|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
info@lotikxane.com |
Dilsotî
Belê, sê serokên me hene xwîþka min!
Sê serokên me hene xwîþka min!
Yek Kurmanc e
Lê li dijî Kurmancî ye
Yek Soran e,
Lê li dijî dewleteke kurdî ye
Yek jî nîvkurd e
Lê dibêje Celadê Kurdan rêberekî dîrokî ye
Belê
Sê serokên me hene xwîþka min!
Yek serok e
Serokayetî her ji mafê wî û malbata wî ye
Yek serwer e
Yek rêber e
Ji bilî wî ti kes niye
Belê
Sê serokên me hene xwîþka min!
Yek bi Soranî diaxive
Em nizanin çi dibêje
Yek bi Nîvsoranî diaxive
Em dibêjin: Þeker dirrêje
Yek bi tirkî dibêje
Êdî em tev kirine gêje
Bes e, xwîþkja min, bes e
Çîroka min û te dûr û dirêj e
)))))))))))))))))))
Nivîsên berê
))))))))))))))))))
Peyva rast
Bav û kalên me gotine: Xwar rûnê, lê rast bipeyive.
Em Kurd ji sibehê heya bi êvarê êriþ xelkê dikin û dibêjin, Tirk nahêlin em
bibin dewlet, Ereb nahêlin em bibin dewlet, Ecem nahêlin em bibin dewlet.
Temam, ev peyv raste. Ew dijminên me ne û ew jî ji hêla xwe ve, me ji xwe re
dijmin dibînin.
Ka em vê meselê deynin aliyekî û em bi kurdî, bi kurmancî carekê rexneya xwe jî
bikin. Ka gelo em bi xwe ji hevdu hez dikinþ. Kesê ku ji Kurd û Kurdîtiyê re
durist be, divêt hergav li tifaq û hevpeymana kurdan bigere. Mixabin hin Kurd
hene, tenê dixwazin çîkan bavêjin nava kurdan. Kesê dilsoz wisa nake.
Em hergav dibêjin, em li bakur dor 25 milyon Kurd hene. Baþe hilbijartin dîsa
li ber derî ne. Tirkî – wisa xuya dike – ku dê benda derbasbûna parlementoyê ji
10% danexin. Bi taybetî jî, piþtî ku Mehkema Ewropa rê ji wan re vekir.
Cara derbas bûyî, ji bo vê bendê tenê AKP û CHP derbas bû. Wên din, ji ber
benda 10% hemû li derve man. Partiya kurdan ya here xurt ji 6% stand.
Niha, piþtî ku Ahmed Turk û þerefeddin Elcî peyva xwe kirin yek, ka em hemû
Kurd piþtgiriya yekîtiya lîsteya kurdan di hilbijartinan de bikin; bila ti Kurd
li derve nemînin. Bila Ferîdun Yazar, Melik Firat, Sertac Bucak, nizanim kî kî
tev bên nava yek lîsteyê û wisa Kurd benda 10% derbas bikin. Hîngê tenê sê
partî dê têkevin parlementoyê de. Ma ji vê xweþtir heyeþ.
Kî ji me Kurdan vê yekê nexwaze û rabe xirabiyê têxe nava, ew ne ji piþta bavê
xwe ye. We çi got?
De ka em dest û mil bidin hev û ji niha de ji vê yekê re bixebitin.
((((((((((((((((((((()))))))))))))))))))))))))))))
Îro dixwazim ji bo we hêjayan du serincan binivîsînim:
Serinc 1:
Di Tewratê de li ser afirandina bihuþtê bi vî awayî hatiye gotin:
"Bihuþt bi çemekî tê avdan, ku çar baskên wî hene. Baskê yekê çemê Piþon e, ew di welatê Hawîla re diherike, ku mirov zêr li wir dibîne. Yê dudiyan çemê Cîhon e, ew di welatê Kuþ re diherike. Yê sisiyan çemê Tigrîs e, ew di rojhilatê Aþûr re diherike. Yê çaran Ferat e."
Ferat û Tigrîs diyar in, ku Ferat û Dicle ne
Çemê Cîhon jî gelek diyar e, ku çemê Cîhanê ye, ew ji Albistanê hildide û dçe Derya Sipî
Hecî çemê Piþon jî divêt çemê Sîhanê be, tevî ku navê vî çemî li vir bi xeletî hatiye; yan jî di wê demê de ji çemê Sîhanê re Piþan (Pîþon) dihat gotin. Di belgeyên dîrokî de navê van herdu çeman herdem bi hev re tê. Di belgeyên dîrokî yên erebî de wek "Cîhon û Sîhon" tên binavkirin. Ji lew re ti þik û guman nîne, ku mebest ji "Pîþon" çemê Sîhanê ye.
Serinc 2:
Hûn di gelek caran vê peyva erebî bi kar tînin:
Yahewlelwela quwetullehilezîm!
Ji ber ku ez bi erebî dizanim, ev peyv erebî bi vî awayî ye:
"La hewle wel la quwete illa billahîll elîyîl ezîm"
Rast e, ku kurdên me peyva "La hewle" dikin "Ya hewle". Yanê li cihê "La hewlelah" dibêjin "Ya hewlelah".
