
 
Merhabalar! Navê min Þaduman e û ez ji Izmirê me. Ez 17 salî me û li Stenbolê xwendevan im. Belê, heta çend mehên berê min ji navê xwe pir hez dikir û min digot çiqas tiþtekî xweþ e ku ew nava di nav tofê nû de pir tune û bi rastî kêm e. Ji ber vê yekê ew ji bona min nava bi qedr û qîmet bû. Pîrka min ew nava li min kiriye. Min li ferhengê nîhêrî, Þaduman kesê kêfxweþ bû û ez kêfxweþ bûm. Lê çend mehên berê min ji Güneydoðu Anadolu Bölgesiya me 'ehmaqekî bi navê ''Bargiran'' li ser malperek a hevaltîye nas kir. Pozbilind bû û xwe pir zane dihesiband û tim çû hat got, þad di zimanê Kurdî( ma zimanekî wusa heye?) de jî kêfxweþî ye, û got ''û'' jî heye, navê te jî þad û man e. Min ew hema blocke kir û ji meseneya xwe derxist. Ez dizanim safi derew e, lê kêfa min çû, û ya rast ez dixwazim navê xwe jî bigoherim. Gereke ez çi bikim, hûn kes dizanin?
 
Navê min Tayîp e, mala me li Riha ye, û ez niha '' dokuz yaþýnda'' me. Bavê min, ji min pir hez dike, dêya min jî ji min pir hez dike. Ez jî ji wan hez dikim. Çar birayên min hene. Ez niha derim üçüncü sýnýfê. Matematika min bêþ e. Bavê min baþbaqanê me jî pir hez dike. Dibêje min sewa wî navê te Tayîp lê kiriye. Ez mezin bibim ezê jî baþbaqan bim. Na abê, ez Kurmancî nizanim bipeyivim, ma tu Tirkî nizanî? Hûn peqaqacî ne, hûn peqaqacî ne. Tayyip, abine öyle deme oðlum, çok ayyip. Anne, ma tu nabînî, ma baba negot peqaqacî ne misilman in.
 
Navê min jî Bargiran e, ez 19 salî me û ji niha ve bi xêra Kurdan her roj gunehkar im, ji bavê Tayip ê biçûk re zêfkar, ji dêya wî yê Tirkîhez re nifirkar, eger wusa dewam bike jî ji Þaduman û Elktat re heta mirinê xizmetkar im. Dilê min diêþê, serê min gêj dibe, pêçîyên min diricifin û qelema min digirî û bê dil dinivîsîne: ''Hûn Kurd, ti car, tew ti car nabin millet''  
 
Her dem þad û bextewar bin û bimînin di xêr û xweþîyan de.

10/10/08-Stenbol

 

 

 

Simît

 

Zimanên me wek zimanên kuçkên westîyayî li derve, destên me li ser çongên me û çavên me li çatê rê em sekînîne. Tiþtek di me de nemaye, û tîbûnê li mejîyê me herdû ya xistiye. Bûye çil û heft deqîqe ne em dimeþin, lê me hîn cihê tevgera va bêîmanan nedîtiye. Va zilamê nehan e ku em jê cih dipirsin, û va cara nehan e ku em kêfxweþ dibin û dibêjin ''temam, qedîya em gêhîþtinê''.  Herkes rêyekê dide ber me û diþîne alîyekî, lê bigir em tim li cîhê xwe çerx dibin.


Ê qey va Stenbol e, bajarekî mezin e, meriv heta winda nebe, meriv heta xwe þaþ neke, wê çawa Çaðdaþ Yaþamý Destekleme Derneði Beþiktaþ Þubesî bibîne?