Bi dîtina min, heke hûn bi vî awayî binivîsînin dê baþtir be:
"Lahewle wela quwete illa billahîl elîyîl ezîm" yan jî " Yahewle wela quwete illa billahîl elîyîl ezîm"
Lê dîsa jî hûn dizanin.
Li gel rêz û silavan
27/01/07
Qehremanên me
Birano, min meseleyek bihîstiye û divêt illeh ez ji we re bêjim. Heger ez nebêjim, tebata min nayê û ezê li hember dîrokê rûreþ bim. Lê belê arîþeyek di vê meselê de heye û ez nizanim ez çawa ji we re bêjim. Mijara vê meselê û ev bûyera ku bi rastî pêk hatiye belkî di dîrok û berxwedana gelan de yekane ye.
Berî çend rojan hevalekî min ji Baþûr-Rojavayê meyî þêrîn, ji herêma Efrîn vegeriya û ev mesele ji min re ragihand. Bûyer di dema serhildana 12. Adarê de derbas bûye.
Wek hûn tev dizanin, piþtî bûyerên Qamiþlo, Kurd li Baþûr-Rojava û seranserê Sûriyayê rabûn ser pêyan. Dîsa wek ku hûn dizanin, partiyên me ji nimare 1 heya bi nimare 15 hewl dan, ku gel rawestînin. Lê belê gel ranewestiya û li her derê rabû ser pêyan. Wisa li bajarê Efrînê jî gel raperiya. Hûn wê jî dizanin, ku polês û leþkerên dewleta sûrî gulle berdan gel û gelek kes þehîn û birîndar bûn. We ew jî bihîst, ku di wê demê de keçeke kurd ya 15 salî dest avête kelaþînkofê û du leþkerên sûrî þandin dojehê û di yekser ew jî þehîd ket.
Mesela ku ez ji we re bêjim ji vir de dest pêdike. Polês û leþkeran gelek ciwanên me girtin û xistin zîndana bajarê Efrîn (Hepsa Efrîn).
Birano, Kurdistanîno, hûn dizanin di rewþeke wisa de çi diqewime û çi tînin serê wan ciwanên me?.
Arîþeya ku di vê meselê de li ber min heye ew e, ku ez nizanim, ez bi kîjan zimanî tiþtê ku li wir pêkhatiye ragihînim we.
Hûn dizanin di rewþeke wisa de dijûn û sixêfên ku tên kirin û tiþtê ku bi serê girtiyan dikin tev ji navê û ber bi jêr in. Problema min ew e, ku ez çawa bêyî wan peyavn bi lêv bikim, rastiya bûyerê bigihînim we ?. Bi rastî ez ti çareyê tê de nabînim. Birano hûnê li min biborin, qisûr û kêmasiya min bidin bin lingan. Ji bo rastiya dîrokî, ez mecbûr im, wek ku bûyer pêkhatiye û wek ku hatiye gotin ji we re bêjim. Heger xwîþkeke me ev nivîsa min xwend, bila ji vir û pêve nexwîne, ji ber ku peyvên eyb û tiþtên ji sinciyên mirovatiyê dûr tên kirin û gotin. Dîsa li min biborin!:
Ji ber ku pir kes xistine bin çavan, hundirê koþkê pir teng e. Polês tên û sixêfan ji girtiyan re dibêjin. Di nav girtiyan de yekî ji partiya Yekîtî jî heye. Yên din hemû ne alîgirên ti partiyan in. Ji ber ku polês bawer dike, endamên partiyan gel rakirine serhildanê, dixwazin ewê ji partiya Yekîtî rezîl bikin. Polêsekî Ereb radibe ji xortekî yên girtî re dibêje: Were bikute qûna evê Partî. Ev bûyer li pêþiya hemiyan derbas dibe. Xortê qehreman ji polêsê Ereb re dibêje: Ez naxwazim bikutim vî, ez dixazim bikutim te!.
Gava wisa dibêje, hemû polês tên û bi boksan li wî xortî didin, ku di xwînê de digevize û heþ ji serî diçe. Yên girtî bawer dikin ku xort mir. Polês radibin wî didin aliyekî.
Di nav polêsan de yekî Kurd jî heye, ew ji gundê Bênê ye; bênamûsekî bêbav e. Ew radibe bi kurdî sixêfan ji girtiyan re dike û wisa dibêje:
- Ez di dayîka Kurmancan giþtikan im!. Ez di Kurdistanê nim!. Ez di dayîka Mesûd Berzanî nim!.
Wê hîngê xortek ji girtiyan derdikeve pêþ û dibêje: Ma ji mirinê wêdetir ti gund hene? Û dibêje:
- Lawo!. Berî giþtan ez di quzê dayîka te nim!. Ez di quzê dayîka Ereban giþtikan nim ji vir heya bi Yemenê! Û ez di quzê dayîka Beþar nim! Tu çi dikî bike!.
Hûn dikarin texmîn bikin, ku çi anîn serê wî xortî!?. Lê belê qehremanê me nemir û va ye hên jî sax e.
Birano! Bi Kurd û Kurdistan ev xort qehremanekî mezin e. Werin em ji niha de peykerê wî durist bikin.
Ev mêranî û qehremanî di dîroka gelan de yekane ye. Bi rastî helwesta van herdû xortên me bûyera Spartakus tîne bîra mirov. Ji lew re bila hûn bêhêvî nebin. Madem ciwanên me wisa ne, emê bi ser kevin.
Birano ! Heger siyasetmedarên me jî wisa mêr bana, emê ji zû de rizgar bûbana.
Birano ! Careke din lêborînê ji we dixwazim.
Rewþ berbat e
Kurmancino! Bi Xwedê rewþ gelek berbat e. Piþtî ku li baþûr kurmancî nehat
pejirandin, konferansa Zazakî-Hewramî li Hewlêrê hate lidarxistin û eleqeyeke
pir mezin ji aliyê rayedarên Baþûr ve nîþan da.
Gelo hûn zanin mana vê yekê çi ye?
Rayedarên baþûr bi vê yekê amadekariyan dikin, ku heger gelê Kurd hin mafên xwe
yên ferhengî li bakur bidest bixe, hîngê ku zimanê fermî li wir zaravayê Zazakî
be. Hûn ji vê yekê re çi dibêjin?. Erê lo, ma ferq çi ye, ne ew jî birayên me
ne. Erê, erê…zaravayê zazakî jî hên bêhtir petî ye û ji zimanê Avesta ve gelek
nêzîk e. Ji lew re, heger em vî zaravayî jî li bakur bikin fermî û kurmancî li
wir jî qedexe bikin, hîngê her tiþt temam dibe. Her û her li rojhilat piranî
soranîaxêv in. Tenê dimîne baþûr-rojava. Helbet emê ji bo wan jî çareyekê
bibînin. Hûn zanin emê çi bikin?. Emê ji wan re pêþî bêjin: Divêt hûn bi
zaravayê Til-þehîrê biaxivin. Hûn zanin çawa ne?. Li cihê ku mirov bêje: Ez
venaxwim, divêt bêje: Ez navexwim. Li cihê ku mirov bêje: Ez bernadim, divêt
bêje: Ez naberdim….û hwd.
Gava ku gotin: Em naxwazin, emê bêjin: Temam! Nexwe divêt hûn jî bi soranî
biaxivin. Wisa em rê li wan teng bikin, ku neçar bibin, yan bibin soaran yan jî
bila bibin Zaza.
Ji ber ku ji ala Kurdistanê bihna Kurmancî tê, niha dixwazin wê biguhêrin. We
bihîstiye, ne wisa?…Lêxin bavê min lêxin! Fersend û delîve ketiye we….lêxin,
tiþtekî nehêlin….
Mamosteyê me Jîr Dilovan rastî nivîsandiye, lê belê wek yê ku Amerîka hên kifþ bike, ew jî piþtî 28 salan ji temenê PKK, nû hatiye û rastiya tal dîtiye. Erê mamosteyê hêja erê, me hên roja pêþîn got, ku divêt di nava her partiyeke kurdan de zimanê kurdî zimanê dan û standinê be; bi taybetî partiyeke ku angaþt dikir: Kurdistaneke Serbixwe û Yekbûyî pêk bîne. Kesên ku xwe dikin rêberên gel, gel li wan temaþe dike...
Pêþî ji me re gotin: Hûn ne þoreþger in. Zimanê þoreþê kîjan ziman dibe bila bibe, ev yek ne girîng e!.
Me got: Baþ e, madem ne girîng e, bila zimanê þoreþa me kurdî be!. Ji me re gotin: "Yawo mîlet fêhm nake". Me got: Rast e, lê pilanekî deynin, ku em bêjin: Piþtî 5 salan, yan 10 salan hûn vê rewþê biguhêrin. Me dît ku ev peyva me li xweþiya wan naçe, û wisa bi tirkî "teq teq" berdewam kirin.
Em ji wan negeriyan û me dîsa got: Divêt hûn dev ji vê tirkiyê berdin!. Hinekan gotin: Ê baþ e, emê kurdên Zaza çi bikin?. Me got: Li ser seran û ser çavan! Bila Zaza jî bi zazakî biaxivin, em çawa hînî Soranî bûn, emê bi kêfxweþî hînî Zazakî jî bibin. Me dît ku peyva me li hesabê wan nehat. Rabûn ji me re gotin: Essilde hûn kurdên perçên din nabin ÞOREÞGER, hûn tenê dikarin bibin WELATPARÊZ.