Berî em di tevgera va bê îmanan kevin, em du þûþe av dikirin. Ew avê li destên min dike, ez li destên wî dikim, û bi çîþkek av em lêvên xwe þil dikin, dibêjin temam bû, tu wek kesê rojînegirtî yî û pêl zengilê dikin. Em bi ken, ji dil dibêjin ''merhabalar'' û dikevin hindir. Ew rûniþtine, sê çar pîrên zerikî perçiqî ne, xwe xemilandine û Xwedê heye hîn ji min çêtir jî li ser xwe ne. Carek din dibêjin, hûn xêr hatin, û du sê kaxezan didin me. Em þûþeyên xwe datînîn ser masê. Herdû nîvî tiji ne, de þallê van rind bibînin û av mavê ji me re neynîn, em jî venexwin û rojîya xwe neþkînin. Weee, qafê me jî rind diþixule ha.

Kaxezên di destên min...   A ez ji we re hema çay amade dikim. Xwedê, min çi bihîst?.. Wê got çi?.. A ez ji we re hema çay amade dikim. Kuro, bike bilezîne binivîsîne, ewraqan teslîm ke û xwe zû ji vir xelas ke, derdê serê te çî ye, ma tu kê sewa çend qirûþ perê van rojîya xwe biþkînî? Qey tu dîn nebûyî?.. Va jî pismamê min ê ji min baqiltir e, de were em biþkînin rojîya xwe, wele ku guneh e jî guneh li stûyê wan e ji xwe, û ji xwe Xwedê rehîm û kerîm e, dibîne çi li vir diqewime.

Em çay dipên, lê ji me re nê, serê me li ser kaxezên me, em di bin çavan re li wan dinihêrin. Çayên xwe bi kêf vedixwin û qala jîyana çaxdaþ dikin, yek ji wan carek din dere mitbaxê û di tebaxek sor û mezin de sîmîtan tîne îcar, dide ber me jî, fermo ji we re sîmîtan bixwin, pir xweþ in. Erê, em bixwin, ma kê çi bibe?.. Na, em nexwin, ma çi îcab dike?.. Erê em bixwin, bila bibêjin 'eferim van jî roji negirtîye. Na, em nexwin, bila Xwedê ji me re bibêje 'eferim, û derîyekî veke.. Erê, em bixwin, zikê me birçî ye. Na, em nexwin þeytan bi me dikene. Erê em hîn difikirin ka em bixwin û nexwin ji ber me sîmîtan radikin û gotinek pir hiþk a hindirê meriv parçe dike, tirs û xofê merîv zêde dike û pê re dilê meriv dike tepe rep yek dibêje, ''Hmm... Temam, hûn kê van nexwin herhal''. Iýýý, na, sipas... Bi rastî sipas. 

Em kaxêzên xwe yê bûrsê teslîm dikin, xatir dixwazin û derdikevin, pixe pix bi me dikeve û pismamê min dibêjê:

 
Oxlim, a niha me pê girt, vana wê li ser ewraqên me bi qelemek sor ''rojî' binivîsin, û bûrsê jî nadin me! Ma me simît bixwara wê çi bibûya ha!.. Ewqas Kurdên me her roj gûyê Tirkan dixwin, me sîmîtek Tirkan xwarîye pir e!..

Her dem þad û bextewar bin û bimînin di xêr û xweþîyan de.

          24/09/08

 

Hawar yû!

Bi çavên min ên þeþ salî û dilê min ê germik û nermik di nav gund de keçka herî xweþik û gewrik, dotmama min a ji min sêzdeh sala mezintir bû. Porê wê yê zeravî, çavên wê yên reþ û belek û dest û neynûkên wê yên hinekirî. Du pêçîyên wê yên tim li jor, dengê wê yê zelal û kesk û sor û zereka li ser enîya wê girêdayî. Rûyê wê yê bi ken, destmala wê ya zer û serpeþîya wê ya þên, du gav rast, gavek çep û carek din gavek rast. Þûnê de þûnê de... Mîlîtan, mîlîtan, simbêlqeytan... mîlîtano.. mîlîtano.. Tew tew, ha Ferê ha. Û qêrînek bêwext, ya pîrekê:  ''Ma dengê min nayê we ha, bes bireqisin bes, 'esker tên 'esker''. Qasêtên Kurmancî... Tirsa dilê wê, xwezîya dadiqurtandî û çapikîya wê ya berî 'esker di gund keve, qasêt di nav gênim de vediþartî.
 