Me xort û keçên xwe þandin qada þer û têkoþînê, bi sedan û bi hezaran xort û keçên me bûn cangorî û þehîdên welat. Ji mecbûrî ji me re gotin: Bi rastî xort û keçên we qehreman û têkoþer in, ew ti caran xwe nadin paþ, ne jî îxanetê dikin. Lê di warê "îdeolojîk olarek" de nikarin pêþve biçin. Me got: Bavo perwerdeya we bi tirkî ye, xort û keçên me bi tirkî nizanin, ma ew çi mecbûr in, xwe hînî tirkî bikin?!. Ji me re gotin: Heval! Pirtûkên Serok bi tirkî ne; ewê ku nikaribe wan bixwîne, nikare meselê fêhm bike.
Rabûn hemû xort û keçên me - da ku îdeolojiya Serok fêhm bikin – hînî tirkî kirin. Ji keçên Êzîdiyan bigire heya kesên ku di jiyana xwe de peyveke tirkî jî nizanîbûn (ji bo xatirê Serok) tirkiya resen di serê wan de çandin. Me dît ku gava em bi xort û keçên xwe re bi kurdiya xwe diaxivin, em nema ji hev baþ têdigihînin; me dît edî ew ramanên xwe ji tirkî vedigerînin kurdî! Wey mala minê!. Ev çi rewþ e!. Li cihê ku bêjim: Em bijîn, dibêjin: Em jiyan dikin. Gava em li ser dîrokê bi wan re diaxivin, ew ji me re qala "palêolîtîk û nêolîtîk" dikin. Wey li minê! Di palêolîtîk de hên dîrok tine bû. Bi awayê zanistî, dîrok bi nivîsandinê dest pê dike, temenê wê jî 2800 sal berî bûyîna Isa Pêximber e; tiþtê ku berî wê heye, ew arþêolojî ye û ne dîrok e. Lê belê me dît ku ciwanên me – wek yê ku ji gawiran tenê Serkîs nasdike – ew jî ji dîrokê "palêolîtîk û nêolîtîk" nasdikin. Me di dilê xwe de got: Wey ez xweliyê bi we kim û bi serê yê ku ev peyv xistine devê we kim!.
Welhasil (biborin ev bi erebî ye) em ji ya xwe daneketin û me hergav ji wan xwest, ku êdî bes e, divêt hûn bi kurdî biaxivin. Me hinekê li wan þidand û rê li wan teng kir. Vê carê ji me re gotin: Hûn "netewperestên prîmîtîv in". Aha, me got a niha we a dilê xwe derxist û we ser rûyê xwe veda…..
Erê mamosteyê hêja erê! Te em heya niha bi tenê hiþtin, wan em tev kirin "netewperestên prîmîtîv" û em bi dûr ketin. Niha jî dora te ye bira!
Lê em ji te dipirsin: Tu gazinên xwe dikî, ji ber ku ji te re gotine: "netewperestê prîmîtîv". Lê gelo kê ev peyv xistine devê wan?. Tu baþ dizanî ew kî ye; ewê di girava Imralî de ye bira!. Ewe yê ku piþt dide "enternasyonalîstên" te (em jî dibêjin: Enternasyonalîstên Prîmîtîv). Gelo tu yê niha çi bikî?.
Berî ku tu bersivê bidî, dixwazim henek û laqirdiyekê ji mamosteyê xwe re bêjim:
Gotin, gelo hûn dizanin çima Êzidî zû dikevin nava PKK û di wir de rihetiya xwe baþ dibînin?
Gotin: Ji ber ku di nava herdu grupan de jî nabe ku tu qala Mêrik bikî.
Rewþa te jî wisa ye. Yê ku ev peyv xistine devê "enternasyonalîstên" te ewê nava giravê ye, lê tu nikarî qala wî bikî.
Yên weke te û min, me hên ji zû ve ev doz winda kiriye. Me hên sala 1988an ev doz bi temamî winda kir; wê sala ku "Mêrikê nava Giravê" bi temamî bû dîktatorê ser partiyê û rewþeke wisa di nava partiyê de afirand, ku tikes newêribe ti rexneyan li peyvên wî bike. Mîna Stalîn li Sovyeta berê; ew miribû jî, lê dîsa jî endamên partiyê jê ditirsiyan. Piþtî 4 salan ji mirina Stalîn, hên nû Xirotþov cur'et kir û rexneya wî bi tundî kir. Gava wî rapora xwe dixwend, yekî ji beþdaran got: Heval Xirotþov! Te çima wê hîngê ev tiþt negotin?. Xirotþov serê xwe ji ser kaxezê hilda û got: Kê ev pirs kir?. Dît ku kesek bersivê nade. Rabû got: Bênavo! Tu dibînî! Tu niha ji min ditirsî û tu dengê xwe nakî! Hevalo, ez jî wê hîngê weke te niha ditirsiyam û min nedigot.
Berdewamî heye…..
Ey Millet!
We biryara ku YEK-KOMê daye bihîst?. Ez bawer dikim, ku we bihîstiye. Kesê ju nebihîstiye jî bila a niha bibihîse.