Wexta bi min re Tirkî dipeyivî 'eceb ew nedihatin bîra Ferê?..
 
Di bêdengîya 'esir de wexta Ferê hewþ av dikir û min jî ew temaþe dikir du teqsîyên xerîb hatin li ber malê sekînîn. Bi dengê derîyê teqsî girtin û dîsa bi dengekî bilind gotin ''xwedîyê malê'' û ketin malê. Min dît, Ferê ew dîtin û revîya hindir. Hatibûn Ferê bixwazin, neh deh jin û mêr bûn, rûniþtin, merheba û xêrhatin û xweþ bêþ, wê çavên wê li ser sênî û çavên wan li ser wê qehwe belav kir û vegerîya mitbaxê. Li paþ derî sekinî guh da wan û dibîhîst:
''Wele kurê me polîs e, lê metirsin, wek hûn dizanin em jî mîna we Kurd in. Ji xwe polîsbûna wî jî ne ti problem e, lewra polîsê trafîkê ye. Em hev û du nas dikin û me berê jî pir qîz dane hev û ji hev sitandine. Em qîza nadin herkesî û ji her malê jî qîza naxwazin. Hûn me nas dikin, lê ji kê jî pirs dikin pirs kin. Em gotina xwe pir dirêj nekin, îro duþem e û roja pênçþemê em dîsa mêvanê we ne. Yan erê yan na.''
 
Ji bêyî Ferê herkesî tiþtek digot. Met û birayên wê bûbûn yek digotin, na em nedin. Xaltik, xal û apê jî digotin heyi tuneyi emê vê qîzê bi wan din, çimkî ya herî mûhim xatir kiþandin e û seba xatirê xatira jî meriv dere ser dînê gawira.  Qeder û qismet tew çito bû nizam, li hev kirin, biryar dan, xeber danê û roja pençþemê Ferê dan wan. Belê na, ji Ferê tiþtek nepirsîn. Ma wê çi bipirsin!.. Ma jîyana kê bû ku bipirsin!
 
Rojek havînê ya germ bi þahîyek mezin hatin, li pêþ malê çepekî baz dan, kevçî û sihen li hev xistin, û Ferê ji mal derxistin. Çend þarjor tijî fîþeng li ser serê bûk û zava vala kirin, zarokan xwe çekir bin lingan û fîþengên zer kom kirin. Lîngên zava li serê min ket, min fîþenga xwe ranekir û jinekê ez wê de gêr kirim. Bûk û zava li teqsîya li pêþî ''evleniyoruz'' û li paþî jî ''mutluyuz'' siwar bûn û li pey xwe toz û dûman û çavên min ên bi hêstir hiþtin û çûn. Pir paþê min fêhm kir ya dibirin ne Ferê bû, Kurdayetîya wê bû.
 
Ferê berê çû li Enqerê bi cih bû, ji ber ku kar û barê mêrê wê çiþkî zêdê bû, pir nikarîbû bihata mala bavê xwe. Min ew du sê salan carê didît nedîdît. Berê bi çend peyvên Tirkî ya di nav Kurdîya wê de vegerîya gund. Çend sal paþê bi zarokên wê yên Tirkî mezin dibûn re hat. Rojekê got ma em jî Tirk jî ne misilman in. Û dîsa rojekê bi Tirkî got 'Tirk jî birayê me ne, em wek hev in ji xwe.'' Piþtre jî got ''ne güzel birlikte yaþýyoruz iþte''.