Wek tê zanîn, Roja 12.8.2006an li bajara Kolnê li gor vexwendina Komisyona Ziman ya KNK civînek li ser girîngiya zimanê kurdî pêk hat. Di civînê de biryar hate girtin, ku roja 8. Îlonê dest bi kampaniyayekê ji bo zimanê kurdî were kirin û ev kampaniya heya roja 14. Gulanê sala 2007an berdewam bibe. Naveroka biryarê wisa ye, ku ji aliyê siyasî de divêt zimanê kurdî di her kar û xebatekê de bi fermî bê bikaranîn. Heger ne wisa be mana kampaniyayê tine ye. Kampanya divêt hem li bakurê welêt û hem li Ewropa bê meþandin.
Gava berpirsiyarên YEK-KOMê dîtin, ku mesele êdî ciddî ye, rabûn di cî de biryar dan, ku 65 komeleyên xwe li Almaniyayê bigirin. Bê guman wan negot, ku sedem biryara Komisyona KNKê ye, wan got, ku em bi vê yekê helwesta Almaniya ya ne demokratîk protesto dikin û rabûn bi vî awayî daxuyaniyên rojnamegerî belav kirin.
Gava ev nûçe gihiþt berpirsiyarên dewleta Alman, hemû dîn û þêt bûn. Dibêjin, ku banoya Angela Merkel hema ji kerba re porê xwe hilkir û got: Hey wax! Bi xwedê ev Kurd ê me bihetikînin, hêza van xurt e, evê li seranserê Kurdistanê biqîrin û bêjin, ku Almaniya welatekî ne demokrat e. Bi xwedê hemû çiya, dar û ber, lat û zinarên Kurdistanê ê bibihîsin, ku em ne demokrat in. Destê van pir dirêj e, heya bi kûraniya dîrokê diçe, heya bi palêolîtîk û neolîtîk diçe! Evê me li ba hemû þaristaniyên Mezopotamya rûreþ û riswa bikin...û hwd û hwd ....û dibêje Hey wax, hey wax me çi xwelî li serê xwe kir! Ezê bi çi rûyî herim Tirkiyê?!. Gava ji min bipirsin: Hemwelatiyên me hûn protesto kirine, 65 komeleyên xwe li welatê we girtine û dibêjin, ku hûn ne demokrat in...ka bersiva we çi ye?. Ez bextreþa Xwedê ezê çi bêjim...Bi Xwedê ev rewþeke pir xirab e. Û her wisa û her wisa...bano Angela Merkel ti por bi serê xwe ve nehiþt. Wezîrê hundirîn got, divêt em çareyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin. Got, emê gazî hin serekên wan bikin, lêborîna xwe ji wan bixwazin, bila ji bo xatirê Xwedê me di cîhanê de riswa nekin. Rabûn gazî birêz Muzefer Ayata û birayê Receb Teyyib Erdogan – Riza Erdogan kirin, ku bi fermî lêborîna xwe ji wan bixwazin.
Herdu birêzan ji bano Angela Merkel re dan xuyakirin, ku ev biryara wan tenê ji bo demekê ye, ev tenê ji bo 8. Îlonê 2006an heya 14. gulanê 2007an e. Wan got, ku sedema bingehîn biryara Komisyona KNKê ye. Ew dixwazin li ser me ferz bikin, ku em li cihê tirkî zimanê kurdî di komeleyên xwe de bi kar bînin. Ma em dîn bûne, ku em wisa bikin?. Me komeleyên xwe ji bo asîmîlekirina kurdan vekirine, emê çawa dev ji tirkiya xwe ya þêrîn berdin û bi zimanê gundiyan biaxivin!. Ma tiþtekî wisa dibe?.
Wê hîngê dilê bano A. Merkel rihet bû û got: Min a niha fêhm kir, ku we ji bo çi ev biryar girtiye. Lê ji kerema xwe, me li nava dar û ber, lat û zinarên Kurdistanê riswa nekin.
Kurmancno!
Birano hûn zanin "Tîtî" çi ye? Belê, belê navê tilorekî ye, ku li dor gundên kurmancan dijî....yanê bi kurmancan re dijî... û gava du kes bi hev re bijîn, sincî û adetên hev jî radikin. Êêêê...we niha naskir Tîtî çi ye û kî ye. Baþ e! We heya niha refên Tîtîyan dîtine? ….Nexêr, refên Tîtîyan tine ne. Ew jî wek me kurmanca ne. Yan jî em Kurmanc wek wan in, refên me tine ne. Em her yek bi serê xwe ne, em mirovên azad in. Em mêr in lo! Ma çima emê li pey kesekî din biçin hê…?. Her yek ji me divêt partiyeke xwe bi xwe çêbike. Erê, erê, ez rast dibêjim, her kurmancek divêt partiyek be. Yanê wek nimûne: Ez, du zarokên min û diya wan, em dibin 4 partî. Hûn dizanin, gava em wisa bikin, em dibin çiqas partî? 25 miliyon Kurmanc dike 25 milyon partî. Lawo! Bi Berê Qadirî, bi Þêx Badînî, bi Erza Dûdûkê, bi Tekmanê Gola Nadûkê, heger em wisa bikin, emê seranserê diyayê têxin bin hukmê xwe. Hele ji xwe re bifikirin: 25 milyon partî! Yawo kî dikare zora me bibe. Çînî û Hindî ê tev bibin koleyên me û Ewropayî û evên din jî ê tev xizmeta me bikin, ji ber ku partiyên kesekî ê ji yên me ne bêhtir bin. Ma mesele ne bi demokratiyê ye?! Emê her mijarekê têxin dengdanê. Bila li seranserê cîhanê hebin hebin milyonek partî...Ez bawer nakim, ewqas tine ne jî. Lê em? Em 25 milyon partî…ewê çawa zora me bibin?. Qet bê îmkan e.