 Roj zû derbas bûn, ez bûm nozdeh salî û qîza wê ya herî mezin duwazdeh salên xwe dît.  Min got, keçê tu çi dikî rihet î?.. Çavên xwe ji çavên min revand û got ''ama ben bunu bilmiyorum.'' Sekînim, ma dê û bavê vê ne Kurd bûn kuro?.. Bi ingilîzîya min a xerab min îcar pirs kir ''Hawar yu?'', bersiv da ''ayem fayn tenks end you''
 
Wê çaxê bû hawara min, hawar ''hawar yu'' hawar!.. Bavê te Kurd be, dêya te Kurd be, pirka te Kurd be, kalkê te Kurd be, tu bi Tirkî zanibî ne bes e, tu bi ingilîzî jî zanibî lê tu bi zimanê xwe nizanibî hal û xatir bipirsî!.. Xwedê, xwedê, ê qey va bextê me Kurda yê reþ e!..
Fer jî çû, Fera me ya bêfer.. Fer jî çû, fera çavên min winda bû...  
 
Her dem þad û bextewar bin û bimînîn di xêr û xweþîyan de.


10/09/08-

-----------------

 

RÊWÎTÎYA STENBOLÊ 


 
Bargiran Baran- 06/09/08-
Þîretên wan ên ez zinaqî dikirimînediqedîyan: Binêre xwe tî mehelê, birçî mehelê. Gunehê te li stûyê te, dilê te tiþtek xwest bikire bixwe. Li ber bayê hevala mekeve, çavê xwe veke, perê xwe winda meke. Rê de kesî tiþtek date mexwaze, mexwe. Tuyê bixerbilî û wê perê te ji te bidizin.Li wir bi kesî re meke þer, kesî jî xwe re meke dijmin. Pir bi dû þopa ''kurmancî'' jî mekeve, tuyê ji dersê xwe bimînî, tali ne rind e, xerab e. Ger doza te ew e jî ji bîr meke ew welat ti car ava nabe, çimkî kurmanc ji kurmênc re xayîn e.
 
Destên dê û bavê xwe bi hêz radimûsim, ew min hemêz dikin, sê çar caran destên xwe li piþta min dixînin û dibêjin, de oxir be, oxira xêrê. Ew li derî sekinî ez ji mal derdikevim, li paþ xwe nanihêrim tew, lê dibihîsim, satilek av jî li dûv min tê rijandin. Tu tew meraq meke dayka min a delal, heta ew ava ziwa bibe ezê bi silametî vegerim.  
 
Li nimra 28an rûdinim, berî her tiþtî jî cîhê çaya kaçax û îsotan qewîn digrim, ji Stenbol xwesti bûn. Ku îsotan ji min bidizin wele li Stenbol wê min parçe bikin. Bila min bidizin, îsotan nedizin. Xwe bi xwe dikenim û dibînim rê dûr e, talî nayê. Ma wê hijdeh saet çawa derbas be? Hema telefona xwe derdixim û ji hevalan re mesaja diþînim. Serê min gêj dibe, xewa min tê, nikarim rakevim. Ji xwe ji otobusê ye yan jî ji rê ye nizam, lê em tim dilikumin. Li dor xwe temaþe dikim, ez qurbana qûç û kevirê welatê xwe bim. Ez qurbana dar û berê welatê xwe bim. Ma ezê ji kur bêm de herre biþewite welatê min?.. Ma ezê çawa ji bîr bikim?.. Li xeribî û xurbetê , li Stenbol ma wê ew ara hê geþ nebe?.. Lê yek bi yek navê bajar û bajarokên welatên xwe bi xêzaka sor ya li ser lewhaka hêþin li pey xwe dihêlim. Dikevim welatên wan, di taritîya þevê de, her der ron dibe. Rê wek qeyxam dûz dibe. Her tiþt diguhere. Difikirim, gotinên welatparêzên kevn jî wê çaxê tê bîra min:
''Batýya elekektrik yol, doðuya jandarma karakol.''
 
Li bajarekî ''birayên me yên delal'' qasî deh deqîqa em solix dikin. Lingên min diêþin, derdikevim çiþkî dimeþim û kêleka perona þeþa li ser kursiyekî rûdinim. Yek ber bi min tê, ne xort e ne jî kal e. 'Imrê xwe der dora çil, çil û penca ye. Destên wî bi bêhn in, bêhnên bi taybetî jî li mizgeftan li xwe didin. Bi rûyekî pir bi ken lê bi tirkî bajar û navçê min dipirse. Dibêjim ez ji Sirûcê me. Hema, bêhn mêhnên xwe datîne alîyekî û xwe tev li min dike. Va kî ye kuro?.. Va ji kur derket?.. Destê xwe dike berîke xwe, nasnama xwe derdixe û cihê zayînê bi awakî çapik raberî min dike: Binêre ez jî ji Sirûcê me.

 

Ser çava, ser dil û riha, ser text û taca. Pir kêfxweþ dibim û em çiþkî dipeyivin. Dibêjim, na ez bêhnê pir di xwe nadim lê ew dibêje, ji te re bila va jî wusa be. Wusa be?.. Yanî xelat e. Bê pere, kêfxweþîyek e. Ê ma çima çawa nestînim. Bêhnê çiþkî din bi xwe didim û dikutim berîka xwe. Pere?.. Te pere xwest?.. Temam, ji te re ji vir bibire. Tiþtek nabe bargirano, li welatê tirkan, te bêhnek ji hemwelatîyê xwe kirîye jî ne pir e. Ji min xatir dixwaze û diçe cem yekî din. Ê ku wê bêhnê jê bikire, nas dikim di otobosa min de ye. Xwe tev li wî jî dike, nasnama xwe raberî wî jî dike û bêhnê difroþe wî jî. Kêfxweþ dibim, aha min hevalekî xwe yê rê dît. Ew jî ji Sirûcê ye, heta Stenbol emê têr bipeyîvin.

 

 Li otobobosê siwar dibim û berî rêketinê li wî hevalê gava berê bêhn kirî digerim, li pêþî ye, merhebê lê didim, û dipirsim ka ji kîjan gundî ye. Pardon?.. Karýþtýrdýnýz herhalde?.. Xwe bi tirkî vemene, ma tu ne ji Sirûcê yî?..

 
Na, ne ji Siruûcê ye. Þûna xwe de sar dibim, dibêjim bibore, vedigerim cihê xwe û ji cama otobosa min a ku niha rêketî de yê bêhnê difroþê dibînim, xwe tev li yekî din dike. Nasnama xwe derdixe, bi lez cihê zayînê raber dike, kî ji kîjan bajarî ye, xwe jî ji wir dibêje û bi nasnama ku qasî qirpandina çavekî pêþ çavê wan disekine, herkesî bi bawerkirin dide. Li bajarê tirkan, xapandina mezin wê demê fêhm dikim û hezar nifirî li bêhnfiroþ dikim, ji kerema xwe hûn jî yekê bikin. 

Çawa min þik nebir kuro?.. Wî ez çawa xapandim?.. Qey niha ew karê wî yê her roj e, zane kî nû ye kî zane kî nizane. Ê ma zora min diçe, pere ne xema min e lê xapandin... Wele, ez namrim bi vê derbê ezê bimrim bi vê kerbê.

 

Xew nakeve çavê min û berbanga sibê em dikevin bajarê Stenbol.Weyla, çiqas mezin e ya rebbî!.. Ma serî û binê vî bajarî tune Xwedê?.. Hele liva însanan binihêre, ma evê gî bimrin? Erê yawrim erê, zarîyên xelkê wê rabin di 21 salîya xwe de vî bajarê mezin bi dest xwe bixin, tu jî nikaribî xwe bi silametî li vî bajarî bigêhijî?.. De herre, bi vê meþê tu tew nagêhêjî xerab reþê!. Biterikîn welat melata.. Bajo bajo.. Tuyê hê pir biheyirî..
 