Niha we rê naskir. De yalla û ya Xwedê, rabin dest û zendên xwe vemalin û her yek partiya xwe durist bikin. Bixwe, em ji vê rewþê pir ne dûr in ha. Hûn jî tev dizanin, ku kurmancên here pêþketî yên Baþûr-Rojava ne. Binêrin çiqas partiyên wan hene….binêrin hindik maye, ku her kurmancek li wir bibe partiyek. Yanê wan bi rastî êdî mesele baþ fêhm kiriye û rê naskirine. Wek nimûne: Partiya Abdulfilan, Partiya Abdulbêhvan, Partiya Abdulquzilqurt, Partiya Abduljehr û hwd…..
Rojekê partiyek ji van li mînîbusekê siwar bûne (12 kes in), serokê wan radibe dibêje: Lawo hûn dizanin em çi xeletiyê dikin?: Partiya me va ye hemî di mînîbusê de ye, heger mînîbus biqulibe, hîngê partiya me xilas dibe û kesek jê namîne…diviyabû me ev xeletî nekiriba.
Baþ e! Heger hûn bi Kurmancên Baþûr-Rojava razî nabin, ez nimûneya kurmancên me yên li Swêdê ji we re bêjim. Ma di vê de jî þik û guman heye, ku rewþenbîrên me yên li Swêd, kurmancên here pêþketî ne?!. Ez bawer dikim, ku gumana kesekî li ser vê çênabe. Belê, belê, her kesek dizane, ku kurmancên me yên her aqilmend li Swêdê ne. Her yek ji wan simbêlên xwe badide û qet nebe ne her yekî ji wan bi dehan pirtûk û roman nivîsandine. Essilde(biborin ev bi tirkî ye) kurmanciya ku heye wan afirandiye....ev kurmancên din tev gêj û lal in, kesek bi tiþtekî nizane....giramêra ku heye wan afirandiye, roman wan afirandiye, çîrok wan afirandiye....her tiþt, her tiþt....temam bira temam, me fêhm kir, wan her tiþt kiriye. Êêêê? Wan çi þîret, agît, temî û nesîhet li me kir?. Ji Kemal Burkay de bigire heya bi Laliþ Qasoyê romanivîs heyanî bi Bubê Eser(polîsê ji Dêrîka Çiyayê Mazî) hemî tev qêriyan û gotin: Divêt em piþtgiriya Baþûr bikin, kesekî negot: Em xweliyê li serê xwe bikin û em bi rewþa xwe bifikirin. Kesê ku nizanibe, dê bêje: Baþûr bi piþtgiriya wan rizgar bû. Temam, bila wisa be...keko Baþûr bi piþtgiriya we rizgar bû....heger hûn bawer nakin, herin ji Ferhad Þakelî bipirsin. Baþ e, niha Baþûr deyndarê we ye, we ew rizgar kir, lê niha kurmanciya we li kû ma? Kurmanciya we niha li wir bi quriþekî nake. Ji niha û pêde wê kî romanên we bixwîne? We ev roman ji bo kê nivîsandin efendim?(biborin ev jî bi tirkî bû). Lê belê aqilê we hên jî nehatiye serê we, de fermo hên biqîrin û bêjin: Divêt em piþtgiriya Baþûr bikin.
Belkî hinek bêjin: Na keko tu þas î! Ma kê gotiye, ku hemû aqilmend û rewþenbîrên kurmancan li Swêdê ne?. Ma çawa bû, li hin cihên din jî hene. Temam bira, min fêhm kir. Hûn li ser evê me yî Farqînî ku Fransa dijî dibêjin, ewê ku diya wî fileh û bavê wî kurmanc. Ma ne mebesta we ew e?. Baþ e, xebera we ye, ew jî rewþenbîrekî kurmancan yê here mezin e. Rast e ku di destpêkê de hin xeletî kirin û qala "Barzanîzma bê Barzanî" kir û her tiþtên wisa, lê camêr zû rêya xwe rast kir û bû dostê kek Mesûd, bi hev re gelek roj derbas kirin…avjenî bi hev re kirin…û û . Essilde gava mirov li wî guhdar dike, mirov digihîne baweriyekê ku bi keda wî kek Mesûd û kek Mam Celal di qada navneteweyî de hatin pejirandin û wisa Kurdistana Azad pêk hat. Baþ e ku xanima Madlein Albright, ewa ku destê kek Mesûd û yê Mam Celal xist destên hev, ne wezîra derve ya Fransayê bû. Hîngê wê camêr bigota: We dît! Min ev kar jî kir. Welhassil, em keda camêr ji bîr nekin, çiwas bibe, di bin sîwana wî de grûpa "Kurmancî" hatiye avakirin...ev grûpa ku dixwaze Kurmancî standard bike û va ye konferansa xwe jî li ser xaka azad kir. Temam! Niha bû çi? Hûn konferansa xwe li wir dikin, lê belê va ye Kurmanciya we li ser xaka azad bi du peran nake. De baþ e, berdewam bikin û destên we sax bin....belkî rojekê dilê Soranan bi we biþewite û bêjin: De bila Windowsa Kurmancî jî hebe, ma xisar û zirar jê çi ye, her û her em rê nadin, ku di perwerdeyê de Kurmanciya we bê bikaranîn. Dîsa jî mala we û ya wan ava.
Lotikxane yan Dînxane!
Min nivîsa birêz M.Elî Kut û ya birêz Hemo Rûto xwend û ji lew re, ez jî dixwazim dîtinên xwe li ser vê mijarê bêjim. Li gor ku ez dizanim sînorên henekan û yên erotîzmê di civaka me de ji herêmekê ta bi yeke din hinekê ji hev cuda ne. Lê belê bi awayekî giþtî ev sînor li ba me kurdan li gor civakên cîran firehtir û nermtir in û di hin waran de – wek di folklor û stranên me yên gelêrî de – ev sînor heya ji yên civakên ewropayî jî firehtir in. Bê guman di her civakekê de jî hin malbat hene, ji ber hin sedeman – yan di malbatê de kesekî oldar heye, yan xizimatiya wan bi oldaran re çêbûye, yan jî ji ber sedemeke din, ku ew di warê henek û erotîzmê de bi perwa ne. Lê belê li ba piraniya van malbatan durûtî di vî warî de aþkere û xuyaye; wek nimûne di wan malbatan de birina pir jinan ji malbatên din pirtir e.
Em bêjin, dibe ku ev sînor li herêma Behdînan ji herêma Mêrdînê tengtir bin. Lê belê Behdînanî vê ferq û cudahiyê bi wê yekê derdixin, ku henekên wan yên "normal" belkî ji yên hemiyan bêhtir in. Belkî mirov bawer dike, ku herêma Hekariyan, ya ku cîrana Behdînan e û nawenda Kurdistanê ye, ew jî mîna Behdînan be. Lê belê ne wisa ye. Henek û laqirdiyên Hekariyan pir caran di binê navê re ne. Ez dixwazim wek nimûne henekeke wan bêjim: Dibêjin berê adet wisa bû ku her carê keçekê ji êl û eþîrê dida pêþiya koçê û hemû li pey wê diçûn. Ew di kûderê re biçûya diviyabû hemû li pey biçin. Rojekê keçek ji wan dide pêþiya koçê û di nava zeviyên kesekî re diçe ku genimê wî êdî bilind bûye, lê di bin pêyên wan de tê þikestin. Xwediyê genim dibêje: Keça min di vir re rê nîne! Tu çawa xwe wisa li nava genim dixî?. Keçik dibêje: Apo! Di nava herdu ranên min re jî berê rê tinebû, lê belê xortan rê vekir.
Hin Kurd di warê henek û peyvên êtrotîk de ewqas bi perwa ne, ku pir caran peyvên gelek suriþtî û normal jî bi lêv nakin, ji ber ku ew peyv li nêziya peyveke din e, ewa ku eyb tê dîtin. Wek çawa hin Yêzîdiyên me ji her peyveke bi tîpa "Þ" dest pêdike direvin, ji ber ku ew diþibihe navê Mêrik, wisa jî hin Kurd ji gelek peyvan direvin û naxwazin wan bi lêv bikin, ji ber ku ew diþibihin peyveke din, ewa ku li ba wan pir eyb tê hejmartin. Hûn dizanin ku pir Kurd ji peyva "derpî" re dibêjin "hevalkiras", ji ber ku peyva "derpî" cihekî tîne bîra wan, ku ew cih pir eyb e bê bilêvkirin.
Ez berî demekê li Dihokê bûm û min xwest ez hinek simaqa hûr(simaqa kutayî) bi xwe re bînim. Hevalekî dihokî li gel min hat û em ketin nava bajêr. Min dît ku hevalê min ji dikandaran wisa dipirse: Gelo simaqa qotayî li ba we heye?. Min yekser fêhm kir, ew çima wisa dibêje; min fêhm kir ku ew ji peyva "kutayî" direve, ji ber ku li ba wan "kutan" peyveke pir eyb e. Yanê li gor têgihîþtina Behdînanan, mîrkutê ku em bi wî dan dikutin yan jî tiþtekî din dikutin pir eyb e û divêt em navê "mîrkut yan jî mîkut" bikin "mîrqut yan jî mîqut". Dîsa li gor vê logîka Behdînanî divêt navê birêz "M. Elî Kut" jî bibe "M. Elî Qut", ji ber ku peyva "kut" li Behdînan pir eyb e. Min carekê ev mijar li gel Behdînaniyan vekir û got: Gelo rast e, ku ev peyv li ba we pir eyb e?. Gotin belê, bavo! Li ser vê peyvê mêr têne kuþtin!.