'Elo 'elo erê erê ez niha li Stenbol im.. 
 

 

 

EZ BÛM QOMANDO

 

 

Bargiran Baran- 26/08/08-
 
Kela kela nîvro li dikana ku qet lê tiþtek nayê firotan, di destê min de telefona min a kevnik û pîsik tim pê lê çar tûþan dikim: Du, çar, þeþ û heþt. Jor, çep, rast û jêr. Xalên reþ her carê li alîyekî derdikevin, marê kin diqulibînim ser wan, dadiqurtînim û marê her ku diçe dirêjtir dikim. Tew bêguman ezê îcar rekora pûana herî bilind biþkînim. Min bala xwe ewqas daye ser cihê xalan ku, ku kes were tiþtekî ji dikanê rake bibe pê nahisim. Ji xwe ti deng jî nayê min heta ku zarokek biçûk ê nefes lê çikîyayî bang dike: ''Kaxeza te yê eskerîyê hatîye kekê, bavê min got bila zû were kaxeza xwe ji min bistîne''.

 

Kurê muxtêr qasî ku fêhm dike min ew bihîst û fêhm kir, difertile wek dixwaze bigihêje hevalê xwe û bilizê direve dere. Ekrana telefona xwe dinihêrim, ''lîsk qedîya''


Dikana xwe kîlit dikim û ber bi cihê muxtêr dimeþim. Xwedê!.. Ma ez mezin bûm? Na, ez nebûm. Belê ez bûm, çi zû bûm! Ditirsim, her hejmarê de gavekê davêjim û yek bi yek ji yekê heta nozdeha dijmêrim. Nozdeh sal... Her sal ji avêtina gavekê kintir e çi! Law kuro, metirse tiþtek nabe.


Îmzeka bi fors davêjim, kaxeza xwe ji muxtêr distînim û carekê de dixwînim:
Çar fotoyên wesîqe, dîplomeya min a lîsê û fotokopya wê, nasnameya min a bi ala wan û çend fotokopyên wê di destê min de li pêþ þûbeya eskerî amade me.

 

Eskerek tê, her carê çar pênç nava dixwîne û wan dike hundur. Va çî ye! Du saetin li vir im, hê dora min nehatîye! Diwestim, dîwarê ku ez tim bi tirs û xof di ber re derbas dibûm. îcar piþta xwe didimê û li ser totikan rûdinim.

 

Kalek ber bi me tê, xortên wê biçin eskerîyê dibîne û salên wî yên eskerîyê yên tew dawî neyên dest pê dikin: ''Di wexta me de eskerî sê sal bûn. Ez carekê tenê hatim îznê. Min 'ecemî birliga xwe li Boluyê kir, pir sar bû ew dera em diqefilîn, paþê jî wan ez þandim Kutahiyê... ''


Li kalo dinihêrim, difikirim û di rûyê wî yê bindest de pêþerojê dibînîm. Dikevim xewn û xiyalan. Heta ku heqê min ê tecîlê biqede, welatê me jî ava bibe, em jî ne ji bona welatên ti kesî, ji bona welatê xwe herin eskerîyê. Rojek em jî kal bibin û ji zar û zêçê xwe re bipeyîvin: Di wexta me de leþkerî 12 meh bûn. Her sê meh carê em diçûn alîyekî welatê mezin. Min eskerîya xwe sê meh li Efrînê, sê meh li Mehabadê, sê meh li Kerkukê û dawî sê meh jî li Mêrdînê kirin. Çi rojên xweþ bûn ew rojan!


Aha! Navê min jî dixwîne. Cara dawî tiþtên di destên min de kontrol dikim û ez li talî em pênç xort tev dikevin hundur.

 

Berê min diwezinînin, 63 kîlo û paþê jî dipîvin, 1.78. Dosyên me vedikin, kîlo û dirêjahî dinîvîsin û tavilê pirsên 'ecêb 'ecêb dest pê dikin. Bi dil ne bi dil nizam, lê yên pêþ min dibêjin 'belê'. ''Ma tu dixwazî bibî qomando?'' Ez, ma ez? Belê tu, lê kî!.. Qomando...

 

Qomando çî ye bargirano? Ne yê bê îman e û millet top kir bi copan e? Ne yê ketî nav gundan e û agir berdan malan e? Qelema wî li ser 'belê' hêvîya bersiva min e. Herkesî got belê, ez çima çawa bibêjim na.. Ma wê nebêjin ê te çima na? Derdê serê min çî ye!.. Belê, ez jî dixwazim bibim qomando!


Qasî pirs diqedin, kaxezên me û nasnameya me ya bi ala wan du sê caran kontrol dikin û me diþînin konek þîn. Li wir cilan ji xwe diþeqitînim, û xwe dîsa dihêlim talî. Ji bilî min, ji herkesî re her tiþt wek tiþtek rojane ye, ji fedîkirina xwe fedî dikim û dikevim hundur. Dijmêrim, yê min temaþe dikin heþt meriv in, dixtor tiþtekî dide ser dilê min û dipirse ''ma derek te yê þikestî heye?''.. Dibêjim na, lê dilê min dipeyive: ''Ez þikestî me ez! Ji kalikên te yê tu li ber va tirikan rût kirî, yê xwe laqa dewletekê nekirî û bi van re biratî kirî, xwe talan kirî, kuþtî û ji xelkê re kirî lê ji me re welatek ava nekirî.. Ez þikestî me ez! Ji yên îro jî dijminê xwe yê hezar salî re dibêjin em hezar sal berê de bira ne û xwe ji wan dihesibîn û dinê li me jar dikin ber didin!... Ez þikestî me ez!“..

 

Ji yê Tirkî radibin Tirkî rûdinin û Kurdî nanivîsînin Kurdî naxwînin!.. Ma hê çi, çawa biþkê?...  


Her dem þad û bextewar bin û bimînin di xêr û xweþîyan de!
 

bargiranbaran@hotmail.com
 

NIFIRKAR

12/08/08-

 

Berbanga sibê, li bin dara ku min di honikatîya wê da welat ava dikir, min xwe ji niþka ve ji xew çeng kir, nizam dereng mam?.. Bi lez, min çavê xwe þûþt û cilên nû li xwe kirin. Taþtêya xwe xwar û ji dayka xwe ya tirkînezan-hezar carî sipas ji Xwedê re- xatir xwest. Roj în e, û wek her în îro jî îcar jî tobekar im. Dê herim Riha, kar û barên xwe biqedînîm û paþê jî herim mizgefta Xelîl Brahim û li ber Xwedayê mezin bigerim û jê bipirsim, ma ne bi destên te ye, ka tê vî welatî kengî bi avakirin bidî?

 

Bi plankirina roja xwe digehîjim otogarê, otobus li rabûnê ye, û simsarê min xwe dît nedît li wir dixebite, nifira min a yekem a dûv tobekarîya min bi zorê ji devê min derdixîne. Bang dike: Evet, Urfa yolcusu kalmasýn... Weyla zimanê te qut bibe û tu bi Tirkî simsarîyê biterikînî. Law hele bona xatirê Xwêdê bibêje, ma kî Tirk e di nav me da?

 

Di otobosê de li pêþî, li kêleka þifêr siwar dibim û em bi rê dikevin. Roj hêdî hêdî hiltê, tirêjên rojê li çavên min dixînin, wê dinya îro dîsa pir germ be. Tew girîna va zarokan jî naqede, hele va jinên paþ min rûdinin bi salan hev nedîtine. Mobil telefona yekê lêdikeve, ji Riha telefonê dikin û ew jî bersivê dide: Evet teyze geliyoruz, yeni yola çýktýk. Paþ xwe dinihêrim û tavilê difertilim, cama xwe dadixînim, destê xwe datînim þûna camê û ji xwe re rê temaþe dikim.