Bixwe berê jî min guman kiribû ku peyva "kutabî" ji ber vê sedemê hatiye guhertin û niha li seranserê Baþûr "qutabî" dibêjin. Wan got: Belê rast e, ji bo wê ye. Bala xwe baþ bidinê! Ji ber ku peyva "kutabî" diþibihe peyva "kutan", ev peyv guhertine û kirine "qutabî". Li gor vê dîtinê, divêt em nebêjin "danê kutayî", divêt em bêjin "danê qotayî". Divêt em navê wê xwarina ku ji savar, nîsk û nokên keliyayî tê duristkirin û jêre "kutayî" dibêjin, ji bo xatirê Behdînanan biguhêrin û bikin "qotayî". Wey mala minê!. Hîngê peyva "kurtan" jî diþibihe "kutan", nexwe divêt em navê "kurtan" jî bikin "qortan" û hwd.
Niha jî em dîsa vegerin ser mijara "Lotikxane yan Dînxane". Lotikxanê di bersiva xwe de gotiye: Dibe ku hin caran xeletî û çewtiyên me çêbûbin û me sînor hinekê derbas kiribin…. Bixwe di derbaskirina sînoran de sînor tên naskirin. Heger kesek nêzî sînoran nebe û wan ti caran derbas neke, emê nizanibin ku sînor hene. Ji hêla din ve Lotikxanê gotiye: Ev malpereke bê sansor e, bila haya we ji we hebe. Nexwe, bavê min! Bila kesên sofî û hecî, û kesên ku dibêjin "morala me pir bilind e" nekevin Lotikxanê, kar û îþê wan di Lotikxanê de çi ye?. Bila herin yan li mizgeftê yan jî li dêrê, yan jî wek siltanên osmaniyan postê xwe deynin ser deryayê û nimêja xwe li ser bikin. Berê li ba me digotin, ku siltanên osmanî wisa nimêja xwe dikirin û siltan Abdulhemît jî wisa kiriye. Lê belê em baþ dizanin, ku hezar jinên siltan Abdulhemît hebûn û ew jî mîna siltanên din pûþt û zinêkar bû.
De fermo!
De fermo! We ev sosreta mezin bihîst?. Hikûmeta Kurdistanê 16 hîlokopter di rêya
Ereban re kirîne, lê ew hatine xapandin; 25 milyon dolar zêdetirî bihayê wan
dane!. De were û di xwe de neteqe!. Lawo ma Soran û bazirganî?. Werin dev ji vî
aqilî berdin. Em çend Bedlîsî û Cizîriyan ji were biþînin, bila xelk we li ser
piþtê neêxîne erdê. Malxerabno ev çi halê we ye?. Yanê mirov ewqas ecemî û
nezan be! Hûn illeh dixwazin hemû xelk û alem tîqe tîq bi kurdan bikenin û
bêjin: Me ehmeqin xwe dîtine?!. Wey mala minê, xelkê bi me dedin kenandinê heyran....
Erê Kurmancê min!
Dinya êdî li serê te bûye çeqilbendik! Tu kûva diçî tu têyî xapandin.
Berê digotin: Kurmanc têre, xew jêre xêre! Ji te re wisa digotin, daku tu
ranebî ser xwe, her tu di xew de bî.
Lê tu rabûyî ser xwe, te serî hilda û te gelek qehremanî kirin. Lê belê þaþiya
te ew bû, ku te baweriya xwe zû bi xelkê dianî.
Te li Bakur þer kir, lê ji te re gotin : Heya ku tu bibî xwedî dewlet, divêt tu
pêþî bibî Tirk !
Tu hînî tirkî kirin, te dev ji kolikê berda û tu bûyî tirþikcî. Te dît, ku êdî
ling ji bin te diçin, halê te ne ti hale Kurmancê min!.
Rabû te hemû hêviyên xwe xistin Baþûr, ha li vir, ha li wir, çek babam çek,
gotin çi, te qebûl kir.
Niha jî dibêjin : Heya ku tu bibî xwedî maf, divêt tu pêþî bibî jehr û silêmanî!
Bi Xwedê kurmancê min halê te ne ti hale, dinya li serê te bûye tara bêjingê,
binaniya elbane.
Tu dixwazî li Bakur bibî Tirk, yan li Baþûr ziman li te bibe firk, yan tu herî
Ewropa bi te bikin henek, tinazî û tirq ! De ka biryara xwe bide !
Heger tu hatî Ewropa Kurmancê min ! Hîngê divêt tu zanibî : KNK biryar daye, ku
mafê te di salê de tenê rojekê heye tu bi kurmancî biaxivî ! Yan tu yê herî ba
apê Bush, yan vegerî bin hukmê Qereqoþ.
Êdî tu dizanî, Xwedê tev li kar û îþê te be û rêya te rast bike !