 

Þifêr di neynikê da rêwîya dijmêre û alîkar pera kom dike, herkes berî ku alikar bihigê wan pera ji berîkên xwe derdixin û alikarê ciwan dipên. Telefona wê jina gava berê careke din lêdikeve: Uff.. Zaro ne! Min ji we re negot bihewin ha! Top û tifang li we keve û hew. Ku ez vegerim ez ji we re zanim!.. A ji te re: De tu herî Riha û tu venegerî! Malxerabê modernî tenê bi Tirkî xerabî tenê bi Kurdî ye ma?

 

Rê berdewam e. Alikarê ciwan pera dide þifêr, û kêfa þifêr xweþ dike. Perê xwe dijmêre, di neynikê da carek din bi dizî rêwîya dijmêre û perê xwe dike berîka xwe. Þifêr pêl teybê dike, û dengê teybê berî kaset dest pê bike radike. Belê, rêwitî bê muzik nabe. Hele ku hûn tev Kurd bin û di nav we da jî Tirkek tunebe, bê Ismail Turut otobus tew naçe. Bê þifêro, tu tenê di otobosê da bî û otobos heftê û heft teqla bi xwe de, kaseta wî bênamusî biþkê û tu jî nemrî, li ber desta kevî. Law ma li Trabzonê, li Rizê wele ko Kurd be jî kes diwêre muzika Kurdî guhdar bike?

 

Em bi silametî digehîjin Riha, ji bona xwestekên OSSê biþêwirim diçim cem mamosteyên xwe. Min xweþ pêþwazî dikin, rûyên wan ên tim bi ken, dîsa dibriqe. Belê, em tên ser mijara xwe, ka ez çi tercîh bikim lê ez dinihêrim a wan tim xapandin e, zêdetir tiþtekî nabînim. Dibêjin, were em te cih bikin û bi derekê de mere, li malên cemaatê bimîne. Dibêjim dibe, ma çima nabe, ezê çend rojên din xeberê bi we dim û ji wir derdikevim tew paþ xwe nanêrim. Û dibêjim, law ma we got va ker e? Fetullah Gülen Kürtlere gülen carê ez xapandim, ma ez ne dîn im li wan vegerim. Rojên min ên li yûrdê têne bîra min, nifirek jî ji wan re: Qir di malên we keve û ji bilî Kurdan yek ji we nemîne! Ma kes ji we faþisttir heye di dinê da?

 

Kar û barê xwe yê navenda Riha diqedînim û diçim gola masîyan. Piçekî digerim, û diçim mizgeftê. Li cihê ku mela Seidê Kurdî definkirini disekinim û fatîhayekê dixwînim, dilê min radibe, dibêjim mela Kurd hê yên berê ne û qet pêþta neçûne. Û ji xwe re diqeherim, de bihewe here nimêja xwe bike, nimêja înê.

 

Dikevim mizgeftê, çar rekatê pêþî dikim, û dibêjim ka xutbeya me ya bi Tirkî çî ye îro. Dipêm: Yekitîya gelê Tirkîyê û Mehmetçik û filan bêvan.  Hawar!.. Hawar!.. Faþizma Tirkan ket mizgeftên Kurdan. Li mala Xwedê xwe nikarim bigrim, û berî nimêja înê dibêjim dîyaneta Tirkan biþewite û tiþtek tê de nemîne. Hezar sixêfi ji wan re dikim. Paþê difikirim û ji xwe dipirsim: Berî nimêja înê Tirka re sixêf kirin guneh e yan jî sewab e?...

 

Her dem þad û bextewar bin û bimînin di xêr û xweþîyan da.